Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gelo Ayîna Kurdan pêş Îslametiyê çi bû?

Gelo Ayîna Kurdan pêş Îslametiyê çi bû?
Bi rastî ev çend salin ez rûberî vê pirsê bûme. Ev pirs herdem derbarê nasnameya kurdistanî bi giştî (erdnîgarî, dîrok, civak, çand û kelepor û hwd.) di nav pirsên min da bû. Wek gava pêşîn ji bo lêkolîna li vê pirsê, min hin agahdarî civandin û di 31 xelekan da bi navê zincîra “ji Kaniyên Yezdaniyê” belav kirin. Heval mamosta Mustefa Reşîd (spasî ji bo wî) ev hemû xelek wergerandin kurdiya bi tîpên latînî. Xeleka dawî li ser ayîna “Xûramî” (Şemsanî) bû.
Di pey ra, min nivîsandin di vê babetê da heya demeka kurt rawestand daku ez li agahdariyên nû bigerim. Armanc her ewe, heya ji me bê û mimkin be, em bigihînin têgihîştineka avêne û zelal derbarê rastiya ayîna Kurdan pêş Îslametiyê. Encamên ku heya niha ez gihîştim wan evin:
1 – Di serdemên dîrokî pir kevin da Ariyanên rojhilatî (ji bakurê Hindistanê da û Afganistanê li rojhilat bigire heya bi Kurdistanê li rojava) xwedî baweriyên destpêkî bûn, û di wan da efsane û çîrokên nîgaşî tevlihev bûn. Ev efsane û çîrok li dor hêzên suriştê û hêmanên gerdûnê dizîvirîn, yanê ewa ku jêra tewtemî û pûtperestî tê gotin.
2 – Bi pêşketina hişmendiyê ra ramana ayînî jî pêşva çû. Wê hîngê – wek nimûne – di destpêkê da roj wek xweda didîtin. Di pey ra, roj wek bercestekirina xweda dîtin, û di pey ra wek sembola ronahiyê ji bo xweda dîtin. Heya niha jî roj wek sembol di berma û kelepora piraniya gelên Ariyana da maye, û bi rêya Mîtrayiyê derbas nav kelepora kirîstiyanî jî bû (me ev mijar di lêkolînên xwe da derbarê Mîtrayiyê şîrove kirin).
3 – Pêş xuyakirina pêximber Zerdeşt li dor nîveka hezarsala yekem pêş bûyîna Îsa; baweriyên gelên Ariyana bi gelemperî li dor xweda (Azda = Yezdan = Mezda = خالقي), li dor xweda (Ahûra) û xweda Mîtra dizîvirin. Bi gotineka din, hin êl û hozan yan baweriya vî xwedayî yan yê din digirtin. Tev li van bawerî û ayînan, hin hêmanên efsanewî û pûtperestî jî hebûn.
4 – Pêximber Zerdeşt hersê sazûmanên ayînî (Ezdayî – Ahûrî – Mîtrayî) gihandin hev, ew ji ramanên efsanewî û sihirbaziyê paqij kirin û xistin çarçewa ayîneka ariyanî yekane bi navê “Zerdeştiyê” di bin alaya xwedayê yekane (Ahûra-Mezda) da; Mîtra jî kire mezinê feriştên (Ahûra-Mezda); ew feriştê Peyman û daxuyaniyan.
5 – Mîtrayî, Zerdeştî, Êzdîtî, Manewî, Mezdekî (tev li Xûramiyê), Kakayî (Yarsanî), Alawî (Halawî, Elewî) û Durûzîtî, û tevgera ku di serdema Ebbasî da bi navê “Tevgera Qurmutî” (Kurmît, Xûrmîd) hate naskirin, û tevgerên ku di heyama nû da bi navê “Babeyî” û “Behayî” tîne naskirin, ev hemû bawerî hin şaxin ji şaxên Yezdaniyê.
6 – Her yek ji van baweriyan – kêm yan bêhtir – hin rahên ramana ayîna Yezdanî di xwe da hiştine û herwisa di wan da hin hêmanên felsefeya Yezdanî ji bo şîrovekirina cîhan û gerdûnê, hin hêmanên derbarê teoriya afirandin, û pêkhatinê, peywendiya afrîner û afrînber û çarenûsa mirov piştî mirinê hene. Li hêla din di van bawerî û ayînan da hin têgeh û dêlîndêzên ayîna Yezdanî jî mane.
7 – Bi derbasbûna çax û heyamên dîrokî, şaxên Yezdaniyê hem guhartin û badan ketiye wan; daku bi pêşketina hişmendiya mirovî ra biguncin, û alîgirên wan xwe ji êriş û qirkirinên gelemper biparêzin ku di nav deman da rastê hatine. Hem jî raserî raholkirin û çepelkirina bi mebest hatine; yan jî çepelkirina bi encama têgihîştina çewt û şaş.
Daku em bikaribin têgihîştineka giştî derbarê Yezdaniyê (ayîna ariyanî pêş Îslametiyê – ya kurdî jî di nav da) ji nû va avabikin, pêwîstiyeka pir girîng bi avakirina encûmeneka Yezdanî bala heye ku zaniyar û lêkolîner ji Zerdeştiyan, Êzîdiyan, Yarsaniyan, Elewî û Durûzan têda hebin; karbikin ku tiştên hatine wendakirin careka din bên vedîtin, tiştên ku hatine guhartin bêne sererastkirin û yên ku hatine çepelkirin bêne paqijkirin.
Di rastiyê da diviyabûn partiyên Kurdan yên mezin – here kêm ji destpêka sedsala 21-an da encumeneka kurdistanî bala pêkanîbana, û bala xwe bidana van babet û mijarên girîng. Lê belê, mixabin heya niha jî hên amadekariyeka jidil di vî warî da ji bona avakirina encûmeneka Yezdanî bala tineye. Li ba partiyên Kurdan hên jî warên leşkerî û siyasî baldariya wan dikişîne û aliyê çandî bê baldarî maye.
Gelo rewşenbîran Kurdan dikarin bi vê erkê rabin? Belê, lêkolînerên di vî warî da xwedî serborî dikarin di navbera xwe da hevgirêdanekê pêkbînin, mijarên girîng parvebikin, her yek di warekî yan çend waran da ji warên şaxên Yezdaniyê bibin pispor û bigihînin jinûvajenandin û -hûnandina ayîna Yezdanî bi awayekî temam û giştî (bawerî – perestin – dêlîndêz – danûstandin).

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev