Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gelo li Kurdistanê çima “Kongreya Neteweyî” çê nabe?

Gelo li Kurdistanê çima “Kongreya Neteweyî” çê nabe?

PKK dîsa çîroka “kongreya neteweyî” dinivîsîne. Dema ku PKK vê çîrokê dinivîsîne, ez wê demê fahm dikim ku rewşek taybet heye. Wê demê ez fahm dikim ku PKKê dixwaze dîsa karekî nebaş biqedîne li ser navê “kongreya neteweyî”.

Bi taybetî jî dema ku PKKê dikeve zorê, çîroka “kongreya neteweyî” dibêje.

Hîç şik tuneye ku pir caran jî ev pirsa girîng ya stratejîk îstismar dike. Ji bona demagojiya xwe dike desîse.

PKK baş dizane ku pirsgirêkên di navbeyna wê û partiyên Kurdistanê de hene, dest nade ku bi wan re “kongreya neteweyî” çêke, lê dîsa jî vê çîrokê dibêje. Lê tu wext jî naxwaze û îradeyê nîşan nade ku ev pirsgirêkên heyî çareser bike. Lê partî û rêxistinên Kurdistanê tewambar dike.

Li Kurdistanê “kongreya neteweyî” di navbeyna partî û rêxistinên milî, wekhev, demokrat de, di navbeya rêxistin û partiyên ku heq û hiqûqa xwe di parçayên dijîn de sînor dikin de, di navbeyna rêxistin û partiyên heman awayê têkoşînê dimeşînin de, di navbeyna rêxistin û partiyên xwediyê heman armanca de pêk tê.

1-PKK dibêje ku ez partiyek milî nînim. Ez partiyek kurd û Kurdistanî jî nînim. Ez hemû gelan temsîl dikim,

2-PKK xwe bi rêxistin û partiyên Kurdistanê re wekhev nabîne, xwe di ser wan re dibîne,

3-PKK rejîm û sîstemek siyasî ya demokrat ne, rejîm û sîstemek otorîter, totalîter e; rejîma yek partî, yek serok, yek îdeolojiye diparêze,

4-PKK dixwaze ku li hemû parçeyên Kurdistanê bibe serwer û desthilatdariyek otorîter û yekane pêk bîne,

5-PKK û rêxistin û partiyên Kurdistanê di awayê têkoşînê de jî ji hevûdu cûda ne,

6-PKK xwediyê armancek federal, dewleta serbxwe û konfederal jî nîne û xwediyê cûdaarmancekê ye,

7-PKK hemû partiyên li Kurdistanê dijmin dihesibîne,

8-PKK wekaleta dewletên herêmê yên kolonyalîst dike.

Gelo di van şertan de PKKê bi rêxistin û partiyên Kurdistanê re dê çewa “kongreya neteweyî” ava bike?

Îbrahîm Guçlu, sîyasetmedar

 

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev