Profesor Vadim Makarenko: Ev sedsal sedsala kurdan e!

Profesor Vadim Makarenko: Ev sedsal sedsala kurdan e!
Profesor û lêkolînerê Rojhilatzaniyê Vadîm Makarenko (1953) navekî serkeftî ye di karê kurdzanîyê de. Sala 1953-yê hatiye dinyayê. Sala 1977-ê xwendina xwe ya Înstîtuya Zimanên Biyanî ya li Moskvayê qedandiye. Sala 1986-ê li Înstîtuya Zanistiyên Asyayê ya li Sovyetê dibe doçente aboriyê. Wekî analîzkerekî xebitî, dersên erdnîgariya leşkerî da. Bêyî ku lêkolînên xwe yên zanistî li ser dîrokê, erdnigariyê û zimanzaniyê di ser guhên xwe re bavêje, wekî rojnamegerekî serkeftî xebitî. Bi berfirehkirina asoya xwe ne tenê dikarîbû çareseriya pirsgirêkên zanistî ji xwe re bike armanc, herwiha derfet û mecal jê re çêbûn ku gelek pirsên zanistî zelal bike.
Helbet mirov dikare li ser gelek babetên ku ew li ser wan serkeftî û şareza ye biaxive û gotûbêjên dûvedirêj bike. Lê bila vê carê sohbeta me ya pê re li ser kurdan û kêşeya kurdan be.
Kerem bikin dêhn û bala xwe bidin bê Profesor Vadîm Makarenko çi ji me re dibêje…
***
Ezbenî çawa ku em kurd dibêjin; ”kurt û kurmancî” hevnasiya te û kurdan çawa, li ku û bi hewldaneke çawa destpê kir?
Hevnasiya min û kurdan bi karekî rojamegerîyê destpê kir. Wî çaxî min di kovara “Novaya Vrêmya” (Dema Nû) de kar dikir. Serkariya rojnamê karek spart min ku ez li Kurdistana Rojava ser kurdan reportajekê amade bikim. Ez li wir bi gelek kesan re bûme nas. Bi rastî jî wan ez zendegirtî hîştim. Ew ciwan, bi hêz û xemxûr bûn. Hukmekî baş li ser mirovan dihîştin. Heya niha jî ji bîra min naçe, gava me volêybol dilîst min dît ku tilîyên xortekî 24-25 salî tunene. Ez pê hesiyam ku zivistanê li çîyê tiliyên wî li ber sermê surêgirtî bûbûn. Hema ji wê demê ve ye bala min her li ser kurdan e. Heweskariya min û kurdan roj bi roj zêde bû û hê jî hiş û bala min li ser sosyolojî, civak û tevgera wan e. Kêfa min ji siyaset û zîrekiya kurdan re tê. Her wiha balkêşiyeke din jî heye ku ez bi kurdan ve tême girêdan. Gelek gotin hene ku di kurdî û rûsî de yek in. Her wiha gelek tişt di nava dîrokên me de hene ku wekî hev in. Paşê min destpê kir û serê xwe bi pirsên zanîstiyê ve mijûl kir. Her çi tiştên ku ez îro li ser Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn dizanim hema ji wê demê ve destpê kir. Bi saya serê rojnamegerî û rojnameya ku hingê min lê kar dikir.
Ji berê ve tê zanîn ku meyl û bala rûsan li ser kurdan û kurdzaniyê hebûye. Di dema Qeyseriya Rûsan de jî, di dema Bolşevîkan an Sovyeta Sosyalîstiyê de jî balkêşî û rewaca rûsan li ser kurdan hebûye. Ji çakî û kerema xwe hinek behsa vê têkiliyê ji me re bike…
Pirseke xweş û balkêş e! (dibişire, hinekî diponije û berdewam dike. Li Rûsyayê Rojhilatzanî wekî kurdzaniyê destpê bûye. Înstîtûya Rojhilatzaniyê ya bi ser Akademiya Rûsyayê ya Zanîstiyê ku îro jî heye û bi serfirazî karê xwe dike, di destpêkê de her tenê bi pirsên kurdzaniyê ve mijûl dibû. Te bi xwe jî got, bala Rûsyayê herdem li ser Rojhilata Navîn û kurdan bûye. Helbet di vê meselê de meyla wan li ser Qefqasya û Başûrê Qefqasyayê jî pir zêde ye. Têkîliyên Rûsyayê ligel Rojhilata Navîn di sedsala 16-an de destpê dike. Wê demê Rûsya wekî niha mezin û bihêz nebûye, lê weke Xanedanekê bûye. Çawa ku em bibêjin Xanedana Moskovayê. Tê bêjî li vê derê sireke taybet heye û ji bo çi Rûsyayê wisa xurt bala xwe daye Rojhilatê û Qefqasê. Helbet ev yek ji bo min jî pirseke zanyarî û mezin bû. Di nava karê xwe yê zanîstî de min fêm kir ku bi rastî jî li Moskovayê, bi taybetî jî li St. Petersbûrgê bingeha dibistana kurdzanîyê hatiye danînê. Li van herdu bajaran herdem pirsgirêkên kurdan hatine nîqaşkirin, li ser kurdan xebatên zanistiyê hatine kirin û behsa siyaseta wan hatiye kirin.
Di sedsala 19-an de Hikûmdariya Rûsyayê ne tenê li Qefqasyayê, her wiha li başûrê Qefqasyayê ku dibe deverên Tirkiyeya niha zor û mezintir bû. Lê belê danûstendinên Rûsyayê yên wê demê tevî Tirkiyeyê li ser dereca bilind û xurt nebû. Gelek caran di navbera wan de dew-doz û şer çêbûye. Dibe ku ji bo van pirsgirêkan gunehkariya Rûsya û Tirkîyeyê tunebin jî. Heye ku ew pirsgirêk ji derve xistibin nav wan. Çawa ku te got; kurt û kurmancî, me anî ser zar û zimanan ku Rûsya li vê devara Qefqasyaya Başûr ji zûve mijûl bûye û ji wê serdemê ve meyla Rûsyayê her li ser kurdan û kurdzaniyê hebûye.
Em tev dizanin ku beriya Sovyêta û wextê Sovyêtê kurdzanî gelekî pêşketî bûye. Mixabin piştî hilweşandina Sovyêta Sosyalîstiyê kurdzanî sist bû…
Sebeb? Ji bo çi wisa bûye?

Ji ber ku merhale, ango serdema zanîstiya akademîk, xilas bû û serdemeke nû destpê kir. Di dema Împeratorî ango Qeyseriya Rûsyayê de guhdarî û eleqeyeke mezin li ser pirsên kurdzanîyê hebû. Serkariya Rûsan eleqeyeke baş û taybet nîşanî kurdan dida. Niha em bala xwe didinê ku ew eleqe û guhdarîkirin kêm bûye. Lê ez bawer im ku guhdariya li ser kurdan û kurdzaniyê ya li Rûsyayê wê bere-bere zêde bibe. Çimkî em niha dibînin ku tevger û bizava kurdî zêde dibe, Kurdistan radibe ser xwe, bihêz û biqewet dibe. Di rewşeke wiha de, helbet wê têkiliyên bi Kurdistanê re; çi sîyasî çi jî aborî wê xurt bibin. Ez di texmînên xwe de rast derdikevim. Di demeke nêzîk da wê li Rûsyayê kurdzanî careke din geş bibe û bipêş bikeve. Sedemek jî ew e ku êdî Kurdistan li Rohilatêya Navîn listikvaneke sereke û xuyayî ye. Îro em vê yekê dibînin, ji çapemenîya Rûsyayê dixwînin ku krîz ango qeyraneke çawa heye li Rojhilata Navîn. Ev qeyran her diçe zêde dibe. Bawer bike tevahiya medya û çapemeniya Rûsyayê her roj li ser tevahiya Kurdistanê, li ser bûyer û qewimandinên Başûr û Rojava xeber û nûçeyan diweşîne. Ev pirsgirêka heyî ji bo civakê, ji bo şopînerên medyayê balkêş e. Bi vî awayî hêdî hêdî li Rûsyayê heweskariya ber bi kurdan û Kurdistanê ve her diçe zêde dibe. Di vî warî de danûstandinên sîyasî û aborî jî her diçe pêşve diçin.
Gelo em dikarin bibêjin li Rûsyayê cara pêşîn û bi awayeke rêkûpêk xebatên kurdzaniyê di nîveka sedsala 19-an de hatine kirin?
Belê em dikarin bibêjin! Xebatên li ser Kurdzanîyê li ser erdê Rûsyayê cara pêşîn û bi awayeke rêkûpêk di nîveka sedsala 19-an de hatine kirin. Sebeba bingehîn jî ew bûye ku Rûsya bi hemû tevger û hêza xwe li ser axa Tirkiyeya niha bû. Beriya nîveka sedsala 19-an, kurdan rola xwe ewqasî mezin nelîstine. Ji ber ku ew di bin hikûmdarîya Împeratoriya Osmaniyan û Îranê de bûn. Hingê hêz û daxwaz û hêza wan a li ser azadî û serxwebûnê jî tunebû. Hebe jî teketûk û pir lawaz bûye.
Ê baş e, rola kurdan kengê zêde dibe?
Dema leşkerên rûsan ketin Başûrê Qefqasya, Azerbeycan, Gurcistan û Ermenîstanê; rola kurdan jî zêde bû û behsa kurdan hate kirin. Hema wan çaxan sînorê Rûsyayê li hêla başûr hatin danîn. Rûsya vê yekê têra xwe nedîdît, lewma jî hewl dida û li ber xwe dida ku sînorê xwe zêdetir ber bi rojhilat ve berfireh bike. Gava daxwaz ew be, meyl û balkişandin jî diçe ser kurdan. Rûsan pirsa kurdî jî pê re xistin rojeva xwe. Hema wan çaxan em rastî wergerên nû yên ji çavkaniyên kurdî tên. Pê re jî em rastî navên lêkolînerên li ser kurdan tên.
Bêyî ku tu navê wan bidî, çi kes bûn ew lêkolînerên li ser kurdan kar dikirin?
Ew kes bûn ku xebata sîyasî û dîplomasiyê dimeşandin. Ew camêrên hanê bi pirs û pirsgirêkên kurdan ve mijûl dibûn, wergeran dikirin, nasiya xwe ji nêzîk ve didan kurd û Kurdistanê.
Li gorî bîr û baweriya te kurd û rûs nêzîkî hev in û gelek taybetmendiyên wan ên hevpar hene. Ez şaş im gelo?
Tu rast î. Gelek caran ez di gotûbêj û nivîsarên xwe de behsa vê babetê dikim. Jixwe ji ber vê nêzîkbûnê bîr û meyla min çûye ser kurdan û xebatên li ser wan. Herdem ji bo min mijareke balkêş bûye, gelo etnîsîteyên rûsan û kurdan bi çi awayî bi hev ve têne girêdan? Min ev pirs gelek caran jixwe kirine û li ser wê hûr bûme. Mesela em li ser têkiliyên rûsan û kurdan yên di sedsalên 10-an,11-an û 12-an de baş nizanin. Meraq û berbirîbûna min a zanîstiya ber bi pirsa kurdan ve hinekî cuda ye. Li gorî bîr û baweriya min, dîroka Rûsyayê, her wiha dîroka qral û împaratorên rûsan ji rojhilat destpê dike ku kurd jî beşeke ji wan in. Ji ber vê yekê jî ev fikir û nêrîn min a zanîstî ne wekî kurdzaniya resen e.
Du şaxên meyla min a ber bi kurdzaniya îro ve hene. Şaxeke wê siyasî ye; ango sîyaseta vê serdemê ye ku vê pirsê bi xwe re tîne: “Gelo li Rojhilata Navîn çi diqewime?” Vê yekê kir ku hevnasiya min bi hinek kesên pispor re çêbe û ez bi wan re kar bikim…
Kî ne ew kes?
Min di xebatên xwe de serî li profesora navdar Jîgalînayê da û pê re hereket kir. Bextê min li hev hat ku bi Lazarev û kurdzanên dema Sovyetê re bibime nas. Min pirs dida wan, wan bersiva min dida. Min nêrînên xwe raberî wan dikir. Lewma jî min hinek ceribandinên nû bidest xistin. Herçi lêkolînên min ên dîrokê ne, ew jî lêkolînên nû û orijînal in…
Çawa orijînal, di vî warî de çi fikreke cuda heye ku cenabê te ji me re bibêje?
Li gorî fikir û ramanên min, dîroka Rûsyayê ne ji vê derê ango Moskovayê destpê nake. Ji Filistîn, Anatoliya û Kurdistanê destpê dike. Divê em li wan deran li damar û rehên dîroka rûsan bigerin, ne ku li vir! Bala xwe bide ezê tiştekî din ji te re bibêjim; rehê dîroka rûsan û rehê dîroka kurdan yek e!
Hebûna Rûsyayê li Rojhilata Navîn re li ser bingeha sazkarî û avakariyê ye. Rûsya dixwaze li herêmê pirsên heyî bi riya aştî û aramiyê çareser bibin. Ji ber vê yekê polîtîkaya Rûsyayê ya serdema nû ew e ku hem bi Amerîkayê re, hem bi Ewropayê re kar bike. Divê çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn bi tevahî bê çareserkirin da ku Ewropa, Amêrîka û Rûsya bikaribin nêrînên xwe raberî hev bikin. Rûsya vê yekê jî dike ku pirsgirêkên herêmê bi destê Şêwra Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî bêne sererastkirin û çareserkiên mayînde bêne peydakirin.
Rûsya li awayeke dijwar li dijî Daîşê ye ku li gorî wê rêxistineke radîkal û decal e û bûye bela serê dinyayê. Her wiha Rûsya li dijî wê yekê ye ku doza li dijî Daîşê nebe serêşandina wan rêjîm û dewletan ku îro ketine nava wê xirecir û geremola kambax! Rûsya ne dixwaze tevli kar û barên wan dewletan bibe, ne jî dixwaze pişgiriya komên radîkal, têrorîst û fanatîk ên li ser axa Sûriye, Îraq û dewletên din bê kirin.
Ezbenî divê serdema dijwar de Rûsya çiqas alîgirê kurdan e?
Dikarim bi dilekî pak bibêjim ku Rûsya yek ji wan dewletan e ku gelekî pişgiriya kurdan dike. Ji bîr neke ku Rûsya yekemîn welat e ku li Hewlêrê paytexta Kurdistana Federe konsûlxaneya xwe vekir. Rûsya herdem amade ye tevî kurdan kar bike û bibe alîkarê wan. Serokê Rûsyayê Pûtîn, Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî qebûl kir.
Ev tê çi wateyê?
Ev tê wê wateyê ku Rûsya siyaset û hereketa kurdan baş nas dike û dipêjirîne. Lê Rûsya vê yekê jî dixwaze ku kurd bi dewletên dorhêla xwe ra ziman bibînin û bi zimanekî dîplomatîk ji hev fêhm bikin. Rast e, gelekî dijwar e bi hev re li hev bên, lê divê di vî warî de hevkariya navnetewî hebe. Îro Rûsya amade ye bi Amerîka û Ewropayê re pisgirêkên heyî çareser bike.
Heger em hinekî din behsa rewşa niha ya kurdan û Kurdistanê bikin…
Bi nêrîna min, şerê kurdan dijî Daîşê di siyaseta herêmê de îro faktoreke berbiçav û baş e. Em dibînin ku kurd bûne şirîkê Amerîkayê û Ewropayê û pêkve şerê Daîşê dikin…
Di encama vê dozê de niyeta dilê te çi dixwaze?
Di encama vê dozê de dilê min dixwaze ku Kurdistan serbestiya xwe bi dest bixe. Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê wê di vî şerê man û nemanê de bigihîjin hev û azad bibin. Pirsgirêka kurdan di nav sînorên çar dewletan de her diçe berbiçav û mezin dibe. Helbet ev kêşe wisa berdewam nake. Guman tê de tuneye ku dereceya qedera serxebûna kurdan her diçe bilind dibe. Ev sedsal, sedsala kurdan e! Her wiha pirsgirêka kurdan, pirsgirêka sedsala 21-ê ye û divê di demeke nêz de çareser bibe…
Birêz Vadîm Makarenko em ji navê malpera xwe dibêjin zor spas ezbenî ji bo vê sohbeta sûdewar…
Spasî ji malpera Riataza re, her hebî…
SMLXL

 
SMLXL

 
SMLXL

 
SMXLL

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev