Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çima Xwerexnekirin Pêwîstiyeka Neteweyî ye?

Çima Xwerexnekirin Pêwîstiyeka Neteweyî ye?
Dagîrkeran ji 25 sedsalan da xêz li ser navê me xistin, navê me ji dîrokê avêtin, navê welatê me jî ji nexşeya cîhanî rakirin, kesayetiya me ya neteweyî jî bi rêya pirojeyên eblesekirin, bidûrxistin û avêtinê çepel kirin. Di vê pirojeyê da rewşenbîr û siyasetmedarên wan bi hevahengî beşdar bûn, û va ye bi pozbilindî li dijî hebûna me wek netewe radiwestin. Helbet di vî warî da ev ne tiştekî bi fêş û elawete, dagîrker her dagîrkere; ancax kesên gêj û bêhiş li benda dademendiya wan bin. Lê belê, tiştê here bi fêş û elawet ev rastiyên siyasî, çandî û civakî ne ku niha di qada kurdistanî da têne xuyakirin; rastiyên bi tirs û sawîr ku mirov ji ber wan va şerm dike. Ev rastî bi kurtahî di van mijaran da têne xuyakirin:
– Ku em di bin dapûşe û sergirtineka ayînî û olî da ji çandên dagîrkeran ra bûne dûv û teřî.
– Ku em di çerx û feleka pirojeyên herêmî û cîhanî da dizîvirin.
– Ku em ji rêveberiyeka kurdistanî bala bêparin.
– Ku em ne xwediyên pirojeyeka strategî rizgarî kurdistanî ne.
Belê, dagîrker bi ti awayî naxwazin ku em xwediyên rêveberiyeka kurdistanî bala bin, û va ye em bê rêveberiyeka wisa ne; ew naxwazin ku em xwediyên pirojeyeka neteweyî giştî û tevayî bin. Va ye em di nav nakokiyên partiyetî da noq dibin. Dagîrker bi ti awayî naxwazin ku em xwediyên zimanekî yekgirtî bin û va ye axaftin û peyamên me yên siyasî, çandinî û ragihandinî di navbera zaravayên me da bela bela ne; ew naxwazin em çanda xwe ya resen vejînin û va ye, bi zanîn û nezanîn, em xwe ser bi çandên wan va dibînin. Hên hinek ji me bi pesindana rabirdoya wan va xerîkin; ew rabirdoya ku bi piranî tijî tawanbarî, tolazî û zordarî ye. Dagîrker bi ti awayî naxwazin ku em xwediyên hêzeka kurdistanî bin û ji me ra bibe sîwaneka berevaniya neteweyî.
Ev rastiyên bi tirs û sawîr dihêlin ku em xwe di warê neteweyî da rexne bikin, em bi lêvegereka neteweyî giştî rabin, wek gava destpêkê ji bo peydakirina dîtineka kurdistanî hevbeş û amadekirina pirojeyeka strategî rizgarî kurdistanî. Ji erk û peywira her kurdistaniyekî ye û ji mafê wî ye jî ku di vê lêvegerê da beşdar bibe. Em di vî warî da van şîroveyan pêşkêş dikin:
1 – Divêt keda partiyên me li ber çav bê girtin û danûstandineka bi rêzdarî li gel wan pir pêwîste. Lê belê, ev nayê wê maneyê ku raman û siyasetên wan neyên gengeşekirin. Her yek çiqas bi pirojeya rizgarkirinê va pêbend be, ewqas jî emê li gel wan hevpeyman bin, û çiqas pirojeyên wan li dijî pirojeyên neteweyî kurdistanî bin, emê ne li gel wan bin. Helbete em ne li gel bin tişteke û dijminahî bi wan ra tiştekî dine.
2 – Nabe ku tikes, yan malbat, yan partî, yan êl, yan netewe bê birînkirin, ne jî alîgirên ti ayîn û ti olan, ne jî axaftvanên ti zaravayan. Divêt armanc her ew be ku heya ji me bê, em rastiyan deynin pêş çavên gelê xwe û em di rêya dîtina rastiyê da bi çalakî bixebitin. Belkî em jî hin caran li ser rastiyê bin û hin caran jî li ser şaşîtiyê bin.
3 – Bingeha arîşe û pirsgirêka me zîvirandin di xeleka çandên dagîrkeran da ye. Ji lew ra, emê dîtin û ramanên xwe di çarçewa xêzên sor yên ayîn û olan da bi sînor nekin. Em bi hîvî ne ku tikes ji nişkan va veneciniqe. Helwestên ku em bistînin li ser rastiyên dîrokî û hebûna rastiya jiyanê têne avakirin.
4 – Di raman û xeyalên me Kurdan yên heya niha da pir çewtî û kêmasî hene. Ev jî hoy û sedema westandin, rev û bazdanên me ye. Pir pêwîste ku ev tişt bi lehengî bêne dahûrandin û şîrovekirin. Divêt em rûyê xwe ji ber rastiyan banedin; çiqas tal û firşteng (مزعج) û bi şerm bin jî.
5 – Divêt em di peyv û rexneyên xwe da bi tore û perwa bin, lê ne ku em spîndaran ji hev ra bihejînin; nabe ku em tenha nîvê rastiyê bêjin. Divêt yan rastî bi temamî bê gotin, yan jî wek xwe bê hîştin. Bi taybetî jî dema ku mijar bi çarenûsa welatekî û gelekî va girêdayî be.
Em Kurd niha li ser çaterêyeka çarenûsê ne. Bi temamî wek sala 550-î b.z. dema ku nakokiyên hin rêveberên pêşiyên me yên mîdî li ser desthilatdariyê tûj bûbûn, û hinek ji wan şimitîn xana doxmanî û xiyanetê, û wisa padîşahiya Madan ji Farisan ra kirin nêçîr. Hem jî wek rewşa sala 1514-an p.z. ye, dema ku hin bavpîrên me bûn peyayên Osmaniyan û hinên din jî bûn peyayên Sefewiyan. Careka din ev rewş di sala 1923-an da bi serê me hat, dema ku hin Kurdên me di îmzekirina peymana Lozanê da beşdar bûn, ewa ku peymana Sêverê şikand û dagîrkirina Kurdistanê çespand.
Gelî rewşenbîr û siyasetmedarên me. Erka mirovî, neteweyî û rewiştî me neçar dike ku em dest ji ezezîtiya xwe berdin, û em bi berpirsiyariyên xwe rabin. Niha dema kar û xebata neteweyî niştîmanî dilsoze; dema ramandina tevayî û helwesta yekgirtî ye; dema kurdistnîkirina dîtinên me, ramanên me û helwestên me ye; dema xistina karîn û şiyanên me di xizmeta cenga rizgariyê da ye. Divêt em li rê û meşa xwe ya rizgariyê vegerin. Em kesayetiya xwe di warê neteweyî da bi mêranî û lehengî rexne bikin. Heger ne wisa be, cih û warê me wê li gel nezan û nemerdan be. Nifşen me yên dahatî wê ticar nikaribin bi me serberz û serbilind bin.
Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe!
Çarşemb, 29.06.2016
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev