XUYÊ MERIVAN Û YÊ HEYWANAN

XUYÊ MERIVAN Û YÊ HEYWANAN
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner
Ciwanên Hêja!
Meriv hin caran li xuyê merivan şaş dimîne ku ji yê ajalên dirinde xirabtir e. Lê zêde kes li ser vê babetê napeyive û nanivîse jî. Eger zarê ajalan hebûya wê sedemê vê yekê gotibûna me.
Meriv li her deverê ji zindiyên çarpê û balindeyan re bi zimanê erebî dibêje HEYWAN û ji mirivan re jî dibêje “Heywanên Natiq” ango heywanên ku dipeyivin.
Lê belê meriv xwe ji heywanan pir zêdetir zana û bi aqil dihesibînin.
– Gelo çiqas rastiya vê yekê heye?
– Gelo kesî li ser başbûna xuyê meriv û yê heywanan lêkolîn kiriye yanena?
Li gor hin lêkolînên ku min bi dest xistine, xuyê heywanan gelek ji yê mirovan çêtir e.
Diyar e ku meriv xwediyê xuyekî bêserûber in û ji xwe pê ve, ji her kesî zêvir dibin û kesî di ser xwe re napejirînin, çu car têr nabin û hertim di nava keftelefteke wisan de ne ku dinya tev ya yekî be, wê dinyayeke dî jî bixwaze.
Lê belê heywan, eger gur û pisîk ji navê derkevin, xwediyê xuyekî baş in û dema ku têr bin, têkilê çu tiştî nabin. Herweha heywan gelek alîkariya hev jî dikin. Ev yek hem di gelek çîrokên Folklora Kurdî de û hem jî bi gelek belgefilman hatiye peyitandin.
Binerin, di nava heywanan de ne polîs, ne dadgeh û ne jî girtîgeh hene ku jê bitirsin û xirabî nekin. Lê di nava merivan de ev tişt tev hene, dîsa xirabî li hev dikin.
Tiştekî ku her kes pê dizane, heywanekî nêr bê destûr dest navêje heywaneke mê. Li ser vê yekê jî em ji wan re dibêjin HEYWAN.
Lê belê piraniya merivên nêr çi dema ku fersenda xwe bibîne, bê destûr dest davêje merivên mê. Gelek car ji ber van karên xirab, keç û jin hatine kuştin jî da ew, wê kiryara wan eşkere nekin.
Ez bawer dikim eger beşeke mezin ji heywanan bêtin perwerdekirin, wê karine ji yê merivan çêtir jî bikin.
Hêja ye ku li ser van babetan lêkolîn werin kirin.
Her şad û bextewer bin…

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev