DÎWANA KURMANCÎ YA EBDURREQÎB YÛSIF

DÎWANA KURMANCÎ YA EBDURREQÎB YÛSIF
Xwendevanê me, lêkolîner Murad Celalî ji bo malpera me gotareke delal nivîsîye ser Dîwana kurmancî ya Ebdurreqîb Yûsif. Bi xwendina vê gotara delal hûnê bi kurtî be jî bi hemû nivîskarên me yên klasîk û here binavûdeng û berhemên wan ra bibin nas.
Murad Celalî

1. Destpêk
Wêjeya Kurdî di serdemên berê de ji ber egerên curbecur derbasî qonaxa nivîs û tomarkirinê nebûye. Ji ber vê, gava mirov di warê dîroka wêjeya Kurdî û çavkaniyên wê de lêkolînê dike, dibîne ku tarîxa destpêka berhemên ku vê babetê ji xwe re dikine mijar pir ne kevn e. Lê piştî çerxa dîrokê ya nûjen êdî berêka ve gelek berhemên bi sernavê “Encûmen”[1], “Berhevok”[2], “Mêjû”[3], “Dîwan”[4], “Tarîx”[5] “Antolojî”[6] û hwd. derketine holê.

2. Dîwana Kurmancî

Armanca vê nivîsê danasîna yek ji van berheman Dîwana Kurmancî ya Ebdurreqîb Yûsif e. Ev berhema bi hecm piçûk e, lê bi naverok giranbiha û sûdmend e. Cara pêşîn li Necefê di sala 1971an de Weşanxaneya Daweyê çap kiriye. Peyre ev berhem li Swêdê bi latînîzekirina Ziya Avci -bi nasnavê Elî Şêr- di sala 1988an de bi destê Weşanxaneya Jîna Nû bi navê “Şairên Klasîk ên Kurd” hatiye weşandin. Lê herî dawîn di sala 2012an de di nav Weşanên Dîwanê de bi navê xwe yê resen Dîwana Kurmancî derketiye pêşberî xwendevanên Kurd.[7] Pirtûk 124 rûpel e, ji bilî pêşgotinê ji yanzdeh beşan pêk tê. Di serî de jî beşeke bi sernavê “Çend Gotin Li ser Dîwana Kurmancî” ya bi destê M. Xalid Sadînî hatiye nivîsîn, dest pê dike. Di vê beşê de Sadînî qala çavpêketina xwe ya bi vê berhemê dike.

2. 1. Çîroka Wê

Piştî vê “Pêşgotina” Ebdurreqîb Yûsif tê. Di pêşgotina xwe de nivîskar qala bidestxistina xwe ya çavkaniya ku ji bo vê xebata li berdestê me bûye bingeh dike. Li gor ku Ebdurreqîb Yûsif dibêje di sala 1961ê meha Kanûna Pêşîn de ji bo lêkolînên li ser dîroka Kurd û Kurdistanê diçe Pirtûkxaneya Mûsilê. Li wir bi alîkariya nasekî xwe berhevokeka helbestan bi dest dixe. Bi gotina Ebdurreqîb Yûsif ev berhevoka helbestan bi destê kurdekî nenas di sala 1181ê hicrî (1767ê mîladî) de hatiye nivîsîn.

2. 2. Naveroka Wê

 Li gor gotina Ebdurreqîb Yûsif vî kesî 209[8] sal beriya wê hingê ji bo xwe keşkuleka hunraw/helbestên Kurdî û Erebî berhev kiriye. Di nav van helbestan de heyjdehê wê bi Kurdiya Kurmancî ne û helbestên heşt şairên Kurmanca ne. Ji van helbestan dudu yên Elî Herîrî, pênc yên Melayê Bateyî, sisê yên Feqiyê Teyran, sisê yên Melayê Cizîrî, sisê yên Mîna, yek ya Macin, yek ya Mensûr Girgaşî û yek jî ya Sadiq bûye.[9] Ebdurreqîb Yûsif di pêşgotina xwe de qala peydakirina hinek helbestên din dike ku yên Melayê Bateyî û hinek şairên di vê keşkula di destê wî nebûne, wekî çarîna Ehmedê Xanî, du helbestên Şêx Nûreddînê Birîfkanî û du helbestên Şah Pertew Begê Hekarî û yek jî ya Bekir Begê Erzî ye. Herweha di encama van xebatan de jimara helbestan digihêje 25 heban û ji ber zaravayê helbestan bi navê Dîwana Kurmancî dide çapkirin.

Bi rastî gava mirov bala xwe dide nirxandinên nivîskar yên di derbarê dîroka bûyîn û dema jiyana van edîbên Kurdan de, tê xuyanê ku xebateke dûr û dirêj û bi hûrgilî kiriye. Lewra wekî diyar e, ji bo rastiya mijarê derkeve holê li gel delîlên maddî wekî hesabên ji helbestan derdixe, ji lêkolînên li war û welatên wan kesan jî wekî delîl nîşan dide. Li gel vê qîma xwe bi çavkaniyên di derbarê dîroka tarîxa edebiyata Kurd jî nayne, wana çavgirtî qebûl nake û bi piranî jî rexneyên tund li wan digre û xeletiyên wan derdixe holê. Ji ber vê ev di warê xwe de dibe xîmekî sereke. Lewra ew bi xwe jî li ser jiyana Elî Herîrî, Feqiyê Teyran û Melayê Bateyî radiweste û di derbarê wan de M. Emîn Zekî Beg (Dîroka Kurd û Kurdistan), Elaeddîn Secadî (Mejûyî Edebî Kurdî) û Blêç Şerko (Meseleya Kurd) û yên din rexne dike, raya xwe diyar dike.

Piştî vê destpêkê bi dor ev beşana tên: Elî Herîrî (r. 19-36), Feqiyê Teyran (r. 37-57), Melayê Bateyî (r. 59-73), Melayê Cizîrî (r. 75-78), Mensûrê Girgaşî (r. 79-85), Mîna (r. 87-95), Macin (r. 97-100), Sadiq (r. 101-106), Pertew (r. 107-110), Şêx Nûreddînê Birîfkanî (r. 111-116), Mem û Zîn (117-121) û di rûpelê herî dawîn de (r. 223-224) jî wêneyê gora Mem û Zîn û bergê pirtûkê ya bi tîpên Erebî hatiye weşandin, bi cih kirine.[10]

3. Elî Herîrî

 Ji pirtûkê beşa herî zêde dirêj û agahiyan dide ev e. Di derbarê bûyîn û dema jiyana Elî Herîrî de tiştên heya wê hingê hatine gotin derdixe holê û li gor bîr û raya xwe wan dinirxîne. Bi kurtî mirov dibîne ku Ebdurreqîb Yûsif ew dîroka mîladî 1010-1070 ku M. Emîn Zekî Beg, Dr. Blêç Şêrko û Elaeddîn Secadî didin qebûl nake û dibêje evna hemûyan ji hevdu hildane û tu delîlên wanê saxlem tunene. Hetta dibêje ku cara pêşîn Dr. Blêç Şêrko (Ehmed Sureya Bedirxan) ev angaşta avêtiye holê da ku îsbat bike ku ka wêjeya Kurdî çiqasî kevn û binecih e. Di encamê de herçendî dîrokeke vebir nede jî dibêje dibe ku Elî Herîrî di sedsala 10an ya hicrî (sedsala 16an ya mîladî) de li heyatê bûye. Vê angaşta xwe jî bi şerê Çaldiranê ku di sala 1514ê mîladî de qewimiye girê dide. Dibêje piştî vî şerî Kurd bi xwe hisiyane û alimên wan jî dest pê kirine berhemên xwe bi zimanê xwe nivîsîne.

Tiştekî dinê balkêş e di rûpelê 26an de dest pê dike qala medreseyên Kurdan, alimên pirtûkên rêzimanê bi Kurdî nivîsîne û pirtûkên li wir dihatine xwendin dike. Ji ber vê ji mijara xwe ya esasî dûr dikeve.

Herçendî Elî Herîrî kesê herî pêşîn e ku bi Kurdiya Kurmancî helbest nivîsiye, lê heya îro hemû helbestên wî nehatine peydakirin. Loma di rûpelên 33-36an de tenê du helbestên wî cî digrin. Jixwe wekî nivîskar dibêje dîwana wî -heke hebe- nehatiye weşandin.

4. Feqiyê Teyran

Beşa duduyan ya Dîwana Kurmancî behsa Feqiyê Teyran dike. Li vir nivîskar qala pirtûkên behsa Feqî kirine dike û dibêje M. Emîn Zekî Beg, Dr. Blêç Şêrko û Elaeddîn Secadî gotine ku Feqî xelkê Makûyê ye û di 707-775ê hicrî (1307-1375 mîladî) de jiyaye û ev agahî ne rast e. Li gor nivîskar Feqî ji gundê Teyran e ku ew jî dikeve navbera Miks û Hîzanê.[11] Dîsa bi berfirehî sedemên vê îtiraza xwe rêz dike û dibêje ew bi teqrîben di sedsala 16 yan 17an de jiyaye. Piştî vê qala hevdemiya Feqî û Melayê Cizîrî dike û ji munezereya wan delîl tîne ku di sala 1031ê hicrî (1621 mîladî) de li heyatê bûne. Di derbarê asta şairî û zimanê wî û berhemên wî Xanê Dimdim, Şêxê Senan û Qewlê Sîseban de agahiyan dide. Herweha gotegot û dubendiyên di derbarê van de jî dinirxîne. Di vê beşê de ji helbestên wî jî sê mînakan dide yek jê munezereya Feqî û Mela ye.

5. Melayê Bateyî

 Di vê beşa sisiyan de nivîskar qala jiyana Melayê Bateyî dike, dibêje navê wî yê rastî Huseyn e û ji gundê Batê ye û ew jî li hêla Geliyê Teyareyê Hekariyê ye. Wekî me di beşên din de jî destnîşan kir, Ebdurreqîb Yûsif di derheqê serdema van şairên Kurd de li dijî agahiyên pirtûkên qala wan dikin, derdikeve û li berevajî wan hinek agahiyên din dide. Herçendî ew jî li ser esasekî vebir gotina xwe nebêje jî li gor wî Melayê Bateyî jî hevçaxê Ehmedê Xanî (1061-1119/1651-1710) ye. Dibêje sedema ku Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de qala Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran kiriye lê behsa Melayê Bateyî nekiriye, dibe ku ew be wê çaxê Bateyî hê deng venedaye, nehatiye nasîn. Ji ber vê qala wî nekiriye. Di vê angaşta xwe de jî xwe dispêre dîroka nivîsîna vê keşkula ku ji bo Dîwana Kurmancî bûye jêder. Li gor wî madem ev berhevok di sala 1181ê hicrî de ango 62 sal piştî mirina Ehmedê Xanî (1119ê hicrî) hatiye nivîsîn, vêca divê ewna hevçaxê hevdu bin.

 Li pey vê re bi kurtî qala melatî, şairî û asta helbest û zimanê wî dike. Herweha behsa mewlûda wî jî dike. Lê herçendî nivîskar dibêje min heya nika şeş helbestên Bateyî peyda kirine jî di vê beşê de tenê pêncan neqil dike.

6. Melayê Cizîrî

 Di beşa çaran de di derheqê Melayê Cizîrî de tu agahiyan nade, tenê dibêje ev du helbest in di nav Dîwana wî de nehatine çapkirin, emê li vir bidin. Dibe ji ber ku di beşên derbasbûyî de qala Mela kiriye lewma di vê beşê de ser nesekiniye.

7. Mensûrê Girgaşî

 Li gorî agahiyên nivîskar Mensûrê Girgaşî şairekî Kurdê kevn e, ji herêma Behdinan ji gundê Girgaşê ye. Mensûrê Girgaşî hevçaxê Melayê Bateyî ye û vê agahiyê ji Mêjûyî Edebî Kurdî rûpelê 536an ya Elaeddîn Secadî radigihîne û ji hinek rîwayetên devkî jî heman agahiyê neqil dike û dibêje ji bilî vê tu agahiyên din di dest me de tunene. Di vê beşê de helbesta Mensûr Girgaşî “Beyata Biharê” neqil dike û qala asta wê ya edebî dike. Li vir Ebdurreqîb Yûsif bersiva wê îdiayê jî dide ku li gor wê ev helbesta ya Bekir Begê Erzî ye. Dibêje, belê Bekir Beg şairekî mezin e, helbesta wî ya herî xweşik û serkeftî ya “Medîna” ye, lê dema ev destxeta hatiye nivîsîn (1181ê hicrî) Bekir Beg hê zarokekî du salî bûye. Lewra ew di sala 1179ê hicrî de ji dayik bûye. Belê helbesteka Bekir Begê li ser biharê heye, lê tê xuyanê ku wî ev li ber ya Mensûr nivîsiye, lêbelê negihîştiye asta helbesta Mensûr.

8. Mîna

Mîna şairekî nenas e. Wekî ku nivîskar dibêje, Mîna jî fenanî Macin, Sadiq nayê nasîn ka çi çaxê û li kîjan herêmê jiyaye. Tenê nivîskar di wê destxeta kevn de sê helbestên wî peyda kirine û li vir daye weşandin. Hinek qismên helbestan nîvco ne, nayên xwendin.

9. Macin

Macin jî nola Mîna nayê nasîn, di pirtûkan de qala wî nehatiye kirin ka gelo çi kes e. Lê nivîskar di wê keşkula kevin de helbesteka wî dîtiye û li vir li gel helbesta Melayê Bateyî ya “Subh û êvarî, şeva tarî şemala kê yî tu?” neqil kiriye û dibêje dibe ku ew jî hevçaxê hev bin.

10. Sadiq

Ji wan şairên nenasê ku nivîskar jî nikare di derheqê wan de tu agahiyan bide yê sisiyan Sadiq e. Ew jî tenê bi vê helbesta xwe ya ku di dawiya wê de wekî herduyên din Mîna û Macin navê xwe Sadiq dinivîse hatiye peydakirin. Bi qasî ku ji nivîskar tê fêmkirin hinek dibêjin ev helbesta ya Elî Herîrî ye, lê nivîskar vê napejirîne û dibêje di dawiya helbestê de navê Sadiq derbas dibe ne yê Herîrî, wê çaxê ev helbesta Sadiq e. Di vê beşê de ji bilî vê helbestê helbesteka Bekir Begê Erzî jî heye, lê tu agahî tuneye gelo nivîskar bi çi meqsedê ev helbest li vê beşê de bi cî kiriye. Tenê dibêje min ev helbesta ji Mela Xelîl wergirtiye ku ya Bateyî ye, lêbelê Şêx Memdûh dibêje ev ya Bekir Begê ye û wekî delîl jî beyta dawîna tê de navê Bekir Begê derbas dibe ji nîvaskar re şandiye.

11. Pertew

Di vê beşê de qala Pertew Beg ya rastî li gor nivîskar ne diyar e ka Beg e yan Paşa û Şah e. Ji pirtûka M. Emîn Zekî Beg neqlekê dike û hinek agahiyên din dide. Lêbelê tu qenaetekî vebir nabêje. Di dawiyê de jî du helbestên wî neqil dike.[12]

12. Şêx Nûreddînê Birîfkanî

 Ev beşa qala Şêx Nûreddîn dike, li gor çend beşên beriya vê berfirehtir e. Ji ber ku alimekî bi nav û deng e di derheqê wî, berhem û jiyana wî de agahiyên saxlem hene. Di sala 1205ê hicrî (1795ê mîladî) de li gundê Birîfkanê jidayik bûye û di sala 1268ê hicrî jî koça dawî kiriye. Bi Kurdî, Erebî û Farisî dîwanên wî hene. Di vê pirtûkê de du helbestên wî hatine neqilkirin.

13. Mem û Zîn
Ev beşa dawîn a Dîwana Kurmancî ye. Ebdurreqîb Yûsif ji ber girîngdîtina xwe ev beşa li vir daniye û tê de bi kurtasî qala Memê Alan û Sitiya Zîn dike û tarîxa mirina wan li ser kêlikê meqberê wan nivîsî sala 854ê hicrî (1451ê mîladî) neqil kiriye. Herweha di derheqê dem û bûyera wan de jî agahî daye. Peyre çarîneka Ehemê Xanî ya bi çar zimanan Kurdî, Farisî, Erebî û Tirkî nivîsiye neqil kiriye. Di herdu rûpelên dawîn de jî wêneyê qebra Mem û Zînê û bergê Dîwana Kurmancî cî digre.

14. Encam

Dîwana Kurmancî, ji bo mirov têkeve şikê rê vedike. Lewra ji bo zanist derkeve holê, derfeta vejîn û peydabûnê ji xwe re çêbike, divê şik û pirs herdem di hizra lêkolîner de hebin. A ev pirtûka piçûk ji bo dîroka wêjeya edebiyata Kurdî çavkaniyeke sereke ye û vê hesta şikbirinê bi me dide qezenckirin. Ew bi vê helwesta xwe ve, wan hemû tarîxên ji bo jiyan û serdema nivîskar û berhemên edebiyata Kurd ya klasîk heya wê rojê wekî rastiyên bêguman dihatin qebûlkirin serobino dike, bi delîl û nîşan wan pûç dike û asoyekî fireh vedike.

ÇAVKANÎ

Doskî, Tehsîn Îbrahîm: Dîwana Perto Begê Hekkarî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2011.
Feyzî, Emîn: Encûmenî Edîbanî Kurdî, Stenbol, 1920/1921.
Feyzî, Emîn: Encûmenî Edîban, Weşanên Dîwan, latînîzekirin: M. Xalid Sadînî, Stenbol, 2012.
Kurdo, Qanatê: Tarîxa Edebiyata Kurdî, Stockolm, 1983.
Sadînî, M. Xalid: Feqiyê Teyran, Weşanên Nûbiharê, Stenbol, çapa 6an, 2012.
Secadî, Elaeddîn: Mêjûyî Edebî Kurdî, 2 berg, Çapxane-î Me’arif, 1952.
Temo, Selîm: Kürt Şiiri Antolojisi, Agora, Stenbol, 2007.
Xakezî, Ebdulkerîm: Berhevok, Bexda, 1932/1938.
Yûsif, Ebdurreqîb: Dîwana Kurmancî, tîpguhêzî: Elî Şêr, Jîna Nû, Swêd, 1988.
Yûsif, Ebdurreqîb: Dîwana Kurmancî, Necef, 1971.
Yûsif, Ebdurreqîb: Dîwana Kurmancî, latînîzekirin: Ziya Avci, Weşanxaneya Dîwan, Stenbol, 2012.
[1] Emîn Feyzî, Encûmenî Edîbanî Kurdî, Stenbol, 1920/1921; Emîn Feyzî Beg, Encûmenî Edîban, latînîzekirin: M. Xalid, Sadînî, Weşanên Dîwan, Stenbol, 2012.
[2] Ebdulkerîm Xakezî, Berhevok, Bexda, 1932/1938.
[3] Elaeddîn Secadî, Mêjûyî Edebî Kurdî, 2 berg, Çapxane-î Me’arif, 1952.
[4] Ebdurreqîb Yûsif, Dîwana Kurmancî, Necef, 1971; Ebdurreqîb Yûsif, Dîwana Kurmancî, tîpguhêzî: Elî Şêr, Jîna Nû, Swêd, 1988. Weşanxaneya Dîwanê di 2012an de Dîwana Kurmancî bi tîpên latînî bi tîpguhêziya Ziya Avci ji nûve weşand.
[5] Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Stockolm, 1983.
[6] Selîm Temo, Kürt Şiiri Antolojisi, Agora, Stenbol, 2007.
[7] Ebdurreqîb Yûsif, Dîwana Kurmancî, latînîzekirin: Ziya Avci, Weşanxaneya Dîwan, Stenbol, 2012. Li vir divê em vê yekê jî eşkere bikin ku ev nusxeya Dîwanê weşandiye ji hêla rastnivîsê ve pir xirab e. Piraniya helbestan xelet hatine nivîsîn û metnê ku di derheqê şairan de agahiyan dide jî baş nayê fêmkirin.
[8] Ya rastî her çendî nivîskar qala 209 salan bike jî meriv dema hesab dike di hesabê nivîskar de xeletî derdikeve holê. Gava meriv 209an ji 1961ê mîladî -ku sala peydakirina vê berhemê ye- derdixe tarîx dibe 1752, lê gava meriv 209an ji sala 1970yî -ev jî sala nivîsîna vê pêşgotinê ye- derdixe wê hingê jî tarîx dibe 1761. Lê tarîxa mîladî ya di pêşgotinê de hatiye destnîşankirin jî 1767 e. Ez nizanim gelo ev yeka ji ber xeletiyên rêzkirinê ne yan ev tarîx li gor hesabê sala qemerî ye.
[9] Ebdurreqîb Yûsif, Dîwana Kurmancî, latînîzekirin: Ziya Avci, Weşanxaneya Dîwan, Stenbol, 2012, r. 13.
[10] Divê em vê yekê diyar bikin ku me di serî de ew nusxeya weşanxaneya Dîwanê çap kiriye esas girt û ev agahiyana yên wê ne. Lê emê bi kurtasî qala yên din jî bikin: Di nusxeya Jîna Nû de di serî de pêşgotineke di derheqê rêbaza amadekirina vê berhemê de heye. Dema ev nusxe bi tîpên latînî hatiye amadekirin li ser awayê rêzkirina wê jî guherîn çêkirine. Di nusxeya ku li Necefê hatiye çapkirin de di beşa pêşîn de helbest hatine dayîn û piştî helbest qediyane êdî agahiyên di derheqê şairan de tên. Lê wekî me li jor jî nîşan daye di ya latînî de beş bi beş li gel agahiyên di derheqê şair de, helbestên wî jî hatine pêşkêşkirin. Li gel vê gava karê tîpguhêziyê hatiye kirin zimanê berhemê yê orijînal Behdinî hatiye guherîn û li gor Kurmanciya Bakur hatiye nivîsîn. Herweha wekî di pêşgotinê de jî tê gotin beşeke bi qasî du rûpelan ya qala rêbaza nivîsîna bi tîpên erebî dike jê hatiye derxistin û bi vî awayî berhem 110 rûpel e. Ya bi tîpên erebî jî 160 rûpel e û rêza beşan weha ye: Pêşekî (r. 3-10), Elî Herîrî (r. 11-15), Melayê Cizîrî (r. 16-20), Feqiyê Teyran (r. 21-28), Mela û Feqî (29-42), Çargoşeya Ehmedê Xanî (r. 43-44), Melayê Bateyî (r. 45-59), Mensûrê Girgaşî (r. 60-66), Mîna (r. 67-78), Macin (r. 79-84), Sadiq (r. 85-89), Pertew Begê Hekarî (r. 93-96), Şêx Nûreddînê Birîfkanî (r. 97-100) û ji vê şûnda jî qala şairan dike: Elî Herîrî (r. 101-121), Feqiyê Teyran, (r. 122-136), Melayê Bateyî (r. 137-142), Mensûrê Girgaşî (r. 143-144), Mîna (r. 145-1446), Macin (r. 79-84), Pertew Begê Hekarî (r. 146-149), Şêx Nûreddînê Birîfkanî (r. 150-153) Mem û Zîn (154-158) û di du rûpelên herî dawîn de (r. 159-160) jî wêneyê gora Mem û Zîn û Medresa Evdal Begê hatiye bicihkirin.
[11] Lêbelê li gor ku M. Xalid Sadînî di pirtûka xwe ya li ser jiyan, berhem û helbestên Feqiyê Teyran de qalê dike Ebdurreqîb Yûsif ji P. Elîxan û Seîd Dêreşî re nameyek şandiye û gotiye min di Dîwana Kurmancî de xeletî kiriye û gotiye Feqiyê Teyran xelkê gundê Teyran e, lê paşê di sala 1977 de min lêkolîn kir û ez pê hisiyam gundekî wisa tuneye û Feqî ji Miksê ye. Bnr. M. Xalid Sadînî, Feqiyê Teyran, Weşanên Nûbiharê, Stenbol, çapa 6an, 2012, r. 24.
[12] Di derheqê vî şairê Kurd de Tehsîn Îbrahîm Doskî, lêkolîneke baş kiriye û Dîwana wî daye weşandin. Li gor wan agahiyan navê wî yê rastî Mustefa Begê Kurê Ebdullah Xanê Hekarî ye û wekî Perto Begê Hekarî tê nasîn. Bnr. Tehsîn Îbrahîm Doskî, Dîwana Perto Begê Hekkarî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2011.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev