KILAMÊ GOVENDA -1

KILAMÊ GOVENDA -1
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema çilûpêncan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa “Kilamê govenda” raberî we bikin. Ji ber ku ew beş gelekî mezin e, me kirîye 4 paran û dor bi dor raberî we dikin. Keremkin, ev beşa pêşin e.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 45
HA MIN DÎLBANA
Ha min dîlbana, bana, bana,
Oyo, yo, yo bana keçikê bana,
Oyo, yo, yo bana, keçik bana.
Ha min dîlbana, bana, bana,
Oyo, yo, yo bana banê biçûk,
Oyo, yo, yo bana, keçik bana.
Ha min dîlbana, bana, bana,
Oyo, yo, yo bana banê mezin,
Oyo, yo, yo bana, keçik bana.
Ha min dîlbana, bana, bana,
Boz sekinîye ser dirana,
Oyo, yo, yo bana, keçik bana.
Got: Guhara Haco, 22 salî, ji gundê Tilik, li ser nehya Talînê.
WÊ LI SER ME
Wê li ser me, ha wê li ser me,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Min çevê belek şerme,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Ez bûka mala weme,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Min nekuj, ez guneme,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Ez bûka mala we me,
Qewil û qirar ya teme,
Tevya baranê wê li ser me.
Ber çem, ber çem, diçûme,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Benîştê xwe dicûme,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Miqabilîû Gewrê bûme,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Min nekuje, gune me,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Kefîl deman, ya teme,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Dergevanê ber dergame,
Sîngê darê wê li ser me,
Tevya baranê wê li ser me.
Got: Memedê Ûso, dersdarê gundê Qecerabatê, li ser nehya Talînê.
YAR ŞEMAMÊ
Yar Şemamê, Şemamê,
Yar Şemamê, em cotin,
Gewrê rindê em cotin,
Bax û bostan kevodkin,
Bînê memika em sotin.
Yar Şemamê em sêne,
Gewrê rindê em sêne,
Bax û bostan hurmêne,
Bînê memika xweş têne.
Yar Şemamê em çarin,
Gewrê rindê em çarin,
Bax û bostan hinarin,
Binê memika em xarin.
Yar Şemamê em pêncin,
Gewrê rindê em pêncin,
Bax û bostan birincin,
Bînê memika ça sêncin.
Yar Şemamê em şeşin,
Gewrê rindê em şeşin,
Bax û bostan zeveşin,
Dosta lawikê keleşim.
Got: Siloyê Seyad, ji gundê Qundaxsazê, li ser nehya Axbaranê.
KIŞE-KIŞE
Kişe, kişe, kiş mirîşkê,
Wî serê min dêşe.
Mirîşka wê ser kayê,
Wî serê min dêşe.
Mirîşkê ka vedaye,
Wî dilê min dêşe.
Gede û zara berdayê,
Wî dilê min dêşe.
Hêka mirîşkê navdayê,
Wî serê min dêşe.
Kişe, kişe, kiş mirîşkê,
Wey serê min dêşe.
Mirîşka me, mirîşka reşe,
Wey serê min dêşe.
Li meydanê hûr dimeşe,
Wey dilê min dêşe.
Got: Paşa Îsabêkov.
HER ÇAR MALÊ NEWALÊ
Her çar malê newalê,
Herpênc malê newalê,
Tejî berdan xezalê,
Yar şîrine helalê,
Hanim, nanim, nanoldim,
Qiz gêrdim, evdal ordim,
Tirkî dîlî bilmenim,
Fariz dîlî oxerem,
Du pa surr û sermayê,
Hevalo dora teye.
Hat kavranê Gergerrê,
Çol wêranê Gergerrê,
Danî binya bêderê,
Hanim, nanim, nanoldim,
Qiz gêrdim, evdal ordim,
Tirkî dîlî bilmenim,
Fariz dîlî oxerem,
Qende şekir îçmenim,
Hevalo, dora teye.
Got: Besoyê Bekir.
WÊLÎ HA WÊLÎ
Wêlî, ha wêlî,
Hesiko wêlî,
Bide şeşxanê lo,
Dakeve gêlî.
Wêlî, ha wêlî,
Hesiko wêlî,
Hesik zewicî lo,
Besik berdêlî.
Gelîyê Emanê lo,
Gelîkî kûre,
Porê Şemo lo,
Hevirmişî hûre.
Gelîyê Emanê lo,
Gelîkî tenge,
Porê Şemo lo,
Hevirmişî penge.
Steyrê ezmana lo,
Nebûne xêlî,
Steyrê ezmana lo,
Nebûne xêlî.
Wêlî, ha wêlî,
Hesiko wêlî,
Hesik zewicî lo,
Besik berdêlî.
Nivîsî: Bondoyê Aso.
BAZINZÎVÊ
Bazinzîvê em cotin,
Bîna memika em sotin,
Bazinzîvê, qalpaxzîv.
Bazinzîvê em sêne,
Hafêd milada têne,
Bazinzîvê, qalpaxzîv.
Bejinzîvê em pêncin,
Hafêd milada sincin,
Bazinzîvê, qalpaxzîv.
Rewşê reza hinarin,
Bazinzîvê, qalpaxzîv,
Bazinzîvê, qalpaxzîv.
Yarya lawikê kurmancin,
Bînê memika ça sincin,
Bazinzîvê, qalpaxzîv.
Bazinzîvê em şeşin,
Bîna memika ça xweşin,
Bazinzîvê, qalpaxzîv.
Rewşê reza hurmêne,
Bazinzîvê, qalpaxzîv,
Bazinzîvê, kirîvê.
Got: Hesenê Şemo, ji Kelekûta jêrin, li ser nehya Talînê.
EDILÊ
Edilê rabe sibeye,
Dêlê rabe sibeye,
Dengê dikan qubeye,
Çaxê nimêja teye.
Hewar wey lo, lo weylo,
Edilê çûbû qirşikan,
Bû şiqe-şiqa şimikan,
Radimûsim zer memikan.
Navê Edila min Fato,
Kemer piştê toqato,
Paşa rabû ji welato.
Navê Edila min Zîne,
Kemer piştê zêrîne,
Paşa xêrê nebîne,
Edilê ji min distîne.
Hewşa dêrê razaye,
Min pihînek lêdaye,
Ji xewka şîrin banzdaye,
Xencer li şûnê maye.
Ne tu bîne-xencer bî,
Xencer ber pişta te bî,
Her nayê, nayê, nayê,
Êvara Edilê nayê,
Te dikujim were rayê.
Hewar wey lo, lo wey lo,
Hewar wey lo, lê Edilê.
Got: Manûk Harûtyûnyan.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev