AMADEKARÎYA JI BO CAREKE DIN PERÇEKIRINA KURDISTANÊ -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”AMADEKARÎYA JI BO CAREKE DIN PERÇEKIRINA KURDISTANÊ -1”. Beşa bi vê sernavê ya 2an emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 45

Gava şer betilî, yên serketî destbi parevekirina axê kirin, ku zû da li bendê bûn. Ew karekî giran û gelekî dijwar bû. Zora dinyayê birin ji serketina nava şêr da dijwartir nîbû. Erdê zevtkirî ewqas gelek bû û hêz û jimara dewletên serketî ewqas zor û pir bû, ku nikaribûn ewê pirsê usa safî bikin, ku bi dilê hemûyan be. Nerazîbûnên hinkûfî împerîyalîzmê rû dan û derketine ser avê. Ji ber wê jî pey şerê hemcihanê yê yekê ne ku aşîtî, lê lihevkirin peyda bû, ku serhevdu 21 sala kişand,- ku qet ne weke jîyana nislekê bû jî…

Ev bûne sebebên aşîtîya ne mehkem, ku serekên dewletên Antantayê-berî gişkî Îngilîs, Fransîyayê û DAY û ji wan kêmtir jî Îtalîya û Yaponîya, ku serokatî li vê yekîtîya eskerî-sîyasî dikirin, dixwestin situyê cihanê bialînin. Lê sebebên sûbyêktîv jî roleke giring lîstin. Serekên Antantayê, ku hazirîya careke mayîn perçekirina cihanê didîtin, di nav heq-hesabên xwe yên sîyasî-dîplomatî da şaşî tê berdan, an jî em bêjin du faktorên nû yên bi kemala hemcihanê-dîrokî ne dane ber çava, ku di wê dewrana em li ser disekinin da pêşda hatibûn, ew jî ev bûn: şoreşa sosîyalîstîyê li Rûsîyayê û gumrehbûna (zêdebûna, bilindbûna) têkoşîna miletîyê-azadarîyê di welatên kolonîyakirî da. Împerîyalîstên devbixwîn, ku ji serketina serxweş bûbûn, hêza xwe ser her tiştî ra digirtin û ser wê bawerîyê bûn, ku ew qewmandinên jorê kivşkirî yên demkurt in, ku wê mînanî nexweşîyên zara zû ji ortê rabin. Ev xeletîya wan ya here sereke bû.

Ev hemû xusûsîyetên rewşa navnetewî, ku dû jihevçûna yekîtîya Çara pêşda hatibû, li erafê Rohilata Nêzîk da dane ber çava, li ku dewletên serketî gerekê bi dilekî şikestî rastî ecêba bihatana, ji ber ku Împêratorîya Osmanîyê hilweşîya bû û nîvê wê îdî hatibû dagîrkirinê (ew jî navçeyên, ku ne erdê Tirkîyê bûn) û Îran jî di alîyê aborî û eskerî-sîyasî da ji hal ketibû. Di vê navça mezin da nerazîbûn û dijîhevtîyên di navbera împerîyalîsta da diha ferih û zelal dihatine ber çava.

Pevçûnên sert û sext îdî zîl didan û usa xuya bû, ku agirê bibare. Ziyan û zirar gihîşte dewletên împerîyalîst. Lê eva alîkî pirsê bû. Alîyê mayîn da, gelek miletên Asîya Başûr-Roava bûne xurê planên împêrîyalîstîyê yên dagîrkarîyê. Ew milet bi mêrxasî dij derketin, lê bi sebebên cihê-cihê wê demê ji wan ra li hev ne hat rizgar bin û serxwebûna xwe bistînin. Xwesma ereb û kurd zirarê ketin. Ji ber wê jî piştî şerê hemcihanê yê yekê li navça Rohilata Nêzîk tevrabûnên usa bi kul û keser peyda bûn, ku birînên piranîya wana heta roja îro jî nayêne kewandinê.

Kurdistan bû obyêkteke sereke bona mêşindarîya (tûşgirtin) împerîyalîsta. Emelên eskerîyê li meydana Tirkîya Asîyayê û Îranê, yên dema şerê cihanê, daxazên dagîrkara bi awakî eşkere anîne ber çava. Binerdên bi neftê va tijî, ku li ser wê axê hebûn, dijmina diha zef dîn û har dikirin, û wî şerî îzbat kir, ku neft aletê stratêjî yê herî giring e. Şerê ji bo erdê kurd lê diman bû faktora sereke di sîyaseta dewletên serketî li Rohilata Nêzîk da.

Pirsa kurda bi heyetîya xwe va six bi problêmên Rohilata Nêzîk yên mayîn va girêdayî bû. Ev xusûsîyeta sereke xwesma dema “şerê ji bo cihanê” hate ber çava, ku hela berî binketina yekîtîya Çara destpê bûbû û heta nîveka sala 1920-î jî berdewam kir. Tevî pirsa kurda pirsên “tirka”, “ereba” û “fariza” jî ber hevalbenda sekinîn, bi awakî sade gotî-problêma perçekirin û zêrandina Rohilata Nêzîk û Navîn. Dîsa pirsa ermenîya aktûal bû. Şerê bajarvanîyê li Rûsîyayê û tevbûna dewletên împêrîyalîstîyê di nav wî, bûne sebebê xuliqandina pirsên nû-pirsa “Kavkazê” û ya “Turkêstanê”. Serekên Antantayê ev hemû problêm dixwestin bona daxazên xwe bi kar bînin û, hilbet, dijî daxazên milet û dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn. Qedera kurda û Kurdistanê jî kete ber qedera van hemû pirsa.

PLAN Û TIVDAREKDÎTINÊN ÎNGILÎS LI KURDISTANA BAŞÛR

Împerîyalîstên Antantayê bi du riya va hazirîya xwe didîtin Kurdistanê bikine bin kontrola hukumê xwe-bi riya eskerî-sîyasî û dîplomasî. Piştî girêdana peymana Mudrosê ra ew îdî kete qamê xwe. Di karê bindestkirina Kurdistanê da şansê herî baş di destê Îngilîs da bû.

Serokatîya eskerî-sîyasî ya Brîtanîya Mezin hewl dida, ku hevalbendên xwe û gelên Rohilata Nêzîk, nav wan da kurda jî, bide ber faktê, ku îdî rêke din tune û her kes gerekê bi serdestîya Îngilîs ra hesaba rûnê(1). Hela li ser Olîmpa dîplomatîyê hazirîya xwe didîtin xerîta Dinya Kevin û berî gişkî-ya Rohilata Nêzîk biguhêrînin, eskerên brîtanî îdî hemû erdê ereba yên ji alîyê Tirkîyê da zevtkirî xistibûne bin destê xwe û kontrola xwe li ser hema bêje temamîya Îranê dabûne testîqkirinê, û bi lez û bez berê xwe dabûne hêla roavayê bona dagîrkirina piranîya erdê Kurdistanê.

Îngilîs îdî tu dewletekê bendî tiştekî hesab ne dikir û bêminet şerê xwe li meydana Rohilata Nêzîk berdewam dikir. Serekên îngilîsa yên wê demê, paşê jî dîrokzana, şerê xwe bi xalên peymana Mudrosê yên 7a û 16a va efû dikirin(2). Dîrokzanên Tirkîyê, Fransîyayê û Sovyetîyê derdiketine dijî bi wî awahî şirovekirina wan xala û îzbat dikirin, ku îngilîsa şertên peymana Mudrosê berk teribandine(3).

Lê rastîyê jî xala 7a ya lihevkirina (peymana) Mudrosê îzin dida hevalbenda her wargekî stratêjî li Tirkîyê zevt bikin, “eger rewş bona bêqezîyabûn û destpêneketina hevalbenda xeter bûya”, lê xala 16a destûr dida hemû garnîzonên Tirkîyê, yên ku li welatên ereba, herwiha li Mesopotamîyayê jî mabûn, bidne hevalbenda. Bilî wê, xala 24a hema bêje eskerên hevalbenda (ango, îngilîsa) dawetî navçeyên Tirkîyê yên rohilatê dikir, li ku kurd diman, û “eger li wilayeteke ermenîya tevlihevî çê bûbûya, destûra hevalbenda hebû wî erdî zevt bikin”(4).

Bi vî awahî, têksta peymana Mudrosê da motîvên dagîrkarîyê yên eşkere hebûn, yên ku tesîra xwe li ser Kurdistanê û kurda dihîştin û ewana him di “wargên stratêjîk”, him di wilayetên Împêratorîya Osmanîyê û him jî di şeş “wilayetên ermenîya da” diman(5). Bi bawerîya îngilîsa li Kurdistanê û der-dorê wê tirs û xofa tevlihevîya û sergêjîya tunebû, ji ber wê jî hewcetîya bona agrêsîyayê jî tunebû. Ji ber wê jî, huceta (munaqeşa) derheqa ji alîyê îngilîsa da teribendina peymana Mudrosê bê mane dibû. Rastîyê, ew peyman ne akta navnetewî ya dualî (bi formalî piralî bû jî), lê ya yekalî bû (dîktata Îngilîs hindava Tirkîyayê da), ku London dikaribû wêya bi formalî biteribîne û kir jî.

Êrîşa eskerên Brîtanîyayê bi serokatîya gênêral W. Marşall ya li ser Mûsilê, ku bin destê tirka da bû, 23ê oktobirê sala 1918a destpê bû. Eskerên tirka bi lez û bez xwe ji wan dera kişandin. Armanca stratêjî ya wê êrîşê, zevtkirina temamîya Mesopotamîya Bakûr bû, ku Kurdistana Başûr jî dikete navê, û xwelivandina berbi Başûr-Rohilata Anatolîyê bû, bi awakî mayîn gotî-li Kurdistana Navbendî û Roava û Ermenîstana Roava. 31ê oktobirê eskerên Îngilîs serhevdu 14 mîla dûrî Mûsilê bûn. Girêdana peymana lihevkirinê hukumê xwe hîç li ser planên qumandarîya Brîtanîyayê ne hîşt. Rojtira dinê eskerên îngilîs bi fermana wezîreta eskerîyê, ku xalên 7a û 16a ji xwe ra kiribû delîl (û wan dema bikaranîna derecên wan xala ne hewce bû jî) û derdikete dijî qumandarê ordîya Tirkîyê ya 6a Elî Îhsan-paşa, êrîş birine ser Mûsilê. Piştî çend roja Mûsil teslîm bû, lê 10ê çirîya paşin temamîya wilayeta Mûsilê ji alîyê eskerên Îngilîs da hate dagîrkirin(6). London destbi derbazkirina sîyaseta zordestîyê kir(7).

Îdî gavên pêşin yên dîwana Brîtanîyayê yên eskerîyê-dagîrkarîyê li wilayeta Mûsilê, tu şikberîya daxazên wanî rasteqîn ne dihîşt. Îngilîs ji bo karê dagîrkarîyê hatibûne Kurdistanê û usa jî kirin. Sebebê sereke bona efûkirina dagîrkarîya xwe ew yek dihesibandin, ku berî her tiştî pêwîst e di nav qebîlên Kurdistana Başûr da “zagûnê û terbet-torê” testîq bikin(8). Hilbet, wî karî da zordestîya xwe bi kar dianîn. Li wilayeta Mûsilê, ne wek wilayetên Bexdayê û Besrayê, ne ku serokatîya bajarvanîyê, lê ya eskerîyê serdestî dikir. Îngilîs ew bi kivşnebûna paşeroja Mûsilê ya sîyasî va şirove dikirin, ya ku bi peymana Sayks-Pîkoyê soz dabûn bidne Fransîyayê(9). Em ser wê bawerîyê ne, ku ew yek sebebê sereke nîbû, ji ber ku wek emê paşê bibînin, Îngilîs qet jî ne dixwest Mûsil bide hevalbenda xwe. Li Londonê ji gişka zeftir ji bo eşîrên kurda yên mêrxas ber xwe diketin, ji ber ku kurd hîç ne dixwestin bi rezadilî zevtkarên xwe qebûl bikin.

Peywandîyên bi kurda ra herdem jî ji bo dîwana Îngilîs li Mesopotamîyayê problêmeke dijwar bû. Eger hela berî şêr li Îraqê ji îngilîsa ra li hev hatibû temamîya serokatîya ereba bîne alîyê xwe, lê bi kurda ra nikaribû, ew jî wî çaxî, ku ereb jî, kurd jî berk dijî tirka bûn. Berî her tiştî ew yek bi dijîhevtîya di navbera ereba û kurda da dihate şirovekirinê, ku tirka pêşda anîbû. Azadîxwezîya civaka kurda jî û, ku tiştekî ecêb e, şûndamayîna wan jî rola xwe lîstin (bingeha civakeke pêşketî tunebû bona peywandîyên bi dîwana nû ya dagîrkarên Îngilîs ra). Hilbet, pêşîyê bi dilê binecîyên Kurdistana Îraqê bû, ku eskerên Îngilîs welat ji bin nîrê tirka rizgar bikin. Lê peywandîyên îngilîsa û kurda rûyê şikberî û dijminaya hindava hev da bi carekê va xirab bûn.

Ew jî rast e, ku berî dawîhatina şerê dijî Tirkîyê ji îngilîsa ra li hev hat di navbera xwe û serokatîya kurda ya derebegîyê-eşîrîyê xweş bike. Ji ber ku herda jî dixwest tirka ji Îraqê raqetînin. Wek ku îdî hate kivşkirinê, gelek qebîlên Kurdistana Başûr di şêr da piştgirîya îngilîsa dikirin û wana hela bi hev ra desteyek jî çê kir.

Serokatîya eskerî-sîyasî ya Îngilîs xwesma hêvîya xwe danîbû li ser peywandîyên bi Şêx Mehmûd Barzincî ra. Ew û hemû serekeşîrên Suleymanîyê di nav demekê da bawerîya xwe bi nêt-meremên Îngilîs anîn û hêvîya xwe danîbûne ser wê, ku bi alîkarîya wan li Kurdistana Başûr hukumeta kurda ya ser demekê îlan bikin. Bahara sala 1918a Mehmûd nivîsî ye, ku “temamîya gelê kurd bi herdu alîyên sînor”(10) testîqkirina dîwana Îngilîs, an jî dîwana bin nûnertîya wê dixweze “bin parastina ala Îngilîs ya pîroz”. Ewî herwiha derheqa ruhdarbûna (şabûna) “gelê Kurdistanê” bona hêza Brîtanîyayê nivîsîye û hîvî ji îngilîsa kirîye, ku “bi tu qewl-qirara” nehêlin dîwana tirka li Kurdistanê careke mayîn bê ser text(11).

Elametîyên vî awahî berî her tiştî bi armancên taktîk dihatine kirinê bona îngilîsa bidefînine nava şerê dijî tirka yê diha bi gef û gurr. Lê rastîyê Şêx Mehmûd û serekên kurda yên mayîn bi rû va ew yek dixwestin û şika wan li ser îngilîsa hebû. Û li vira gilî ne derheqa tewlebazî û pelepistûkîyên tirka da ne, yên ku bi kel-bîn dixwestin dawîya şêr da kurda bînine hêla xwe, wek ku xudanên (avtor) îngilîs dinivîsandin(12), lê gilî derheqa şikberîya heq da ne, ku serokatîya kurda hindava armancên Îngilîs li Kurdistanê dîyar dikir.

Bahar, havîn û destpêka payîza sala 1918a dijîhevtîyên îngilîsa û kurda dernediketine “rûyê avê”. Îngilîsa, ku di şêr da çetinayî dikişandin, hewl didan kurda bînine alîyê xwe, lê nikaribûn. Bi serekên kurda yên bi nav û deng ra him li Îraqê, him jî li şaristanîyê (dervayî welêt) hevraxeberdan dihatine derbazkirinê. Lê di wî karî da serketineke berbiçav xuya ne dibû. Tenê Şerîf paşa û serekê şemdînanîya seîd Ta (Taha) wî çaxî hazir bûn bi îngilîsa ra kar bikin. Lê wek me got, tevgirêdan û hukumê Şerîf paşa li Kurdistanê tunebû(13), lê ji destê seîd Ta jî gelek tişt ne dihat û alîkî va jî ewî herdem neyartîya serekên mayîn dikir. Armancên Îngilîs di pirsa ermenîya da şikberîya serekên kurda hîn xurttir dikir; pirsa ermenîya di danûsitandinên Îngilîs bi wan serekên kurda ra jî, ku mêla wê digirtin, bûbû “kula piçengê”(14).

Piştî girêdana peymana lihevkirinê tevî Tirkîyê, dîwana Îngilîs li Îraqê bû xwedî-xudanê der-dorê xwe û wana zordarîya li ser serekên kurda xurttir kirin û ew mecbûr dikirin li mentîqê qulixî armancên wan yên eskerî-sîyasî bikin. Pêşî îngilîsa dest avêtine firsendên sîyasî, ku xudêgiravî bona “berjewendîyên gelê kurd bûn” li Kurdistana Başûr(15). Derbazkirê sîyaseta Brîtanîyayê ya dagîrkarîyê di wê mentîqê û yên mayîn da zapitên sîyasî yên Îngilîs bûn, ku hatibûn bona serwêrîyê li serekeşîrên kurda bikin. Ew karmendên dayîrên Brîtanîyayê yên casûsîyê-sîyasîyê yê ciddî bûn, ku rind haj ji “dîplomatîya Rohilatê” û kar û barê wan dera hebûn (hinek jî zimanê gelên wan alîya bêqusûr zanibûn), tevgirêdanên wan yên mithîm hebûn bi serekeşîrên ereba û kurda, bi merivên dinêdîtî û derebeg-bazirganên mezin ra. Û eger hinek tişt li Kurdistanê ji wan ra usa li hev ne dihat, wek ku li Londonê û Delîyê plan kiribûn, ew gelek cara ne ji sûcê wan bû, ji ber ku rewşa li erafê (meydana) Rohilata Nêzîk hatibû guhartinê, ku ne bona kara Îngilîs û împerîyalîzma cihanê bi tevayî bû.

Serdar Arnold Wîlson (cîgirê zapitê sîyasîyî sereke yê hêzên Brîtanîyayê li Mesopotamîyayê Pêrsî Koks, ku paşê bû komîsarê bajarvanîyê) dema şêr û du salên piştî şêr sîyaseta hindava kurda da li Îraqê dimeşand. Di pêşgotina pirtûka xwe “Bîranînên şexsî û dîrokî” da ewî derheqa “nesafîbûna” (çare pê nebûna li helkirinê) problêma kurda da nivîsî ye, ji ber ku qebîl ji hev qetîyayî ne, “bal serekên wan sîyaseta yekgirtî tune û tenê tiştekî da li hev dikin, ku dema lazim bibe bi hev ra derkevine himberî hukumê ereba”(16). Hêja ye ser vê yekê da zêde kin, ku Wîlson bi xwe û zapitên ber destê wî bi ruhê perçekirina gelê kurd kar dikirin, dijîtîyên kurda-ereba yên bi sala-zemana gurr dikirin, ji bo ser hîmê dijîhevtîyên van herdu gelên Îraqê yên sereke xanîyê hukumdarîya Îngilîs ya dagîrkarîyê li wî welatî ava bikin. Bi gilîkî, ew “nesafîbûn-nehelbûn” gelekî bi dilê îngilîsa bû û wek ku hûnê paşê bibînin, bi destî wan jî hate kûrkirinê.

Hema xût li wê pirtûkê da A. Wîlson bawerîya xwe anîbû zimên, ku pirsa kurda hema dû lihevkirinê ra derketîye(17) û wê da sê aspekt destnîşan kiribûn:

1) Pêşeroja perçekî wilayeta Mûsilê, ku kurd lê dimînin.

2) Pêşeroja navçeyên kurda, ku li bakûra wilayeta Mûsilê da nin.

3) Tevrabûnên ji alîyê eşîretên kurda da li ser axa Farizistanê, ku ji hêla kurdên ser sînor têne tevrakirinê(18).

Bi awakî mayîn gotî, A. Wîlson di hêlekê va temamîya pirsa kurda bi qedera Kurdistana Îraqê (Başûr) va dida girêdanê, ku wan dema bona îngilîsa ew pirseke sereke bû, ya duda jî, bi qedera Kurdistana Tirkîyê (Bakûr û Roavayê) va dida girêdanê, ku bi giringîya xwe bona Brîtanîya Mezin ew cîyê duda da bû, û ya sisîya, bi rewşa bi hewarze ya li Kurdistana Îranê (Rohilatê) va dida girêdan, li ku şerê eşîretên kurda yê azadarîyê pêşda diçû û ew yek bona berjewendîyên Londonê li Îranê û temamîya navçeyê gelekî bi xeter bû. Tiştekî balkêş e, ku A. Wîlson wê rêzê da şerkarîya kurda danîbû cîyê sisîya. Zûtirekê ew hate ser wê bawerîyê, ku di texmînkirinên xwe da şaş bûye. Lê li wan dema îngilîsa îdî hewl didan binecîyên kurd yên Mesopotamîyayê, ku îdî zevt kiribûn, bikine bin qolê xwe.

Pêşî serokatîya Brîtanîyayê hewl da bi mêtoda kontrolîya ne dîyar-bi piştgirîya serekeşîra hukumî li ser gel bike, ji ber ku ew mêtod li Hindistanê û kolonîyayên Împêratorîya Brîtanîyayê yên mayîn da xwe efû kiribû. Serekeşîr ji binî va ya xwe û îngilîsa kiribûn yek û îzin dabûne zapitên îngilîs yên sîyasî, ku ji alîyê kontrolê da çawa dilê wan dixweze, bira usa jî bikin. Di nav reşbeleka ji bo serekekî derbazkirina sîyaseta Îngilîs li Kurdistanê çawîş Ê. Noel, ku 1ê çirîya paşin sala 1918a hatibû kivşkirinê wek zapitê sîyasî li mentîqa Kêrkûkê, dihate gotinê, ku destûrê didin Şêx Mehmûd Barzincî kivş bikin wek “nûnerê me li Suleymanîyê”. Kivşkirinên wî awayî yên serekên kurda, li Çemçemalê, Helebçê û wargên Kurdistana Başûr yên mayîn da jî hatine kirinê. Gerekê ji serekeşîra ra şirove bikirana, ku ji welatekî der tu serokatî wê li ser wan tunebe. Ewana gerekê bi serokatîya zapitên Brîtanîyayê yên sîyasî konfêdêrasyon bidana sazkirinê. Sîstema bacsitandinê wê usa bima, wek ku di dema tirka da bû(19).

Dîwana Noel li Suleymanîyê hate hilbijartin. Ewî Şêx Mehmûd kivş kir wek welîyê Suleymanîyê û hemû karmendên ereb û tirk derxistin û dewsa wan kurd kivş kirin. Wek ku li hesabdayîna resmî ya dîwana Brîtanîyayê ya derheqa rewşa li Kurdistana Başûr di dema şerê hemcihanê da dihate gotinê(20), “ev sîstema raberkirî bi binyatê xwe va ya derebegîyê bû; her serekek ber hukumetê bersîvdar bû(21) bona eşîra xwe û dihate hesabkirinê wek karmendê ji alîyê wan da kivşkirî û ew ji alîyê zapitên Brîtanîyayê yên sîyasî da dihatine kontrolkirinê”. Di nava hesabdayînê da herwiha dihate gotinê, ku pirsdanîna serokatîya nû li wê navçê (ango, li mentîqên lê kurd dimînin, yên Suleymanîyê û Kêrkûkê, ku wilayeteke Bexdayê bû) ew e, ku paşmayînên wêranbûn û kavilbûnê hilînin û pêşîya xelayê bigrin. Lê ya rast ew bû, ku bin testîqkirina “qeyde-qanûna” da guhdarîya sereke dihate danînê li ser belakirina hukumê Brîtanîyayê di nav kurda da. Destpêkê da îngilîs wî karî da hinekî bi ser ketin. Bangawazîya “Kurdistan ji bo kurda” (ya bin hukumê îngilîsa da) di navça Suleymanîyê-Kêrkûkê da gelekî deng da. Ne tenê eşîrên wira, lê herwiha yên cînar jî hazirîya xwe anîne zimên, ku tevî konfêdêrasyona kurda ya bin hukumê Brîtanîyayê bibin, ku tê sazkirinê(22).

Rast e, hinek eşîret û “hevalbendên wan yên talanker” hukumê Brîtanîyayê qebûl ne dikirin(23), lê îngilîsa pêşîyê guh ne dane wan. 1ê çileya pêşin sala 1918a Arnold Wîlson hate Suleymanîyê, ji bo sîyaseta Brîtanîyayê li nav serokatîya kurda da bide qewînkirinê. Ew rastî 60 serekên Kurdistana Başûr û navçeyên dora Kurdistana Rohilatê hat, dûr-dirêj bi Şêx Mehmûd ra qise kir. Hevraxeberdan bona Wîlson kêrhatî bûn, lê di hêlekê da jî ew gerekê wî bikirana di nav rewşeke teng da, ji ber ku wek xuya dibû, ewê zûtirekê ber dijwarîya bisekinîya. Serekên kurda tenê cîkî da yekdeng bûn, ku nehêlin careke dinê hukumê tirka serî hilde, lê bêy wê jî ew yek nikaribû bûbûya. Lê wan dema îngilîs diha zef li ser pirsa axa kurda difikirîn, ji ber ku zêdebûna nasîyonalîzmê di nava kurda da nûnerên Îngilîs çavtirsandî kiribû. Rast e, di pirsa hukumdarîya Kurdistanê ya bin destê Îngilîs da serekeşîr hemfikir bûn, lê hinek ji wana dîsa jî “şikber” bûn, ku “serokatîya wana wê kardar be”. Hinek ji wana jî dixwestin Kurdistan bi temamî ji Îraqê biqete û bikeve bin tesîra Londonê, “yê ku ber çavê wana dewsa Konstantînopolê girtibû”. Yên usa jî hebûn, ku ji zorbûyîna hukumê Şêx Mehmûd ditirsîyan û “dizîkava, bi surî” derheqa tirsa xwe da ji A. Wîlson ra digotin.

Lê nerazîbûn û nemînanîhevbûna fikra yên di navbera serekên kurda da derneketine rûyê erdê. Şêx Mehmûd, wek bersîva daxûyanîya A. Wîlson, ya derheqa rizgarkirina gelên Rohilatê ji bin nîrê tirka û piştgirîlêkirina ji bo serxwebûnê, banga ji alîyê weke 40 serekeşîra îmzekirî da wî, li ku hêvîkirin hebû, ku wana bikine bin parastina Brîtanîyayê û alîkarîya wan bikin. Banga îmzekirî dernedikete dijî wê yekê, ku bi serokatîya Îraqê jî ra bikevine nava peywandîya, lê tika ji îngilîsa dikirin, ku di wî karî da mafên kurda neyêne pêpeskirinê (binpîkirinê). A. Wîlson di hêla xwe da dokûmêntek îmze kir, li ku dihate gotinê, ku hemû serekeşîrên kurda, ji Zaba Mezin girtî hetanî Dîyalê dikarin bi reza dilê xwe serokatîya Şêx qebûl bikin, yê ku wê “piştgirîya moralîyê bistîne seba kontrolîya li ser wê axê”, eger ew fermanên hukumeta Brîtanîyayê pêk bîne(24).

Awa, nêt-meremên (armancên) dagîrkarên Îngilîs hindava Kurdistana Başûr da îdî ferih û zelal bûn. Wana dixwest bi alîkarîya Şêx Mehmûd wê axê bi temamî bikine bin destê xwe, him bi armanca kolonîkirina wê (piranî bona bikaranîna dewlemendtîyên neftê), him jî bona wî erdî bike darinde (bingeh, hîm) seba pêşerojê da berê xwe bide berbi bakûr, roava û rohilatê, wan axa jî dagîr bike, him jî têkoşîna kurda ya azadarîyê dijî tevgera ereba bi kar bîne, ku Îraqê da xurttir dibû, bona ser temamîya erdê welêt hukumdarîya Brîtanîyayê bide bi hêzkirinê. Ev hemû plan heta derecekê bi ser ketin, ji ber ku hema destpêkê da ji gişka zeftir kurd derketine dijî wan (derheqa dijwarîyên mayîn da wê li jêrê bê gotinê).

Berî her tiştî Wîlson û cîgir û berdestîyên wî zoraya dijîhevtîyên di navbera eşîra ne dabûne ber çavên xwe. Gelek êl û eşîret, herwiha binecîyên Kifrîyê, Kêrkûkê û cîyên mayîn hukumê Şêx Mehmûd bendî tiştekî hesab ne dikirin û hêvî dikirin yekser bikevine bin serkarîkirina îngilîsa (em bêjin, ku Şêx Mehmûd qe zor li kesî ne dikir jî, ku temamîya Kurdistana Başûr bikeve bin hukumê wî). Lê ya sereke ew bû, ku Şêx Mehmûd bi xwe mirovekî dûrdîtî bû. Paşê bêlî bû, ku ew bi şertekî razîbûna xwe daye bikeve bin hukumê îngilîsa, ku ber wê va bin serokatîya wî dewleta kurda ya avtonom bê sazkirinê û gotî hemû kurdên wilayeta Mûsilê û pareke Îranê (Kurdistana Başûr-Rohilatê) bikeve nava wê. Bi gilîkî, Şêx Mehmûd dîsa ew tişt ji îngilîsa dixwest, çi ku ewî bi xwe û çend serekeşîrên mayîn (serekên kurdên mukrî li Soucbulakê, Şerîf-paşa, seîd Taha) dema şerê hemcihanê yê yekê ji wan dixwestin(25), û wana dixwest mafên kurda wek yên ereba be û dewletên Antantayê soz dabûn alîkarîya wan bikin bona sazkirina dewleta xwe(26).

Lê bi bîr û bawerîya Londonê (û Parîsê jî), ku li dû berjewendîyên xwe digerîya, di navbera ereba û kurda da ferqeke mezin heye û ew ne bo kara kurda ye. Di çavê Antantayê da kurd qe ne hêjayî wan sozdayîna jî bûn, yên ku ne dixwestin pêk jî bînin. Lê dîsa jî, destxweda dû dawîhatina şêr ra, gava ber serokatîya Îngilîs ya eskerîyê-sîyasî li Rohilata Nêzîk pirsdanîneke sereke sekinî bû,- erdê bin hukumê xwe diha fire bikin,- ewê ne dixwest bin hukumê wê da dewleta kurda ya ewqasî mezin bê sazkirinê. Dîwana Îngilîs berk dij bû, ku eşîretên Kurdistana Îranê jî bên bighîjine wan bona sazkirina konfêdêrasyona bin hukumê Şêx Mehmûd da. Ji nûnerên wan ra hate gotin, ku ewana gerekê wek “wetendaşên Îranê loyal bimînin, lê dikarin bi konfêdêrasyonê ra bidin û bistînin”(27).

Çavkanî:

1. Wek ku dîrokzanê Amêrîkayê Hovard nivîsîye, îngilîsa, ku dixwestin hukumê xwe li ser temamîya Rohilata Nêzîk bidne testîqkirinê, “ne tenê li dijî dijminê xwe-tirka kar dikirin, lê herwiha dijî hevalbendên xwe-fransiza jî”. (Hovard Harry N. The Partîtîon of Turkey. A Dîplomatîc Hîstory 1913-1923. New York, 1966, rûpel 210).

2. Binhêre: Îreland Ph. W. Îraq. A Study în Polîtîcal Development. L., 1937, rûpel 155; Edmonds G. J. Kurds, Turks and Arab. Polîtîcs, Travel and Research în North-Eastern Îraq. 1919-1925. L., 1957, rûpel 29.

3. Mîller A. F. Qiseyên derheqa dîroka Tirkîyê ya nû. M-L., 1948, rûpel 75.

4. Binhêre: Temperley H. W. A. Hîstory of the Peace Conference of Parîs. Vol. I. L., 1920, rûpel 495-497.

5. Wilayetên Erzurumê, Wanê, Bîtlîsê, Dîyarbekirê, Xarpûtê û Sivasê wek berê yên ermenîya dihatine hesibandinê.

6. Di nav serkanîya û nivîsa da rojên ji alîyê Îngilîs da zevtkirina bajarê Mûsilê û wilayeta wî cihê-cihê ne. Lê ew roleke giring naleyîze, ji ber ku ferqa di navbera wan da serhevdu çend roj e û sebebê wan jî ew e, ku qesta hinek nivîskara bajar e, ya hineka jî-temamîya wilayetê ye.

7. Îreland Ph. W. Îraq, rûpel 155; Bell G. Revîew, rûpel 48; ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 147. Precîs of Affaîrs, rûpel 7; Lazarev M. S. Hilweşîna hukumdarîya Tirkîyê li ser Rohilata Erebîyê, rûpel 217.

8. Precîs of Affaîrs, rûpel 7.

9. Bell G. Revîew, rûpel 48; Îreland Ph. W. Îraq, rûpel 155.

10. Qesta wê sînorê di navbera Împêratorîya Osmanî ya wê demê û Îranê da ne.

11. Wîlson Arnold T. Mesopotamîa 1917-1920. A Clash of Loyaltîes. A Personal and hîstorîcal Record. L., 1931, rûpel 84-86.

12. Dîsa li wir, rûpel 86, 87.

13. Wek ku karmendeke bi êgin û jêhatî ya serokatîya Brîtanîya dagîrkar li Mesopotamîyayê Gertrud Bellê nivîsîye, ji bîr-bawerîyên wê “bîna akademîkî dihat” (Bell G. Revîew, rûpel 60).

14. Dîsa li wir, rûpel 58-59; Precîs of Affaîrs, rûpel 8.

15. Precîs of Affaîrs, rûpel 9.

16. Wîlson A. T. Mesopotamîa 1917-1920. Para X.

17. Xuya ye qesta wî tenê berjewendîyên Îngilîs yên wê demê bûn. Lê bi rastî pirsa kurda di aspêktên xwe yên hundur û navnetewî da hela di sedsala XIX pêşda hatibû, û ew yek, wek nimûne, di lênihêrandinên rohilatzanên Sovyetî da xuya dibe (binhêre: Xalfîn N. A. Têkoşîn ji bo Kurdistan (Pirsa kurda di peywendîyên navnetewî da di sedsala XIX). Moskva, 1963; Lazarev M. S. Pirsa kurda (1891-1917).

18. Wîlson A. T. Mesopotamîa 1917-1920, rûpel 126.

19. Precîs of Affaîrs, rûpel 9.

20. Di nav wê hesabdayînê da bûyerên di dawîya sala 1918a û nîveka pêşin ya sala 1919a jî hene.

21. Qesta wê testîqkirina serokatîya Brîtanîyayê ya eskerîyê- bajarvanîyê ye li Bexdayê û hukumê wê li ser wilayetên Basorê û Mûsilê jî bela dibû, ku Împêratorîya Osmanî ya têkçûyî berê zevt kiribû.

22. Dîsa li wir, rûpel 9; Wîlson A. T. Mesopotamîa 1917-1920, rûpel 128.

23. Wîlson A. T. Mesopotamîa 1917-1920, rûpel 129.

24. Precîs of Affaîrs, rûpel 9-10; Wîlson A. T. Mesopotamîa 1917-1920, rûpel 129.

25. Wîlson A. Mesopotamîa 1917-1920, rûpel 130-132.

26. Binhêre: Lazarev M. S. Hilweşîna hukumdarîya Tirkîyê li ser rewşa Rohilata Erebîyê. Parên III-IV.

27. Precîs of Affaîrs, rûpel 9-10; Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 129-130; Bell G. Revîew, rûpel 60-61.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev