Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ZAROTÎ Û ŞERÊ ROSTEM

ZAROTÎ Û ŞERÊ ROSTEM
Ji nimûneyên zargotina me – 43
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema çilûsisîyan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ”ZAROTÎ Û ŞERÊ ROSTEM” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
ZAROTÎ Û ŞERÊ ROSTEM
Carekê caran, reme dê û bavê hazir û guhdaran.
Go, Elfesyab hate ser Kinkaûs padşa şer. Şerkir, axa Kinkaûs fetha kir. Kinkaûs eskerê xwe hilanî, çû Kela Çîya.
Heft sal Elfesyab ser textê Kinkaûs rûnişt, ku heft salê wî temam bû, go:
-Ezê xercekî giran bavême ser wan, ezê havîna wana paqişkim, herime axa xwe, ser textê xwe.
Go, çiqas şahzadê wan îranîya hebûn, çiqas mezinê wan hebûn, berev kirin. Mêhrabê Qabilê go:
-Emê şer bikin.
Zal go: -Dewatê bikin, dewat bê zeva nabe, go, yekî verêkin padşê me bînin, bira rûnî ser textê xwe, emê jî şer bikin. Go, lê em kê pey padşê verêkin?
Mêhrabê Qabilê go: -Tu destûra min bide, yek heye, ezê bişînim.
Zal go: -Tuyê kê bişînî?
Go: -Ezê Rostemê xwarzîyê xwe bişînim.
Go, Rostem jî tîr-kevanê xwe hildabû, çûbû bo xwe çivîk dikuşt. Go, gazî Rostem kirin, anîn dîwanê. Go, Rostem çi texmîn bû ? Go, kulavekî takî ben kişandibû, danîbû ser xwe, sê-çar kulav jî dabû hev. Dixwe, pepenek (kulav) avîtibû ser milê xwe, go heta çarkê (piştê) şeqrût bû. Xalê wî go:
-Rostem, tu zanî me bo çi şandîye pey te?
Go: -Xalo, ez nizanim.
Go: -Me pêkirîye dû te, wekî te bişînin Kela Çiya, pey padşayê me, bira bê, em bi Elfesîyabira şer bikin, ji axa xwe derînin?
Dema wa go, Rostem enirî, ji dîwanê derket. Mêhrabê Qabil rabû dû çû, go:
-Xal xulam, tu çima enirîyî?
Go: -Xalo, ez xwayê van cilan, teybîran, min şuxulê dîwanane, dewane?
Mêhrabê Qabil go: -Wekî tu bêyî, ezê cilê xwe bidime te.
Dema wa go, Rostem razî bû. Mêhrabê Qabil jî vegeriya dîwanê, gote Zal, go:
-Rostem wê here pey padşê me.
Zal gote Mêhrabê Qabil: -Ez dişînim, hûn şuxul pê nînin, ka wica (lazimî) dewan tê, yan na.
Go, şande pey Rostem, anî dîwanê, gotê:
-Rostem, kurê min, here pey padşê me.
Go: -Tu were vê ecêbê, hûn qe hespekê nadin min, ez siyarbim.
Bavê gotê: -Kurê min here, min sê exte hene, here nav hersê exta, hespekî bo xwe bigire, siyarbe, here.
Mêhrabê Qabil go: -Rostem, çi hespê te destê xwe danî ser piştê, lingê xwe li erdê, qewate, bo xwe bîne, were.
Rostem çû geriya, îda destê xwe dananî, pîyê xwe danî ser pişta kîjan heSipî, pişt lê kire duqat. Vegeriya çû dîwanê, go bavê xwe:
-Te hespekî qenc xwey kira, te ewqas xwey nekira.
Bavê gotê: -Tiştekî nake, kurê min, tu here devê behrê, sê garanê min devê behrê hene, ji hersê garana hespekî ji xwera bigire, bîne, were.
Rostem rabû çû nava garanê. Dema cenûkî serê xwe hildanî, rast serê wan diket, go:
-Ji vî cenûyî pêştir, ez tu heSipî bo xwe nagirim.
Go, sê roj, sê şeva berdayê, nikaribû ev cenû bigirta, go, gavana gotin:
Baxşîşa me bide, emê nîşanî te bidin, tu bo xwe bigirî.
Go, baxşîşa gavana da.
Gavana go: -De here boxaza vî çiyayî, yek dewar-yek dewar bi wê boxazêra nikarin derbaz bin, ancax derbaz dibin. Heger tu pelewanekî jêhatî bî, tuyê wî cenûyî li wêderê bo xwe bigirî.
Rostem çû. Li wê hemû dewar hatin, bi wê boxazêra yek bi yek derbaz bûn, ma maka cenûyê tenê. Maka cenû jî borî (derbaz bû). Dema cenû hat, Rostem dest avîte stûyê cenûyê, qayîm girt. Maka cenû zivirî, gezek li Rostem da. Milê Rostem êşiya. Rostem kulmek li maka cenûyê da, maka cenî ser kurîya, kete erdê, banzda. Gavan girî, go:
-Rostem, te ewqas garan hemûya bikuşta, te maka cenûyê nekuşta.
Rostem go: -Min maka cenû kuşt, ka bêjin bavê cenû kîjane?
Go: -Roja înîyê me maka cenû bir dev behrê, hespek ji berê derket, sê cara çû ser wê mihînê, ev cenû ji wî heSipîye.
Go, nav danî Rexşê-Belek. Dema Rostem xwe avîte ser pişta wê-sê roj, sê şevan Rostem li wî çiyayî gerand. Pişt sê roja, ew û hesp xûdanêda unda bûn… Go, Rostem vegeriya, hespê xwe serkêş kir. Hat, dî wê merivekî kal ser rê rûniştîye. Lênihêrî destekî nal û bizmar, wê sekinîye, go:
-Hey bapîr, tu nalbend nînî?
Go: -Belê, welle, ez nalbendkerim.
Go: -Wekî usane, were em herine mal, hespê min nalke.
Go: -Yê malêye nayêm, lê bîne hespê xwe liha nalkim.
Go: -Bapîr, xwadê ji te razî, hespê min hespekî hure, em nikarin liha nalkin.
Go: -Ne, Rostem, tu pelewanekî jêhatîyî, tu pîyê hespê xwe hilîne, ezê nalkim.
Go, Rostem herdu destê avît pîyê Rexşê-Belek, kir û nekir, xûdanêda unda bû, nikaribû pîyê Rexşê-Belek rakira. Ranekir, go:
-Mamo, sed pelewan nikarin lingê Rexşê-Belek rakin, ez tenê nikarim rakim.
Kalê got: -Sergema hespê xwe bigire, ezê ji tera nalkim.
Go, Rostem gema hespê xwe girt, kalê dema dest da pîya, hema pîyê xwe hilanî ber wî. Li wê nalkir.
Rostem gote nalbend: -Nizanim mala te li kuye?
Çi dema nal û bizmarê hespê min bikevin, me banîya, te ji minra nal bikira.
Nalbend go: -Çi dema nal û bizmarê hespê te bikeve, xwadê tiala emenetê xwe wê ji te bistîne, wextê te temam dibe.
Dema wa go, Rostem enirî, dest gema Rexşê-Belek berda, enirî.
Nalbend go: -Te çima berda?
Go: -Xwadê ji te razî, nal-bizmarê hespê pelewanan, çiqa bimîne du hîva, sê hîva, ez pelewanekî xurtim, hespê min jî hespekî hure, wekî usane, ezê herim mala xwe, heta xwadê tiala emanetê xwe distîne.
Dema wa go, nalbend go:
-Rostem, tuyê hezar pêncsid salî emir bikî, nal-bizmarê hespê te nakevin.
Eva rabû, xatir ji nalbendker xwest, hespê xwe kişand, hat. Qederek bi rêva hat, zivirî, berê xwe da ka mamê kal çawa bû, lê nihêrî, kalê îda çûye. Go, Rostem serê Rexşê-Belek girt, kişand, hate eywana Zabilê, gote bavê xwe Zal:
-Min hespek anî, lê ez newêrim lê siyarbim.
Go, Zal rabû, li ezmana çiqa teyr-tû hebûn, gazî teyr û tûyakir.
Teyrê Sîmir hat. Go, dawek serjêkir, avête ber. Yekcar xar, Sîmir go:
-Zal, mirazê te çîye?
Go: -Mirazê min ewe, Rostem hespek anîye, nikare lê siyarbe, tu wî heSipî biedilînî.
Go, rabûn, zînkirin. Teyrê Sîmir ser zînê wî rûnişt. Sê roj , sê şevan wan çiyan gerand, pişt sê roja edil kir, anî hat.
Zal gote Rostem, go: -Kurê min, de vê carê rabe Rexşê-Belek siyarbe, here pey padşê.
Go: -Hela vê ecêbê, hûn qe darekî nadine min, ku ez bigirme destê xwe, herim?
Zal go: -Herin, gurzê Samê nîşanî wî din: eger hilanî, ew kêrî şera tê, heger hilnanî, ew kêrî şera nayê. Go, eva çil sale Sam mirîye, ji pelewana kes nikare gurzê wî hilîne.
Gurzê Sam biribûn avêtibûn mxazê. Go, dema nîşanî Rostem dan, Rostem destek avêt, hilanî, go:
-Maşela, xweş gurze, lê pênsid xundkar jê kême.
Zal go: -Kurê min, here pey padşayê me bîne, emê neyarê xwe ji axa xwe derxin, paşê gurzê xwe çêke.
Go: -Na, heta hûn pênsid xundkarî nekine ser gurzê min, ez naçim.
Go, çiqa hoste hebûn, berevkirin. Gurz hezar xundkar bû, pênsid xundkar avêtine ser, paşê temem bû.
Rostem rabû Rexşê-Belek siyar bû, gurzê kêrîbendê kişande pişta xwe, gote Zalê bavê xwe:
-Yekî bidine min, pêşiya min keve, rê nîşanî min bide, wekî ez herim.
Go, pelewanek dane pêşiya wî, go:
-Neçe riya tek.
Zilam çû li wî erdî sekinî, go:
-Rostem, tu min bikujî, êdî ez li vira newêrim bêm, evê riya hana bigire û here, êdî tu rê ji wê naqete, heta tu herî Kela Çîya.
Go, Rostem ajot qonaxa bîst û pênc roja-rojekêda ajot. Çû, padşa jî bi qalê gire-gir serê banê kelê sekinîye, dûrbîn danîye ber çevê xwe, dinhêre. Dema padşa lê nihêrî, dît ku pelewanek ji wêva tê, mîna melkemota, dest-pê padşê ricifîn ji tirsa. Dema Rostem hat nêzîkî li wan bû, ji hespê hate xar. Dema çû gihîşte ba padşa, ser çoka xwe çû destê padşê.
Padşa jê pirsî:-Hey pelewano, tu ji kîjan eqlîmêyî (klîma)?
Rostem go: -Ji kîjan eqlîmê dixwezî, ez ji wê eqlîmême.
Go: -Herdu eqlîm jî li min yeke, hema ji kîjan eqlîmê bî.
Go: -Padşê min, meriv du kur hebî, kurek ji yê din çêtir dibe.
Go: -Piçûkayî ez axa Îranê rabûme.
Go: -Padşayê min, ez jî ji axa Îranême.
Go: -Axa Îranê, tu kurê kêyî?
Go: -Ez kurê Zalim.
Go: -Roja em hatin, Zal tu zaro tunebû.
Qalê Gerger go: -Sala em hatin, Zal kurekî yeksalî hebû, go, du gamêşê hêç (qoçax) bavê wî hebûn, go, herdu gamêş şerjêkirin, go, Rostem dest avîte guhê herdu gamêşan, yek vî alî avêt, herdu jî cenime kirin. Go, padşaiê min, ev jî hunurê wî min dîtiye.
Padşa ji Rostem pirsî, go: -Tu hatî çi?
Go: -Zal ez şandime pey te, tu vegerî bêyî ser textê xwe rûnêyî, emê jî bi Elfesyabira şer bikin, ji axa xwe derxin.
Go: -Rostem, qîma (bawerî) min li Zal nayê.
Go: -Padşayê min, qîma te li min jî nayê?
Go: -Belê, welleh, qîma min li te tê.
Go: -De were, rabin, karê xwe bikin, em herin.
Go, ewan eskerê xwe hilanîn, avêtine rê, go, padşa gote Rostem, go:
-Zal negotîye ji kîjan rêda werin?
Go: -Zal gotîye-riya devê behrê werin, heger riya nêzîk jî heye, emê wê rê biçin.
Padşa go: -Riya boxazê çîyê nêzîke. Lê Girhan donzdeh hezar pelewan hilanîye ser wê rê, em newêrin herin.
Rostem go: -Padşayê min, wekî ez nikaribim te ser Girhanra bibim, ez hatime pey te çi?
Berê pelewana zivirand, dane boxaza çiyê. Çû rabû li eteka çiyê, hewizek li wê hebû. Rexşê-Belek serê xwe êxiste avê, av vexwar. Pelewana hemû dane ser Rostem çûn. Rostem ma li wê. Go, dema esker li eteka çîya qulibî, Girhan pêşiya wan girt. Go, haqas ji eskerê padşê kuştin. Padşa girîya, weke tevîya teyrokê hêsir ji çeva dihatin.
Rostem Rexşê-Belek siyar bû , hat, go:
-Wey, wey, padşê min, ev çi li te qewimîye?
Go: -Rostem, dey neke, ne erd min hilanî, ne ezman min hilanî, ne ezman min hilkişanî.
Rostem gotê: -Padşahim, tu rabe cilê padşayê li bejna xweke, rabe ser girekî rûnî, tu temaşa min, eskerê Girhanê bike.
Go: -Rostem Rexşê-Belek siyar bû, destê xwe avête çemilê gurzê Girhan, girt, ket nav eskerê Girhan. Kîjan pelewanî gurzek davît, pirçînê erdê dikir. Pelewanek ji wêva hat, go:
-Poşt, poşt Rostem.
Go: -Were, li have, ezê poşt nîşanî te bidim.
Wî go: -Rostem tu çira dienirî ? Go, zilamê bi aqil, bi maqûlî, em yê usara divêjin-poşt.
Rostem go: -Tu çi dibêjî?
Go: -Ez dibêjim tu çima me feqîra dikujî? Em hemî xurtî (zorî) Gihran anîne, here, eger te Gihran kuşt, ji xwe eskerê te jî yê tene, em jî yê tene.
Go: -Gihran (Girhan) li kuye?
Go: -Gihran wê di malêda nivistîye (razaye).
Go, Rostem berê xwe da, çû ser Gihran. Go, Rostem û Gihran ser hespa dane hev, bû şerê wan. Go, Rostem rabû ser herdu rikêfa sekinî, gurzê xwe wekî hinekî bilind kir, jorda avête kelê serê Gihran, Gihran mertelê xwe da ber, ranegirt, li pişta situyê wî ket. Situ li rexda anî xar. Gihran kuşt. Rabû, çiqa pelewanê Gihran habûn, berevkir, anî, go:
-Kî ji we tên, bira bên nav eskerê min, kî ji we nayê, bira herin malê xwe, yên din herine nav eskerê Elfesîyab, xwe cuda kin.
Nîvê eskerê Gihran gotin: -Ka, emê herine nav eskerê Elfesîyab.
Rostem jî rabû, hemû ezmanê wana jêkir, diranê wan kişand, di anîya wanda perçîn kir, ser Elfesîyabda şand. Îdî tu şer û ger ser rya Rostem tune. Rostem padşa hilanî, hat çû Kela Esterxê peya bû. Cab da Elfesîyab, go:
-Em hazirin, werine şer.
Elfesîyab hate ser. Pêş Kela Esterxêva çadir, xêbetê xwe vedane erdê. Rostem û Zal rabûn ser banê, Rostem go:
-Bavo, ez çiqa dinhêrim, çadirê wanî yektexlî tê ber min xuya dike.
Go: -Na, çadirê wan hemû bi rengekîne.
Go: -Çadira padşê wana kîjane?
Go: -Çadira padşê çil tabûr pêşiyêye, çil tabûr paşiyêye, çil tabûr li milê rastêne, çil tabûr li milê çepêne. Go, çadireke qaşim padşa wê li nav wandane, ew çadira Elfesîyabe.
Rostem gote Zalê, go; -Ezê herim ser padşê wan.
Go, -Rostem, Rexşê-Belek siyar bû, gurz û kelbend avête milê xwe, ajot, teng û şirît qetand, çû guhê pişta çadira padşê wan girt. Elfesîyab girt anî. Elfesîyab kire gazî, go:
-Hinano, ez birim. Weysî, were, ez birim, Qereman, ez birim.
Heyşt pelewanê bijare dora Rostem hatine hev. Rostem ji dest hilanî, ket. Milekî Elfesîyabê da ber gurzê wan, milek gurzê xwe da ber gurzê wan, go, haqa gurz li Elfesîyab dan, laşê Elfesîyabê reşe hêşîn kirin. Elfesîyab go:
-Hinan,Weysî, we ez ber derba kuştim.
Pelewanên xurt Hinan û Weysî bûn. Rostem yek destî bû, wana bada Elfesîyab ji destê Rostem derxist.
Kinkaûs padşa Rostemra got: -Paş Rostem dunya li me herambe.
Eskera gotin: -Piştî Rostem dinya li me herambe.
Herdu eskerên giran sîng li hev danîn. Go, rim li hev zirav kirin, şûr hevdura kirin, enîya hev diteqandin, hûrê hev didirandin. Hinan go: “Dinya xirab bû”. Hinan go: “Sêr betal bû”. Hinan go: “Na welle Îran, Tûran hevra şer dikin, mala hevdu xirab dikin”.
Sê roj, sê şeva mane pêsîra hev. Pişt sê roja Rostem pişt li wan şikênand. Mêrqenc ew bû, ji mala xwe nehatibû: mêrxas ew bû-hespê wî sivik bireve, xwe xilaske. Rostem da pey eskerê Elfesîyab. Elfesîyab ji axa xwe derxist. Çû li axa Elfesîyab, hemî fethakir. Padşa bir danî ser textê Elfesîyab. Heft meha padşa ma ser textê Elfesîyab. Rostem got, go:
-Elfesîyab heft sala ma ser textê te. Tu heft heyva rûniştî ser textê Elfesîyab: em her mehekê ber salekê hesab bikin. Go, em rabine herin axa xwe. Heft sala neyar ser textê te bû, cihê te dest neyara bêxweyî xirab bûye. De em herin. Tu li ser textê xwe rûnî. Tu li ser textê xwebe, cih avake, em xerc û xeracê hevt sala ji cihê neyara bistînin. Ji vira wada jî xercê me bira bînin axa me.
Xercê heft sala ji cihê Tûranê sitendin, hatine cihê xwe.
Hikyat çû deştê, dê û bavê guhdaran çûn biheştê.

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev