Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Tirk çima melisîn

Tirk çima melisîn
Yucel Aslan
Tirk ji bo rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigrin, mîna mirîşkeke ber roviya bireve, rê lê teng bibe, bêhemdê xwe di nav kelem û dirika de bimelise, loma ji bo vê yekê çûn ber hukumeta Îsraîlê melisîn.

Tirk herçiqas mafê Filistînan biparêzên jî, lê îjar ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî hîn tiştan nabînin, ji xwe rayedarên Filistînan jî bi vê yekê qaîlin. Erebên Filîstinê naxwazin dewleteke bi navê Kurdistanê bê avakirin, lema jî wan gelek tişt destê Tirkan de berdane. Tirk jî wan wek koz û firsendekî hemberî Îsraîlê bikar tînin.

Wek tê zanîn dewleta Îsraîlê gelek qîmet dide leşkerê xwe. Sala 2011 de li hember leşkerê xwe yî bi navê Gîlat Şalît 1027 hêsîrên filîstînan serbest berdan. Lihevhatina îjar, dîsa giranî li ser leşkerên Îsraîlê bû yên ku heta niha dîl hatine girtinê. Hêjayî gotinê ye ku Filistîn dibêje bila Kurdistan ava nebe, em ambargo û êrişên dewleta Îsraîlê razî ne. Lewra îro Tirk li ser pişta Erebên Filistîn kapa hulit dikin, Tirka ji bo Filistînan heya niha çi kiriye, hember Kurdan yekbiyek dixebitînin, jiber ku ev şeş sal bû navbera wan xirab bûbû û herdû dewletan jî balyozên xwe vekişandibûn, heta niha Tirk li ser heft, heştê xwe de nediketin. Gelo çima îro ewqas nerm û mulahîm bûne?

Piştî lihevhatina bi Îsraîlê re tirk dixwazin Rusyayê re jî lihev bên, wisa xweya dike a niha de bi bînî ve lobiya xwe dimeşînin, tirk jî dizanin roja balafira Rusyayê xistin xwarê, wê rojê pî, baskê xwe jî bi destê xwe şikandin. Aliyê din, tirk dixwazin bi rêya Îsraîlê ve navbera xwe û Emerîkan ve bidin normalîzekirinê, jiber ku dema merasima mirina Mihemed Elî de Erdoxan bi çavê serê xwe lingê dîk tawê de dît, piştî vegera Erdoxan ji Emerîkayê wî gelek biryar dan, yek ji wan biryara jî ev e: ‘’hejmara dostan pir bikin, ya dijminan kêm bikin‘’, vê pêşgiriyê jî, ji bo Rojavayê Kurdistanê digrin, ew naxwazin Kurd li ser axa xwe bibin xwehî biryar û azad bibin.

Yek jî operasyonên Menbic û Reqqayê destbidest bi alîkariya Emerîkan ve YPG ê şer kir, vê yekê jî Tirk mecbûr hîştin ku berbi Moskvayê bimeşin, daxwaza wan ev e demên pêşiya me de heke polîtîka Tirkiyê bi Îsraîlê re sernekeve, ew ê bi rêya Moskvayê ve xwe nêzîkî Beşar Esed bikin, jiber ku tirsa wan ew e ku Kurd gavbigav nêzîkî derya spî dibin û Rojavayê Kurdistanê jî wek Başûrê Kurdistanê dibe xwehî statûyeke siyasî û qada navnetevî tê hesabkirin û nasîn.

Lewma Tirk ketine nav hewldanan ku bi hemû dijminên xwe re bibin dost, her tenê Kurdan re dijmin bimînin, lê ew vê yekê bîrva dikin, Îsraîl ji bo gaza xwe li ser erdê Tirkiyayê re derbasî welatên Ewropayê bike û ji bo leşkerên xwe ye dîlgirtî nêzîk bûye, Rusya jî, ji bo aboriya xwe, xwe kerr kiriye, Emerîkan jî, ji bo xewna xwe ya Rojhilatanavîn bibe serî hemdê xwe dimeşe, jixwe ew bi xwe bawer e. Ne Waşîngtonê, ne Moskvayê, ne jî Tel Avîvê dengê Erdoxanî mîna wan dîkê bêwext bang didin bîrva nekirine, herkes li ser Rojhilatanavîn hesabekî xwe heye, vê gavê kişik dileyîzin.

Dem û dewranê nîşanî me bide helaka kîjanê bibe şah, kîjanê mat bimîne.

Lê ez dixwazim çend gotinên pêşiyan ve gotina xwe dawî bikim. Li Serhedê çend gotin hene, ku rewşa tirkan ya îro bi awayekî xweş zelal dikin. Dibêjin: -Kewkiyê dawiyê li teşka ye. Êdî tîr ji kevanê derketiye, an jî, Tav êdî kulengê derbastir bûye… Tirk êdî nikarin rê li ber statûya Kurdan û serxwebûna Kurdistanê bigrin, lê çi ji destê wan were, wê bikin…
Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev