Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

91’ mîn salvegera Serîhildana Şêx Seîdê Pîran, yek ji mezintirîn serhildanên kurdan di sedsala 20’emîn de!

Guhdaren delal, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza “Ji rupêlên dîroka Kurdistanê” derheqa 91 mîn salvegera Serîhildana Netewî ya 1925ê ya Kurdan li Bakûrê Kurdistanê bi serokatîya Şêx Seîdê Pîran bikin. Di sala 1925’an de li Bakûrê Kurdistanê serhildana Şêx Seîd da dest pê kir.

Roja 29 hezîranê, li Kurdistane û derwayî wê kurdê rêber û şoûrêşger Şêx Seîdê Pîran, serokê serhildana sala 1925 an hate bibîranîn. Çawa tê zanîn serhildana Şêx Seîdê Pîran, yek ji mezintirîn serhildanên kurdan ya sedsala 20 an de di dîroka Kurdistanê de cîkî girîng girtîye. Di dîroka têkoşîna rizgarîya Kurdistanê de gelek destanê qeyremanî ye ku rêberê kurd, gelê me bi xwîn û canê xwe pêk anîne, hene. Li ser wan bûyaran gelek lêkolîn hatine kirin, lê disa jî hê gelek nakokî û niqaş hene.

 Şêx Seîd sala 1865 li Qolhêsara Xinûsê, Erzîromê ji dayîk bûye û sala 1925 li Amedê jîyana xwe ji dest da û çawa li ser kesayetîya wî digotin, Şêxê Neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd bû.

Ev Serhildana ku weke Serhildana Şêx Seîd derbasî dîrokê bûye, bi gorî melûmetîyên heyî, wiha destpê kir: Cendirmeyên tirkan hatin gundê Pîranê û navê 10 kesan dan. Cendirmeyên tirk, ji gundiyan xwestin ku 10 kesên li wan digerin werin teslîmkirin. Lê belê gundiyan 10 kesên ku cendirmeyan dixwest, teslîm nekirin û şer derket. Piraniya lêkolîneran hemfikir in ku serhildan jiber vê bûyerê berî wextê xwe destpê kiriye. Piştî vê, Serhildan li herêmeke berfireh belav bû û di dirêjahiya 3 heftiyên destpêkê de, hêzên Şêx Seîd li hemberî hêzên hukumetê serweriya xwe sazkirin.

Di sala 1925’an û di rojeke wekî îro de bajaroka Licê ket bin destê hêzên Şêx Seîdê Pîran. Piştî Licê 3 rojan di 13ê nîsana sala 1925’an de Serhildana Şêx Seîdê Pîran yan jî bi navekî dî Serhildana Rêxistina Azadî li himber zordariya hukumeta Turkyayê bi awayekî giştî destpê kir.

Di wê serhildanê da Hêzên Kurdistanê bi mêrkîmî berxwe didin û bi bajêr bajêr axa Kurdistanê ji destê Dewleta Romê derxistin, şer bere-bere berfireh dibû. Di 7 adarê de derûdorê Amedê girtin, gelek bajêr û navçeyên Bakûrê Kurdistanê dikevin destê hêzên Şêx Seîd. Lê mixabin, wek her caran şorêş dibe qurbana hevnegirtin û mixenetîyê û careke din kurd bisernakevin. Bi mixenetîya hevlingê Şêx Seîd, Bîmbaşê Qasim, serokê serhildanê Şêx Seîd û hevalên wî hatin girtin. Vê carê dijminên kurdan bi kîneke mezin hemû bajar û gundên kurdan wêran dikin. 10ê gulana 1925 an serok û rêvebirên serhildanê derxistin dadgeha Diyarbekirê, nêzîkî 50 rojan dadwarîya wan berdewam dibû. Li ser biryara Dadgeha Şerqil Îstîklalê 2 kesan ceza xwerin, di hebisê da man, lê 29 meha hezîranê Şêx Seîd û 47 hevalên wî di taxa Daxqapîyê ya bajarê Diyarbekirê hatin darda kirin. Heta niha jî goristana wan nayê zanîn. Berî dardakirinê Şêx Seîdê Pîran wiha got: “Ji dardakirina min û ji wan gilîyên bêqîmet ve tirsa min tuneye, bêguman têkoşîna min ji bo Xweda, ola min û gelê min e. Ez niha ji wê dinya fenî li ser rya xatirxastinê me, ez poşman nînim ku jibo vî gelî feda bûme, lê bes bile nebiyên me himberî neyarên milet nedin şermê.”

Di encama Serhildana 1925’ê bi dehan hezar Kurd tên kuştin, sed hezaran jî ji cîh û warên xwe sirgûnê Tirkiyê dibin. Bêgilî, serokê kurda yê bi nav û deng, wek Şêx Seîdê Pîran rûmeta gelê kurd in, evana serbilindîya gelê kurd in, evana bûne evsaneya lehengiyê û derbazî nava dîroka miletê xwe bûne…

Serhildana Şêx Seîdê Pîran yek ji serhildanên mezin a Kurdan di sedsala 20’emîn de ye.
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev