Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd – hevgirtin û yekbûna kurdan a giring ya dîrokî

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz!

Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ez, Bêlla Stûrkî rêberîya bernameya „Civak û sîyaset“ ya 10an ya radyoya Ria taza dikim. Çawa me pêşda we agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên delal, îro mêvanê bernameya “Civak û seyaset” e berpirsyarê weşanxaneya Zengezûrê ya Asîya Navîn, berpirsyarê sereke yê întêrnêtportala Kurdistan-Post û rojnameya Nûbar nivîskar, wergervan û rojnamegerê naskirî Hejarê Şamil Esgerov.

Destpêkê de ez dixwezim çend agahiyan bidime we, radyoguhdarên hêja, li ser mijara hevpêyvîna me. Bûyarên herî dawî yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û destpêkirina şer di navbera PKK’ê û hukumeta Turkiyê da bandoreke mezin li ser hemû Kurdistanê dikin. Rewşenbîr û zanayên kurd destbi hewildana kirin da ku hemû Rewşenbîrên Kurd yên li Kurdistanê û Cîhanê li hev bicivînin û bo Kurd û Kurdistanê yekîtiyeke rewşenbîrî ava bikin û bi vê armancê jî Konfêransan lidar bixin. Herwiha komeke rewşenbîr ji welat û ji diasporayê wê dawîyê ji bo balkişandina civaka navneteweyî ser rewşa Kurdistanê û xelkê kurd însiyatîfek avakir. Kurdên ku li dervayî welat, li diasporayê dijin rewşa Kurdsitanê dûr ve dişopînin. Bi dehan bajarên Bakurê Kurdistanê wêran bune, bi sedan hezaran nişteciyên wan bajaran bûne pênaber, bi sedan kesên sivîl, jin, zarok, xort û qîz hatine kuştinê, her wiha ser referandûm û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û rewşa dawî li Bakûrê Kurdistanê, li ser wan pirsan û mijarên din yên rojane hizir û nêrînên xwe rojnamevan, nivîskar û werger ê naskirî birêz Hejarê Şamil Esgerov ji me ra axivî.

Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameya me . Kî ye birêz Hejarê Şamil Esgerov?

Hejarê Şamil di 16ê tîrmeha 1966an de li Kelbecerê (Azerbaycan) hatiye dinyayê. Kurê Mamosteyê mezin û hêja Şamilê Selîm Esgerov û Nazîle Manafova (Esgerova) ye. Bavê Hejarê Şamil – Şamilê Selîm şaîr, kurdzan, êtnograf, wergêr û “yekem şervanê kurdên Azerbaycanê” bû. Pirtûkên Hejarê Şamil bi tirkî, rûsî, azerî û kurdî hatine çapkirin.

Hejarê Şamil li bajarê Bakûyê fîlolojî xwendiye (1984-1990). Dû re xebatkarê weşanxaneyê “Yazıcı” (li Bakûyê, 1989-1991) bû. Nûçegihanê rojnameya parlamêntoyê Azerbaycanê Heyat (Bakû, 1991-1993) bû. Editorê beşa azerîkî, di rojnama Dengê Kurd de (Bakû, 1992-1994) kar kiriye, pişt re rojnemevanê kovara Kurdistan Raport Moskow, 1994-1997) û rojname Maxmûr Kurdistana Başûr, 2000) bûye. Di sala 2008an de peyamnêrê Ak News bûye. Cigirê rêdaktorê kovara Nûbar li Qazaxistanê, 2004-2010, rêdaktorê radyoyê Qirgizistanê beşê kurdî (Qirgizistan, 2005-2010) û rêdaktorê sereke yê weşanxaneya Zengezûr û edîtorê malpera Kurdistan-Post.eu ye. Endamê Komîteya Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd e.

Neh pirtûkên wî hene, ew jî ev in:

1. Şerê eqilan (Başûrê Kurdistan, 2000, bi tirkî).
2. Di pêşiya de sê xal (Başûrê Kurdistan, 2001, bi tirkî).
3. Rêya ewlekariyê (Başûrê Kurdistan, 2000, bi hevbeşî hatiye nivisandin, bi tirkî).
4. Diaspora Kurda (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).
5. Gulnar û Ocalan (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).
6. Knyazê Îbrahim (Stembol, Pêrî, 2007, bi tirkî).
7. Jiyan di rêya welatparêziyê de (Qazaxistan, 2007, bi kurdî).
8. Diaspora Kurdên YKS (Qirgizistan, 2007, bi rûsî).
9. Tenê me (Qirgizistan, 2007, bi azerîkî).
Hêjarê Şamil, sê pirtûk wergerandiye:
1. Kurdên Azerbaycanê (Stembol, Pêrî, 2007, ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
2. Kurdistana Sor (ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
3. Şerefname, wek çavkaniya dîroka kurdan (ji azerî wergerandiye ser zimanê tirkî).
Hêjarê Şamil, romana Eliyê Evdilrehman a bi navê “Şer çyada” ku li Stembolê weşanxaneya Pêrî derketiye ji kîrîlî derbasî latînî kiriye. Nêzîkî 20 pirtûk berpirsyarî kirîye û weşandiye.

Hêjarê Şamil Endamê PENa Kurd e.

Vê demê li paytextê Rusyayê Moskvayê dijî.

Birêz Hejar ê Şamil re ji studyo radyoya Ria taza bajarê Moskvayê re, em bi radyotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên nivîskar, wergervan û rojnamagerê naskirî birêz Hejarê Şamil Esgerov bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev