Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Alayên Hemîdiyê û Rewşa Kurdistanê

Alayên Hemîdiyê û Rewşa Kurdistanê
Welat Agirî
Me gotarên berê de qal û behsa encamên Fermana Tanzîmatê kiribû. Ji wan encaman du xal hebûn ku bo Kurda gelek girîng bûn. Yek ji wan şandina leşkeran û ya din jî dayîna bacê bû. Heya wê rojê ew baca dihat berhev kirin ji mîra re dima û şandina leşkeran jî mecbûrî nebû. Destpêka sedsala 19mîn de rewşa Dewleta Osmanî nebaş bû. Şer û cengên dijberî Ûris û Faris zirar û ziyaneke mezin dabû Osmaniyan. Ev hale xirab bû sedemên pergal û sazûmanên nû. Serok û revebirên Osmaniyan dest bi lêgerîna rêyên teze kirin. Ev gerîna çareseriya sî û neh sal kişand û sala 1839an de Fermana Tanzîmatê hat îlankirin.
 
Mistefa Reşîd li Parka Gulxanê de ferman xwand. Sîstem hatibû guherandin. Hemû mîrekiyên bin împaratoriyê bi payitext ve hatin girêdan. Mîrên ne Kurd yanî yên aliyê rojava bêgav sêstema nû pejirandin. Leşker jî şandin baca xwe jî dan. Lêbelê rewş li Kurdistanê hewqas hêsan nebû. De ka em binhêrin navbera Mîrên Kurda û dewletê de çi qewimî?
Baş tê zanîn ku pey Şerê Çaldiranê re navbeyna Kurda û Siltan Selîm de peymanek çêbibû. Li gorî vê peymanê Kurd welatê xwe de azad bûn, hukumdarê parêzgehê xwe bûn. Ev azadiya mîran wek sêsed sal dewam kir. Dema Mehmûdê duyem de Osmaniyan  dev ji peymanê berdan û dest bi xwestina bacê û leşkeran kirin.  Bi salên 1800î re nakokî, pêvçûn û serhildanan dest pê kirin. Destpêka sedsalê heya îlana Tanzîmatê, serhilana Babanzadeyan, ya Êzdiyan, ya Mîr Mihemed, ya Mehmûd Xan di dîrokê de cîhê xwe girtin. Dû Tanzîmatê armanc û şîdeta serhildanan jî hat guhertîn. 1843an de  Mîrê Botan serî hilda û ev raperîn çar sal kişand. Di nava van çar sala de Kurda zirareke mezin dane dewletê. Pey Mîrê Botan, sala 1855an de Êzdîn Şêr îlana cengê kir û dû wî re jî 1879an de Şêx Ûbeydûllah Nehrî serî rakir. Em li vir dibînin ku qebûlkirina sîstema nû bo Kurda ne tiştekî hêsan bû. Lê çawa bû? Dewletê çi karî Kurda re têkilî danîn?
 
Bêguman em dikarin bêjin ku Siltan Ewdilhemîd aliyê siyaset û karûbarên revebirêyê de hostekî mezin bû. Padişahê dewletê baş têgihîştibû ku bi şer û ceng ve mîrekiya re serî nayê derxistin. Jiber ku hekîmyet û otorîtaya dewletê li Kurdistanê nemabû, tu qanûn û zagonên Osmaniyan nedihatin pejirandin. Kurda ji payitext re leşker nedişandin, bac nedidan. Vê rewşê ziyaneke giran dida payitext. Di encama civîn û meşwereta de fikra avakirina tûmenên leşkerî hat holê û Zekî Mûşîr Paşa bû berpirsiyarê vê sazûmana nû. Beriya behskirina vê sîstema nû dibê em sedemên avakirinê binhêrin;
  1. Bi rêya van alayan serhildanê Kurdan ê bihatana sekinandin
  2. Jixwe kurdan leşker nedidan dewletê û bi vê sîstemê berhev kirina leşkeran bi hêsanî dihatê pê
  3. Pêşiya avakirina Dewleta Ermenan ê bihata girtin
  4. Sînorên dewletê dijberî êrîşên Ûris û Faris bihatana parastin
Bi van sedeman Alayên Hemîdiyê hatin damezrandin. Sala 1891î de 50 alay çêbûn. Her alayek xwediyê 512-1150 leşker bû. Dewletê zarokên serokên eşîretan dişand Stenbolê bo perwerdahiya eskerî û bi qedandina perwerdehiyê ve ewna vedigeriyan welat û dibûn serleşkerên alayan.
Ev pargela alayan heya sala 1910a dewam kir. Dema Jon Tirk hekîmiyet hildan bin qontrola xwe, -Hemîdiye- ji nav hat birin û bûn Alayên Suwarî. Di encamê de em dikarên bêjin Osmaniyan gelek feyde ji van alayan dîtin. Feydeya yekemîn vê demê de Kurda dijberî dewletê serî hilnedan. Mixabin gelek Ermenî û Elewî destê Kurmancên van alayan hatin kuştin. Heya sala 1913an hemberî Ûris serkeftinên mezin dest xistin. 1913an de sîstem hat guhertîn, fonksiyonên tûmenan yên wek berê nema û dûv re ev pergala jî hole rabû.

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev