ŞEWAT BI BÊRAN NAYÊ VEMIRANDIN!

ŞEWAT BI BÊRAN NAYÊ VEMIRANDIN!
Li gundekî agir-alav bi mala yekî ket, şewat derket. Mêrik kire qêrîn, gazî û hewara xwe gihand cînaran. Heta cîran hatin wî bi derfetên destê xwe xwest ku agir vemirîne, lê agir bi cilên wî jî girt. Çend cîranên kêmaqil xwe gihandin wir, ewilî bi bêran li wî zilamî xistin ku agirê pê girtî bivemirînin. Agir-alav vemirandin, lê zilam jî bi lêdana bêra perîşan kirin, ew ji hal ket, werhasil!
Li Başûr, li Bakur, li Rojavayê Kurdistanê agir bi sîyaseta Kurda ketîye, cil û berg bi hev re dişewitin. Yan dê bi bêran hevûdu perîşan bikin, di vî agirî de bişewitin, yan jî dê bi hiş û bi aqil vî agirî vemirînin ku Kurdistan jî, ew jî xesar nebînin!
Wext ne dereng e, werin li ser serxwebûnê li hev bikin, me hemûyan bi xwe re neşewitînin. Ku ev fersenda sed salê jî berhewa bibe, feydeya kilama ‘heylo bavo’ ji kesekî re tune!
Tevger Çekdar

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev