Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Êzidî û Nasnameya Netewî

Êzidî û Nasnameya Netewî

Jaff Joqy (ji malpera felsefevan.org)

Piştî sivikbûna bandora hizrên olî li ser civakê – li Europa- û lawazbûna desthelata dêrê hevçerxî pêşketinên li warê zanistî û felsefî de, hizra netewî hin bi hin belav bû û li dawiya sedsala 18an û sedsala 19an de ev hizre gelek xurt bû û geha wê astê ku dewlet li ser têgeha netewî bêne avakirin. Wata piştî lawazbûna dêrê weke desthelata dewletê, êdî netewe bû nasnameya dewlet û welatiyên wê.

Netewe weke têgeh; destpêkê zana û hişmendên elmanî amaje bi wê çendê dan ku ew xelkên ku zimanekî hevpar heye tevî cudahiya li olê jî de, ew li çarçoveya netewî de digehin hev, wata bi hev re dibin xwedan heman nasname ew jî, nasnameya netewî.

Di sala 1882 zana Irinst Rinan waneyek li zanîngeha Sorbon –ya frensî- bi navê netewe çiye da, û Rinan behsê wê yekê kir ku netewe wata vîna bihevrejiyanê ye, wata ew gelên dixwazin bi hev re bijîn wê neteweyekê li encam de pêk bînin.

Rêber û siyasetmedarê netewî yê Îtalî C.Matîzînî derbarê têgeha netewê weha axivî: gelên li welatekî de dijîn û xwedî dîrokeke hevpar û heman ziman in, neteweyekê pêk tînin.

Pênase û şiroveyên derbarê têgeha netewê gelek in û pir caran hevdijî û cudahî li navbîna wan pênaseyan de heye, ji sixûmetî ku têgehê netewê weke hemû têgehên dî li gel derbasbûna demê guhertin bi ser de peyda dibin.

Em ê li sernavê nivîsê vegerin ”Êzidî û nasnameya netewî”

Bi taybetî piştî fermana dawî ya bi serê êzidiyan de hatî ku bi hezaran kes bûne qurbanî, her tişt berev guherînê çû, yek ji wan pirên ku bûye cihê gengeşe, lêkolîn û xwendinên germ pirsa kurdbûna êzidiya ye, ka ew kurd in yan na.

Civaka êzidî bi ser du bereyan de dabeş bûye, bereya ku piştgiriya wê çendê dike ku êzidî kurd in û bereya dî ku xwedî boçûneke hevdijê li gel ya yekê, wate li pey wê yekê ye ku êzidî cudane ji kurdan, anko ne kurd in.

Berî fermanê behra bitir, ne kêmtir ji 80% bi serbilindî xwe kurd dihejmartin û piraniya rewşenbîr û kesên zane û ciwanên xwendevan alîgirên (êzidî kurd in) bûn û alîyek lawaz hebû ku digotin em ne kurd in û ew ta di nav de kesên ku ramana têgeha netewî nizanîn bûn.

Piştî fermanê terazû serûbin bû, rêjeya zêde ji êzidiyan kurdbûna xwe red kirin û xwe tenê êzidî dane diyarkirin, sedemên vê çendê gelek bûn, ji wan jî:

– Vekişîna hêza pêşmerge ji Şingalê ku ji encama wê bi hezaran êzidî şehîd ketin û keç û jinên êzidiyan hatin kolekirin, ji bilî jidestdana mal û milk.

– Piştî koçberbûna êzidiyan, ne êzidiyan behayekî xwe dît li cem hikûmeta Kurdistanê, ne jî bi qasî êşa wan giringî bi wan û doza wan hate dan.

– Şerê heyî şerekî olî ye, ne netewî ye. Wata êzidî ji ber ola xwe bûn qurbanî, ne ji ber ku kurd in, vê çendê jî êzidî berev wî arasteyî paldan ku bi xurtî ola xwe biparêzin û aliyê netewî piştguh bikin.

Van sedeman derencamek peyda kir, ew jî êzidî êzidî ne, ne kurd in, wata li mejiyê her êzidiyekî de pirsek afirî, kî destê xwe li ser birîna min dike, dema ku destek nedîtî ku rijandina xwîna wî rawestîne neçar bû ew bi xwe birîna xwe binixumîne û hest bi tenêbûnê bike.

Dîsa pirsiyar, êzidî kurd in?

Weke me li serî daye diyarkirin têgeha netewê nezelal e, pênaseyên ji hev cuda ne, lê ez jî dê şiroveyekê daynim.

Li gel derbasbûna demê jiyan dijwar dibe û rêvebirina wê ne asan e, bi taybetî demê em behsê civakekê bikin ku li nav xiringêle û pêlên ceng û şeran de ye, xefik û dav li rê de pirr in, wata pêdivî bi yekgirtinê li gel civakeke dî heye ku li jêr seywanekê de xwe ji baran û pûka jinavbirinê biparêzin. Du civak zêdetir dikarin hev bigrin, dema xalên hevpişk li nav wan de hebin. Bi taybetî ew xalên sereke weke ziman, nerêt û çand û cografiya. Bi kurtî dikarim bêjim ku pêdiviya yekgirtinê civakê pal dide ku li wekhevekî xwe bigere da berxwedana wî ya ji bo mayînê xurttir bibe, ew xala hevgirtinê jî netewe ye.

Em ê li vir rawestin û bi kurtî rastiyekê bînin ziman, ew jî kurdayetî bi xwe ye. Ti girêdan li navbera kurdayetî û musilmantiyê de nîne, û ew berî musilmantiyê heye wata aliyek nikare kurdayetiyê ji xwe re bihêvişîne ji ber ku ola wî musilman e yan êzidî yan çi be. Kurd weku peyv li hezara carê berî zayînê hebû, ev jî bi dîtina lêkolînerê Emrîkî Mîhrdad Azadî, weke gel jî berî hezarên salan heye.

Êzdatî weke ol wan xalan li xwe digire ku bingeha kurdayetiyê weke netewe, ji wan xalan zimanê kurdî ku têkstên olî yên êzidiyan pê hatine nivîsîn, herweha çand û kûltûra êzidiyan jî heman ew çand û kûltûra li kurdayetiyê de ye.

Li gorî nêrîna min êzidî yek ji wan olên kevine ku li çarçoveya kurdayetiyê de li gel civakên dî û olên dî jiyan dikir. Wate êzidî ji bingeh de kurd in ,bêvegeriyan li pênaseyên ku li sedsalên 17an û 18an ji bo neteweyê hatîna danan.

Giringiya kurdbûna êzidiyan ji êzidiyan re li vê qonaxê de:

Ji bo ku ev ola kevnar bimîne û xwe li ber vê rewşa giran bigire, pêwîstiya wê bi aliyekî xurt heye, bi vê çendê divê êzidî li hevalekî bigerin, ew heval jî divê kî be. Erebên dewrûberê nikarin ji hev re baş bin, wê çawa ji êzidiyan re baş bin, ji xwe ereb weke ereb beşdar bûn li hewla nehiştina êzidiyan de.

Welatên Rojava girêdayî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ne. Êzidî nikarin bala wan bikşînin ku bibin biradostên êzidiyan. Ji bo wan dijminê îro dostê sibe ye û berûvajî jî, wate êzidî nikarin tiştekî bidin Europayê, Rûsîyayê û Emrîkayê heta ku hevalbendiya êzidiyan bikin.

Kî ma, kurdên musilman, tevî hebûna hin kêmahiyan li aliyê wan ve, lê li gelek aliyan de bi xurtî take hevalên êzidiyan bûn, yên ku xwîna xwe dayîn ji bo Şingal û deverên êzidiyan her dîsa kurdên musilman bûn. Heta nuha bi sedan Pêşmerge û Gerîlayî xwîna xwe li ser axa êzîdxanê rijandiye, li dema ku cîhanê destê xwe daniye ser çavên xwe, xort û keçên hêj emrê xwe nexwarîn ji Duhok, Amed, Qamişlo û Mehabad serê xwe li ber axa êzîdxanê de dan.

Herweha gelek benên girêdayî li nav êzidiya û kurdên musilman de hene, weke ziman û çandê, tevî cografiya û dîroka hevpişk. Bi min xala here giring li cem kurdên musilman ku êzidiyan berev xwe radikişîne ew e, ku ne tundrew in, wata ne weke musilmanên dî êzidiyan kafir dibînin, nerûvajî vê çendê piraniya wan şanaziyê bi wê çendê dibin ku bingeha kurdayetiyê êzidiyatî ye.

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev