Şagirtê kurd dibistan bi mêdalyaya zêr va xilaz kir

Şagirtê kurd dibistan bi mêdalyaya zêr va xilaz kir

Konstantînê Roman Dasinî dibistana xwe bi mêdalyaya zêr va xilaz kir û destûr sitend dema qebûlbûna li Îdareya Xwendinê ya Bilind ardimîya dewletê bistîne. Konstantîn Dasinî nêt heye bikeve Akadêmîya Bizîşkîyê ya Moskvayê ya ser navê Sêçênov.

Konstantînê Dasinî 13ê hezîranê sala 1999an li malbeteke kurdên êzdî yên ji Gurcistanê ji diya xwe bûye. Dê û bavê wî Romanê Dasinî û Meyaneya Dasinî ne.

Konstantînê Dasinî dibistana hejmara 16an a bajarê Krasnogorskê temam kirîye. Ew serketîyê gelek olîmpîada ne, him yên bajaran, him jî yên tevaya Rûsîyayê. Sêrtîfîkata K. Dasinî ya Ûnîvêrsîteya Kêmbrîcê alîyê zimanê îngilîsî da heye.

Redaksyona Riataza K.R.Dasinî û dê û bavê wî pîroz dike bona bi serketin temamkirina dibistanê û jê ra destanînên diha mezin dixweze him di xwendinê da, him jî di jîyanê da.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev