Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Dêlêgasyona ENKS rastî Zelîmxan Mûsoev hat

Dêlêgasyona ENKS rastî Zelîmxan Mûsoev hat
Îro dêlêgasyona ENKS, ku bi seredan li Moskvayê ye, rastî endamê Şêwra Tewrebilind ya Partîya “Rûsîya Hevgirtî”, parlementerê Dûma Rûsîyayê Fêdêral Zelîmxan Mûsoev hat.
 Fikir hatine pevguhastinê derheqa rewşa li Sûrîyê û Rojhilata Navîn. Zelîmxan Mûsoev bi taybet li ser pirsgirêkên kurdan yên hundurîn, dijberîyên di navbera partîyên kurdan yên Sûrîyê sekinî û bangî yekîtîyê kir. Zelîmxan Mûsoev wê helwesta Rûsîyayê testîq kir, ku ewê piştgirîya her çareserîyeke hevgirtî ya hemwelatîyên Sûrîyayê bike, ka wê paşeroja welêt çawa be, ferq nake ka ewê fêdêralîzm be, an tiştekî din be.
Endamên dêlêgasyona ENKS derheqa rewşa li Sûrîyê, derheqa helwesta xwe di hindava hevraxeberdanên li Gênêvrayê, derheqa pirsgirêkên di nav partîyên kurdan û herêmê da heyî bi hûrgilî şirove kirin.
Endamên dêlêgasyona ENKS Zelîmxan Mûsoev pîroz kirin bona wê yekê, ku Kongreya Encûmena partîya “Rûsîya Hevgirtî” a sereke ew careke din hilbijartine wek namzedê parlamentarîyê li Dûma Dewletê. (Em bikine bîra we, ku di hilbijartinên buhurî da Zelîmxan Mûsoev li herêma xwe ji 80 % zêdetir dengên hilbijartvanan sitend.
Di rasthatinê da serokê Rêxistina Rûsîyayê ya dostanîyê û hevkarîyê bi gelê kurd ra Yûrî Nabîev jî amade bû.
Rasthatin bi dilgermî û di rewşeke dostanîyê da derbaz bû.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev