Zilamê 47an (lehengekî kurd)

Zilamê 47an (lehengekî kurd)
Ali Kut
Wexta Tewfo yê Dimilî li ber deryê dikana xwe Remoyê Qerejdaxî dît, şaş ma û ew zû zûka vexwand hundurê dikanê. Bilez jê re:
-La Remo tu çi geyrenê! Noyo qiyamet dakewto, eger jendirmeyên tirkan to tepişê, ya odo to birişê eskerey ya jî odo vajê no îsyankaro, enbazê Şêx Seîdî yo o to çekerê zîndanî mîyan!
Dostanîya Tewfoyê Dimilî li gel malbata Remo ji mêj ve bû, bav û bapîrên wî jî nas dikirin, her ku ji bo karekî, (kî ba ferq ne dikir) ku bihatana Dîyarbekirê ê riya xwe bi dikana Tewfoyê Dimîlî bixistana.
Remo mîna ku nizanîbû ê çi bibêje serê xwe xwar kir:
– Xalê Tewfo, hayê min ji tiştekî tuneye bi rastî, aha diya zarokan ev hêşînahî û hinek penêr ji bo te û xaltîya min şandîye, ez hema hinek pêwistiyên malê bidebirînim bi rê dikevim dîsan vedigerim Qerejdaxê.
Paşê jî selikek tijî tolik û kûzekî penêr dirêjî Tewfo kiribû. Tewfo, piştî ku rahişt selikê û kûz, bangî zarokekî ku li ber destê wî kar dikir, kir, ew danêyê da li gel silavên Remoyê Qerejdaxî bibe mala wan, dûvre bi çeplê Remo girt ew ber bi hundurê dikane ve kêşand û li ser sandalîyekê bi rûniştandin da:
-Hela bê ma çayê bişimê, heta ema to zembîlî veng kena, belkî ez to rê çend nesîhetan bikera!
Remo ji bo dilê Tewfoyê Dimilî haş bike, pê da zanîn ku ew ne tenê hatiye bajêr, li gel çend hevalên xwe î din bû û ew jî li sûkê digerîyan da pêwistîyên xwe tedarik bikin, piştre ê li xanê hevdu bidîtana hespên xwe bigirtana û vegerîyana Qerejdaxê.
Di heqîqetê de, taswasa dilê Tewfo ne bilasebeb bû. Bi dû ku Şêx Saîd Efendî û hevalbendên wî hatibûn girtin, jendirmên tirkan bûbûn fena gurên devbixwîn. Kî li kû, çawa bixwestana li gor kêfa dilê xwe digirtin. Heta li gellek deveran dikuştin, vê dawîyê behsa qetilamên mezin jî dibûn. Tewfo mirovekî bîrwir bû, dizanîbû ku kurd êdî weko pezê bê şivan in û tecrubeyên wî ji nefiramên berê jî hebûn. Ew bi xwe beşdarî şerê Sariqamişê bûbû û yek ji wan kêmkesên ku sax ji wî şerî filitîbû! Loma jî dilê wî bi taswas bû û ji Remo re:
-Remoyê min, Apê to senî vano winî biki, çend rojî meymanê ma bê, heta dinya tenekê bêveng beno.
Lê Remo dîsan dubara kir ku ne tenê ye û hevalên wî hene loma jî divabû apê Tewfîq ji tu tiştî netirsiya!
Hinekî şûnde jî lawkê ku selik biribû li ber derîyê dikanê xwuyanî kiribû. Xanima Tewfo selik bi kulîçeyên bajaryan dagirtibû. Tewfo ji refikên dikanê hinek şekir û piskuwîtên din li selikê zêde kir û ew li gel silavên germ bo hemû malbatê dirêjî dest Remo kir û ew oxir kir.
Dema ku Remo ji dikana Tewfoyê Dimilî bi dûr ket serê wî tevlihev bû, ne tirsê lê taswasekê dilê wî girtibû. Ne ditirsîya ji ber ku tu danûsitandineke wî bi şerê xelkê re nebû. Sîh salîya xwe ku ê îsal tijî bikira, hemî li gundê xwe li derdora zozanên Qerejdaxê, li nav pez û dewarên xwe bihurandibû. Salê carekê an dudiyan dê bihata Diyarbekirê çi lazim ba digirt û paşde vedigeriya gund, nav kulfetê xwe. Ji şer û pevçûnê, ji xwe, hes ne dikir, lê vê carê Dîyarbekir ne wekî berê bû, tiştin qewumî bûn, kelecana di sûkê de, sawa di pistepistê niştecihan de ev destnîşan dikir. Herhal, ji wî re çi! Salê carekê dihat Diyarbekirê, sala were ku nehata jî dibû, ê biçuwa Ruhayê! Lê dîsan jî çi dibe çi nabe, Remo fam kir ku berya saetekê divê ji vir bi dûr bikevin! Ecele kir û hat xanê, hevalên xwe zû zûka amade kirin, hespên xwe şidandin û bi rê ketin. Di derîyê Çiyê re ber bi Qerejdaxê ve situwên hespên xwe dûz kirin, bi bezîn ji Dîyarbekirê bi dûr ketin.
Ji mehan Adar bû, çaxê newrozê bû. Her dever şînkahî bû. Ji her cihî bihar dibijiqî, hemî dar û ber bişkuvîbûn û ji derdora xwe bêhna biharê vedidan. Newal, co û cobar, hemî, ji baranê û bi ava berfa ku li serê Qerejdaxê dihiliya, tijî bûbûn, diherikîn. Xweza zindî bû û reqsa xwe ya demsalî dikir.
Nefiramên vî welatî jî wekî Newrozên wî hersal paşde vedigerîyan, lê ya îsal ne dişibîya ên din. Zû hatibû û dê demek dirêj jî bimaya. Di her nefiraman de bi koman zilam û ciwan dicivandin, bi çek dikirin û berê wan didan welatên dûr, rêyên çûn û nehatê. Çavên dê û bûkan li rêyan diqerimîn, car car yek du kesên kulek, ya bi milekî an jî bi lingekî jêkirî û ji derban xilxilî ku paşde vedigerîyan, dibûn şahidê windabûn û qetilamên wan welatên dûr. Lê vê carê qetilam li ser vê xakê dibû, li welatê kurdan ferman bû! Bi taybetî jî li derdorê Diyarbekirê Heraketa Azadîya Kurdistanê dest bi serhildanê kiribû. Dewleta tirk jî bi şêweyekî hovane şer li hember kurdan dimeşand. Ew ketûber dabûn ber xwe. Cî bi cî bajar û gund bi tevayî digirtin, tevî hemû niştecihan dişewitandin. Mifrezeyên leşker û jendirman çi bikirana ji xelkê, serbest bûn, li beranber qanûnê tu berpirsyarîya wan nemabû, evîya bi qanûneke taybet di meclisa tirk de tesdîq bû bû. Li gorî vê biryarê divabû kurd isleh (baş) bibûna. Di van rojan de tu kes ji kurdan ne ewle bû û Remo û hevalên xwe Şêxo û Hemê Bêrtî jî ne ewle bûn. Lê hayê wan ji tiştekî tunebû, ta ku ji ser reya xwe dagerîyan newalekê ber cobarekê di qontara çiyê de, da bêhna xwe berdin û hespên xwe av bidin. Lewre ku ev teqnekî bi rê de, bê westan ajotibûn. Li wir pêrgî mifrezeyeke jendirmên tirk hatin.
Serbazê mifrezê jî wehşekî navdar, Qere Durmişê Bursayî bû. Di heqîqetê de hemû serbazên tirk ku li Kurdistanê wezîfedar bûn, mîna hev bûn. Bêrehm û bê ûjdan bûn, derhemek ji xisletên mirovatîyê ên baş di wan de peyda ne dibû. Bêguman ev hovitîya xwe ji desthilatê digirtin, desthilatê jî ev wehşên dirinde li ser vê xakê serbest berdabûn. Çi bikirana ji wan re dima, kesekî tu hesab ji wan nedipirsî. Qere Durmişê Bursayî ne tenê bi kuştina mirovan, bi taybetiyeke din jî navdar bû. Bi dû ku gorîyên xwe dikuştin, weko xenîmeta şerî tilî û guhên wan jêdikir bi xwe re dibirin. Ji van perçeyên laşan koleksîyon çêdikirin, ev jî li gorî nasnavên wan î milî rêz dikirin, pontosî, ermenî, çerkezî û kurdî bûn! Li gor ku digotin ya kurdî mezintirîn bû, lê sedemeke vê î dîrokî hebû. Digotin ku di wextekê de kalikê vî Qere Durmuşî xwestiye biçe Hecê. Dema ku di nav êleke kurdan re derbas dibe, axayê kurd çav li jina wî î spehî dikeve û ne bi dilekî, bi heft dilan dil dikevê! Rojtira din karwanê wan tarûmar dike, kalikê wî dikuje û jina kalkê wî bi zorê li xwe mahr dike. Ji wî karwanî tenê bavê wî diflite û bavê jî Qere Durmuş bi kîn û nefreta vê bûyerê, wekî dijminê kurdan wî mezin dike.
Jendirmekî destê xwe ji wan re bilind kir:
– Rawestin! got.
Di heman demê de jendirmên din ew dorpêç kiribûn û berê tufengên xwe dabûn wan. Remo û hevalên xwe bê mefer û bê yî ku tiştekî bibêjin ji hespên xwe peya bûbûn, histuwê xwe li ber fermana jendirman xwar kiribûn, ji xwe tiştekî din î ku bikarîbana bikirana jî nebû.
Jendirman bilez zîn û xurcezînên hespên wan saxtî kirin, hemî ji kelûpela malê, şekir û xwê û hin jî ji kulîçeyên bajaryan pêk dihat. Qere Durmiş dema ku çav li arzaqan ket ji jendirmên xwe re:
– Evana miheqeq hevalbendên asîya ne, xwarinê ji wan re dibin! got.
Dema ku serbazê mifrezê ev gotin bilêv kiribûn mîna ku fermanek dabe, hemî mifreze li wan civîyan û guro te çi xwariye, dan ber pêhn û qondaxên tufengan, hersê li erdê gevizandin! Eman û hawarên wan di ser Qerejdaxê re li berîya Dîyarbekirê bilind dibûn, lê heyhat, ne kesekî dibihîst û ne jî diwêrî bi hawara wan de werê.
Remo xwestibû wan çend gotinên tirkî ku dizanîbû ji bo parastinê bi kar bîne, ew jî pê re derneketibû, ji xwe derbên jendirman rê nedabûnê ku devê xwe ji hev veke. Qondaxeke tufengê li argûşkek wî îsabet kiribû, çend diranên wî firîyabûn, ser û çavên Remo di nav xwînê de hiştibû. Belkî jî vê derbê ew ji mirinê xelas kiribû, jendirman dev jê berdabûn. Remo di wê rewşa xwe yî xerab de jî xwestibû halê hevalên xwe Şêxo û Hemê fêr bibe, lê tiştê ku ber bi çavên wî ketibûn dîmeneke pirr xirab bû, du meytên di nav xwînê de dirêjkirî bûn û tu nîşanên zindîbûnê di wan de xuya ne dikirin.
Serbaz ji leşkeran xwestibû ku Remo li gel hesp û barên wan li gel xwe bibin.
Ev hemî di bêhnikekê de û zû qewumî bû. Remo, berê jî laqî zilma jendirmên tirk hatibû. Lê ên berê, zêdetir wekî heqaret û ji çend şîmaqan pêk dihatin. Bawer ne dikir ku mirov dikane welê hov bin! Bê yî pirsekê an sualekê li kesine bê mefer vê işkencê bike, ta ku rih di wan de hebe li wan bide. Nuha baştir di şîretên Tewfoyê Dimilî de têdigihişt û hezar heyfê xwe lê anîn ku bi ya wî nekir û çend rojekî nebû mêvanê wî. Lê, êdî tiştekî ku bikira nemabû. Jendirman ew dabûn pêş xwe tevî hersê hespan û barên wan dîsan paşde vedigeriyan Dîyarbekirê. Ne dihiştin ku li pey xwe jî binere, bê ka gelo livek di laşên hevalên wî de peyda bûye an ne!
Ber bi mexribê ve gihiştibûn Diyarbekirê. Nîvrokî ji vî bajarî, saxlem û siwar derketibû, nuha jî peya, birîndar û jihalketî dîsan vedigerîya yê.
Li qişleya leşkerî wexta ku Remo derxistibûn beranber dadgirekî, hinekî ruh pê hatibû, hêvîyên wî çê bûbûn. Remo dema ev efendîyê bi qerewat û bedlekî utîkirî dîtibû, ji xwe bi xwe re gotibû »eve miheqeq ê bêgunehîya min fam bike û min ji dest van guran azad bike!» Lê pêre pêre jî hêvîyên wî zû şikestibûn, lewre vî efendîyî tenê çavek ji bo nasînê lê gerandibû, di awirên wî de tu hestyarîyek ji halê Remoyê perîşan re ne dixuye, Remo ev zû fam kiribû. Dadgir, hinekî bi tinazî ji serbazê jendirman pirsîbû:
– Sûcê vî xortî çiye?
Serbaz:
– Kurd e!
– Eger tenê sûc ev be, divê em xelkê vê heremê hemî bigrin!
Serbaz hinekî bi hêrs lê vegerandibû:
– Qey, te telgrafa Başvekîl Ismet ji bîr kiriye “Çi fêda yekî ku bi tirkî nizanîbe ê ji komara tirk re hebe?”
Yek jî ji koma dawîn kêm e.Evîya wekî zilamê 47 an qeyd bike, ma tu dixwaze dunya pê bihese ku yek revîya ye û em bihetikin! Wê demê tu ê çi bersivê bidî Paşeyan?
Bi dû vê de jî tu axaftin di nawbêna wan de çê nebû. Dadgir Remo wekî zilamê 47 an qeyd kiribû û paşê jî du jendirman bi çeplên wî girtibûn ew biribûn zindana nav Qelê cem ên din.
Zindanîyan bi germî bergirtiya Remo kiribûn. Tasek av zû pê ve gihandibûn. Piştî ku vexwaribû, bêhn pê ve hatibû, li ber ronkaya lempeyekê gazê ên derdora xwe tefsilandibûn û fam kiribû ku nuha di nav dostan de ye. Ê ku destmalek ji bêrîka xwe derxistibû, serûçavên wî î ji xwedan û xwîna hişk kirî paqij dikir Dr Fuad bi xwe bû. Piştî kontroleke bi lez jî jê re:
– Tu baş ecinandine, ji du parsû û çend diranan pê ve devereke te î şikestî wekî din nîn e! gotibû.
Paşê jî xêrhatin lê kir, destmala xwe jê re hişt û bi bişirîn çû hêleke din î qawişê.
Qawîş avahîyeke mezin î kevnare bû. Berê qişleyeke leşkerî bû, vê dawîyê veguherîbûn û kiribûn zindan. Di hundurê wê de du ode hebûn, yek weko hucreyeke taybet ji bo Şêx Seîd Efendî veqetandibûn û yek jî ji bo ku nexweşan kontrol bike dabûn Dr Fuad. Di hundurû de belbî sedûpêncî zilam hebûn, ango Remo welê texmîn dikir. Hemû jî giregir axe, şêx û begler bûn! Remo nêzîkî kê bû an şêx derdiket an axa, ê xwedî nîşana herî kêm ew bi xwe bû û di nav wan de çend mele jî hebûn, ji ber vê jî fedî dikir ku li gel wan hevaltîyekê deyne. Lê, di heqîqetê de yekî ji wan jî xweji ê din mezintir ne dikir, hemîyan weko »Bira! an Pismam!» gazî hevedin dikirin. Dîsan jî yê herî milayim, nefspiçûk ku jê re elaqe nîşan dabû Dr Fuad bû, lewra xwe bêtir nêzîkî wî kiribû. Yekî din jî ku herdem li gel Dr Fuad digerîya parêzvanek bi nasnavê Bavê Tujo bû. Navê wî yê eslî Mihemed Tewfîq Hecî Axtî bû. Fena pizotekî êgir bû! Yekî qamkin, simbêlqeytan, temenê wî li dor çil salî bû. Dengekî wî î gur hebû ku ji paş girekî jî dihate bihîstin. Wexta ku diqêriya jî, te digo qey bostekê ji erdê bilind dibe. Her kesî, heta bi nobedaran jî hifza xwe jê dikirin.
Dema ku di ber derî an pacê re derbas dibûn, li wan diqêrîya ,digot:
– Cewrên dêleguran! Çi karê we li ser vê xakê heye? Vir Kurdistan e! Bicehemin biçin ji vir! An qehremanên kurd dê meytên we rêkin ji dê û bavên we re!
(Dûmayîk heye)

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev