Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Me di 41 bernameyên xwe

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we beşa pêşin a bi sernavê ”Serhildanên kurdan di salên 50-80î yên sedsala XIXan da” amade kirîye.

Ev berhema me ya 43an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye,  lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

Serhildanên kurdan di salên 50-80î yên sedsala XIXan da – 1

Ji berhemên kurdzanên me – 43

Di nîveka duda ya sedsala XIXa da sêparatîzma derebegî ji holê rabûbû û ne tenê di rûyê emelên cezakarîyê yên dewletên Tirkîyê û Îranê hindava kurda da, lê herweha sebebeke wê jî ew bû, ku bingehên civaka kurda ya derebegî-eşîrî wê demê îdî ji hev çûbûn û hilweşîya bûn. Qiralîyetên kurda îdî hew dikaribûn serxwebûna xwe biparêzin, ku bi dijwarîke pir mezin bi dest xistibûn û hêza wan têrê nedikir bona firekirina axa Kurdistanê. Lê gelek serekeşîr, xwesma ewên ku ji malbetên bi nav û deng bûn, demeke dirêj hukumê xwe yê olî û sîyasî li Kurdistanê parastin û ser demeke dirêj pêşîkêşîya serhildanên gelê kurd yên ji bo azadîyê dikirin. Ew serhildan ji sînorên mîrîtîya derdiketin, belayî ser axeke mezin dibûn û bi wê yekê va hukumê dîwana sultanên tirka û şahên Îranê li ser axa kal û bava sist dikirin. Îdî destbi dewraneke nû bûbû – dewrana derbazbûna ji tevgera derebegî-sêparatîstîyê berbi tevgera gelê kurd ya miletîyê, ku armanca sazkirina dewleta kurda ya serbixwe li ser temamîya axa Kurdsitanê danîbû ber xwe.

Di wan dema da him rewşa navnetewî, him jî rewşa hundurîn li Tirkîyê û Îranê alî xurtbûna tevgera kurda ya ji bo azadîyê dikirin. Dema sertbûna pirsa Rohilatê îdî pêra gihîştibû û wan deman da bû, ku dewletên ku çav berdabûne ser “mîrata Osmanîyê”, rabûne hev û şerê hevdu kirin. Ew rewş bi wê yekê va hîn xirabtir bû, gava reqîbên Rûsîyayê yê sereke li Rohilata Nêzîk – piranî Îngilîs û ji wê kêmtir jî Fransîyayê – eşkere û bi surî piştgirîya Tirkîyê dikirin (di dema şerê Qrîmê yê di salên 1853-1856a da jî usa bû). Lê dîsa jî, ev binketina rûsa ya biçûk roleke mezin ne lîst, ji ber ku di hemû şerên rûsa-tirka da yên di sedsalên XIX-XXî li pêşenîya Kavkazê, ango li ser erdê nêzîkî Kurdistanê qewimîne, ku diketine di nav axa Rûsîyayê, rûs hertim jî bi ser ketine. Evê yekê hurmeta Rûsîyayê di nav binecîyên kurd da dida bilindkirinê û tevgera kurda ya ji bo azadîyê ruhdar dikir.

Faktorên hundurîn yên ciddî jî hebûn, ku alî xurtbûna tevgerên li Kurdistanê dikirin û gelek cara serhildanên biçûk mezin dibûn û dibûne yên hemkurdîyê. Zordarî û zordestîya bêwijdan, ku dijmin di dema ji holê rakirina sêparatîzma kurda bi kar dianî û gelek cara bi ser nediket, hêrsa hemû kurda radikirin û ji ber wê jî civaka kurda bi xurtî ber xwe dida û xwe li rêyên hevgirtinê û yekîtîyê digirt. Xwesma ew yek gelekî ne bi dilê kurda bû û li her dera hêrsa wan radikir, ku hukumetên sultan û şah di salên 40-60î yên sedsala XIXî da bi her awayî hewl didan bi destî rêformên bi cûrê Awropayê (li Tirkîyê ji wan ra digotin “tanzîmat”) sîstêma dewletê û admînîstratîv – sîyasî bugehêrin. Kurda ew xwedêgiravî “nûyîtî” hesab kirin wek zordestî û sînorkirina azadîyên wan, zêdekirina baca û h.w.d. Ew yek, ku Tirkîya û Îran di nav demeke kurt da bûne nîvkolonîyayên dewletên Awropayê yên kapîtalîstîyê, tesîra abûrî û sîyasî ya ji Roavayê, ku li ser wan welata hebû û her zêde dibû, li Kurdistanê nerazîbûneke mezin pêşda anî, ji ber ku ewana li ser wê fikrê bûn, ku bi dakutana welatên kapîtalîstîyê (hinek nûnerên gelên xaçparêz, ku li Tirkîyê û Îranê hindikayî bûn, rêber û rênîşandarên wan bûn) li ser axa wan, tu xêr tune. Ango, hêrsa milet usa rabûbû, rewş usa sincirî bû, ku li Kurdistanê bendî tevger û serhildanên nû û xurttir bûn.

Ew yek qewimî, ew jî di demeke usa da, ku ji bo Portoyê qet ne baş bû, di dema şerê Qirîmê da, ku ew jî bi hevalbendên xwe – Îngilîs û Fransîyayê ra tevayî ketibû nava wî şerî û ew şer di hêlekê da dijî tirka bû jî. Tirkîya ji wan serketinên hevalbendên xwe yên li Qrîmê tu tişt bi dest ne xist û hela ser da jî di pevçûnên bi ordîya Rûsîyayê ra her bin diket û dida der. Û ew yek tesîra xwe li ser Kurdistana Bakur û Roavayê dikir û hinekî jî li ser navçeyên wê yên başûr jî.

Kurd bi mecbûrî diketine di nav wan şera û ew yek ji bo herdu neyarên kurda jî, ku bi hev ra şer dikirin, dest dida. Dîwana sultan zûtirekê hate bawerkirinê, ku nikarin hêvîya xwe daynine li ser kurda, an jî bawerîya xwe bi wan bînin. Di deverên kurda yên li Împêratorîya Osmanîyê da emelên cezakarîyê yên eskerên tirka ji bîra kurda ne çûbûn û ew kul ji dilê wan dernediket. Û piştî wan emela jî serokatîya tirka ya eskerî û sivîl zordestîyên nebînayî û ecêbên giran anîne serê gelê kurd. Ji ber wê jî piranîya kurdên Tirkîyê xwe ji eskerîya tirka ta dida, gelek ji wana direvîyane çiya û banîya. Ji serekeşîrên kurda yên bi nav û deng tu kesî piştgirîya Portoyê ne kir. Hela di ser da jî, di destpêka şêr da li Dêrsimê kurdên zaza şerê xwe yê himberî eskerên tirka, ku Samih paşa serokatî li wan dikir, berdewam dikirin û bi mêranî ber xwe didan. Şervanên kurd, ku xwe li çiya girtibûn û destê tirka nedigihîşte wan û ji ber wê jî tirk bi mecbûrî paşda vekişîyan, careke dinê statûya Dêrsimê ya hema bêje nîvserbest bi dest xistin. Tenê çend eşîrên, ku li ser sînorê Rûsîyayê diman (zîlan, heydêran, sîpkî û yên mayîn) eskerên siyarî (ji 5 hezara ne zêdetir bû) ji bo alîkarîyê dane eskerên tirka, lê dema di şêr da bere-bere zora tirka diçû, kurd ji wan diqetîyan û êdî hew piştgirîya wan dikirin.

Ji bo ku hêza Rûsîyayê têrê ne dikir bona di meydana Kavkazê da şerê xwe geş bike, ewê hewl da ku gelên ne tirk yên Anatolîya Rohilatê (Ermenîstana Roavayê û Kurdistanê) bîne alîyê xwe, û berî hemîyan jî kurdên şervan, ji ber ku dîwana padşatîyê ya Rûsîyayê li Pişkavkazê îdî kurdên wira anîbû alîyê xwe. Bi serokatîya serhing M.T.Lorîs-Mêlîkov (paşdemê da ew bû karnendekî dewleta Rûsîyayê yê bi nav û deng) du alayên kurda hatine sazkirinê, ku di şerê dijî ordîya tirka ya bi serokatîya Ahmed paşa da bi fêrizîyên xwe va berbiçav ketibûn. Piştî wê yekê, ku rûs 1ê çileya pêşin sala 1853a di şerê li rex Başkediklerê bi ser ketin, piranîya eşîretên kurda yên Anatolîya Rohilatê berê xwe ji tirka guhastin. Kurd qefle-qefle ji ordîya tirka direvîyan. Gelek kurda berê çekên xwe dane tirkên ku xwe li riya revê girtibûn.

Qumandarîya Rûsîyayê bi lez û bez hewl da dijminatîya kurda ya hindava dîwana tirka ya eskerî û sivîl da, ku her diçû zêde dibû, bi kar bîne û jê feydê bibîne. Rûsa destpê kirin bi gelek serekeşîrên kurda ra pêwendî danîn, di nav wan da eşîrên mezin hebûn, wek eşîrên milla, zîlan û yên mayîn. Rûsa qîmetekî mezin dida hevraxeberdanên bi Qasim xan ra, ku li paşalixîya Qersê da serekê kurda yê herî bi nav û deng bû û serekeşîrê zîlana bû. Di destpêka meha çirîya paşin sala 1854a Lorîs-Mêlîkov bi wî ra peyman girêda, û gorî wê peymanê hemû kurdên bin hukumê wî da gerekê tewqê xwe ji Tirkîyê bibirin û di êrîşa rûsa da piştgirîya wan bikin, an jî bi kêmanî alîkarîya tirka nekin. Rast e, ew peyman tam bi ser ne ket, ji ber ku Qasim xan li benda wê bû, hela çika rewş çawa û berbi kîjan alî diguhêre û piranîya kurdên paşalixîyên Qersê, Wanê û Bayezîdê alî eskerên rûsa nekirin. Piştî serketina rûsa di meha hezîranê sala 1854a li rex girên Kuruk-Darê û Çîngilê, kurd ne tenê bi temamî ji ordîya tirka derketin, lê herweha êrîşî li ser wan jî kirin. Ev yek êrîşa rûsa li meydana şerê li Tirkîya Asîyayê gelek hêsantir kir.

Ji dest van bûyera hêza Împêratorîya Osmanîyê ya eskerî û sîyasî li navçeyên Anatolîya Rohilatê (Ermenîstana Roava û Kurdistana Bakur-Roavayê), ku kurd lê diman, pir sist bû, ji ber wê jî di herêmê da destbi serhildana kurda ya xurt bû.

Serhildana kurda, ku yeke here mezin bû di sedsala XIXa da, bi serokatîya birazîyê Bedirxan beg – Yezdanşîr destpê bû. Lê ewî di wê demê da, gava tirka sala 1847a serhildana kurda li Botanê hincirand, roleke dûrnedîtî lîstibû. Yezdanşîr di meydana sîyasî ya Kurdistana wê demê da şexsekî usa bû, ku kesî nikaribû serederî jê bike. Di alîkî da ew derebegekî mezin bû û ji bo wî berjewendîyên şexsî hertim jî ser xeta pêşin bûn. Ev jî dibû sebebê wê yekê, ku ew bi sîyasî rûniştî nîbû, neghîştibû, bê prînsîp bû û her cara amade bû bi hukumetê ra pêwendîyan dayne. Di alîyê dinê da, ew welatparêzekî rast yê Kurdistanê bû û hewl dida axa kal û bava ji bin destê dijmina derxe, ew organîzatorekî zîrek û jêhatî bû, dikaribû milet rake ser pîya ji bo serhildanê û ew serhildan zûtirekê ji sînorên mîrîtîyekê derketin û belayî ser temamîya Kurdistana Tirkîyê bûn. Ew yek bû êtapeke nû di nav dîroka gelê kurd da, êtapa derbazbûna ji şerê derebegî-sêparatîstîyê berbi tevgera miletîyê.

Bilî sebebên obyektîv yên ji bo tevgera kurda ya bi serokatîya Yezdanşîr, ku me li jor anîn, sebebên sûbyektîv jî hebûn. Dema ku Yezdanşîr alî tirka dikir bona serhildana Bedirxan pûç derkeve, ewî ji xwe ra hesab kiribû, ku Stembolê wek nîşana “razîbûnê” wî bike hukumdarê Kurdistana Tirkîyê. Lê hukumeta tirka hîç ne dixwest ku serekê kurda yê navdar bi hêztir bibe û daxazên wî pêk ne anîn. Yezdanşîrê ku hêvîbir bûbû, texmîn kir ku rewşa Tirkîyê di şerê bi Qrîmê ra li meydana Tirkîyê-Asîyayê xirab e, haziraya xwe dît bona “pêşenîya hundur” veke dijî piştovanê xwe yê duh.

Serhildan di çileya pêşin sala 1854a da di dilê Kurdistanê – Anatolîya Başûr-Rohilatê (li herêmên Botan û Hekarî) destpê bû. Zûtirekê Bîtlîs hate zevtkirinê. Ew serketin şervanê kurd ruhdar kir û wana êrîşên xwe xurttir kirin. Piştî wê desteyên kurda yên bi serokatîya Talî beg û lawên Bedirxana gihîştine wan û devereke mezin, ji navçeyên başûr bigre, were derê heta gola Wanê kete bin destê kurda. Di destpêka sala 1855a da serhildan belayî li ser başûr-rohilatê bû û berê xwe da berbi perçê bakur yê Kurdistana Başûr û Başûr-Roavayê. Di çileya paşin da kurd navbenda Mêsopotmîya Bakur – Mûsil xistine bin destê xwe û li wir gelek çek, cebirxane û pere ketine destê wan. Pişt ra êzdîyên der-dorê wê herêmê jî bi serokatîya mîr Huseyn beg xwe gîhandine Yezdanşîr û bi saya serê wê yekê gelek eskerên tirka hatine qirê û Sîîrt jî kete destê kurda.

Dawîya zivistanê – destpêka bahara sala 1855a serhildan êdî gihîştibû ser dereceyeke bilind. Miletên ku hindikayî bûn, wek aşûrî, ermenî, hurum (yûnanî), ku li wê herêmê diman, gihîştine kurda. Jimara şervana gihîşte reqemeke pir mezin – bi salixên cuda-cuda, ji 60 hezarî heta 100 hezarî. Wana bi hêsanî berxwedana wan eskerên dewletê dişkênandin, yên ku hewl didan ji başûr, ji alîyê Bexdadê û Helebê êrîş bikin. Yezdanşîr tivdîra xwe dît ku berê eskerên xwe bide berbi bakur, bona bikaribe Wanê û Erzurumê jî zevt bike. Ewî her tişt kir bona bi ordîya rûsa ra, ku di wan deman da wê jî êrîş dibire ser tirka, bikeve di nava pêwendîyan, lê di wî karî da bi ser neket. Planên qumandarîya rûsa cuda bûn, di alîkî da jî zivistanê ser wan da girt û ew mecbûr kirin şer bidne sekinandinê. Xuya ye, neaminaya hindava kurda da jî rola xwe lîst, xwesma hindava serekê kurda da, ku gelek cara di kar û barê xwe yê sîyasî da dûrnedîtin dîyar dikir. Ev hemû gîhande wê yekê, ku êrîşa kurda ya bi hêz bere-bere sar bû û li ser riya jihevçûnê sekinî.

Piştî wê yekê, ku hewldanên Yezdanşîr yên nû bona bi qumandarîya rûsa ra pêwendîyan dayne bi ser ne ketin, lê tirka jî zor li şervanên kurd dikirin, ew bi hukumeta tirka ra kete nava hevraxeberdana. Ji ber ku Yezdanşîr ne merivekî dûrdîtî bû û zû bawerîya xwe li her tiştî dianî, ewî bawerîya xwe bi îngilîsa anî (wana dixwest ku serhildana kurda bişkê û her tişt dikirin bona serekên kurda yên mayîn şerê Yezdanşîr bikin û di navbera wan da pevçûn çê bibin) û razî bû, ku bin “kefîltîya” (garantî) konsûlê Îngilîsa li Mûsilê rastî nûnerên tirka bê (dawîya adara sala 1855a). Ew girtin û kirine hebsa Stembolê. Serhildana kurda bê serî ma, bere-bere sist bû û ji holê rabû.

Serhildana Yezdanşîr rêçeke buhagiran hîşt di nav dîroka Kurdistanê da; di nav gelek efrandinên zargotina kurda da pesinê mêrxasîya wê serhildanê tê dayînê. Ew serhildana kurda ji yên berê bi wê yekê va dihate cudakirinê, ku belayî li ser deverên Kurdistana Bakur û Roavayê bû. Ew serhildan di wan dema da dibû, gava dewletên mezin, yên wek Îngilîs û Rûsîya guhdarîya mezin datanîn li ser pirsa kurda. Di hêleke mayîn da jî, serhildana bi serokatîya Yezdanşîr kêmasîyên şerê kurda yê ji bo azadîyê derxistine holê, wek tunebûna bernama sîyasî ya dûrbîn û strûktûrayên sîyasî, amadekarîya şervana ya sist di hêla eskerî-sîyasî da û h.w.d. Lê dîsa jî, kurd ji wê binketinê hêvîbir nebûn û ew yek bûyerên paşdemê tînine ber çeva.

Bûyera here balkêş di şerê Qrîmê (di salên 1853-1856) yê di meydana Tirkîya Asîyayê da ew bû, ku rûsa di meha çirîya paşin sala 1855a Qers zevt kirin, ku darinda here bi hêz bû li başûrê Anatolîyayê da, û ew yek Rûsîyayê ruhdar kir. Rast e, Tirkîya dixwest usa nîşan bide, ku ew bi ser ketine, lê rastîyê wî şerî da hêzên tirka yên eskerîyê bin ketin. Û di wê yekê da keda kurda pir bû. Kurdên paşalixîya Qersê bi serokatîya Qasim xan di wî karî da gelekî alî ordîya rûsa kirin. Desteyên kurda, ermenîya û gurca “pêşenîya duda” ya dijî tirka vekirin û ew yek bû bela serê tirka.

Awa, şerê Qrîmê Împêratorîya Osmanîyê da sistkirinê, girêdana wê bi dewletên Roavayê yên dagîrkar xurttir kir, hurmeta wê di nav kurdên herêmên Anatolîya Rohilatê, Îrana Bakur û Sûrîya Bakur êxist. Û rewşa Kurdistana Tirkîyê him piştî dîlgirtina (hêsîrkirin) Yezdanşîr, him jî piştî şerê Qrîmê sincirî bû û dikelîya. Sebebên wê yekê gelek bûn. Rast e, di dawîya şêr da serokatîya sultanîyê beyanek derxist (“hett-î humeyun”, di 18ê sibatê sala 1856a), ku tê da sozdayîn hebû, ku Tirkîya wê bi riya rêformên tanzîmatê bimeşe, lê di rastîyê da Tirkîya wek berê dewleteke paşketî û zordest bû, ya ku binecîyên xwe yên pirmilet bi her awayî dizêrandin. Piştî wî şerî pirsa miletîyê li Tirkîyê serttir bû, xwesma di rohilata Asîya Biçûk da, li ku kurd, ermenî, aşûrî diman. Sozdayîna ku wê mafên xaçparêzan bêne naskirinê, rewş di wê herêmê da xirabtir kir, ji ber ku ew sozdayîn derew derket, şerletanî (provokasyon) bû. Ew yek bû sebeb, ku welatên dereke zêdetir tevî kar û barên Tirkîyê yên hundur bûn, hêvî dikirine dilê xaçparêza, ku ewê rizgar bibin û ji ber wê yekê jî di navbera xaçparêza û musulmana da dilsarî çê dibû (herweha di nav kurda û ermenîya da jî) û dîwana Tirkîyê jî bi lez û bez ew nerazîbûnên di navbera wan da bi kar anî. Rewşa kurda ji berê xirabtir dibû.

Belê, xilazbûna şêr rewşa li Kurdistana Tirkîyê milahîm ne kir. Kurda sala 1856a dîsa serî hildan û salên dû wê ra hema bêje bê navbirî şerê xwe berdewam kirin û geş kirin. Li Anatolîya Başûr-Rohilatê, li başûrê gola Wanê û herêma Dîyarbekirê, eşîrên reşkota û êzdîya serî hildan. Di navçeyên deverên Mûşê, Erzurumê û Wanê jî kurd bi eskerên tirka ra pev diçûn. Lê şerê herî xurt li der-dorê çiyayên Dêrsimê (niha – Tuncelî) bû, li ku kurdên zaza dimînin, ku bi zaravê “dimilî” dipeyîvin û dînê wana perçekî şîîzmê ye (ji wana ra “ehlî-heq”, an jî “elî-îlahî” dibêjin, li Tirkîyê ji wan ra “elewî” dibêjin).

Kurdên zaza hertim jî di rewşeke taybetî da bûne; hema bêje serbixwe bûne û neketine bin hukumê dîwana merkezî. Çiyayên Dêrsimê û eşîrtîya zazaya ya hevgirtî di hêla berxwedana himberî hemû destdirêjayên Stembolê, ku dixwestin kurda bînine rayê û ew yek hîç cara li wan ra li hev nehat, rola mezin lîstine. Ew yek hetanî “cara duda zevtkirina Kurdistanê”, di salên 30î yên sedsala XIXa, usa bû. Lê wî çaxî jî berxwedana bi serokatîya Şêx Huseyn beg hewldanên tirka ku Dêrsimê bikine bin hukumê xwe, pûç derxistin. Berî şerê Qrîmê Portoyê biryar kir ji heq-hesabên zazayên Dêrsimê bê der û êxpêdîsyona cezakarîyê şande wir. Tirka di şerê xwe da hovîtîyên nebînayî dikirin, lê dîsa jî wana nikaribû Dêrsim hildin. Kurê Huseyn beg, Elî beg berxwedaneke xurt teşkîl kir, û ordîya tirka dikaribû tenê çend wargên stratêgî bixe bin destê xwe.

Hema piştî kutabûna şerê Qrîmê hukumeta sultanîyê careke mayîn hewl da Dêrsimê mecbûr bike teslîm bin. Û vê carê jî kurda bi mêranî ber xwe da û tirk tenê di navçeyên dûrî çiya da bi ser ketin. Hukumdarê Erzurumê Samîh xan, ku Dêrsim jî dikete di nav wê herêmê da, taktîka xwe guhêrand û dest avîte tewlebazîyên sîyasî, hewl da eşîretên Dêrsimê berî hev bide, wana rake dijî hev. Bi wê ra tevayî ewî planeke fesadî çê kiribû, ku firsendê bide eskerên tirka bi hêsanî dakutine navçeyên Dêrsimê yên çiyayî: hukumetê ji kurdên navçê ra got, ku ew bi kîsî hukumeta tirka riya çê bikin ji bo ku ji bacdayîna aza bin (ji xwe kurda hîç cara bac nedabûn jî). Lê ji wê yekê tiştek derneket. Binecîya wek berê ber xwe didan, lê ew begên kurda, ku bi tirka ra diketine nava hevrakarkirinê (ew ne pir bûn), hukumê wan ji dest wan çû û milet ji wan dûr ket. Yek ji wana, Gulyebî beg, sala 1875a ji bo xayîntîyê hate kuştin.

Rewşa sincirî li Kurdistanê, ku di nîveka duda ya salên 50î heta nîveka pêşin ya salên 70î yên sedsala XIXa li welatê kurdan dibû sebebê gelek tevlihevîyan, bi tevbûna dewletên Awropayê yên dagîrkar û Rûsîyayê hîn serttir bû. Di wî karî da xwesma Îngilîs aktîv bû, ku di wan deman da dewleta here xurt bû û reqîbê Rûsîyayê yê yekemîn bû li Rohilata Nêzîk. Hukumê Brîtanîya Mezin ya aborî û sîyasî li Tirkîyê pir xurt bû, lê li Îranê sisttir bû; vira rûsa di wî alî da zora wan dibir. Brîtanîyayê ji bo wê yekê jî pir dixwest hukumê xwe li Îranê xurttir bike, ji ber ku di dawîya salên 50î proekta ku Îngilîs bi riya xeta hesin bi Hindistanê va bidne girêdanê xuliqî, ya ku gerekê ji Tirkîyê û Îranê ra derbaz bûya. Ew bi mecbûrî gerekê li ser Kurdistana Başûr-Roava û Başûr ra derbaz bibûya. Ew proêkt bi ser ne ket, ji ber ku Fransîya bi awakî berk dijî wê yekê derket, çimkî ewê jî çev berdabû Sûrîyê û wek dewletên Roavayê yên mayîn, ku dagîrkarîya xwe li Asîya Roavayê xurttir dikirin, berjewendîyên wê yên gêopolîtîk li Kurdistanê hebûn.

Tevgelîya nûnerên Brîtanîyayê di nav pirsa helkirina sînoran di navbera Tirkîyê û Îranê da, ku piştî şerê Qrîmê ew pirs careke din kete rojevê, firsend da Îngilîs, ku hukumê xwe him li Kurdistana Tirkîyê, him jî li Kurdistana Îranê bide rikinkirinê. Wek hatîye destnîşankirinê, pirsa kişandina xeta sînor, ku Rûsîya, Tirkîya û Îran jî tevî wê dibûn, pirseke here sereke bû di navbera herdu dewleta da û ew yek tesîreke mezin li ser qedera gelê kurd dikir. Sînor ne tenê Tirkîya û Îran ji hev cuda dikir, lê herweha gelê kurd bi tevayî jî parçe dikir, bi taybetî jî destê gelek eşîra, qebîla, bereka ji hev dikir. Heta ku Kurdistan di nav rewşa fêodalîyê da bû û şerê Tirkîyê û Îranê jî her berdewam bû, sînor piranî roleke formal dilîst. Rewş di nîveka sedsala XIXa guherî, dema di hêlekê da Awropa û Rûsîya destpê kirin bi aktîvî tevî karê tirka û farisa bûn, di alîyekî mayîn da jî kurd destpê kirin şerê ji bo rizgarîyê kirin û ew tevger bi serhildana Yezdanşîr destpê bû. Pirsa derheqa sînorê Tirkîyê-Îranê ji bo dewletên bi hêz perçekî pirsa hukumê wan bû li ser Tirkîyê û Îranê bi tevayî, bi taybetî jî li herêma Kurdistanê, ku di hêla stratêgî da xwedî roleke giring bû.

Sala 1865a komîsyona bona çareserkirina pirsên sînorên Tirkîyê-Îranê xebata xwe xilas kir. Sala 1869a bi zordayîna Îngilîs û Rûsîyayê di navbera Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da peyman hate girêdanê derheqa wê yekê da, ku rewşa li ser sînor wek heye, gerekê usa jî bimîne, heta helkirina çend pirsên ku nerazîbûn li ser wan hene. Di dema hevraxeberdana û piştî wê jî Brîtanîyayê tam piştgirîya Tirkîyê dikir, bi taybetî jî di pirsa here sereke – çika Kotur ya kê ye, ji ber ku kemala wê ya stratêgî mezin bû û ew riya tek-tenê bû, ku berbi gêdûka li ser sînorê Tirkîyê-Îranê dibir û meriv dikaribû zivistanê jî ji wê rê ra derbaz bibe. Tirk, ku mecbûr bûbûn eskerên xwe ji Koturê derxin, sala 1862a bi serokatîya çawîşê Îngilîs careke mayîn ew zevt kirin û ewê yekê pêwendîyên Tirkîyê-Îranê bi carekê va dane sertkirinê. Rûsîyayê jî bi her awayî piştgirîya Îranê dikir û de’w dikir, ku Kotur lê bê vegerandin. Ew herdu dewletên mezin derheqa berjewendîyên kurda da ne difikirîn, qet ne xema wan bû, ku kurd ji wê yekê zirarê dibînin. Wek ku gêograf û pûblîsîstê rûs M.Î.Vênyûkov nivîsîye, “di dema helkirina pirsa sînora da ji hemîyan kêmtir kurda bendî tiştekî dihesibandin”; armanca Îngilîs ew bû, ku “axa kurda usa perçe bike, ku hukumê farisa li der-dorên çemê Feratê neyê naskirinê,- bi vî awayî bû sîyaseta Brîtanîyayê û ew yek kemaleke mezin dida pirsa Kurdistanê…”(1). Bi vî awayî, kişandina xeta sînor bedbextîya kurda ya dîrokî – perçebûna axa wan – hîn kûrtir kir.

Çavkanî:

1. N.A.Xalfîn. Borba za Kûrdîstan (Kûrdskîy vopros v mêjdûnarodnîx otnoşênîyax XIX vêka). Têkoşîn ji bo Kurdistan (Pirsa kurda di pêwendîyên navnetewî da di sedsala XIXa da). M., 1963; rûpel 90-91.

Riataza

records Source:Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev