Şeş cildeyên “Hikyatêd cimaeta kurdîyê” yên Hecîyê Cindî çap bûn

Şeş cildeyên “Hikyatêd cimaeta kurdîyê” yên Hecîyê Cindî çap bûn
Weşanxaneya Rûpel (https://www.facebook.com/We%C5%9Fanxaneya-R%C3%BBpel-Rupel-Bas%C4%B1m-Yay%C4%B1n-147064825448775/) û malpera Çandname (http://candname.com/tag/hikyated-cimaeta-kurda/) înformasyonên berfireh çap kirine derheqa wê yekê da, ku weşanxaneya Le Monde Diplomatique a kurdî her 6 cildeyên “Hikyatêd cimaeta kurdîyê” yên Hecîyê Cindî berev kirine û di wextê xwe da bi herfên kirîlî li Ermenîstanê çap kirine, niha jî bi tîpguhêzîya ser herfên latînî careke din ew çap kirine. Tîpguhêzîya her 5 cildeyên pêşin Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine, lê a cildeya 6an keça Hecîyê Cindî – Frîda Hecî Cewarî kirîye, ji ber ku Hecîyê Cindî ew pirtûk amade kiribû, lê pê ra negîhandibû bi herfên kirîlî çap bikira.

Nûçeya wan malperan da çapbûyî li jêr e:

-Lêkolîner û pispor û hostayê zargotina kurdî; Hecîyê Cindî (1908-1990), hem li Erîwanê û hem jî li tevahîya Sovyetê di warê zargotina kurdan de kesekî naskirî ye. Di vî warî de nêzîkî sed berhemên wî hene. “Hikyatêd Cimaeta Kurdîyê” jî ji wan berheman e ku salên sîyî hatine berhevkirin, lê ji sala 1961an heta 90î peyderpey li dû hev wek 6 berg bi tîpên kirîlî li Erîwanê hatine çapkirin . Weşanên Rûpelê jî her mîna çapa orîjînal a kirîlî, ew ê li ser şeş bergan çap bike. Her şeş berg li ser hev nêzîkî hezar û pênc sed rûpel in. Di her şeş bergan de nêzîkî 240 çîrok û serpêhatî hene, wek: Mîrze Meheme, Keçelok, Gulbarî, Dawid Pêxember, Silqo, Silêman Pêxember, Şemo, Keçika Famdar, Çîroka Teyrê Sîmir, Çilkezî û hîn gelekên din. Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr ew ji bo Weşanên Rûpelê ji kirîlî veguhestin ser tîpên latînî.

Ev tekstên ku Hecîyê Cindî 70-80 sal berê, gund bi gund geryaye û ji nav xelkê berhev kirine, li gel xweşîya çîrokan, her weha fikr û ramana civata kurdan a wê demê jî derdixe holê û rewşa kurdî ya wê demê jî radixe ber çavan.

Em li ser van înformasyonan zêde bikin, ku weşanxaneya “Rûpel”ê bi tîpguhêzîya Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr pirtûka “Mesele û metelokên kurdî” ya 800 rûpelî jî çap kirîye, wan keçên kurdan herwiha hemû pirtûkên folklorî yên Hecîyê Cindî ji kirîlî kirine latînî û ewê ji berê va çap bibin. Wek “Şaxêd Rostemê Zale kurdî”, “Folklora Kurmanca” ya sala 1936an, ”Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkîyê“,”Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê”, ”Varyantên kurdî yên destana ”Koroxlî”. Lê pirtûka “Folklora kurmancîyê” ya sala 1957an bi tîpguhêzîya wan ji alîyê Weşanxaneya “Lîs”ê li Diyarbekirê çap bûye.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev