Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ROSTEM ŞIMIKZÊRÎNA BÛKA SELMÎYANÎ SINDÎ AZAD DIKE

ROSTEM ŞIMIKZÊRÎNA BÛKA SELMÎYANÎ SINDÎ AZAD DIKE
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema çilûçaran me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ”ROSTEM ŞIMIKZÊRÎNA BÛKA SELMÎYANÎ SINDÎ AZA DIKE” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 44
Wextekê Rostem dîwana bavê xweda rûniştibû: lênihêrî du eyteyê dêwa kaxazek dêstda anîn danîn ser çonga Zal. Zal nihêrî têda nivîsîye: “Min kurê xwe zewicandîye, gere Rostem bibe serdewatîyê kurê min”. Zal gele duşurmîş bû. Dîwanê lênihêrî Zal gelek duşurmîş bû. Yekî hilda go:
-Zalo, go, ev çi kaxaze eyta anîye, go, tu têda duşurmîş dibî?
Go: -Selmîyanî Sindî qiralê dêwane, dewata kurê xwe dike, kaxazêda nivîsîye: “Ki ez hîvî ji te dikim tu Rostem bişînî, serdewatîyê min be”,- ez têda lema duşurmîş dibim.
Yekî hilda go: -Tu minetê ji Rostem nekişîn, go, Rostem here kêderê, go, qe minetê ji kesî nakişîne.
Rostem go: -Bavo, wekî ewî ez teglîfkirime, gere ez herim, bivim serdewatîyê kurê wî.
Rostem sîlihên xwe girêdan, Reşbelek kişand ji derva, siyarbû bi eytera, berê xwe da şeherê Selmîyanî Sindî: gihîşte şeher. Şev nava şeher peya bû ber derê Selmîyanî Sindî, eyta hespê wî kişandine hundur, eytekî da pêşiyê, bir dîwana Selmîyanî Sindî.
Rostem gava çû hundurê dîwanê, Selmîyanî Sindî Rostem nihêrî: qad û qedemê Rostem dît û şaş û metel ma.
Rostem serê serda rûnişt himberê Selmîyanî Sindî.
Selmîyanî Sindî hilda go: -Rostem.
Go: -Bêje.
Go: -Min tu kirî serdewatîyê kurê xwe.
Go: -Belê, te çawa ez kirime serdewatî, ez jî hatime, go.
Selmîyanî Sindî tivdarekê def û dewata kurê xwe dît. Gava Rostem derkete derva, digerîya nava şeherda: çiqa ehelîyê şeher hebûn, li Rostem, bejin-bala Rostem, li sîlihên wî, tevgirêdana wî dinhêrîn. Selmîyanî Sindî hilda Rostemra got:
-Rostem, go, ezê merîya bişînim, bera herin bûka min bînin, ez te naşînim: te qedirê min girtîye, ez te naşînim: siyar bera herin bûkê bînin bên, bera def û meytaraxin. Siyar siyarbin, çawa qeydê dewatê, bînin.
Rostem li wê sekinî, siyara berê xwe dane kela Dergezinî. Qiralê kela Dergezinî navê wî Ebûzêt Binzibêt bû: qîza wî dabûn kurê Selmîyanî Sindî, navê keçikê Şimikzêrîn bû. Çûn Şimikzêrînê bînin kurê Selmîyanî Sindîra. Li wêderê herkê çi kirin, kirin: bûk siyar kirin, bi kêf û eşq û laqirdî bûk siyar kirin-bera bên.
Wextekê rê di sînorê Dêwê hevtserîyara dihat. Dêwê hevtserî nişkêva rastî wan hat: siyarê dewatê bela kirin-yek li yekî nebû xweyî, Şimikzêrîn hilda û haydê.
Siyar bûn kewê çîr bi çola ketin, ancax xwe gîhandin şeherê Selmîyanî Sindî, jêra gotin: “Belê siyarê te hatin, bûk tune”.
Cab danê:
-Kuro, we çawa kir, ev çi hesabe?
Jêra gotin: -Selmîyanî Sindî, em hatin tixûbê Dêwê hevtserî, nava me ket, me tapa wî nanî, berî me da: em ancax xilaz bûn, Şimikzêrîn ji me sitand.
Rostem sekinî ji xwera li wan dinhêre. Lênihêrî şîn û girîke usa kete nava wî şeherî-diha bi zimana nayê gotin, gere merî bi çevê xwe bidîta, bawar bikira. Rostem ber xwe ket, gelekî ber xwe ket, go: “Saxbûn diha ji minra herame: ez bivim serdewatîyê vê bûkê, bivin, ji minra zef kirête”. Hilda Selmîyanî Sindîra Rostem got, go:
-Bûk ne bûka teye, bûka mine, hesêvkî bûka min birine. Hûn ji minra salixê Dêwê hevtserî bidin, yan ezê bûkê bînim, yan bême kuştinê, ez bi çi rûkî herime Îranê?
Tivdarekê Rostem dîtin, telal da gazîkirin, go:
-Kî cîyê Dêwê hevtserî bêje, ezê malê dinê bidimê, bera bike, bixwe, kêf bike.
Merivekî extîyar hat, pêşiya telal sekinî, go:
-Heyrano, go, tu çira gazî dikî?
Go: -Çira tu nizanî, qîza Ebûzêt Binzibêt, bûka Selmîyanî Sindî bû, siyarê wê çûn bûkê bînin, divê Dêwê hevtserî bûk jê sitandîye. Selmîyanî Sindî niha emir kirîye ku: “Kî cîyê Dêwê hevtserî bêje, wê malê dinê bidê, bera bike û bixwe”.
Go: -Heyrano, go, ez zanim.
Milê wî girt, anî cem Selmîyanî Sindî, Selmîyanî Sindî ji wî merivî pirsî, go:
-Sozê xwe poşman nabim, min çi gotîye, ezê bidim.
Ewî merivî hilda go: -Selmîyanî Sindî, cîyê Dêwê hevtserî Qanlîqelayê da ye (Kela Xûnê).
Gele-gelekî qencî wî merivîra kir, go:
-Gere tu belediya Rostem bikî.
Ewî hilda situyê xwe: “Ezê bikim”. Rostem siyar bû, ew meriv xwera hilda, berê xwe da Qanlîqelayê, herkê rokê, herkê duda, gihîşte nava şeherê Qanlîqelayê. Ajotin ber derê pîrekê peya bûn. Wana zanibûn-ji pîra şuxul çêdibin. Hespê wî kişandin hundur. Pîrê jêra emek-xurek anî: nanê xwe xwarin. Pîrê pirsî:
-Pelewanê delal, tu ji kêderêyî?
Rostem hilda got: -Erkê tê sura me xweykî, ezê ji tera bêjim.
Pîrikê go: -Ez wekî bimirim, sura teyê heta mirinê ji devê min derneyê.
Go: -Ez Rostemim. Hal û hewalê min, bûka Selmîyanî Sindî, navê wê Şimikzêrîne, Dêwê hevtserî revandîye anîye.
Pîrik kenîya, go: -Diya te qurbana tebe, welleh raste. Niha ew keçik anîne: fîncana jehrê girtîye xwe, kêra çirtme girtîye xwe, çil şev wext jê xwestîye: “Çil şevî şûnda yan ezê te bistînim, yan ezê fîncana jehrê bixum, xwe bikujim”.
Rostem go: -Wekî tu xeberekê ji cem wê bînî, ezê gele êlkî tera bikim.
Pîrê go: -Qe êlkî neke jî, tu hatî mala min, ezê serê xwe ber teda bêşînim.
Ewê şevê sekinî heta sibê. Sibe safî bû, pîrê Rostem ra go:
-Mala teye, tu têda be, ez berbi Dêwê hevtserî herim.
Çû cem Dêwê hevtserî, go: -Te Şimikzêrîn bûka Selmîyanî Sindî anîye, çil şev wext ji te xwestîye, gelo dibe tu kaxazekî bidî min, ez herim aqil bikim: dewata te zû bibe, nemîne çil şevî.
Dêwê hevtserî kaxaz nivîsî, da pîrê, go:
-Çiqa eyte û qirawilê min hene, kes dengmîşî pîrê nabin: terefê minda diçe cem Şimikzêrînê.
Pîrê kaxaz hilda, berê xwe da avayê Şimikzêrîn têda. Çû ber derî, kaxaz nîşanî merîyê ber dêrî da, îzina pîrê dan, pîrê çû hundur. Şimikzêrînê lênihêrî pîrek ji derda hat, got:
-Tu çi pîrekî?
Go: -Ez pîreke xweşxeberim.
Gava pîrê eva pirsa got, Şimikzêrînê zanibû pirsa pîrêda tiştek heye, milê pîrê girt bir jor, go:
-De bêje, xweşxeberîya te çiye?
Go: -Xweşxeberîya min ewe, ez terefê Selmîyanî Sindîda hatime cem te pirsekê bikim.
Gava behsa Selmîyanî Sindî kir, ruhê Şimikzêrînê teze bû:
-De bêje, pîrê, go.
Go: -Rostem serdewatîyê teye, niha li mala meye, ew ji bona te hatîye.
Ya Şimikzêrînê bûya, wê sehetê wê bida dû pîrê biçûya, pîrê go: -Na, lawo, tu bisekin, ez herim pere gelekî ji Dêwê hevtserî bistînim, cab bidim Rostem, çika Rostem çi dibêje.
Pîrê kaxazek cem Şimikzêrînê hilda, bir da Dêwê hevtserî. Dêwê hevtserî lênihêrî têda nivîsîye: “Pîrê ez aqilkirim, bira tivdarekê dewata xwe bike”. Bû leme-lema dev û diranê Dêwê hevtserî, kenîya, cêbê pîrê tijî zêr kirin. Pîrê xwe bi Rostemra gîhand, eva pirs û hewalê han ji Rostemra gotin. Rostem go:
-Pîrê, ez ew mêrim, ku bêm vira, jina birevînim, bivim, ez bê şer naçim.
Sibe safî bû, Rostem berê xwe da kela Dêw. Dêw haj ji tiştekî nîbû. Wî jî tivdarekê dewatê dikir. Rostem nereh ser nerehê rahişt, bi dengê nerehê Rostemra sûr û bedenê Qanlîqelayê hilşîyan. Dêwê hevtserî, serîkî wî tenê hebû, şeş serî jî kinca çêkiribû: merîya tirê hevt serê wîne. Ew kincê wî yê şêr bûn. Kincê xwe li xwe kir, hat Rostemra şerkir. Rostem heta êvarê pêra şerkir: lêxist serîkî wî pekand, lênihêrî-ew dêwê qeher “min lêxist, serîk pekand, qe li xwe şik neket”. Rostem zivirî hat mal, eva gilîya ji pîrêra kir. Pîrê go:
-Diya te qurbana tebe, lawo, go, ew kincê wîne, tu lêdixî: li serê ortêxe, serê ortê serê wîye, wekî dinê-ew kincin.
Rostem sibe lê safî bû, dîsa çû şerê Dêwê hevtserî. Serê ortê xist. Dêw jorda nixilî, hate erdê. Rostem ehelîyê şeher gişk alt kir. Şimikzêrîn hilda, barê du exta kevirê qîmet, zêr û zîv top kir, berê xwe da şeherê Selmîyanî Sindî.
Rojekê gihîşt nava şeher. Selmîyanî Sindî du eyteyê xwe şandin pey Ebûzêtê Binzibêt, mizgînî danê, çevronayî. Ebûzêtê Binzibêt esker û leşkerê xwe hilda bê Rostem bibîne: ew çawa pelewane: “Du şehera me nikaribû Dêwê hevtserî alt bikira, ewî çû tenê Dêwê hevtserî kuşt, şeherê wî alt kir”.
Ber derê Selmîyanî Sindî esker-leşkerê xweva peya bûn, hêjka def û dewat kirin. Def û dewata wan saz bû, bela bû. Bera ew herin mirazê xwe şabin.
Ebûzêtê Binzibêt, Selmîyanî Sindî gotin:
-Em çi êlikê vîra bikin?
Rostem go: -Qencîya we min nelazime, dixwezim hûn herdu şeher bên ser rêya min: ew merivê minra bû beled, hûn wî deynin dewsa Dêwê hevtserî, Qanlîqelayê bidinê: tifaqa we hersê şehera yekbe, gilî-gotinê we yek bin, Selmîyanî Sindî dewsa xweda hukumetîyê bike, Ebûzêtê Binzibêt dewsa xweda hukumetîyê bike.
Evana ji destda ad kir: “Hûn ser çi rayê, em ser wê rayê”. Ew beled birin Qanlîqelayê kirin mezin. Rostem rokê-duda sekinî, barê sê-çar qantira eşîyayê baş girtin, Rostem rê ket. Ro ew ro bû, Rostem gihîşte nava şeherê Îranê. Bav hate pêşîyê:
-Lawo, me zef tefekûrî kişand, çira derengî bûyî?
Çi ku serê Rostem qewimîbû, bavê xwera, cimeta wîra, ehelîyê Îranêra gilî kir, ehelîyê Îranê derbekê “rûSipîtî” Rostemra gotin.
Ew çûn mirazê xwe şabûn, tu jî herî mirazê zarê xwe şabî.
-Ez zef razîme, mirazê te jî mal-zarê te bibe.
Ewa kuta bû.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev