GOTINA RAST: “ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ”

GOTINA RAST: “ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ”
Zeynelabidîn Zinar
Çend roj berê siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar çûye ber dilovaniya Xwedê. Xweşiya Xwedê lê be û cihê wî behişt be.
Ji bo serxweşiya wî, Kurdan Internetê xemiland. Ew yek jî xweşiyeke zêde ye.
Lê bi wê xemlê re nîqaşek jî derket holê; hinekan nivîsiye ”…çû ser dilovaniya xwe” û hinekan jî gotiye ”…çû ser dilovaniya Xwedê”. Hinekan jî gotiye: “… Jiyana xwe ji dest da…”
Lê gotina ku dibêjin “filankeso jiyana xwe ji dest da” şaşiyeke bê serûber e û kesnedîtî ye. Lewra kes jiyana xwe ji dest bernade.
Ew Kurdên ku niha weke nivîskar û rewşenbîr têne binavkirin, berî çend salan ji kesê mirî re nedigotin “Jiyana xwe ji dest da”.
Biraderê me Ali Kaya jî daxwaz ji min kir ku ez vê mesela hanê careke dî binivîsim. Ji ber ku min nivîsek li ser vê meselê roja 16/ 11/ 2015 weşandiye.
Çendî ku Zimanê Kurdî di van demên dawîn de berepêş diçe û geştir dibe jî, lê mixabin berepaş û kêmruhnî jî dibe, kes jî nabe xemxur û tevdîr wernagire.
Nimûneyên vê yekê bi hezaran hene ku peyvên kurdî wek qalibê peyvên tirkî têne bilêvkirin û naveroka hevokên tirkî bi peyvên kurdî têne nivîsandin, di hevokan de peyvên pêşî diçin dawiyê û yên dawî têtin pêşiyê…
Di Çanda Kurdî de termeke wisa ku dibêjin “…jiyana xwe ji dest da” tune. Ev gotin ji tirkî hatiye nêv Çanda Kurdî.
Dema yek dimire, bi kurdî weha tê gotin:
– Filankeso mir…
– Filankeso wefat kir…
– Filankeso çû ber rehma Xwedê…
– Filankeso çû ber dilovaniya Xwedê…
– Filankes jî koç kir… û hwd.
Li gor Toreya Kurdî, gotina ”çû ser dilovaniya xwe” û ya ”çû ser dilovaniya Xwedê” nayên gotin û şaş e jî ger bêtin gotin. Ji ber vê sedemê:
– Mirî naçe ser dilovaniya xwe, ji ber ku têkiliya wî/wê ji jiyanê qut dibe, ew yek jî ne dilovanî ye. Herweha mirî naçe ser dilovaniya Xwedê, ji ber ku diçe ber dilovaniya (rehm û şefqet) Xwedê.
Bêguman kêmasiyeke mezin e ku peyvek di zimanê meriv a alecî hebe û meriv wê peyva xwe bi kar neyne, lê here yeke biyanî bi kar bîne. Hem jî yeke wisa ku bingeheke wê ya ferhengî jî tune.
Bi hêviya ku ew gotinên şaş, ji bo miriyên Kurdan êdî neyêne gotin…

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev