Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 45

We dizanibû…? – 45

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…bi hezaran salan berê (û hetanî îro jî) bal kurdên êzdî cejnek hebûye, ku navê wê “Kiloçê ser salê” ye. Ew cejn bi vî awayî dihate pîrozkirin: her sal di pêncşema sisîyan ya meha adarê da hevîr distirên, morîkî (an jî bişkokekê) dixine navê, kade çê dikin, paşê ker dikin, dikine heft perçeyan, para Şems (Şêxê Şemsan), Malxwê male, Memê Şivan (bereketa pêz), Gavanê Zerzan (bereketa dewarên gir), Xatûna Ferxan, Xeta cot (bereketa axê) û hemû neferên malê didinê. Ew morî, an jî bişkok para kê bikeve, wê salê qismetê wî wê zêde be, bi gotineke din, dewleta salê wê di serê wî da be. Lê eger para Xudayê malê bikeve, wê salê bela û qeza wê ji wê malê dûr bin û eger para Memê Şivanê, Gavanê Zerzan an jî Xeta cot bikeve, wê salê gorî wan wê debar, hasilet û rez pir bin. Hetanî berî çend deh salan jî kurdên êzdî nizanibûn, ku ew cejna “Newrozê” ye. Paşê, gava dengê kurd û Kurdistanê kete guhên me jî û me derheqa “Newrozê” da bihîst, me texmîn kir, ku… Kiloçê serê salê ew ya sersalê ye, sersal jî sala nû ye, sala nû jî roja nû ye, roja nû jî nûroj e, nûroj jî “Newroz” e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev