Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Sultan Selahedînê Eyyûbî

Sultan Selahedînê Eyyûbî
Pozberiya Kurdî… Ev Derdê Kujer
 Diyardeya pozberiya kurdî:
Selahedînê Eyyûbî ne tenha siwarekî leheng bû, ew sultanekî aqilmend bû jî. Wî padîşahiyeka mezin ji Kurdan ra li dû xwe hişt. Heger Kurdan ew padîşahî parastibana û nehiştibana ku li ser destê Memalîkên Turk bête roxandin, gelek gengaz bû ku ew padîşahî di jiyanê da berdewam bikira û bigihîşta tixûbên heyama nû; dikarîbû bibe motika avakirina dewleta Kurdistan ya gewre; wek çawa Dewleta Osmanî bû motik ji bo avakirina dewleta Turkiyê û Dewleta Sefewî bû motik ji bo avakirina dewleta Îranê.
Lê belê pirsgirêk ewe ku rêveberiyên Kurdan ji kevin da tûşî nexwaşiya kîn û pozberiyê û dijberiya li ser serokayetî û desthilatdariyê bûne. Hin serokên Kurdan – heya niha jî – amade ne ku berjewendiya neteweyî û niştîmanî ya bilind ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî, yan êlîtî, yan ayînî û olî, yan jî partiyetî (hizbayetî) bikin gorî û qurban.
Vê diyardeya dijberiya navbera Kurdan ji kevin da bala hin kesan kişandiye. Al Qlqeşendî القَلْقَشَنْدي ji pirtûkekê bi sernivîsa “Al Tesqîf” التَّثْقيف  (rewşenbîrî) ya nivîskar Teqiyedîn bin Nazir Al Ceyş تَقِيُّ الدين بن ناظِر الجَيْش  derbarê Kurdan dibêje:
“Ew kesinî bê hejmarin. Heger ne ji şûrê mizêwirî û fisûkiyê yê navbera wan bûya ku hişyarên wan dibiře û nivistiyên (xewkirên) wan hişyar dike, wê bibana serdarên welat û her tişt û saman wê di dest wan da bûya. Lê belê, ew bi jana cudahiya bîr û bawer, bi jana cudahiya peyvê ketine. Hên jî di navbera wan da şûrê tazî li dare, xwîn diherike, rêzik û sazûman di nav wan da ji hev ketine û çavên bi girî û xwîn, hên şilin”. [Al Qeqeşendî: Subih Al E’şa, 3/207].
Maneya van peyvên jorîn ewe ku şerê Kurdan di navbera hev da hejmara wan kêm dike. Heger ne ji wê bûya, ewê pir bibana û welatên tenîşta xwe jî têxistana bin desthilatdariya xwe û herwisa samanên kevin û nû. Lê belê, mizêwirî û fisûkiyê hiştine ew şerê hev bikin. Xwîna wan dirije, beşkirin û perçebûna wan pir dibe û jinên wan li ser vê rewşê digirîn û xemgîn dibin.
Di dema niha da jî kurdologê Rûs Basili Nikitin derbarê dijberiyên Kurdan di nav hev da gotiye: “Ji ber dijberiya navbera wan hêza wan vala diçe û dikeve xizmeta dozekê ku ne doza wane”. [Basili Nikitin, Kurs, rûpel 280].
Pozberiya rêveberên Eyyûbiyan:
Kurdên Eyyûbî jî li dijî vê jana kurdî kujer (pozberî) ne parastî bûn. Hema yekser piştî ku Selahedîn serê xwe danî, dijberiyan di navbera kurên wî da destpêkir û ev nexwaşiya dijberiyê derbas serokên din jî yên malbata Eyyûbî bû. Hinekan ji wan bizav û hewl dan ku kelîja Eyyûbiyên din bişikînin û her aliyekî bi alîkariya kaselîsan (şervanên bi dirav) hewl da ku zora aliyê dijber bibe.
Bêtar û bobelata mezin ew bû dema ku hin sultanên Eyyûbiyan li cihê Kurdan Memalîkên ji Turkan (kole, kaselîs) xistin nav leşkerê xwe; bi taybetî jî di dema sultanê Eyyûbî yê heftem da (Sultan Salih Nejmedîn kurê Eyyûb, ji 1239 heya 1249 serdarî kiriye). Raste ku Selahedîn jî, ji bo ku bikaribe rûberî leşkerê Firengan yê pirhejmar raweste, Memalîkên Turkan xistin nav leşkerê xwe, lê belê ew bi suř û saw bû, xwediyê vîneka tund bû û wisa Memalîkan newêrî xwe teve kar û barê dewletê bikira. Ji bilî wê jî, hejmara Kurdan di leşkerê Eyyûbî da ji hejmara Memalîkan bêhtir bû. Cihê rêveberên êlên Kurdan jî li ba Selahedîn gelek bilind bû û astên bilind didan wan. Bi gotineka din: Rexê hêzên kurdî di dema Selahedîn da girantir bû û di ser yên din ra bû.
Lê belê, di dema sultan Salih Nejmedîn da ev rewş bi vajayî vegeriya. Wî piraniya mezin û rêveberên Kurdan bêbiryar kirin û hinek ji wan ji astên bilind derxistin. Helbet, di wê dema da bêbiryarkirina rêveberekî Kurd, derxistina wî ji asta wî, yan jî awarekirina wî dibû sedem ku hemû şervanên Kurd, yên ser bi wî rêveberî, bêne bidûrxistin û rola wan di parastina dewletê da bêbandor bibe. Sultan Salih bi wê jî nekir, heya kurê xwe Toranşah, cihgirê textê sultaniyê jî, ji ber hin cudahiyan di navbera wan da, ji Misirê bi dûrxist û ew şande keleha Eskîfe (Hesenkeyf) li bakurê Kurdistanê. Belkî jî bidûrxistina hin rêveberên Kurd sedema wê cudahiya bîr û bawer di navbera wan da bû. Ji Jînenîgariya Toranşah tê xuyakirin ku ew ji gihîştina Memalîkan astên girîng yên dewletê ne razî bû û ew her di wê bizavê da bû ku rêveberiya dewletê kurdî be.
Divêt em bêjin ku di dema sultan Salih Nejmedîn da êrişa Xaçeperestan yan heftem bi rêveberiya padîşahê Firansî Louisê Nehem li ser Misirê destpêkir. Sultan valahiya ku di leşkeriyê da çêdibû bi Memalîkên Turkan dadigirt, û rê da wan ku bigihînin astên bilind di leşkerî û rêveberiyê da. Ji ber ku sultan Salih jî gelek tund û bi saw bû, rêveberên Memalîkan nediwêrîn ku fermanên wî derbas bikin; hema ew dilerizîn, dema ku rûyê wî didîtin.
Û dema ku sultan Saleh wexer kir û çû ber dilovaniya Xwedê, hên şer di navbera leşkerê Eyyûbî û yê Firansî da berdewam bû. Rabûn gazî Toranşah, cihgirê textê sultaniyê kirin daku piştî bavê xwe bibe sultan. Ew li gel hin alîgirên xwe ji rêveberên Kurdan gihîşte Misirê, şer bi serkeftî li dijî Firansiyan bi rêvebir û padîşah Louisê Nehem dîl girt. Piştî ku metirsiya dervayî derbas bû zora xwe da ser kar û barên hundirîn û biryar girt ku kelîja serekên Memalîkan bi sînor bike; hinek ji wan jî dan aliyekî.
Ketina Dewleta Eyyûbî:
Rêveberên Memalîkan ji kiryarên dijî wan hêrs bûn, û di navbera xwe da peyva xwe danîn ku berî Toranşah kelîja xwe xurt dike û wan dide aliyekî, ew wî bikujin. Dema ew li ser maseya xwarinê bû, bi doxmanî (îxanet) ew kuştin. Ji ber ku ew mîna koleyan bûn û li gor şerî’etê mafê wan tinebû desthilatdariyê wergirin, rabûn jinebîya sultan Salih (Şecerêt Al Duřشَجَرة الدُّرّ) kirin sultane. Lê belê, xelîfeyê Ebbasî Al Muste’sem Billah Duřالمُستعصِم بالله ji bo wan şerm dît ku jinek rêveberiya wan bike; ji wan ra nivîsand û got: “Heger tovê mêran li ba we nemaye, me agahdar bikin, emê mêrekî ji we ra bişînin”. Rabûn li hev hatin ku yek ji wan bi navê “Izedîn Eypek” bi sultanê ra şû bibe, û desthilata rastî bi dest xwe va bîne. Navê wî kirin “Al Melîk Al Muîz Duřالمًلك المُعِزّ  “. [Al Meqrizi, Kitab Al Suluk, pirtûka yekem, beşê duwem, rûpel 358]. Û hin bi hin kar kirin ku Dewleta Eyyûbî sala 1250-î hilweşînin û li şûna wê Dewleta Memalîkan bi rêveberiya yekem sultanê wan Qutiz Duřقُطْز  avabikin.
El Qazî El Fadil القاضي الفاضِل sedema têkçûna Dewleta Eyyûbî şîrove kiriye. Navê wî Abdulrehim Al Beysani ye (li gor bajarê Beysan yê Filestînî). Ew şêwirmendê taybet yê sultan Selahedîn bû ji her kesî bêhtir rewşa malbata Eyyûbî dizanî. Wî gotiye: “Ev malbat, bavên wan hevpeyman bûn û wisa bûn xwedî memleket, û kurên wan li hev nekirin û ji lew ra têkçûn”. [Ibin Xelkan: Wefiyat Al A’yan, 3/420].
Nexwe, neguhartina Dewleta Eyyûbî ku bibe motikek ji dewleta Kurdistan ya gewre ra, bobelatên ku bi serê wan hatin û sivikahiya ku ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê va bi wan hate kirin, sedema yekser ne ji Selahedîn bû, lê belê, ji ber vî derdê kujer bû ku di bîreweriya siyasî ya Kurdan da ji 25 sedsalan da hatiye bicihkirin. Mebesta me ev nexwaşiya kîn û keftelefta li ser desthilatdariyê ye û nepejirandina desthilata serdarekî Kurde û girtina desthilata serdarekî biyanî dagîrker di ser yê Kurd ra ye. Heya niha jî ev derdê giran, ev jana kujer bi mejiyê hin Kurdan ketiye û jê dernayê.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev