VÎDEO – Stranek cuda bo Pêşmerge ji xwişka Behmen Qubadî ve

VÎDEO – Stranek cuda bo Pêşmerge ji xwişka Behmen Qubadî ve
Hewlêr (Rûdaw) – Xwişka Behmen Qubadî Derhênerê Navdarê Sînemayê yê Kurd, Azer Qubadî stranek nû bo pêşmergeyê Kurdistanê û qurbaniyên şerê DAIŞê belav kir.
Strana Azer Qubadî bi navê Welat e û taybet bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û şervanên Kurd û qurbaniyên şerê DAIŞê hatiye gotin û klîpek cuwan jê re hatiye amadekirin.
Azer Qubadî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku teksta stranê ji aliyê Nahîd Hisên Penahî ve hatiye nivîsandin, awaza berhemê wê û Johan Bejerhalm amade kirine.
Azer Qubadî herwiha got, vîdyo klîpa ku bo stranê hatiye çêkirin, ji arşîvên Hêzên Pêşmege û şerê li dijî DAIŞê hatiye wergirtin.

records Source:http://rudaw.net/kurmanci/lifestyle/15062016

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev