Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 43

We dizanibû…? – 43

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…di destpêka sedsala 20an da heykelterêşê rûsan yê bi nav û deng P. Kamênskîy (1858-1923) bi tembeya binemala Împêratorê Rûsîyayê heykelên mêr û jinên ji miletên cuda-cuda çê kir. Di nav wan da yên mêr û jinên kurd jî hene. Ew heykelên kurdan heta niha jî li Kolêksyona ferfûran ya Êrmîtaja Sankt-Pêtêrbûrgê têne parastinê û gelek caran di pêşengehan da têne nîşandayîn. Ya balkêş ew e, ku xênji kurdan, herwiha heykelên mêr û jinên miletên ermenî, gurc û yên mayîn jî hatine çêkirin, lê yên tirkên azirî nehatine çêkirin (li Rûsîya berî Şoreşê azirîyan wek «teterên azirî» bi nav dikirin). Ev tê wê maneyê, ku Împêratorê Rûsîyayê ji kurdan hiz kirîye.

…cara pêşin kurdîya bi tîpên latînî li Ermenîstanê hatîye bikaranîn. Bi wan tîpan ji sala 1928an hetanî sala 1937an bi dehan pirtûk çap bûne, rojnama “Rya teze” ronahî dîtîye. Yek ji wan pirtûkan – “Folklora kurmanca”, ku Hecîyê Cindî û Emînê Evdal amade kirine, bi 640 rûpelan va di sala 1936an çap bûye. Qadî Mehemedê nemir derheqa wê pirtûkê da awa gotîye: “Ev e Qurana me!”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev