Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Bîranînên Min” a Osman Sebrî ji Weşanên Lîsê Derket

“Bîranînên Min” a Osman Sebrî ji Weşanên Lîsê Derket
Weşanxaneya Lîsê “Bîranînên Min” a têkoşerê Kurd Osman Sebrî!raberî xwînerên Kurd ên berketî dike.
Di vê belgeya dîrokê ya giranbiha de, têkoşer, welatperwer, sîyasetmedar û nivîskar Osman Sebrî behsa kitekitên pir girîng ji dîroka gelê Kurd a nûjen dike. Ji zarokatîyê bigirin heta bi xortanîyê. Ji Şoreşa Şêx Seîdê Pîran heta bi çalakî û hewldanên sîyasî û leşkerî yên Partîya Xoybûnê, Osman Sebrî perdeyê ji ser gelek hûrgilîyên veşartî hildide û me wer dike di deryaya şikestin, malwêranî û kambaxîyên gelê Kurd li Bakur û Rojavayê welêt de.
Gorbehişt Osman Sebrî ku her demê wekî Kurdperwerekî xwedî pênûseke tûj hatiye nasîn; di nav bîranînan de jî mohra xwe li dîroka xebata gelê Kurd daye û rastîya şilfîtazî li ber me raxistiye. Di vegotina bûyer û qewimînên Şoreşa Şêx Seîd de, li ser sedemên têkçûna Şoreşê radiweste û kil û kêmasîyên civaka Kurd a derebeg û paşverû di wê demê raber dike. Her weha di dema sirgûn û “geşta” li zindanên dewleta dagirker de, ew bi dûrûdirêjî behsa dexs, xêrnexwaz û “kurmên darê” yên Kurd dike ku çawa li dijî birayên xwe pişta dijminê xwe digirin!
Mêrxasî û tirsonekî; camêrî û qelsî; welatperwerî û xinizî; serîhildan û serîçenadin; rêzdarî û bêrêzî: Kurdistana ku her û her welatê nakokîyan bû, vê carê bi zimanê kurê xwe yê çak û xweşmêr -Osman Seberî-  dipeyive.
Bîranînên Min, Osman Sebrî, Bîranîn, 238 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN:  978-605-9014-69-4

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev