Serhildanên kurdan di salên 50-80î yên sedsala XIXan da – 2

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we berdewama beşa pêşin a bi sernavê ”Serhildanên kurdan di salên 50-80î yên sedsala XIXan da” amade kirîye.

Ev berhema me ya 44an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye,  lê hela çap nebûye.
Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 44

Huceta ser mesela sînora tesîra xwe ya xirab li ser kurdên wira û rewşa li Kurdistanê kir. Destbi tevrabûna bûn, Tirkîya (ku îngilîs li pişta wan sekinîbûn) helan dida kurdên Îranê, lê Îranê jî (ku Rûsîyayê piştgirîya wê dikir) helan dida kurdên Tirkîyê. Wek mînak, di salên 1872-1873a rûyê berevkirina baca li Mêrgewarê, di navça rex gola Ûrmîyê da, di navbera Tirkîyê û Îranê da pevçûn çê bû, ku Şêx Ubeydulle jî tevê bû, yê ku li Tirkîyê dima û hurmeta wî di nav kurda da gelek bû û wek ku wî dixwest bide bawerkirinê, eslê wî ji Muhemmed pêxember bû. Pevçûnên li Mêrgewarê, ku eskerên tirka û îranîya û desteyên Ubeydulle tevê dibûn, zirareke mezin dane binecîyên kurd û rewşa temamîya herêmê ji hev çû û xirabtir bû.

Ecêbên mezin hatine serê kurdên Tirkîyê jî. Rewşa aborî ya Împêratorîya Osmanîyê, ku ji tevbûna nav şerê Qrîmê tu feyde ne dît, xirabtir dibû. Tirkîya destpê kir bû hewcê kapîtala welatên dereke, welat zûtirekê bi aborî ji hev ket. Wek her cara, Stembolê çara xwe ji binecîya berevkirina baca da dît, xwesma ji miletên kêmjimar û bêhêz, di nav wan da kurda jî. Kurda him bi firsendên “qanûnî” (bi baca, ku gelek cara yên çend salên pêşdemê jî berev dikirin), him jî bi yên neqanûnî dişêlandin. Xortên ku emrê wan gihîştibû û dewletê hewl dida bi destî zorê wana bibe eskerîyê, bi xurtî ber xwe didan.

Dîwana tirka hemû firsendên wehîştîyê bi kar dianî bona nerazîbûna kurda, ku her diçû zêde dibû, bifetisîne. Welîyê Kurdistanê Îzmaîl Hekka paşa, ku bi taybetî ji bo milahîmkirina (aşkirin) kurda hatibû kivşkirinê, êxpêdîsyonên cezakirinê li Botanê, Cizîrê, Hekarîyê da derbazkirinê, bi awakî hovane ji heq-hesabê wan hemû kesan hate der, yên ku ber xwe didan û teslîm ne dibûn. Bi hezara kurda berê xwe dane çiya, ji bona xwe xilaskin, ji xwe ra sitarek bibînin. Nûnerên Îngilîs li Anatolîya Rohilatê alî cezakarên tirka dikirin û navê serekên kurda yên “ne amin” (ku merî nikare bawerîya xwe bi wan bîne, an jî pişta xwe bi wan girêde) didane Stembolê.

Sertbûna “Pirsa Rohilatê” ya nû di nîveka salên 70î yên sedsala XIXa, nêzîkbûna şerê rûsa-tirka rewşa li ser sînorê ku Kurdistan perçe dikir, dîsa sert kirin. Him dîwana Tirkîyê, him jî ya Îranê texmîn dikirin, ku ji sedî sed şerê derkeve, ji ber wê jî lez diketin, ku kurdên ser sînor bona armancên xwe bi kar bînin. Ji dest wê yekê rewş vira xirabtir bû, destbi talana û şêlandina bûn û rûyê wan yeka da binecîyên am û tam zirarê diketin. Sîyaseta du reqîbên hev li Rohilata Nêzîk – Îngilîs û Rûsîyayê – rewşa kurda tenê xirabtir kir.

Îngilîs wek berê pişta Tirkîyê digirt, xwesma di mesela Koturê da, ku hewl dida ew li destê tirka da bimîne. Hema di eynî demê da London hewl dida xwe nêzîkî Îranê jî bike bona di navbera wê û Tirkîyê da tifaqîyê çê bike, bona ew bi tevayî derkevine dijî Rûsîyayê. Ji ber wê jî ber Îranê pêşnîyar kirin, ku dewsa Koturê perçê başûrê sînorê Îranê-Tirkîyê bidne wan. Gava ku ew plan bi ser neket, îngilîsa piştgirîya provokasyonên serokatîya Tirkîyê kir, ku helana bide eşîrên kurda bona ew êrîşî li ser navçeyên ser sînorê Kurdistana Îranê bikin.

Rûsîyayê wek berê piştgirîya Îranê dikir, lê ne dixwest ku ew bibe hevalbenda wê, ji bona ku ji îngilîsa ra bahane çê nebe seba bikeve di nav karê Îranê yê hundur. Pêtêrbûrg (paytextê Rûsîyayê.-T.X.) di şerê rûsa-tirka ya ku wê zûtirekê destpê bibûya, xwe li tabîya nêytral girtibû. Lê Tirkîya, ku serokên kurda pînc dikir û berî ser Îranê dida, mecbûr ma ser demekê emelên xwe yên cezakarîyê li Kurdistanê bide sistkirinê, ji ber ku li ser wê hêvîyê bû, ku kurdê alîkarîya wê bikin. Bi vî awayî, di şerê pêşdemê da rewşa li ser sînorê ku Kurdistana Roava û Bakur ji Kurdistana Rohilatê ji hev cihê dikir, roleke giring lîst.

Bahara sala 1877a destbi şerê Rûsîyayê-Tirkîyê bû, ku li du pêşenîya da dibû – pêşenîya Balkanê û ya Kavkazê. Şerê li Kavkazê li ser wan axa dibû, ku piranîya binecîyan kurd û ermenî bûn.

Hukumeta sultanîyê dersên şerê buhurî ji bîr nekiribûn, ku di eynî demê da serhildana Yezdanşîr jî şerê dijî tirka geş kiribû, û her tişt bi kar dianî, ku kurda bîne hêla xwe. Berî her tiştî Stembolê hewl da hesînên (hîs) wan yên olî bi kar bîne. Sultan Ebdulhemîdê IIa dijî Rûsîyayê cîhad îlan kir û berbirî tirêqên (şêx û melle û serekên dînî) Kurdistanê yên bi nav û deng bû, ku hewara wan da bên û piştgirîya wan bikin. Yek ji kesên, ku berbi hewar û gazîya tirka da çû, Şêx Ubeydulle bû, ku sofîyekî ji malbeta Neqişbendîya bû û qedirê wê malbetê di temamîya Kurdistanê da deng dabû. Ewî bi desteya mirîdên xwe ra tevayî ji Hekarîyê destbi êrîşê kir. Çend beg û şêxên Kurdistana Bakur-Roavayê yên mayîn jî piştgirîya wî kirin û di wî karî da dîwana tirka û nûnerên Brîtanîyayê li Împêratorîya Osmanîyê bi sîyasî û peretî alî wan dikirin û wana bi kel û bîn di nav kurdên Tirkîyê da propoganda dînî û ya dijî rûsa dikirin.

Lê dîwana Tirkîyê nikaribû di nav piranîya kurdên Anatolîya Rohilatê da fanatîzma dînî geş bike. Gelek serekeşîr û serekên olî yên kurda piştgirîya şerê tirka nekirin, lê ew kesên ku pêşî amade bûn bin ala kesk ya pêxember da bimeşin, ji ya xwe daketin, ango bawerîyên xwe guhastin. Wek mînak, Ubeydulle hema bêje hîç tevî şer nebû, lê her tenê hewl dida li navçeyên ser sînor axa bin destê xwe bide firekirinê, û hukumê xwe belayî li ser eşîrên Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Îranê bike, bona bikaribe paşerojê da wana dijî hukumdarîya tirka bi kar bîne. Çend serekeşîrên kurda yên mayîn jî xwe li wê rê û li wê oxirê girtin.

Şerê li meydana Tirkîya Asîyayê (pêşenîya Kavkazê) hema ji destpêkê da ji bo ordîya rûsa baş bû. Îdî di dawîya meha nîsanê – di gulana sala 1877a ordîya Rûsîyayê Erdexan, Bayezîd, Dîadîn zevt kir, Qers kire nava hesarê (dorgirtinê) û êrîşa li ser Erzurumê xurttir kir, axeke pir ya Ermenîstana Roavayê û Kurdistanê xiste bin destê xwe û rû bi rû ber binecîyên kurd yên pirjimar sekinî. Xetera binketina tam li dor serê ordîya Tirkîyê digerîya.

Di vê rewşa bona Tirkîyê ya bi xeter da (li pêşenîya Balkana jî zora ordîya tirka biribûn) kurdên Anatolîya Rohilatê tu welatparêzî hindava tirka da nîşan nedan, ne wek hemwelatî, ne jî di hêla dînî da. Hema di rojên şêr yên pêşin da kurdên ku di eskerîya tirka da qulix dikirin, destpê kirin bi çekên xwe ji deşta şêr revîn û bi xwe ra gelek cebirxane jî dibirin. Hinek ji wan kurda diçûne alîyê rûsa û binecîyên kurd jî gelek alî eskerên rûsa dikirin. Pevçûnên di navbera kurda û rûsa da tenê di mehên hezîran-tîrmehê sala 1877a li rex Bayezîdê bûne, dema ordîya rûsa ser demekê ketibû di nav rewşeke giran, û yek jî di dawîya şêr, çileya paşin sala 1878a da. Ew jî piranî rûyê wê yekê da bûbûn, ku ordîya tirka îdî hew xurek dida eskerên kurda û ewana jî mecbûr dibûn bi xwe nanê zikê xwe peyda bikin.

Ango, hêvîyên Stembolê ku kurdên Tirkîyê dijî Rûsîyayê bi kar bîne, felişîn û bi ser neketin. Tirka û îngilîsên piştgirên wan hewl dan, ku bi kîsî kurdên Îranê rewşê rast bikin û meselê hel bikin. Him Ubeydulle (ku piranî ji bo nefsa canê xwe), him jî cesûsîya tirka hewl didan kurdên deverên Ûrmîyê û Salmesê û xantîya Makûyê bînine ser riya xwe, usa bikin, ku ew ji sînor derbazî vî berî bibin û şerê rûsa bikin. Lê ew yek bi ser neket: ji du hezar kurdên Îranê kêmtir di gazîya wan da çûn. Ji ber wê jî pêwendîyên Îranê bi Tirkîyê û Îngilîs ra bi carekê va xirab bûn û rewşa tevayî jî li wî perçê Kurdistanê da, li ku sînorê Tirkîyê-Îranê derbaz dibû, nerehet bû.

Awa, piranîya kurdên Anatolîya Rohilatê û yên ser xeta sînor xwe nedane alîyê tirka bona şerê rûsa bikin. Lê ne tenê ev: ordîya rûsa çiqas bi ser diket, kîna kurda hindava tirka û destdirêjayên dîwana sultan da xurttir dibû û warguhêzî pevçûnên çekdarî dibû. Rewşa here sert li Dêrsimê saz bû.

Gava kurdên Dêrsimê li ser irya tirka asteng çê kirin û nehîştin ew di şêr da pêşda here, ordîya tirka ya 4a şandine wira bona ji heq-hesabên dêrsimîya bêne der. Şervanên kurd bi fêrizî ber xwe dan. Xwesma li berpala çiyayên Tûjik û Hûtê şerekî giran qewimî. Desteyên ermenîyan jî gihîştine kurda. Dawî li tirka ra li hev hat berê şervana bidine çiyê, lê wana nikaribû kurdên mêrxas bi temamî bînine rayê û bikine bin hukumê xwe.

Tirkîya di şerê bi Rûsîyayê tam bin ket. Peymana derheqa çareserkirina bi awayê aşîtîyê, ku paşdemê da hate girêdanê, Kurdistana Tirkîyê jî eleqeder dikir, di alîkî da wek axa kurda, di alîyê mayîn da wek perçekî Împêratorîya Osmanîyê. Bi peymana aşîtîyê, ku 3ê adarê sala 1878a li San-Stêfanoyê hate girêdanê, Tirkîyê Acarîya (devera Batimê), Erdexan, Qers, besta Eleşgirê û Bayezîd da Rûsîyayê. Kotur û der-dorên wê ketine destê Îranê. Li kongreya Bêrlînê da, bin zordarîya dewletên Awropayê, xwesma Îngilîs, careke mayîn vegeryane ser peymana San-Stêfanoyê û ew yek ji bo kara Tirkîyê bû (li wir peymana Bêrlînê hate girêdanê ya 13ê tîrmehê sala 1878a). Arana (deşt, best) Eleşgirê û Bayezîd li tirka hate vegerandin. Lê dîsa jî, perçekî erdê dîrokî ya Ermenîstana Roavayê, ku bi ermenîya ra tevayî kurd jî lê diman, kete di nav Împêratorîya Rûsîyayê û jimara kurdên Rûsîyayê zêde bû. Usa xuya bû, ku pirsa derheqa Koturê da ji bo kara Îranê hatibû helkirinê. Sala 1880î nûnerên Rûsîyayê û Brîtanîyayê peymanek girêdan û gorî wê Kotur didane Îranê. Rast e, tirka bi hin bahaneya wek berê perçekî wê deverê bin destê xweda xwey dikirin, ango, konflîkta ser sînor ne ku hatibû helkirinê, lê ew pirs hatibû sekinandinê. Kesî kurda bendî tiştekî nedihesiband, ji ber wê jî çareserkirina wê pirsê ne karê demên nêzîk bû.

Bi vî awayî, şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê salên 1877-1878an di herêma ku kurd lê diman da, di hêla axê û dêmografîyê da guhartinên mezin bi xwe ra anî. Lê ji wê jî giringtir ji bo qedera gelê kurd û Kurdistanê ew rewşa nû bû, ku rûyê wî şerî da li temamîya Împêratorîya Osmanîyê saz bûbû. Ew rewş bi awakî lez alî wê yekê dikir, ku pêvajoya aborîya welêt, ku di çarêkên sisîya û çara yên sedsalên XIXa da di rewşeke tevlihev da bû, berbi başîyê biguhêre û pişta xwe rast bike û di hêlekê da jî ew rewş wê mecbûr dikir ku bi sîyasî zêdetir bikeve bin hukumê dewletên Awropayê yên mezin. Piştî wê yekê, ku sala 1879a Împêratorîya Osmanîyê bi aborî tam felişî û ji hev çû, ew di hêla aborî da tam kete bin kontrola dewletên Awropayê yên mezin û ewê yekê firsend dida wana, ku ne tenê bi aborî, lê herweha bi sîyasî jî bikevine nava kar û barê hundur yên Tirkîyê. Sîyaseta welêt ya der jî kete bin hukumê wan dewleta (pêşî bin hukumê Îngilîs, Fransîyayê, Rûsîyayê, paşê jî Almanîyayê û Austrîya-Hûngarîyayê). Hema di wan deman da Îran jî di hêla aborî û sîyasî da kete bin hukumê Rûsîyayê, paşê jî Îngilîs.

Îdî di çarêka dawî ya sedsala XIXa da Împêratorîya Osmanîyê û Îrana şahîtîyê bûne nîvkolonî û ji wê yekê rewşa kurda ya aborî û sîyasî bi carekê va xirab bû. Cî û wargên kurda pêşketî nîbûn û ewana ji sîyaseta şêlandinê ya dîwana sultan û ya şah zirareke pir mezin dikişandin, yên ku daxazên kapîtala welatên dereke pêk dianîn. Bacên pir binecîya talan dikirin, êrîş, wêrankirin û şêlandin ziyaneke mezin didane kurda. Serbara ser da jî xelayî li ser wan da hat, ji ber ku çend sala – ji dawîya salên 1870î destpêkirî – li ser axa wan – navçeyên Kurdistana Rohilatê, Roavayê û Bakur – şilî nebarîbû, erdê wan şewitî bû.

Ev hemû di wê herêmê da rewşeke tevlihev û nerehet saz kiribû: milet serî hildida, pevçûn çê dibûn, destbi talana û şêlandina bû (piranî di rûyê xelayê da), hurmeta hukumetê ber çevê milet gelek ket. Zeîfîya dîwanê û bêserîtî dibûne sebebên tevgerên nû yên ji bo azadîyê li Kurdistanê.

Payîza sala 1878a kurdên Bîtlîsê, Mûşê û Wanê serî hildan. Zûtirekê tevger belayî li ser navçeyên Hekarîyê û Botanê jî bûn. Pêşî ew tevrabûn bi xiringêle bûn, paşê lawên Bedirxan beg – Osman beg û Huseyn beg serokatî li wan serhildana kirin. Piştî ku şervanên kurd Cizîr xistine bin destê xwe, piranîya axa Behdînanê jî kete bin hukumê wan; paşê wana Cûlemêrg (Çîlemêrîk), Nizîb, Mêrdîn, Zaxo, Amadîye jî zevt kirin, bi tevayî – piranîya axa Kurdistana Başûr-Roavayê û perçekî Kurdistana Başûr. Ev hemû herêm hatine îlankirinê wek axa serbixwe, lê Osman beg xwe wek mîrê serbest îlan kir. Hewldanên tirka yên pêşin bona fetisandina serhildanê pûç derketin, lê dû ra, dema hêzên mezin anîne wan dera, ji hemû alîya dor li şervana girtin, ew kirine di nav xeleqê, û tenê wê demê karibûn hinekî zorê li şervana bikin, pêwendîyên wan bi navçeyên Kurdistanê yên mayîn ra dane birînê û dawî serhildan şikênandin û kurda mecbûr kirin teslîm bibin.

Lê şabûna tirka dirêj nekişand. Îdî di dawîya sala 1879a li Hekarîyê destbi serhildana kurda ya nû bû ji bo azadîyê û rizgarîyê. Serokatî li wê serhildanê dikir Şêx Ubeydulleyê pêncî salî. Dîwana wî li bajarê Şemdînan (Şemdînli) bû. Ew xwedîyê nîşana hurmetê ya dînî ya Neqişbendîya bû. Ew ne tenê şexsekî bi nav û deng bû di temamîya Kurdistanê da, lê merivekî herî dewlemend bû jî. Li ser erdê Tirkîyê û Îranê weke 200 gundên wî hebûn û di wan deman da serokê kurda yê yekemîn bû li Tirkîyê û serokê piranîya kurdên Îranê bû jî. Ji payîza sala 1879a Ubeydulle bi aktîvî tivdîra xwe didît, ku ji kurdên Tirkîyê û Îranê ordîyeke xurt çê bike bona serhildana nû. Ji bona wê yekê ewî gelek serekeşîr, şêxên kurda yên herdu alîyên sînorên Tirkîyê-Îranê anî hêla xwe û ew jê ra bûne pişt. Navendên bona hazirîya şêr bikin li Kurdistana Îranê bûn, wek mînak kampên usa li Xoyê, Soûcbûlakê (niha – Mehabad), Ûrmîyê, Ûşnûyê hebûn. Ubeydulle ser wê jî fikirî bû, ku gerekê usa kar bike ku ji der va jî piştgirîya serhildana wî bikin. Ewî vê carê hêvîya xwe ji îngilîsa birîbû û êdî bawerîya xwe bi rûsa dianî (wek ku ewî bi xwe carekê gotîye, “baştire merî pişta xwe bi şêr va girêde, ne ku bi rûvî ra”(2). Ew herweha bi gelek nûnerên miletên kêmjimar ra jî rûniştibû – wek ermenîya, aşûrîya û ereba – ku li ser axa herêmên Împêratorîya Osmanîyê yên rohilatê û başûr-rohilatê diman û ew bi xwe jî xeyal dikirin rojekê zûtir ji bin nîrê dagîrkara derkevin.

Tevgera li Hekarîyê û navçeyên der-dorê wê kurd ruhdar dikirin, ku bi serokatîya Ubeydulle tivdîra bona serhildanê bi lez xin. Eşîrên heydêran, heraklî û yên mayîn serî hildan. Gele eşîra êdî hew bac didane dewletê. Ubeydulle destpê kir pêwendîyên xwe bi serekeşîrên kurd û serekên olî yên Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Îranê xurttir bike. Ewî danûsitendinên xwe bi serokatîya dêra ermenîya ya Grîgoryanê, serekê dînê aşûrîyana-nêstorîyana mar-şîmûn ra jî xurt kirin, ku nav û dengê dêrên wana di nav ermenî û aşûrîyên Împêratorîya Osmanîyê da pir bû. Lê wana nikaribû di navbera xweda yekîtîyek çê bikin, ji ber ku tirk û îngilîs bi awakî şerletanî tevî wî karî bûn û bi her awayî hewl didan ku ji bo berjewendîyên xwe di navbera kurda û xaçparêzên Tirkîya Rohilatê da dijminayê pêşda bînin.

Bi vê karkirina xwe Ubeydulle ne tenê hukumê xwe li Kurdistana Başûr-Roavayê da qewînkirinê, lê herweha di nav hemû gelên herêmê da hurmeta wî bilind bû. Ermenîkî ku ew nas dikir, nivîsîye: “Ew merivekî bêqusûr, xebathiz, xwedî qedir û jîr bû. Hindava sêwîya û jinebîya da gelek xemxur bû. Kurd ji her dera dihatine Şemdînanê bona derd û kulên xwe jê ra bêjin, şêwrê jê hildin, zêde derheqa pirsên olî da bizanibin, wesyetên wî ji xwe ra bikin wek rênîşandar. Wana wek serokekî merivhiz û heq qedirê wî digirtin”(3).

Plana serhildanê li kongra serekeşîra da hate amadekirinê, ku di dîroka Kurdistanê da ya yekemîn bû û ew kongre di dawîya tîrmehê sala 1880î li Şemdînanê bi serokatîya Ubeydulle hate derbazkirinê. Piştî wê li Nehrê şêwrdarî hate derbazkirinê. Ubeldulle bi awakî berk derkete himberî hewldanên hinek serekên kurda, ku tevgera kurda bi riya şerê birakujîyê ya dijî ermenîya pêşda bibin, ewî sazkirina Kurdistana serbixwe wek armanca serhildanê ya sereke didît û ji bo wê jî plana serhildanê ya stratêgî pêşda kişand, û gorî wê planê serhildan pêşî gerekê li ser axa Îrana Roavayê destpê bibûya. Bahaneya wî jî ew bû, ku Îran himberî Tirkîyê dewleteke sist e, xwesma di hêla eskerî da, û hela di ser da jî di wan dema da ew bi ji holê rakirina serhildana turkmena va mijûl bû. Ewî ew yek jî dabû ber çeva, ku di nav eşîrên Kurdistana Rohilatê da (şekkakî, mameş, mengur, pîran û yên mayîn) qedir û hurmeta wî pir bû.

Plana Ubeydulle ya ji bo sazkirina ocaxa kurda ya serbixwe li Îranê di tebaxa sala 1880î destpê bû. Berî gişka serekê eşîra mengûra, ku dikete di nav êla bîlbasa, Hemze axa destbi serhildanê kir û haziraya xwe dît navça Soûcbûlaxê zevt bike. Zûtirekê desteya Ebdil-Qadir – kurê Ubeydulle jî gihîşte wî. Şervanên kurd gelek zû gihîştine Mêrgewarê û Lehîcanê. Îdî di nîvê meha îlonê sala 1880î da piranîya kurdên Îranê xwe gîhandine Ubeydulle. Kurda bi hêsanî Soûcbûlax zevt kirin. Ev serketina şervana ya mezin bû, lê zûtirekê ew serketin pûç bû di rûyê wê yekê da, ku li Soûcbûlaxê cîhad elam kirin û ewê yekê alî Têhranê kir, ku fanatîzma dînî ya şiîzmê (faris û azirî jî şiî bûn) dijî kurda bi kar bînin.

Lê di destpêkê da kurda serketinên xwe berdewam dikirin û destkeftîyên xwe diparastin. Desteyên bi serokatîya Ebdul-Qadir di dawîya îlonê da gihîştine Tewrêzê, ku di wan deman da paytextê Îranê yê duyemîn bû. Di nîveka meha çirîya pêşin Ubeydulle bi xwe dor li Ûrmîyê girt, lê nikaribû bajêr bixe bin destê xwe. Ebdul-Qadir hukumeta Kurdistanê ya wedelî (ser demekê) saz kir û di herêmên bin hukumê xwe da xanên kurd kivş kirin. Ew serketina serhildana kurda ya here mezin bû li Îranê.

Şervan îdî nikaribûn pêşda herin. Sistîyên serhildana bi serokatîya Ubeydulle yên di hêla eskerî, sîyasî û teşkîldarîyê da derketine holê. Çekdarîya kurda ser dereca lazim nîbû, şervanên kurd bê tecrûbe bûn. Eskerên Ebdul-Qadir li der-dorê Tewrêzê da destbi talana û zordestîyê kirin. Gelek desteyên kurda li Ûrmîyê û navçeyên mayîn da jî bi wî karî va mijûl bûn. Evê yekê hêrsa binecîyên ne kurd radikir hindava şervanên kurd da. Dîwana şah ev yek bi aqilane bi kar anî û fanatîzma şiîtîyê gurrtir kir. Têhran xetera ku dikaribû ji alîyê kurda da bihata serê wê zû texmîn kir û gelek taxbûr û bêlûkên çekdar ser şervanên kurd da şandin, ku him bi jimara xwe, him bi çeka û him jî bi telîmê gelekî ser kurda ra bûn. Ji ber wê yekê jî kurd mecbûr bûn ji Tewrêzê û Ûrmîyê paşda vekişin, lê di destpêka çileya pêşin sala 1880î şervanên kurd hemû navçeyên Kurdistana Îranê, ku zevt kiribûn, hîştin û ji wir derketin. Nerazîbûnên di navbera şervana û xayîntîya hinek serekên kurda bûne sebebê binketina wan. Ubeydulle bi xwe vegerîya Şemdînanê, lê çend desteyên kurda (wek mînak, yên Hemze axa) berxwedana xwe berdewam dikirin.

Di nav sebebên binketina serhildana hemkurdîyê ya yekemînda, ku Şêx Ubeydulle serokatî lê dikir, xêrnexwazîya Rûsîyayê, Îngilîs û Tirkîyê jî roleke mezin lîst. Ev hemû welat, her yek hindava xwe da, bi dijminayî berbirî tevgera kurda dibûn. Rûsîya, ku hukumê wê li ser Îranê pir bû, xwesma di perçên wê yên bakur-roavayê, bi awakî berk dijî wê yekê bû, ku rewş li Kurdistana Îranê bê tevlihevkirinê, û ji ber wê jî alîkarîya sîyasî û eskerî (dizîkava, bi surî) da Têhranê. Îngilîs, ku di wan deman da hukumê wê li ser Portoyê pir bû, pêşî usa dida xuyakirin, ku tevgera kurdên Tirkîyê li ser axa Îranê bi dilê wê ye û helan jî dida wan, ji ber ku daxaza dilê wê ew bû, ku “xetera” kurda ji Stembolê dûrxe û gorî berjewendîyên xwe zor li farisa bike. Lê îngilîsa zûtirekê bawerîyên xwe tam guhartin, gava dîtin, ku firebûna serhildana kurda dikare hukumê Rûsîyayê li Îranê bide mehkemkirinê û ewê xetereke pir mezin be ji bo Tirkîyê, ku bêy wê jî bi gelek alîyan va sist bûbû. Û li Stembolê jî temamîya talûka ewê sîyaseta provokasyon di pirsa kurda da fêm kirin, ku serhildana kurda li Îranê çi dikare bîne serê wan. Zordayîna Tirkîyê ya bi hêz, ku ewê bi alîkarîya Rûsîyayê û Îngilîs dikir, Ubeydulle mecbûr kir ku serhildanê betal bike.

Sebebên binketina serhildana kurda ya sala 1880î yên hundurîn jî hebûn. Hela hê bingehên civakî-aborî, sîyasî û îdêologî nehatibûne sazkirinê bona serketina tevgera kurda û damezirandina dewleta kurda ya hevgirtî. Şerê navxweyî wek berê bûbû bela serê gel. Ji quweta Ubeydulle der bû piranîya gelê kurd û herweha gelên mayîn, ku li ser axa Kurdistanê diman, berevî dora xwe bike û bi rêva bibe. Ji vê yekê tenê Tirkîya, Îngilîs û Rûsîya karê ketin. Haziraya şervana ser dereca lazim nîbû, çekên di destê wan da têra şerê mezin ne dikirin, gelek şaşîyên stratêgî û taktîkî hatine berdanê.

Dîsa jî serhildana kurda ya sala 1880î ya bi serokatîya Şêx Ubeydulle xwedî kemaleke dîrokî bû. Bi serneketina xwe jî ew gaveke ciddî bû berbi wê yekê, ku êtapa tevgera kurda ya derebegî-sêparatîstîyê bi êtapa tevgera kurda ya ji bo azadîyê va biguhêrin û rengê hemkurdîyê bidine wê. Him di alîyê sîyasî, him jî di alîyê teşkîldarîyê da ew serhildan ser hemû serhildanên kurda yên berî wê ra bûn.

Bi binketina serhildana Ubeydulle ra Kurdistan bêdeng nema û serî danenî. Hela eksî wê, berxwedana kurda, bi çapên xwe va biçûk be jî,  berdewam bû, lê vê carê îdî li ser axa Tirkîyê. Di dawîya gulana sala 1881ê Portoyê Ubeydulle mecbûr kir here Stembolê, û li wir ew dîl girtin. Lê wî îzole nekirin û ewê yekê firsend dida wî, ku bi hevalbend û hogirên xwe ra bikeve nava pêwendîyan. Di tîrmeha sala 1882a da ji wî ra li hev hat bireve Kurdistanê. Li wira ewî bi alîkarîya kurên xwe Muhemmed Sadiq û Ebdul Qadir hewl dida li perça başûr ya sînorê Tirkîyê-Îranê destbi serhildana nû bike û ji bo wê armancê weke 5 hezar esker berev kirin. Serokatîya Tirkîyê û Îranê ferman rakirin, defa hewarê lêxistin û ji bo şerê dijî Şêx Ubeydulle hêzên mezin berevî ser hev kirin, ku gelek cara ser yên Ubeydulle ra bûn. Ew kete kela Oremarê û heta nîveka îlonê li wir ma. Tirka ew dîl girtin û birine Mûsilê, lê ewî ji wira jî serokatî li eşîrên kurda dikir û helan dida wan. Dîwana Tirkîyê xwest wî ji wira jî dûr bixin, lê di rê da bi saya serê hereketê kurê wî Ebdul Qadir, ew ji bin destê tirka derket. Dawî, tirka careke din Ubeydulle girtin û ew şandine Mekkayê û piştî wî tevrabûnên li Kurdistana Başûr-Roavayê sar bûn. Stembol milahîmbûna (bêdengî) Kurdistana Roava, Bakur û Başûr bi kar anî, hewl da bi serekeşîrên kurda yên bi nav û deng ra pêwendîyan dayne, bingehê hazir bike bona wana mecbûr bike berjewendîyên serokatîya Tirkîyê biparêzin.

Li Kurdistana Rohilatê (Îranê) rewş bi awakî dinê bû. Vira paşmayînên bûyerên sala 1880î demeke dirêj tesîra xwe hîştin. Binecîyên kurd wek berê tevrabûn çê dikirin, derdiketine dijî hewldanên dîwana şah (ku piştî dakutana Ubeydulle û hevalbendên wî ji hev çûbû), ku daxazên xwe li situyê gelê kurd bialînin. Rewş xwesma wî çaxî gelekî sincirî, gava di salên 1886-1887a eşîrên deşt û gewrik li der-dorê Ûrmîyê û Serdeştê serî hildan. Hukumeta Îranê ber daxazên wan da hat, di wan navça da dewsa wan karmendên kurd, ku êdî bawerîya hukumetê pê nedihat, kurdên nû kivş kirin.

Çavkanî:

2. Calîlê Calîl. Vosstanîe kûrdov 1880 goda. (Celîlê Celîl. Serhildana kurda ya sala 1880î), rûpel 54.

3. Dîsa li wir, rûpel 66.

Riataza

records Source:Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev