Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Hero û Leandros

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Hero û Leandros
Di zemanê berê de li nêzîkê Çeneqaleya îro, ku berê bi navê Hellaspontos dihate nasîn; bajarekî bi navê Sestos hebû. Di nava bedenên vî bajarî de perestişgeheke Aphrodît; yeke mezin hatibû ava kirin. Di vê perestişgehê de bi navê Hero rahîbeyeka bêdew hebûye, ku bi delaliya xwe bûye destanek. Yên ku vê rahîba ku fatfatokan xwedî dikir didîtin, wiha zen dikirin ku ew Afrodît e. Ji bilî vê bêdewiya xwe, Hero; jineka gelekî dilnizm bû jî. Ji ber vê yekê jî, Afrodît wê nedihezidiya û gelekî jê hez dikir. Her sal bi hatina biharê re, li Sestosê şahî dihatin amadekirin û ji bajêrên nêzîk; qefle qefle, xelk dihatin û beşdarê van şahiyan dibûn.

Di şahiyeka wiha de xortekî bi navê Leandros Jî, beşdarê şahiyeke dibe. Leandrosê Abydosî, dema ku xwe nêzîkê mîhrabê dike; da ku diyariyên xwe aresteyî mîhrabê bike, wê demê rahîbeya Hero dibîne û eqlê wî ji serê wî diçe. Bi dîtina Heroyê re, dilê Leanros di cîh de dikeve wê. Di hemû dema dêlindêzê “ayînê” de nikare çavê xwe jê veqetîne û tu dibêkê ya ku li hemberê wî bû, Afrodît bû. Leanros wê rojê heta ku roj diçe ava, xwe di quncikekê perestişgehê “mabedê” de vedişêre. Piştî ku ziyaretvanên perestişgehê yeko yeko ji perestişgehê derdikevin, Leandros hêdîka xwe nêzîkê Hero dike û evîna xwe jêre vedibêje.

Herçiqas Hero destûra ziyaretên Leandros nede jî, Leandros her roja Xwedê tê û qala evîna xwe ji Hero re dike. Di her serdana Leandros de Hero, jêre behsa negengeziya vê evînê û rahîbetiya xwe dike. Lê Leandros tu carê dev ji ziyaretên xwe bernade û bi hêvîyeke xurt wiha bawer dike ku, wê Hero rojekî bi awayekî erênî bersiva evîna wî bide.

Hewldan û hêvîya Leandros, bi encameke erênî bi dawî bû û Leto jî, ji Leandros hezkir. Lê gelek astengî li pêşiya wan hebûn. Hero, di bin çavdêriya jinaka pîr a kole de bû û di navbera bajarê ku Leandros Lê dijîya û perestişgehê de, deryayek hebû. Lê Leandros bo evîna xwe amade bû ku, hemû tiştî bike û hege peywistbûya, wê ji vê behra ku di navbera wan de wek astengekî bû, bi sobaberiyê derbas bibûya. Leandros wê rojê piştî ku danê êvarê dageriya bajêr, xwe berda keviya behrê û demekî li behrê mêze kir. Di vê navberê de bayê xwe xurt kiribû, ewran pêşiya stêrkan dadabû û tarîtiyeka kûr, xwe berdabû erdê.

Heroya ku di kelehê de bi jinepîra kole re dijîya, bi tirseka mezin li derve dinihêrt. Di wê demê de berê xwe da jinepîrê û jêre wiha gotiye: “Xwedê dizane di vê şevê de wê çend masîvan rêya xwe winda bikin û wê çend zarok sêwî bimînin. Ger em ji bo masîvanan meşaleyeke pêbêxin û li bedenên kelehê daçikinîn, wê bi vê yekê; keyfa Afrodît jî were.” Dema ku jinepîrê van gotinan dibihîse, radibe meşaleyeke vedixe û li ser dîwarê bedena kelehê dadiçikîne. Bi xêra bayê, agirê meşalê gurr dibe û hemû hawirdorê kelehê ronî dike. Heroya ku bi dilekî kelecanî li derve mêze dike, dengekî seh dike û dema ku li behrê mêze dike dibîne ku mirovek di nav pêlên deryayê de li ber xwe dide. Ji bilî Leandros, ew ne tu mirov bû…

Jinepîrê jî wî dîtibû. Hero xwe berdide keviya behrê, alîkariya wî dike û wî dibe odeya rahîbeyan. Wê şevê bi hev şa dibin û gelek şevên salê, bi vî awayî tên û derbas dibin. Dîsa di şeveka tarî de Leandros xwe li ava behrê dide û dixwaze ku, xwe bigîhîne dildara xwe. Lê bayê şevê, meşaleya Hero ditefîne û Leandros, di nav pêlên behrê de dixeniqe. Li ser derengmayîna Leandros dema ku Hero xwe berdide keviya behrê, bi cendekê dildarê xwe re rûbirû dibe. Hero jî, di cîh de li wê derê xwe dikuje. Dema ku xelkê vê nûçeya nebixêr seh kir, qincên xwe ên şîngirtinê li xwe wergirtin û li kelehê beşdarê dêlindêza cendekê wan bûn. Wan li keviya behrê xistin nav heman gorî û ji bo wan, kulîlkên bêhnxweşik avêtin deryayê.
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev