We dizanibû…? – 44

We dizanibû…? – 44

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…li bal kurdên êzdî adeteke awa heye: berî ku bûka teze lingê xwe bavêje mala xezûrê xwe, zava ji ser banî sêvan li serê wê dixe.

-Gelo çima zava sêvan li serê bûkê dixe? Gunehê (sûcê) kî ye, ku ew usa dike?

-Ji ber ku êzdî li ser axeke usa dimînin, ku di dema xwe da ew war buhuşta li ser rûbarê cihanê bûye û ulm jî dibêje, ku Adem û Hewa li ser wê axê xuliqîne û di wan deman da marek helan daye Hewayê, ku sêva ji darê batinî bixwe û ewê jî bawerîya xwe bi mar anîye û bi şaşîtî ew sêv xwerîye û ji ber wê jî ew warê jîyînê êdî wek warekî buhuştî ne hatîye hesibandin, ango, ji wê rojê da buhuşt ji wir rabûye, lema jî kurdên êzdî heta niha jî sêvan li serê bûkê dixin. Ango, bi wî awayî heyfa xwe ji şaşîya Hewayê hiltînin, ku ew bûye sebebê wê, ku buhuşt li wir îdî nemaye. Bi gotineke din, ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her bûkeke êzdîyan jî peyhatîya Hewayê ye, ango, ji zureta wê ye, ji ber wê jî gerekê ji bo kirina Hewayê bûk û jinên êzdîyan derba wî awayî bixun.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev