Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Parlamenterê Dûma Dewletê ya Rûsîyayê ji Ûralê ji bo tevbûna di nava operasyona leşkerî li Sûrîyê hate xelatkirin

Parlamenterê Dûma Dewletê ya Rûsîyayê ji Ûralê ji bo tevbûna di nava operasyona leşkerî li Sûrîyê hate xelatkirin
 Parlamenterê Dûma Dewletê Zelîmxan Mûsoyêv ji navê Wezîreta Leşkerî bi mêdala ”Tevgelê operasyona leşkerî li Sûrîyê” va hate xelatkirin. Parlamenter ne got bo çi ew mêdal dane wî, û di ser da zêde kir: ”Min emirê serokatîyê pêk anî”,- Mûsoyêv ji Znak.com ra got. Mûsoyêv li Dûmayê cîgirê serekê Komîtêya Dûma Dewletê ye alîyê pirsên Yekîtîya Dewletên Serbixwe da û pevgirêdanên bi hemwelatîyan ra.
Xên ji Mûsoyêv çend parlamenterên dinê jî ew mêdal sitendin, di nav wan da Vladîmîr Jîrînovskîy û Îosîf Kobzon.
SLXLM
Mûsoyêv zaneyê alîyê pirsên Rohilata Navîn e. Ew 8 zimanan zane, gelek caran ji bo kar diçe welatên dereke, di nav wan da Sûrîyê û Îraqê jî.
Mûsoyêv dema bi Znak.com ra behsa şerê li Sûrîyê kiribû, gotibû: ”Helwesta Rûsîyayê ya bi hêz di pirsa Sûrîyê da bi dereceyeke din a giring va jî tê şirovekirin. Piştgirîkirina gelê Sûrîyê, ku Yekîtîya Sovyet, dû ra jî Rûsîya di zû da bi wê ra di nav pevgirêdanên dostane yên demdirêj in, gerekê ji tevaya dinyayê ra îzbat bike, ku em hevalbendên xwe yên ku ketine rojeke teng, bê piştgirî nahêlin. Ev îşareteke xurt e him bo welatên Rojavayê, him jî ji bo welatên dostên Rûsîyayê”.
SLXLM
 
 Ev mêdal xelata Mûsoyêv a pêşin nîne. Em zanin, ku ew xwedîyê xelata Ordêna Mêrxasîyê, Ordêna Hurmetê, Ordêna Dostanîyê û mêdala ”Bona keda ber welêt” a dereceya 2an e.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev