EYNEYEK SOSYOLOJÎK: ROMANA “BELQITΔ

EYNEYEK SOSYOLOJÎK: ROMANA “BELQITΔ
Romana Belqitî, behsa heyama avabûna Komara Tirkiyê dike.

Belqitî dibe eyneyek sosyolojîk bo qewimînên wê demê. Herwekî qedexebûna zimanê Kurdî, zulma zabitên dewletê û têkiliyên navbera gundî û bajariyan…

Şaşik, kum û kolos qedexe… dema “şoreşa şewqê” ye.

Qehremanê romanê Belqitî, jiyana wî li gundekî dest pê dike û li bajarê Diyarbekirê dewam dike. Bi vî awayî roman hem behsa jiyana gundewarî û hem jî ya bajarvaniyê dike.

Belqitî, ji ber nezanên gundê xwe direve, diçe bajêr; li wir jî rastî zilma dewletê tê. Li hemberî vê zilmê çiqas diçe dibe fenek û koneyek wisa ku êdî nayê kontrolkirin. Çi zor û zehmetîyên ku desrdikevin pêşîya wî ji wan re serî natewîne.

AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Belqitî
Nivîskar: Xurşîd Mîrzengî
Weşanxane: Nûbihar
Rûpel: 272
ISBN: 978 605 5053 73 4

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev