Ehmedê Xanî – stûna edebiyata kurdî ya klasîk ya sedsala XVII an.

Guhdarên hêja, guhdarîya bernameya radyoya Riataza “Klasîkên me” derheqa jîyan û hizra Klasîkê kurd yê mezin, şaîr, wejezan, alim, dîroknas û fîlosofê nemir Ahmedê Xanî (z. 1650 Colemêrg − m. 1707 Agirî) bikin. Di beşa pêşin a bernameyê de emê bi kurtî li ser jiyan û li ser berhemên  Ahmedê Xanî, herwiha di derbarê dewr û malbata şaîrê gewre de rawestin. Ahmedê Xanî di dîroka wêjaya kurdî de cîkî giring digire. Ew ronîyeke mezin e di hest û ramana kurdan de û bi hizrê xwe ve iro jî li pêşiya demê dimeşe. Ahmedê Xanî ji bilî Mem û Zîn herwiha xwediyê berhemên “Eqîdeya Îmanê”, “Nûbihara Piçûkan” û “Ferhenga Menzûmê”  ye. Berhema wî “Mem û Zîn” wek sertaca edebiyata kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ahmedê Xanî tê hesibandin pêşrewê edebiyata neteweperweriyê ya ku di sedsala 17-an de destpê kiriye.

Ji destana “Mem û Zîn” a wî hezkirina wî ya ji bo welêt û xwezayê dibare, ew hezkirina ku mîna mîratekê ji hemû kurdan û netewa wan re maye. Di berhemên xwe de şaîr fikra xwe derheqa civaka azad de, derheqa namûs û wîjdanê civakê de bi hostatiyeke mezin dide ber çavan. Beguman, şêwaza nivîsandina Ehmedê Xanî ji bo edebiyeta kurdî dewlemendiyek bêhempa ye.

Guhdarî xweş ji we re maşoqê poêziya bedew û bêhempa.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev