Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

FERQA DI NAVBERA WEHABÎTÎ Û ÊZÎDIYATIYÊ DE ÇI YE?

FERQA DI NAVBERA WEHABÎTÎ Û ÊZÎDIYATIYÊ DE ÇI YE?
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner
Ev gotara min dewama gotara min a bi jimara 129an e ku berî çendekê hatiye weşandin.
Li ser wê nivîsa min gelek şirove hatine weşandin, piranî erênî ne lê hinek mîna ku neyênî bin.
Hin kes hene bi navê olnasiyê dixwazin ku îdeolojiya Wehabîtiyê li Kurdistanê belav bikin û dibêjin:
– Bila bawerî bi pêxemberan çênebe.
– Bila ev gotinên ku dibêjin HEDÎS ji holê rabin.
– Bila kes hêvî ji sehabe û qencên Xwedê neke, yên mirî tev riziyane.
– Bila rêçik (mezheb) nebin.
– Bila her kes rasterast xwe bi Xwedê ve beste bike.
Eger mesele ev be, Kurdan pênc hezar sal berî Îsa Pêxember vê fikrê afirandiye ku niha ji wan re ÊZÎDÎ tê gotin.
Êzîdîtî ji EZDAtiyê hatiye wergirtin. Ango Xwedê ez dame ye.
Di îdeolojiya Êzîdiyan de jî ev hene:
– Bila kes nekeve navbera meriv û Xwedê (Bila bawerî bi pêxemberan çênebe).
– Bila rêçik û mezheb nebin. Tenê riya Xwedê hebe.
Baş e, ev e 7 hezar sal in ku Kurdê Êzîdî vê dîtina xwe dibêjin û diparêzin.
Ev dîtina Wehabiyan jî, hêj nû ye û ji Ezdatiya Kurdan ne zêdetir e.
Eger ev baweriya ezdatiyê rast be, ihtiyaca Kurdan bi dîtina wehabîtiya erebî tune ku Kurd xwe bidin ser baweriya wan.
Eger Kurd bi gotina hin kesên xulamok xwe bidin bawerkirin jî, divê ew neçin ser wê baweriya batil a erebî, lê divê ew vengerin ser ya xwe wek berê bibin Êzîdî, çêtir e ji wehabîtiyê.

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev