REXNEYÊN KURDAN LI SER KURDIYA HEVÛDU

REXNEYÊN KURDAN LI SER KURDIYA HEVÛDU
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Bêguman civata me, civateke ne normal e û gelek car li ser hin gelşên pir piçûk jî nîqaş û lecên mezin dikin ku dibe sedemê dilşkestin û dilmayînê. Hin caran ji wê jî zêdetir diçe, dibe sedemê şer û pevçûnan.

Ji 1973-74an heta berî çend salan jî, ew lec û şer û pevçûn li ser gelşên siyasî çêdibûn. Spas ji Xwedê re piştî rûxandina Yekîtiya Sovyetan, Kurd 10-12 sal ketin bêdengî û sergêjiyê. Lê piştî ku qormetiya nijadî zêdetir û berfirehtir bû, xasma jî bi êrîşên DAIŞê, ew şer û lec niha pir kêm bûne. Lê îcar eynî ew tişt niha li ser Zimanê Kurdî dest pê bûye, bi xûta ku “ez zanim” lê “tu nizanî.”

Her kes niha rabûye dibêje ku ew “zimanzan” û “zimannas” e. Lê dema meriv li pirêzeya wî yan wê dinere, meriv tê de gelek simbilên daketî dibîne ku tê de ne hevosazî, ne bêjesazî, ne rêzimanî û ne jî peyvên alecî têne xuyakirin.

Kes bîr nabe ku ev e 90 sal in Çanda Kurdî bi awayekî hovane hatiye perçiqandin. Mejiyê nivşên kurdî hatiye heşifandin, çanda wan dane guhertin û toreya wan veguhaztine bi ya xwe.

Lê belê ew kesên wisa ku xwe xeysetnav dikin, ew xirbetiya ku di nivîsên kurdî de dikin, di Zimanê Tirkî de nakin. Ji ber ku eger ew kêmasî têxin nivîsa bi trikî, wê rûmeta wan di Medyaya Tirkî de dakeve. Lê ew di nivîsa kurdî de newisan in û pixav jî nakin. Ji ber ku ew bawer dikin ku Kurd tev mînane wan û bi zimanê xwe nizanin.

Erê û belê yan jî rast e Kurd bi zimanê xwe nizanibin, lê divê neyête jibîrkiri ku îro bi dehan zanayên biyanî hene ku li ser Zimanê Kurdî bûne profesor. Divê ji bo wan be jî, dema ku meriv bi bi kurdî dinivîse, bi rêkûpên binivîse.

Ev rastî heye ku meriv eger 400 peyv ji zimanekî bizanibe, meriv dikare pê pêdiviya xwe bike. Lê ji bo ku meriv karibe di meseleyên girîng de bipeyive, bi hindikî divê meriv pênc-şeş sal li ser wî zimanî xwe êşandibe.

Ji ber ku ziman mînaye deryayê, meriv nikare xwe bigehîne radeya ku meriv dixwaze. Meriv çiqas tê de zana û zîrek bibe, dîsa meriv tê de nezan û lat e.
Xwedayê mezin di Zimanê Kurdî de bibe alîkarê Kurdan.
Her şad û bextewer bin…

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev