Sultan Selahedînê Eyyûbî . Nasnameya Dewleta Eyyûbî

Sultan Selahedînê Eyyûbî . Nasnameya Dewleta Eyyûbî
Serdema Selahedîn:
Ew Kurdên ku ji Selahedîn bi kîn û hêrsin, pirojeya Selahedîn ya siyasî di bin merc û nîrên dîrokî yên wê sedemê da nabînin. Her mirovek – kî dibe bila bibe – lawê serdema xwe ye. Merc û nîrên dîrokî (rewşa civakî, çandî, siyasî û aborî) wek çarenûsê ne; ew merc heya radeyeka mezin mirov neçar dikin, pir caran li dijî vîn û arezûya wî, wî ber bi filan şopê yan bêhvan şopê va têvedidin. Ji lew ra, divêt jînenîgariya Selahedîn, kar û xebata wî di çarçewa merc û nîrên serdema wî da bêne nirxandin. Heger ne wisa be, nirxandina me, wê ne rast û durist be.
Serdema Selahedîn serdema dijberî û kefteleftê bû, ya navbera rojhilata navîn ya îslamî û Ewropaya kirîstiyanî. Wê dijberî û kefteleftê bi talanên Selcoqiyên Turk li ser axa Dewleta Rom a kirîstiyanî (Bîzanta) (li nîvê rojava yê Turkiya niha – Asiyaya Biçûk) destpêkir. Dema Selahedîn çavên xwe li cîhanê vekirin, bûyerên wan şerên ayînî li ber wî bûn. Hên di zarotiya xwe da perwerdeyeka îslamî wergirt ku “cîhad” stûna wê ya bingehhîn bû. Belê, ew di tara pirojeya cîhadî-îslamî da ku wê hîngê serwext û lidar bû gihîşte asta sultaniyê. Armanca wê pirojeyê ew bû ku rojhilata îslamî ji talanên Firengan biparêze.
Belê, di tara wê pirojeya îslamî-cîhadî da Selahedîn bû sultan û desthilatî li Misir, bakurê Sûdan, Lîbiya, Yemen, Urdin û Sûriyayê kir; her wisa hin beşên mezin ji Filestîn û Libnanê jî dane ser. Paşê li Hîcaz, rojavayê Kurdistan û beşên mezin ji bakurê Kurdistanê jî desthilatî kir. Atabkeyên Turkên Zengîd (serdarên Mûsilê) û senseleta Turkên Ûrtûq (serdarên Erbîlê) jî, bi awayekî ne yekser be jî, ketin bin kelîja Dewleta Eyyûbî.
Xelîfe û Sultan:
Tevî ku Dewleta Eyyûbî wek emperatoriyekê bû, lê tevî wê jî, sultan bi temamî ne serbixwe bû. Di wê demê da rewayiya (şer’îyeta) ayînî di ser ya siyasî ra bû. Hên ji sedsala 4-an goçî / sedsala 10-an z. da, xelîfeyên Ebbasiyan beşê mezin ji kelîja xwe ya siyasî wenda kiribûn û tenha wilayeta Beẍdadê di dest wan da mabû. Lê belê, ji ber kok û binyata wan û xizimatiya wan bi pêximber Mihemed ra û piştgiriya şêx û feqehan ji wan ra, kelîja xwe ya ayînî parastibûn.
Li gor xweristk û rewiştên wê serdemê pêwîstiya sultanên misilmanan bi pênasîna xelîfeyê Ebbasî hebû ku ew sultanênin û ku kelîja wan filan û bêhvan herêmê digire nav xwe. Ev pêna-
SMXLL

sîn bi şêwazê fermanekê ji bal xelîfe da dihate der û ji sultan ra dihate hinartin; li gel wê kurk û cubeyek hebû û leẍemeka taybet jî ji bo sultan dihate hilbijartin (leẍema Selahedîn: Al Nasir النّاصِر bû). Sultan diviyabû di herêmên bin kelîja xwe da wisa bike ku di nimêja roja îniyê da navê xelîfe pêş navê wî bê gotin, û sultan diviyabû salê carekê dirav û diyariyan ji xelîfe ra bişîne û heger pêwîst bû alîkariya leşkerî jî bigihîne wî.
Heger xelîfe ji sultan ne razî bûya, fermanek derêdixist û ew ji rewayiya siyasî dûrdixist. Ferman dida gel ku dilsoziyê ji sultan ra nekin. Gelek feqeh û şêx dostên xelîfe bûn û di rewşeka wisa da serêşî û arîşe ji sultan ra derdixistin. Rewşa sultan Selahedîn jî bi vî awayî bû. Ew neçar bû ku rewayiya xwe ji xelîfeyê Ebbasî li Beẍdadê wergire û neçar dibû siyaseteka wisa bike ku li gor şopa ramanî û strategî ya Dewleta Xîlafeta Ebbasî ya wê demê be.
Nasnameya Dewleta Eyyûbî:
Selahedîn di heyama xwe ya dawî da ji dilsozekî xwe ra li Şamê gotibû (belkî ew qaziyê qaziyan dîrokzan Beha-Edîn kurê Şeddad be) ku piştî ew li dijî Firengan biserket û seranserê kenara deryayê ya Libnan û Filestînê vegerand, ew dixwaze berê xwe bide rojhilat. Bi herhal, dixwast here û beşên Kurdistanê yên mayîn ji Atabke û Aratqeyên Selcoqên Turk rizgar bike, û wan herêman jî bide ser Dewleta Eyyûbî. Lê belê, piştî demeka kurt ew çû ser dilovaniya xwe û sultanên Eyyûbiyan yên piştî wî ev piroje bicih neanîn.
Divêt em bêjin ku malbata Selahedîn ji êla Rewadî ya kurdî ye; ji hoza Hedbanî ya gewre ye. Herêmên belavbûna hoza Hedbanî ji Erbîlê da li başûr bigire heya bi herêmên Qefqasan li bakur (Azerbeyacan, Ermîniya û Gurcistan) belavbûyî bû. Navê “Rû-Adî” tê maneya “alîgirên Rojê = şemsanî” û di jêderên erebî da bi şêwazê “rewadî” hatiye nivîsîn. Hoza “Hedbanî” di bingehê da, pêş Îslametiyê, yezdanî bû. Belkî jî êzîdî bû û paşê îslam bûbû. Selahedîn hin caran di şerên xwe da li dijî Firengan alîkarî ji hozên êzîdiyan werdigirt.
Ji bilî wê, hin serekên êla Rewadî du mîrnişînên kurdî li bakur rojhilatê Kurdistanê avakiribûn. Yekem: Mîrnişîna Rewadî li Azerbeycanê û duwem: Mîrnişîna Şeddadî li Aranê (niha di navbera komarên Azerbeycan, Ermîniya û Gurcistanê da hatiye beşkirin). Selcoqiyan dema ku di destpêka sedsala pêncan goçî / sedsala 11-an z. da rojavayê Asiyayê talan kirin ev mîrnişîn hilweşandin û Kurdistan dagîr kirin.
Selahedîn – ew kesê aqilmend û zana – ne ku dîroka êla xwe nedizanî. Bi taybetî jî bapîrê wî Şadî di Dewleta Şedadî da ji kesayetiyên navdar bû. Lê belê, ew neçar bû ku goç bike, piştî ku Selcoqiyan ew dewlet standin. Ew vegeriya başûrê Kurdistanê û bû serdarê keleha Tekrîtê. Em ji bîra nekin ku bapîrên Selahedîn di bi ngehê da ji gundê “Ejdankan”-in ku ser bi Erbîlê (Hewlêrê) ye. Ji lew ra, em dibêjin bi herhal Selahedîn dixwast ber bi rojhilat da here û warê bingehîn yê êla xwe ji destê Selcoqiyan rizgar bike û bide ser padîşahiya xwe.
SMXLL

Wek gotina dawî, Dewleta Eyyûbî xwediya rêveberiyeka kurdî bû, baweriyeka îslamî bû û çandeka erebî bû; ew ji şêwazê kurdîtiyê ne dûr bû. Ala û durişma Selahedîn ya sultanî kurdî bû (şahînekî sor li ser bingeheka zer bû), wek ku nîşan bi sembola agir û rojê di kelepora kurdî yezdanî da dikir. Hema hema hemû serdarên herêman ji Kurdên Eyyûbî bûn û piraniya keleh û çeperên parêzvaniyê yên xwedî girîngiyeka strategî didan dest Kurdan.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev