Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Em ê şehîdên Gelê Kurd Şêx Seîd û hevalên wî jibîr nekin

Di destpêka sedsala borî de dema dinyayeke nû hat avakirin, Gelê Kurd, rastê xiyeneta hêzên mezin û Kemalîstan hat.

Di salên 1920an de bi peyama biratiyê nêzîgahî li kurdan hat kirin û qaşo dê dewlata nû, ji aliyê kurdan û tirkan ve bihatina avakirin.

Lêbelê, wexta di sala 1923an de Komara Tirkiyeyê hat avakirin û piştre jî bi Peymana Lozanê ya navneteweyî hat mîsogerkirin, ne biratî ma û ne jî qewl û sozên ku hatibûn dayîn.
Pêngava ewil ya Kemalîstan; înkarkirina hebûna neteweya kurd û holê rakirina rastiya Kurdistanê bû.

Piştî vê xiyanetê, mafê Gelê Kurd bû ku li hember vê neheqiya dîrokî nerazîbûn nîşan bide.
Kurdan, jibo di welatê xwe Kurdistanê de bi şêweyeke azad û serbilind bijîn, dengê xwe bilind kirin.

Dewleta Tirk, van daxwazên mirovî û meşrû yên Gelê Kurd, bi şêwazeke hovane bersivand û jibo pelçiqandin û fetisandina tevgera azadîxwaz ya kurd ket, nav tevgerê.

Li Amedê “Dadgehên Îstîklalê” hatin damezrandin ku çu aliyekî xwe yê hûqûqî tunebûn.
Serok û rêberên bijarte yên Gelê Kurd Şêx Seîd û 47 hevalên xwe 91 sal berê ev roj, ji aliyê vê dadgeha korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezayê îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Di rastiya xwe de bi darvekirina wan, xwestin vîna Gelê Kurd bifetsînin. Bi vê yekê re daxwaza Gelê Kurd ya jiyaneke azad û serbilind hatibû darvekirin.

Dewleta hov, qîma xwe bi vê yekê jî neanî û bi sedan gund û navçeyên kurdan wêran kirin. Bi hezaran kurdên sivîl û bêguneh; jin, kal û zarok bi şêweyeke nemirovane hatin qetilkirin. Yên mayî jî, bi sedhezaran bi destezorî ji cî û warên xwe hatin nefîkirin.

Dewleta dagirker ya Tirk, hendî ji daxwazên kurdan ditirsiya ku qebrên serokên wan jî, ji wan dabû veşartin. Vê dewleta hov, bi veşartina gorên Şêx Seîd û hevalên wî, kevneşopiyên hezaran salan yên gelên herêmê û yên ola îslamê binpê kirin. Vê helwesta xwe ya hov û nemirovane, di salên pêş de jî domandin. Gorên Rêberê Serîhildana Dêrsimê Seyîd Riza û Seîdê Kurdî jî, bi van rêbazan hatin tunekirin.

Lewra, dewletê dixwest ku bi veşartin û tunekirina gorên serok û rêberên kurd, kurdan ji bîra wan bêpar bihêle û wan ji koka wan dûr bixe. Herwisa, bi windakirina gorên rêberên kurd, dixwest ku kurd, ji hişmendiya neteweyî dûr bikevin.

Yek jê hesabê dewleta dagirker jî, ew bû ku dema koka darê bê birrîn, dê şax û guliyên wê ji berxwe ve hişk bibin. Dema dîroka neteweyek jî bê tunekirin, derfeta afirandina pêşeroja wê jî, ji dest tê stendin. Bi vî awayî dikarin heta û heta kurdan mehkûmê zincîrê koletiyê bikin.
Dewleta Tirk, di seranserê sedsala borî de, jibo têkbirin û çewsandina doza azadiya neteweya kurd, çu rê û rêbazên hov û nemirovane nema ku ceriband.

Ligel hemû zilm û zordariyên dagirkeran jî, Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çu car tekoşîna azadiyê nedan rawestandin.

Êdî hatiye piştrastkirin ku bi rê û rêbazên leşkerî; bi siyaseta red û înkarkirinê, bi kuştin û qetilkirinê, bi wêrankirin û nefîkirinê ku ev sed sal e dewletên dagirker dişopînin, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Divê bê zanîn ku bi heman siyaset û helwestê, ev roj jî dê nikaribin bi serkevin.

Divê dewleta Tirk, hemû mafên kurdan ku ji netewbûna wan tê, binase.

Divê dewlet tavildest ciyê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî ku ev not sal e veşartiye, eşkere bike.

Divê rayedarên dewleta Tirk, ji ber vê siyaseta xwe ya stemkarî ya li dijî kurdan, ji Gelê Kurd lêborîna xwe bixawazin.

Em wek partî û tevgerên Kurdistanî;
Çu car ji koka xwe dûr nakevin û dîroka gelê xwe jibîr nakin,
Em soz didin gelê xwe, ew dîroka me ya ku hatiye serûbinkirin, em ê lê bixebitin ku bi awayeke ron û rasteqîn cihê xwe bigire,
Em ê çu car destûr nedin wan hewldanên reşkirin û berevajîkirinên derbarê dirôka me ya neteweyî de,
Em ê heta û heta şehîdên 1925an bidin jiyandin.
Bijî lehengên Gelê Kurd Şêx Seîd û hevalên xwe
Bijî tekoşîna azadiya Gelê Kurd Şêx Seid û hevalên wî.
29 Heziran 2016 Diyarbekir

Hereketa AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK Bakur, PSK

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev