Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Dayîk Amîda”ya Şehmus Diken bi wergera Mem Wenda ji Weşanxaneya Lîsê bi Kurdî derket!

“Dayîk Amîda”ya Şehmus Diken bi wergera Mem Wenda ji Weşanxaneya Lîsê bi Kurdî derket!
Şehmus Diken li gel gelek berhemên xwe yên bi gelek zimanan hatine weşandin ku piranîya wan li ser Amedê ne, niha jî bi Kurdî derdikeve pêşberî xwendevanan.

Bi vê berhemê nivîskar bi destê xwendevanên xwe digire û wan li kuçe û kolanên ku zarokatîya wî lê bihurîye digerîne.

Dildarê Amedê Diken, di vê rêwîtîyê de dîrok û serpêhatîyên bajarê dêran radixe ber çavan û ji çand û folklora wê, çêj û şopên li ber wendabûnê bi me dide tahmkirin.

Dayîk Amîda, jîyana zarokên do û hêvîya ê sibê ye. Dayîk Amîda, dê ye!

Dayîk Amîda, Şeyhmus Diken, Ji Zimanê Tirkî Mem Wenda, Çîrok, 60 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN: 978-605-9295-23-9

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev