Çîroka Helena Sigander QUTÎ di weşanên APECê da derket

Wergêra evê pirtûka bi navê QUTÎ, Sabahat Karaduman e. Weke gelek keç û xortên kurd Sabahat Karaduman jî di ciwaniya xwe de hatiye Swêdê. Bi demeke dirêj weke tercuman kar kiriye. Lîse û dibistana bilind li Swêdê xwendiye. Ji gelek salan û vir ve weke doktorê diranan li Îngilîstanê kar dike. Mîna gelek kesên doktor Sabahat Karaduman jî ji ziman û edebiyatê, ji wergerê hez dike û li ser kar dike. Li gel zimanê xwe î kurdî, bi zimanê îngilîzî, swêdî û tirkî jî dizane. Wê ev pirtûk ji zimanê orjînal swêdî wergerandiye kurdî.

Qutî, wergera wê ya pêşîn e ku weke pirtûk çap dibe. Em bawer dikin ku bi vê wergera Sabahat Karadumanê kevirekî piçûk li pira navbera edebiyata kurdî û swêdî zêdetir bû.

Helena Sigander nivîskareka swêdî ye. Romanên polîsîyê, pirtûkên zarokan û gelek lîstîkên tiyatro û dramayên radyoyê jî nivîsîne.

Weşanên APECê

SLXLM

”Di destpêka sala 1900 de, li paytextê Swêdê, li Stockholmê zivistanek tûj û dijwar heye. Helga huvdeh salî ye. Ew evîndarê xwendekarekî ye. Evîndarê wê Karl-Evert daxwaza jiyaneke azad û bi hevdu re dike, jiyaneke bêzewac. Bihevrebûna bi navê zewaceke bi vîcdanî.

Karolina, heval û meriva Helgayê a sirmend, Helgayê teşwîq dike ku ew xewn û xeyalên xwe pêk bîne û bengîniya xwe ya li jiyanê bijî. Lê Helga cesaretî wî tiştî nake û bi keşîşê pêncesalî re dizewice û hêvî dike ku ew ê bikane bixwîne û xwe perwerde bike. Ew tişt pêk nayê. Jiyana wê bi xeyalkirinê derbas dibe. Dema rastî yekî ku wê ji rê derxe û bixapîne tê, ew dibe nêçîreke pir hêsan.

Dem bi her awayî demeke bi tasewas e. Şerê navxweyî li ber deriyê yekîtiya Swêd û Norwecê ye. Têkoşerên ku ji bo mafê jinan tekoşînê didin, li Hötorgetê civînan pêk tînin.

Serhildaneke li hemberî neheqiyên civakî hêdî hêdî di dilê Helgayê de şîn dibe û şax dide.

Teswîr û nîgarên zimanekî bedew bi kar tîne û di stîla xwe ya vegotinê de yeka jîr û hoste ye. Ew di vê romana xwe ya bi navê Qutiyê de balê dikişîne ser dram û bûyera hebûneke ji alîyê hîsan ve bi têra xwe dagirtî. Hebûneke civateke patrîarkalî ku di wê demê de li Swêdê xwedî bandor bû, ev keçika ciwan, Helga xwe tê de dibîne.
Qutî di rêzeromana çîroka Helga Gregoriusê de ya pêşîn e.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev