Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Perçeyek ji romana bênav

Perçeyek ji romana bênav
Dirbê wek wan gundên din nedikirin, nediçûn zozana jiber ku giya û çêre ya gund têra heywên dikir. Dirbê nava du çiyan de hatibû avakirin. Alîkî ve Çiyayê Bezban û aliyê din ve jî Çiyayê Moro. Dema meriv derdikeve ser Bezban an jî Moro bedewîyeke bê hempa tê û xwe çavên temaşavanan dialîne.

Êdî ne çav dikara xwe wê bedewiya wek wêneyê Vincent Van Gogh xilas bike, ne jî ruh dikare alastina Şekirê Helebê berde. Aliyê Dirbê ê milê rastê Çiyayê Araratê bi spîkên serê xwe ve bejn û bal nîşan dide, bêhna mêrxasiyê jê difûre, wek bêhna Îhsan Nûrî an bêhna Ferzende Beg yan jî bêhna Biroyê Hesikê Têlî. Di bintara çiyê de Deyşta Bazîdê cîhê xwe digire, Bazid ku Bazîdeke pîroz e, cîh û warê Fîlozofê Kurd, dibistaneke xezayî , mekteba Xanî ye. Aliyê Dirbê ê çepê jî Şehrê Agirî û hemberê Dirbê Zozana Sînegê.

Sînegê dêrê xwe ye heft reng xwe kiriye wek bûkekê xwe xemilandiye û benda xwezgîniyê xwe ye. Xwezginî jî ref bi ref dimeşin; berx, mîh, karik, bizin, kavir, beran, golik, çêlek … Xuşe xuşa çemê Muradê, çêm ji Bakûra Gola Wanê dest bi herikandinê dike, deyşt, gelî, mêrg û zeviyên Gîhadîn û Avekevirê bi ramûsanên xwe şil dike û diçe xwe digîhîne Mûnzûrê. Gundê Dirbê bi hatina biharê re nava Bihûşta Baqî de dimîne.

Ev gund gundekî dîrokî ye. Dibe ku hûn bipirsin; filankes ka çawa gund dibe dîrokî. Beriya Şerê Cîhanê yê yekemîn, ev gundekî Kurd û Ermenan bû. Çûyin hatin, rabûn rûniştin, xwarin vexwarin, edet û çanda wan yek bû, kulfetê malekî bûn. Bi tenê cudatiyek navbera wan de hebû û ew jî ol bû.

Kurd Bisilman bûn, Ermen jî Xiristiyan. Lê her dem rêz û hurmet didan baweriyê hev. Mixabin bi destpêka Şerê Cîhanê re ew biratî hole rabû, neyartiyê hat konê xwe vekir. Di encamê de kulfetên male hev cihê bûn, biratî xeyidî , dijminatiyê dil hildan bin bandora xwe û neyarekî koç kir û çû, ne biratî ma ne jî mîrovahî.

Welat Agirî

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev