Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

DIVÊ LI KURDISTANÊ JÎ HIQÛQ SERDEST/DESTHILATDAR BE!

DIVÊ LI KURDISTANÊ JÎ HIQÛQ SERDEST/DESTHILATDAR BE!

Îbrahîm Guçlu, sîyasetmedar

Demek ku rewşa Tevgera Goran û serokê Tevgera Goranê Noşîrvan Mistefa li hemberî hiqûqa Başûrê Kurdistanê tê minaqeşe kirin.

Di encam de Serdozgerê Hewlerê di derbarê Serokê Goranê de biryara girtinê da..

Piştî ev biryara serdozgerê Hewlêrê, li Başûrê Kurdistanê û li hemû beşên Kurdistanê û din av kurdên dinyayê de minaqeşeyeke dijwar û xûrt dest pê kir.

Dema ku ez minaqeşeyan şirove dikim, dibînim ku ev minaqeşeyan bi piranî hisî ne. Pirsa hiqûqê tê îdeolojîze kirin û siyasî kirin. Loma jî encamên ji minaqeşe û şiroveyan derdikevin objektîf nînin.

Li welatekî, li civatekê, li miletekî, li dewletekê îdeolojîzekirina hiqûqê tiştekî xeter e; tewanan û tewanbaran vedişêre.

Noşîrvan Mistefa dostekî min ê kevn e, me bi hev re karûxebat meşandine. Lê divê ez di derbarê wî de jî objektîf bim. Qrîterên objektîf û hiqûqî bi kar bînim.

I-Gelo li Kurdistanê jî Hiqûq Dê Serdest/desthilatdar be, an na?

Di destpêkê de divê em li serdestiya hiqûqî li hev bikin. Heger em li Başûrê Kurdisranê di serdestî û desthilatdariya hiqûqê de li hevûdu nekin; em nikarın bibin civat û miletekî medenî, demokrat, heqparêz û hiqûqparêz nabin. Emê bibin civatek û miletekî berdan berda û ser gêj. Wê demê jî dewletbûn jî tu wext û dem nabe para me.

Ji aliyê din de jî, ji miletê serdest û dewletên kolonyalîst, hak û hiqûq daxwaz kirina me, ji bona me kurdan dibe tiştekî derewîn.

Wek tê zanîn li Başûrê Kuredistanê di sala 1992-an de ji aliyê meclîsa Kurdistanê de biryar hat girtin ku Iraq bibe dewleteke federal. Ji bona ku miletê ereb xwediyê vê biryarê nebû, desthilatdariya ereban ya baasî û totalîter bû, li Kurdistanê bes yekalî û yekteref sîstema federal hat pejirandin.

Beriya biryara Meclîsa Kurdistanê ya di derbarê federalîzmê de, PDKê û YNKê wek partî biryar dan kû Iraq bibe federal. Meclîsa Kurdistanê jî, bona ku ji endamên herdu partiyan hatibûn hilbijartin, ev biryara bi hêsanî û bi hemû dengên parlamenterên Kurdistanê hat wergirtin.

Dema ku Meclîsa Kurdistanê sîstema federal pejirand û pesinand, di heman dem de ji bona sîstem û rejîma siyasî jî, sîstema demokratîk, parlamenter, pirpartîtî jî eciband.

Heger li welatekî, li miletekî, li civatekê, li dewletekê demokrasî bê ecibandin û pejirandin, di hemandem de serdestî û desthilatdariya hiqûqê jî tê pejirandin û ecibandin.

Loma jî li Başûrê Kurdistanê, bi terîfeke din li Dewleta Federe ya Kurdistanê jî serdestî û desthilatdariya hiqûqê hat pejirandin.

Di sala 205an de jî, encama referandûma makezagona hevmişterek bi biryaran miletê kurd û ereb û kêmneteweyan Iraq jî bû dewleta federal. Di hemandem de makezagonê pejirand ku Iraq demokrasiyê diecibîne û di demokrasiyê de serdestiya hiqûqê jî pêwîst e.

II-Deshilatdariya/serdestiya hiqûqê tê çi watê ye? Maneya serdestiya hiqûqê li welatekî, li civatekê, li dewletekê ew e ku her kes li hemberî hiqûqê wek hev e. Her kes, serokdewlet, serokwezîr, wezîr, serokên partiyên siyasî, bûrokratên dewletê, zengîn û feqîr dema ku tewanêkê bikin, tên lêpirsîn kirin, doz lê te vekirin, di derbarê herkesekî de darizandin dibe. Tu kes ne di ser hiqûqê re nine. Tu kes li hemberî hiqûqê xwediyê cûdabûyenekê û îmtiyazekê nîne. Ew terîfa serdestî û desthilatdariya hiqûqê ji bona Başûrê Kurdistanê jî derbas dibe. Li Başûrê Kurdistanê jî serok dewlet, serokwezîr, wezîr, burokrat, dewlemend, axa, mîr, şêx, karsaz, mele û kesên din, ji derveyî hiqûqê nînin. Xwediyê îmtiyazekê û cûdabûnekê nînin. . Loma jî Noşîrvan Mistefa jî di ser hiqûqê re nîn e. Di derbarê wî de jî lêpirsîn tê kirin. Ew jî dikare bê darizandin.

III-Noşîrvan Mistefa Kî ye?

Noşîrvan Mistefa, di tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê de aktorekî girîng e. Ew jî piştî ŞoreşaSerîhildana Milî ya 1961an beşdarî tevgera milî dibe.

Dema ku di PDK a Iraqê de cûdabûn pêk tê, ew li dibe hevalê îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî. Di şerê birakûjiya sala 1966an de wek hemû aktorên siyasî yê wê demê, ew jî di wî şerî de cî digre.

Di sala 1968an de ew di nav grûba Rizgarî de ye. Heta nivîskarekî kovara Rizgariyê ye.

Ew di nav Komelaya Marksîst Lenînîst (pişt re navê wê komalayê bû Komaleya Rençderan) cî digre. Piştî Otonomiya Kurdistanê (11 Adar a 1970yî), ew li derveyî yekîtiya Îbrahîm Ehmed-MamCelal û PDK a Iraqê dimîne. Jiyana xwe li Ewrupayê didomîne.

Dema di sala 1976an de YNKê ava bû, ew jî dibe avakarê YNKê. Di hemandem de bû berpirsiyarê YNKê. Ew di nav YNKê de bû serleşkerekî bi navûdeng jî.

Ew piştî demekê him cem li Mam Celal di YNKê de bû serokekî duyemîn û him jî bû sekreterêê giştî yê Komaleya Rençderan (1982).

Di sala 1983an de dema ku YNKê Baasê xwestin li hevûdu bikin, li hemberî Partiya Komunîst ya Iraqê, operasyonek gelek xeter û nexeş re serokatî kir. Gelek berpirsên partiyê hatin kûştin.

Wî di heman dem de li hemberı PDKê û Tevgera Sosyalîst ya Kurdistanê jî, şerekî dijwar meşand. Di encama van şeran de gelek pêşmergê ji hemû aliyan hatin kûştin.

Ew şera bû sedem ku di Tevgera Soyalîst ya Kurdistanê de hevalê wan yên nêzik kesên wek Elî Bapîr û gelek hevalên wan yên din leheng werin kûştin.

Wî di nav YNKê de rolekî girîng lêhîst. Ew rola wî heta ku Başûrê Kurdistanê bu sîstemek federal domand. Di nav gelek çûn û hatinên erênî û neyenî de rolekî mezin lêhîst.

Wek tê zanîn di sala 2009an de di nav YNKê de cûdabûyenek çê bû. Di bin serokatiya Noşîrvan Mistefa de Tevgera Goranê ava bû. Ew cudabûn, bû sedem ku di navbeyna YNKê û Goranê de pirsgirêkên mezin çê bin. Di heman dem de ji bona ku di navbeyna PDKê û YNKê de peymana stratejîk hebû, ew bû sedem ku pêwendiyên PDKê û Goranê jî nexweş bin.

Piştî ku Goran ava bû, bi azadî ket hilbijartina, di hilbijartina yekemînde bû partiya duyemîn. Ji sedî 24-25 dengên gel girt. Di parlamentoyê de gruba xwe çêkir.

Di hilbijartina yekemîn de Noşîrvan Mistefa nebû parlamenter. Bi vê helwesta xwe, Noşîrvan Mistefa xwe di ser sîstema demokratîk û parlamentêr re digirt. Ev yeka ji aliyê min û gelek nivîskar û siyasetmedarên kurd de hat rexne kirin. Heta xeter hat dîtin.

Goran neket hikûmetê. Goranê, li hemberî hikûmeta PDKê U YNKê muxalefetek gelek xûrt, lê ne xwediyê pîvan meşand. Muxalefeta Goranê ji aliyê hiqûqê û ji aliyê demokrasiyê de gelek hat rexne kirin.

IV- Gelo PDKê dijminê Goran û Noşîrvan Mistefayê?

Di destpêkê de ez diyar bikim ku di nav YNKê de Noşîrvan Mistefa nêzikî PDKê dihat terîf kirin.

Lê pişt re Noşîrvan Mistefa ew helwesta xwe ya dijminî ya li hemberî PDKê ya kevn domand. Rastiyek aşkere heye ku PDKê jî, ji wî hez nedikir.

Di hilbijartina duyemîn de dihat payîn ku Goran dê kêm deng bigre. Wusa nebû. Ew dîsa bû partiya duyemîn li Başûrê Kurdistanê. Di vê hilbijartinê de Noşîrvan Mistefa jî bû parlamenter. Lê dîsa Nehat parlamentoyê. Xwe di ser parlamentoyê re girt.

Goranê dîsa demek dirêj nexwestin ku bikevin hikûmetê. YNKê jî, her çiqas di navbeyna wan PDKê de peymanek stratejîk hebû jî, ji tirsa Goranê nexwest bikeve hikûmetê. Loma jî hikûmet li Kurdistanê gelek dereng ava bû.

PDKê ji serî de xwest ku Goran bikeve hikûmetê. Di encam de Goran hat kane kirin û bû şerikê hikûmetê.

PDKê, ji Goranê dijminitî bikira nedixwest, an jî pêşiya Goranê digirt û bi Goranê re hikûmet ava nedikir. Lewra ji bona hikûmet avakirinê alternatîfên din hebûn.

Dema ku Goran kete hikûmetê jî, postên gelek girîng hat dayîn. Lê dîsa Noşîrvan Mistefa li derveyî wezîfegirtinê ma.

Bi vê helwesta xwe Noşîrvan Mistefa, xwe di ser sîstema demokratîk û parlamenter re digirt. Ew jî dibû sedem ku pirsgirêk zêde bibin.

Di encamê de Goran li dijî serxwebûna Kurdistanê derket. Bi îranê re û PKKê li ser dijbûna dewleta serbixwe ya Kurdistanê lihevkirinek kir.

Di heman dem de diyar ku dema Dewleta Kurdistanê ava bibe, ew dê Sileymaniyê ji Kurdistanê veqetînin, dê bi hikûmeta merkezî re girêdayî bimînin. Vê yekê li Kurdistanê tansîyon bilind kir û pêwendiyên partiyan nexweş dikir.

Goran li vir jî nesekinî, ji bona ku hikûmet bê rûxandin, raperînek û serîhildanek organîze kir. Di vê serîhildanê de bûyerên gelek xerab kewimîn. Gelek kes hatin kûştin û gelek beregehên partiyan hatin şewitandin. Di şewatê de endamên partiyê jiyana xwe ji dest dan.

Encama vê raperînê, serokê meclîsê û wezîrên Goranê mecbûr bûn ku dest ji postên xwe û wezîfeyên xwe berdin.

Lê di vê navberê de Goranê bi YNKê re peymanek stratejîk çêkir. Ev peymana ji aliyê gelek teref û siyasetmederên kurd de peymanek xêrê nehat şirove kirin.

V-Gelo pirsa Noşîrvan Mistefa çi ye û ji bona çi dadgehê di derbarê wî de biryara girtinê da?

Serdozgerê Hewlêrê di derbarê Noşîrvan Mistefa de lêpirsîn dest pê kir, got ku “were pirsên me bersîv bike.” Lewra dihat îdîa kirin ku Noşîrvan Mistefa emir daye Goranê ku konsolosan bişewitînin û bila konsolos Kurdistanê terk bikin. Boruyên petrolêe biteqînin ku bila hikûmet ji aliyê aborî de têk biçe. Hikûmet nemîne.

Dîsa tê îdîa kirin ku ew nêrînên Noşîrvan Mistefa bi bandê tespît bûye.

Noşîrvan Mistefa jî, ew wezîfeya xwe ya hemvelatî pêk neaniye. Neçûye li cem serdozger îfade nedaye. Loma jî dadgehê di derbarê wî de biryara girtinê daye.

Wek tê zanîn ji bona ku sedema îdîa di derbarê wî de tê kirin nehatiye girtin.

Yek jî ev biryara ne biryara PDKê ye, biryara dadgehê ye. Lê wusa minaqeşeyek heye ku tuyê bibêjî ku PDKê di derbarê Noşîrvan Mistefa de biryar girtiye.

Divê tu kes û Noşîrvan Mistefa jî li derveyî hiqûqê nebe. Heta ez dibêjim ku beriya her kesî divê serokên partiyên siyasî ev vatiniya xwe pêk bînin.

Girêdayî vê pirsê PDKê rexnekirin û wek muflısê cuhî defterên berê mêzekirin fêde nade tu kesî.

Heger defterê berê bê xwendin, tu partî û rêxistin ji vê yekê bi qezenç dernakevin. Tu kes jî bi qezenç dernakeve, Noşîrvan Mistefa jî hîç bi qezenç dernakeve.

Divê ku em li îro û li vê qonaxa Başûrê Kurdistanê binêrin. Em di vê merheleyê de berjewendiya miletê kurd bi hev re biparêzin. Ji bona dewleta Kurdistanê xebat bikin û piştgirî bikin.

Helbet divê şertên Kurdistanê bên hesab kirin ku di qonaxek girîng û dîrokî re derbas dibe. Lê dema ku hiqûq bê perçiqandin jî em wek miletê kurd nikarin dewleta xwe jî ava bikin.

Loma divê her kes bi awayekî hiqûqî û demokratîk bifikire. Ji aqlê jakobenî û darbecitî dûr, helwest nîşan bide.

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev