Serhildana Şêx Ûbeydûllah Nehrî.

Serhildana Şêx Ûbeydûllah Nehrî.

Welat Agirî, lêkolîner

Beriya qal û behsa Serhildana Ûbeydûllah Nehrî divê em ser serpêhatiyên destpêka sedsala 19mîn bisekinin. Dewleta Osmanî êdî ne wek berê bû. Ew hêz, quwet û îhtişama sedsalên 16, 17 û 18an nemabûn, kevirek ji hîmê dewletê hatibû kişandin û dewlet serserî ber bi jihevçûnê diçû. Alîkî ve aloziyeke mezin xwe sikura împaratoriyê ve alandibû, aliyê din ve jî Dewletên Ewropî roj bi roj heq û mafên nû bo Ermenî û Nasraniyan dixwestin. Osmanî bêgav mabûn, ketibûn pey çareseriyên nû. 1839a de Tanzîmat yanî pergal û sazûmana nû hatibû îlankirin. Wê pergalê sîstemeke teze bi xwe re anîbû hole. Angora wê sîstemê hemû herêmên bin împaratoriyê bi paytext ve hatibûn girêdan, mîrekî hatibûn rakirin û êdî soz li paytext ji dev derdiket, mor li paytext dihat lêxistin û biryar li paytext dihat hildan.

Pêjirandina Tanzîmatê ne tiştekî hêsan bû bo Kurda û encamê de serhildan dest pê kirin. Çar sal pey îlana Tanzîmatê re yanî 1843an de Mîr Bedirxan serî hilda û ev raperîn heta 1847 dom kir. Di wê serhildanê de Kurd têkçûn û Osmaniya herêm hildan bin kontrola xwe. Sala 1853a de Şerê Ûris û Osmanî derdikeve, lêbelê Kurd piştgiriyê nadin Osmaniya jiber ku bi têkçûna Bedirxaniyan re Kurd ji Osmaniya sar bûn, dûr ketin.

Heyşt sal dû Mîr Bedirxan, Yezdanşêr sala 1855an de serî hildide. Kurdên rojhilat, rojava, bakûr û başûr tên alikariyê û ordiyekî mezin tînin pê. Osmanî nikarin agirê hatiyê vêxistin bitemirînin, serî dernaxin û alikariyê ji konsolosê Îngilizî yê li Mûsilê dixwazin. Şehbenderê Îngiliz, dewletê û Yezdanşêr li hev tîne, aşitî çêdibe.

Bi xilasbûna mîrekiyan re li Kurdistanê tu duzen û pergal namîne. Serokên eşîreta guhê xwe nadin tu qanûn û zagona. Dizî, destdirêjahî, kuştin, wêran û talan zêde dibe. Di wê hengam û aloziyê de şêx û melayên terîqeta dewsa mîr û mîrekiyan digirin. Dibin xwediyê qedir û qîmeteke bilind û eşîretên heremê xwe davêjin bin baskê şêxan. Sedsala 19emîn de terîqeta herî xwedî tesîr û bandor Terîqeta Neqşî bû. Şêx Ûbeydûllah Nehrî serok û mezinê Neqşîbendiyan bû. Nehrî ji herçar perçên Kurdistanê jî baş dihat naskirin. Dema Şêx Nehrî de, Kurdên belavbûyî tên ser hev, yekîtiyê tînin holê.

Şerê Osmanî û Ûris yê salên 1877-87 de Şêx Nehrî xwe dide aliyê Osmaniyan. Paytext ji Nehrî re 20 hezar tivingên Martînî dişîne ku Şêx dijberî Ûris bikeve herbê. Lê anegorê peymanê divê Kurda ew sîlahana dû şer re radest bikarana. Leşkerên Nehrî tivingên Osmanî xwe re tînin Kurdistanê û salek pey re yanî sala 1879 an de dijberî Osmaniyan dest bi haziriya serhildanê dikin.

Li vir divê em bipirsin ka çima salek berê alîkarî dan Dewleta Osmanî û salek pey re xwestin dewletê re bikevin şer. Sedema wê raperînê, fikra çêbûna Dewleta Ermeniyan e. Konsolosê Îngiliz di sala 1879an diçe Wanê û tê gotin ku bi destê Îngiliz Dewleteke Ermenî yê li Kurdistanê were avakirin. Pey van gotegot û rîwayetan Kurd civînan pêk tînin û encamê de biryara cengê tê hildan. Lê ev ceng dijberî Osmaniyan nîne, ev dijberî Îranê ye. Şêx Nehrî xwediyê teknîk û taktîka bû. Osmanî û Îranî anîn ber hev, miqayese kir û dît ku rewşa Îraniyan nebaş e jiber ku Îranî wê demê ji Efganan re boy bajarê Heratê ketibûn herbê. Şêx Nehrî dît ku avakirina Kurdistana Îranê hêsan e. Pêşiyê li rojhilat dewletê were çêkirin û ew dewlet ê Osmaniyan re bikeve şer.

Beriya dest pê kirina êrîşan, Nehrî sedemên wî şerî yek bi yek rêz kir;

  1. Dewleta Faris Kurda qetil dike
  2. Bi darê zorê ji eşîretan pere tê standin
  3. Jinên Kurd ji aliyên leşkerên Îranî tên revandin
  4. Farisên şiî zilmê li sunniyan dikin
  5. Dewlet baceke gelek zêde ji Kurdan distîne û Kurd êdî bêzar bûne

Şêx xeberê ji serokê eşîreta Mangûr re dişîne ku agirê serhildanê were vêxistin. Serok Hemzê Mangûrî dest bi raperînê dike û Şêx Nehrî 1000 leşker bo alîkariyê jê re dişîne.

Hedefa Hemzê Mangûrî Tebrîz û Mehabad e, hedefa Mîr Sadiq Ûrmiye ye, hedefa Mihemed Seyidê Biradostî Xoy û Rojavaya Ûrmiyê ye. Ew cîhên azad dibin, hukumet tên avakirin. Rojên Înê xutbe tê xandin. Di wan xutba de derheq miletê Şiî û cimaetên din gotinên xirab tên gotin. Bi dû wan xutba re miletên ne sunnî ji Kurdan dûr dikevin û tu piştgiriyê nadin Kurmanca. Alîkî ve jî Osmaniyan sînor girtibûn, Kurdên Bakûrê nikaribûn herin alikariya birayên xwe. Di dawiyê de Şêx Nehrî para ve vekişîya, derbasî herêma Biradost bû.

Bi hatina Şêx ve, ew Kurdên li Îranê destê Faris revîn û xwe avêtin sînorê Dewleta Osmanî. Bi hatina wan re Kurd Osmaniyan re bûn xetere û tehlûke. Dewleta Osmanî zanibû ku Nehrî weha nasekinê yê dîsa serî hilde. Padişah Evdilhemîdê duyemîn, Şêx Nehrî dawetê Stenbolê dike. Dema Nehrî xwe digîhîne Paytext gellek baş tê pêşwazî kirin û pey re jî Nehrî tê derdixe ku destê Osmanî de hêsîr e. Şêx Ûbeydûllah Nehrî ji Stenbolê direve û bi keştiya Fransizan derbasî Rojavaya Kurdistanê dibê û pey re xwe digihîne Colemêrgê.

Nehrî û kurê wî, Ewdilqadir, xwe bo şerekî nû amade dikin. Lê ew demeke wisane ku ne Îngiliz, ne Îran û ne jî Ûris dewleteke Kurd li Rojhilata Navîn de dixwazin. Encamê de Ûbeydûllah Nehrî sirgunê Mûsilê bû û dûv re şandin Mekkeyê. Li Mekkeyê sala 1883 an de çû rehma Xwedê.

 

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev