AMADEKARÎYA JI BO CAREKE DIN PERÇEKIRINA KURDISTANÊ -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”AMADEKARÎYA JI BO CAREKE DIN PERÇEKIRINA KURDISTANÊ -2”. Beşa bi vê sernavê a pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 46

Bi vî awahî, li Mêsopotamîyayê îngilîs di peywandîyên tevî Şêx Mehmûd ra ketine nava halekî giran, ji ber ku ew qayîl e tenê ser demeke kurt bikeve bin hukumdarîya îngilîsa, ji ber ku mecbûr e û tevî wê jî xeyala wî ew bû, ku bi serokatîya xwe dewleta kurda ya serbixwe ava bike û dixwest bi kêmanî axa kurda ya Îraqa Başûr û Îrana Başûr-Roavayê bikevine navê. Şêx Mehmûd Barzincî bi xwe bi malbeta xwe, jîyana xwe, bîr-bawerî û fikrên sîyasî va serekekî kurdayî derebegî bû, lê têkoşîna wî bona damezirandina Kurdistaneke serbixwe, qe na (bi kêmanî) ser perçekî erdê kal-bava, di wê dewranê û di wan şerta da, bê şîk, xwedî kemaleke pêşverû bû ne tenê ji alîyê sîyasî, lê herwiha di hêla civakî da jî.

Dîwana Îngilîs ya dagîrkarîyê haj ji hêza Şêx Mehmûd hebû û ji wî “dipelikand”, û bi her awahî hewl dida hukumê wî bide kêmkirinê. Bona “milahîmkirina” Şêxê kurda, bilî Noel û Wîlson, zaneyê pirsa kurda di karê casûsî-sîyasî yê Brîtanîyayê çawîş Ê. B. Sone jî bi kar anîn, ku hela nîveka meha çirîya paşin sala 1918a wek nûnerê “Îngilîsa serketî” şandibûne Suleymanîyê(28). Lê ew îdî nexweşekî usa giran bû, ku ne dihate qenckirinê, wek dibêjin, îdî “destê xwe lê şûştibûn” û ewî tenê pê ra gîhand desteke kurda ya ji 200 merivî amade bike(29). Di destpêkê da ji îngilîsa ra tenê li hev hat wilayeta Bexdayê da kurdên Îraqê yên bi serokatîya Şêx Mehmûd “azadkirî” bînine rayê, ji ber ku îngilîs li wira diha xurt bûn.

Li wilayeta Mûsilê rewşeke hinekî ji vê cudatir saz bûbû. Qedera wê ya sîyasî ne bêlî bû, ji ber ku bi formalî ew gerekê bigihîşta Fransîyayê. Lê îngilîsa qe jî ne dixwestin wêya teslîmî fransiza bikin û piştî navbirîke kurt destpê kirin ew sîstema serkarîkirinê li Mûsilê bi kar bînin, ku li Bexdayê bi ser ketibûn. Serdar Lîçmen hate kivşkirinê wek zapitê sîyasî yê sereke li Mûsilê û dîwana wî jî li wir bû; bona testîqkirina tevgirêdana tevî kurda zapitên sîyasî şandine navbendên wilayetên Mûsilê yên mayîn jî (Zaxo, Ekra û yên din). Lê derheqa hukumdarîya Şêx Mehmûd li ser kurdên Mûsilê, qe xeberdan jî tunebû.

Gerekê bê gotinê, ku destpêkê da îngilîsa li Mûsilê diha pir zehmetî kişandin, ne ku li Suleymanîyê. Sebebê wê gêografîya (erdnîgarî) wilayetê ye, ku ser sînorê tirka, ermenîya û sûrîya ye, û yek jî pirmiletîya binecîyên wê ye. Mêla Olkên (komên) xaçparêzên Mûsilê yên pirjimar li ser Fransîyayê bû; di nav wan da hertim jî hukumê mîsîyonêrên Fransîyayê yên katolîk pir bû. Wan dema propoganda mêlgirtina Fransîyayê di nav xaçparêzên Mûsilê da bi aktîvî dihate kirinê. Vê yekê ra tevayî casûsîya Tirkîyê di nava binecîyên musulman da tevrabûnên dijî Îngilîs û dijî xaçparêza dida teşkîlkirinê.

Çi ku derheqa kurdên Mûsilê da ne, ew gelekî ber xwe diketin, ji ber ku deng bela bûbû, ku zûtirekê wê dewleta ermenîya ya serbest bê sazkirinê, yên ku xudêgiravî erdê kurda yên dewr û zemana jî erdê xwe dihesibînin. Ew deng û basên bê bingeh ji alîyê kesên xêrnexwaz da hatine bikaranînê bona propoganda dijî Brîtanîyayê nava binecîyên kurd da(30). Sebebê berxweketina kurdên Mûsilê yê mayîn ew pirsa aşûrîya bû, ku dawîya şerê hemcihanê yê yekê sert bûbû. Serleşkerîya Îngilîs rewşa bêçare ya gelê aşûrîya, ku bi jimara xwe va hindik bûn, bi kar anî, yên ku ji dest zordestîyên Tirkîyê, ku sîyaseta împêrîyê li Rohilata Nêzîk derbaz dikir, ji navça Hekarîyê (Tirkîya Başûr-Rohilatê) revîbûne Îrana Bakûr-Roavayê.

Daxaza wan ew bû, ku aşûrîya bikine alîgirên serokatîya Brîtanîyayê ya nû û wana bi kar bînin dijî tevgerên azadîyê yên gelên Îranê, Îraqê û Tirkîyê. Bona wê armancê pareke aşûrîya ji navça Ûrmîyê (Îran) cîguhstî li Baakubê kirin (rex Bexdayê), lê paşê ew belayî li ser axa bakûr-rohilata Mûsilê kirin. Dîwana eskerîyê ya Brîtanîyayê destpê kir bi lez û bez aşûrîya bike nava desteyên xwe yên levy, yên ku gerekê fûnksyonên cendirma pêk banîyana. Ereb û kurd jî diketine nava levy, lê dîsa jî piranî aşûrî bûn; îngilîsa diha zef aminaya xwe bi wan dianîn(31). Qedirgirtina aşûrîya li wilayeta Mûsilê hêrsa kurda radikir (xwesma Tirkîyê helan dida kurda û hêvîya wê ew bû, ku Mûsilê ji dest xwe bernede). Rûyê pevçûyîna da du zapitên îngilîs şehîd ketin-serdar Wîllî û çawîş Makdonald(32).

Dawîya sala 1918a li navçeyên kurda yên wilayeta Bexdayê-mentîqên Suleymanîyê û Kêrkûkê da jî pevçûn çê bûn. Di navbera dîwana Brîtanîyayê û Şêx Mehmûd da nerazîbûn peyda bûn. Hukumê serekê kurda bilind bû û ew yek îngilîsa kiribû nava halekî teng da. Dawîya meha çileya pêşin sala 1918a Noel Suleymanî terk kir û berê xwe da Rêwandûzê bona wira sîstêma serkarîkirinê ya nû dayne. Li Koy-Sincaqê û Ranîyayê zapitên sîyasî hatine kivşkirinê. Li ser demekê ji wan ra li hev hat di nava eşîrên kurdên bakûr û roava Suleymanîyê qeyde-qanûnên brîtanî bidne dasekinandinê, yên ku hukumê Şêx Mehmûd qebûl dikirin tenê wek nûnerê îngilîsa li Kurdistanê û bi yekdengî hazirîya xwe anîne zimên, ku razîne tevî konfêdêrasyona kurda bibin (ew konfêdêrasyon tu cara saz ne bû). Lê li hev ne hat aminaya di navbera dîwana îngilîs û serekên kurda da bidne dasekinandinê û qewînkirinê. Hela di ser da jî neaminayî û şikberîya hindava hev da hîn zêdetir bûn.

“Me ewqas aminaya xwe bi Şêx Mehmûd dianî, çiqas ku qedirê wî di nav gel da hebû”,- di hesabdayîna fermî da ya dîwana Brîtanîyayê li Îraqê awa dihate gotinê derheqa halê li Kurdistana Îraqê. Bi vî awahî dixwestin hukumê Şêx di navçeyên usa da bidine sistkirinê, ku bi bîr-bawerîya dîwana îngilîsa ya kolonîyê li wan dera rewş “baştir e”. Dîwana Îngilîs eşkere piştgirîya wan komên li Kurdistana Îraqê dikir, yên ku bêy navçîgarîya serekên kurda hukumê Brîtanîyayê qebûl dikirin. Ew tucar û bazirganên ji bûrjûwazîya kurda bûn, ku “şûrê” wan xwesma li Suleymanîyê “dibirî”(33).

Bi vî awahî, rast e, di nav dema em li ser disekinin da (salên 1918-1919a) Şêx Mehmûd Barzincî dêmekî sîyasî yê bi nav û deng bû li Kurdistana Îraqê (bi bawerîya dîtindarekî îngilîs, himberî neyarekî wî, çar piştgirên wî hebûn), lê di çavê dîwana îngilîsa da wî wek şexsekî persona non grata didîtin. Karmendên îngilîs yên eskerî û sîyasî destpê kirin diha zef ew rexne kirin û her gotinên ne layîq (ne hêja) jê ra digotin (wek, “bêşeref”, “delkbaz”, “xwehiz”, “jîrîtî û jêhatina… hinkûfî zaroka” û yên mayîn). “Şêx Mehmûd bona me problêma here dijwar bû”,- A. Wîlson li xwe mukur dihat. Ji ber wê jî dîwana Brîtanîyayê li Mesopotamîyayê îdî dawîya sala 1918a hate ser wê bawerîyê, ku wê şaşî tê berdabû, gava biryar kiribû serokatîya navçeyên kurda bide destê serekekî wek Şêx Mehmûd, û bi gotina A. Wîlson, qet ne hewce bû “dema derbazkirina sîyaseta xwe li Kurdistana Îraqê serokatîke usa kivşkin, ku wek ya wê serokatîyê be, ku li temamîya Îraqê emel dikir”. Usa xuya ye, ku mecbûrbûna guhastina sîyaseta xwe hindava kurda da bû sebeb, ku dewsa Noel karmendekî diha ciddî-Son li Suleymanîyê kivş kirin, yê ku peywandîyên wî yên xusûsî bi Şêx Mehmûd ra hebûn(34).

Tevî van dijwarîyên, ku dîwana Îngilîs piştî betalbûna (xilasbûna) şêr li Kurdistana Îraqê didîtin, analîzkirina rewşa li wê navçê û bîr-bawerîyên derheqa qedera sîyaseta Brîtanîyayê ya hindava kurda da tiştekî balkêş e, ku zaneyên serokatîya dagîrkarîyê li Mesopotamîyayê gotine.

“Kurd miletekî bê serok e… û niha ji quwata wî der e serokatîyê bimeşîne”,- fikra vê analîzê (parzûnîyê) vî awahî bû. Çara tik-tenê bona pêşîlêgirtina dijberîya di nav qebîla da, ku Kurdistan kirine “gola xwînê”-ew “hukumdarî an jî serkarîkirina bi destî welatekî ji der va ye”. Problêma sereke ew e, ku cûrê serkarîkirineke usa bibînin, ku bi dilê piranîya milet be.

Xwedîyê vê nivîsa “Şiroveya bûyeran li Kurdistana Îraqê dema şerê Mezin”(35), ku li jor me perçek jê anî, çend cûrên safîkirina (helkirina) pirsa kurda li Mesopotamîya dagîrkirî pêşnîyar dikir. Yek ji wan dihate binavkirinê (belkî “bona xeberxweşîyê”) dasekinandina hukumê tirka li ser kurda. Em bêjin, ku xwedîyê nivîsê bi xwe jî ew cûre înkar dikir û ser wê bawerîyê bû, ku pêkanîna wê, wek wî digot, wê Kurdistanê bike “wargê xiringêla û tevlihavîya” û, bilî wê, di wê rewşê da pirsa ermenîya jî nikaribû bihata safîkirinê.

Di wê şiroveyê da tê ber çava, ku bin gotina “cûrê serkarîkirina ji alîyê welatekî der” da çi tê fêmkirinê. Wek ku bêlî bû, ew “cûrê serkarîkirina ji alîyê Brîtanîyayê bû”. Û di vir da jî xwedîyê nivîsê du riya dibîne: 1) serkarîkirina rastene û dagîrkirin dest nade, ji ber ku gel û serekên wê ewê yekê wê qebûl nekin; 2) “dewleta avtonom bin hukumdarîya Brîtanîyayê û bi serokatîya serekên kurda yên usa, ku ji alîyê me da bêne kontrolkirinê”. Cûrê duda diha nêzîkî aqilan e, ji ber ku “pirsa ermenîya jî yekser tê helkirinê”.

Usa xuya dike, ku ev cûre mînanî wê kûrsê ye, ku dîwana Îngilîs dawîya sala 1918a-destpêka sala 1919a li Îraqê hindava navçeyên kurda da dimeşand, gava hêvîya xwe danîbû li ser Şêx Mehmûd û yên mayîn. Lê wê nivîsê da dû ra tiştekî eksî wê tê gotinê.

Berî her tiştî, pirsa derheqa kivşkirina sînorên dewleta kurda ya avtonom ji holê radibe hetanî safîkirina pirsa derheqa qedera Ermanîstanê da. Dû ra tê gotinê, ku rûyê tunebûna serokê kurda yê netewî dewleta kurda nikare temamîya Kurdistanê bike bin “baskê” xwe. Lê serekên cî hene û ber çavan in û ew dikarin bi piştgirîya Brîtanîyayê bibine hukumdarên navçeyên xwe. Bi gotineke din, ji wan ra dest dida Kurdistanê da “dewletên biçûk” çê bikin bi şêwrdarên îngilîs û bi alîkarîya fînansîyê ya Brîtanîyayê. Serwêrîkirina brîtanî ya navbendî bi serokatîya kurdekî “navdar” gerekê li ser serê wan dewleta bûya. Îzin dabûn şêwra kurda ya miletîyê saz bikin, ya ku gerekê derd û kulên kurda banîya zimên.

Ew analîz bi pêşnîyarkirina helkirina pirsa axa kurda va xilas dibe. Sînorên êtnografîyê yên dewleta kurda ya plankirî berk dihatine înkarkirinê. Xwedîyê nivîsê dibêje, ku kurdên Kurdistana Îranê dixwezin li Farizistanê bimînin û derheqa wê yekê da tu îzbatîya nayne, û hela di ser da jî zêde dike, ku li ser wê para gelê kurd, xwesma li Azirbêcana Îranê, hukumê Tehranê sist e. Lê çi ku dimîne derheqa kurdên Îraqê da, bi bawerîya xwedîyê nivîsê, berî her tiştî gerekê berjewendîyên destpêneketina dewleta ereba ya bin hukumê Brîtanîyayê da hildine ser hesêb, ya duda jî, ereb û kurd usa tevlihev nav hev da dijîn, ku xudêgiravî di navbera wan da sînorên êtnografîyê tunene. Ango, navçeyên kurda yên li Mesopotamîyayê gerekê ne ku li Kurdistanê da bin, lê gerekê Îraqê da bin. Bi gilîkî, pêşnîyar dihate kirinê dewleta kurda li Anatolîya Başûr-Rohilatê da saz bikin, li ser axa bakûrê Cizîra-îbin-Omer (Cizîra niha.- M. L.), Nisêbînê, Resil Eynê (Serê Kanîyê.- N. W.), Bîrecîkê, dû ra bakûrê çemê Ferêt, bi hilgirtina wilayetên Xarpûtê, Bîtlîsê û Wanê, û pey ra jî berbi rohilatê heta ber sînorê Farizistanê(36).

Em bona wê yekê awa bi hûrgilî li ser vê “Şirove”-yê disekinin, ji ber ku di wê da, wek “du kerên sêvekê” sîyaseta Brîtanîyayê di pirsa kurda da tê ber çava û ew pêşnîyar ber qelema nûnerekî serokatîya Îngilîs ya dagîrkarîyêyî usa derketîye, ku ne yekî bi nav û deng e, ji ber wê jî di wê da gelek şaşî û dijîhevtî hene, ku yek ya din înkar dike.

Berî her tiştî ew daxaz dihate ber çava, ku Kurdistana Bakûr ya zevtkirî bikine bin kontrola Îngilîs da. Planên vî awahî hindava Kurdistana Rohilatê (Îranê) jî ber serê wan ra derbaz dibû, gava dij derdiketin, ku ew ax bikeve nava dewleta kurda. Ne axir wan dema Îngilîs xwe wek xwedî-xudanê wî welatî didît. Daxaza wan ew bû, ku perçebûna Kurdistanê wek berê bihêlin, hela di ser da diha perçe bikin û di wî karî da ev fikra danîbûne ber çava: “perçe bike, ku bikaribî hukum bikî”. Ew daxaza wan jî ferih û zelal bû, gava dixwestin hukumê Îngilîs li Kurdistana Roava û Bakûr da jî, ku di nav teşkîla Tirkîyê da bû, testîq bikin. Û gelekî eşkere derheqa vir û derewa derbarê plana dewleta kurda da dihate gotinê, ya ku ser mîrîtîyên cihê-cihê hatibû perçekirin û bi awakî sembolîk serokekî kurd danîbûne ser text, lê bi rastî her tişt bi dil û daxaza dagîrkara dihate kirinê.

Bi vî awahî, îdî di dokûmênteke pêşin da ya piştî dewrana pey şêr, ku derheqa sîyaseta Îngilîs da ne ya derheqa pirsa kurda da, sê fikrên bingehîn yên ne baş têne ber çava, ku bona wê dema em li ser disekinin gelekî balkêş in. Ew sîyaset dijî daxazên bingehîn yên gelê kurd û hemû gelên Rohilata Nêzîk bû, û di hêlekê va jî dijî Fransîyayê bû, ku wê demê neyarê Îngilîs yê sereke bû li navçê û çavê wê li ser dagîrkirina Kurdistana Başûr-Roavayê bû.

Karmendên dagîrkar yên Îngilîs, ku rê û dirbên sîyaseta hindava kurda da di şertên pey şêr ra amade dikirin, ji bîr ne dikirin rola kurda di pêkanîna armancên Îngilîs li Rohilata Nêzîk bidne kivşê. Zaneyê karê xwe, serdar Noel pêş da texmîn kiribû, ku kurd wê bibine “aleteke giranbuha di navbera Mesopotamîyayê û bagerîka (bahoz, avger) Kavkazê da”. Bi bîr û bawerîya wî, hêvî danîna li ser kurda-ji bo berjewendîyên îngilîsa delîleke baş e.

Qebûlkirina daxazên ermenîya,- Noel digot,- wê bigihîne hukumdarîya ermenîkî li ser deh kurda. “Di hêla praktîk da” wê baştir be, eger kurdek hukumî li ser deh ermenîya bike. Sebebê vê hilbijartinê rûyê îngilîsa bi awakî eşkere tîne ber çava, wek dibêjin, “perda rûyê wan diqetîne”. Ewê firsendê bide, ku Rûsîya “gulvede” û “Împêratorîya Rûsîyayê” careke din bê ser hukum, lê em gerekê li Kurdistanê pêşîya wê yekê bigrin (ne axir Rûsîya herdem piştgirîya ermenîya kirîye)(37).

Noel û karmendên Îngilîs yên mayîn, ku zaneyên pirsa kurda bûn, hema di destpêka hukumdarîya Îngilîs li Kurdistana Îraqê hatibûne ser wê bawerîyê, ku qezîya (xeter) ne tenê ji Roava tê. Wana texmîn kiribû, ku gerekê hukumê tirka ji ser kurdên Îraqê hilînin (piranî bi kanalên îslamîyê). Noel, ku herdem piştgirîya fikra li Mesopotamîyayê sazkirina “konfêdêrasyona kurda” ya bin hukumdarîya Brîtanîyayê dikir (ya ku, bi bawerîya wî, gerekê ji bo temamîya Kurdistanê bûbûya nimûne), ser ya xwe dima, ku dîwan li wira gerekê di destê kurda da be û tu karmendekî tirka gerekê têkilî karê wan nebe. Hemû biryar û dokûmêntên, ku bi destî wê dîwanê bihatina amadekirinê, gerekê bi zimanê kurdî bûna, lê ne ku bi tirkî, an jî erebî. Ewî pêşnîyar dikir, ku berevkirina bacê û karên mayîn li Kurdistana Başûr daynine li ser serekên kurda. Bi vî awahî, Noel ser wê bawerîyê bû, ku sîstêma derebegîya kurda gerekê wek berê bima, lê pêwîst e wê bikine bin kontrola Brîtanîyayê û nûjen bikin(38). Gelo eva merîya nayne ser wê bawerîyê, ku testîqkirina dîwana Îngilîs li Kurdistana Başûr di dereca civakî-aborî ya hundurîn da karekî rêaksyon bû.

Xwesma bona rewşa li bakûrê Kurdistana Îraqê îngilîs gelekî ber xwe diketin, ji ber ku sînorê Tirkîyê-Îranê wir ra derbaz dibe (wê demê ew sînor ne fermî bû, lê sînorê wilayeta Mûsilê bû, ku ew jî ne resmî bû). Vira di nav kurda da propoganda tirka bi xurtî dihate kirinê û berî gişkî ew bi “xetera ji alîyê ermenîya” da û vegerandina aşûrîya va çavtirsandî dikirin, yên ku dema şerê dawîyê ji cî-warên xwe hatibûne raqetandinê. Lê eger de`wekarîyên Tirkîyê li ser hukumê li Kurdistana Başûr ji wan ra îdî bûbû xeyset (xarekter), ya ku hetanî “duh jî” berdewam bû, lê qezîya “tevrabûnên panerebîyê” (Hertrud Bell)(39) tiştekî lap nû bû.

Berî hilweşandina text û tacê Împêratorîya Osmanîyê, Îngilîs û dewletên Roavayê yên mayîn hewl didan nasyonalîzma ereba, ku hey diçû xurttir dibû, bona berjewendîyên xwe bi kar bînin. Piştî xilasbûna şerê hemcihanê yê yekê, gava hema bêje hemû welatên ereba yên Asîyayê (bilî çend navçeyên Erebistanê) ji alîyê Îngilîs û Fransîyayê da hatibûne zevtkirinê, an jî ketibûne bin hukumê wan, berbirîbûna dewletên Antantayê hindava nasyonalîzma (panerebîzm) ereba da bi carekê va hate guhartinê. Ew ji hevalbendîyê werguhêzî neyartîyê bû, ew jî neyarekî bi hêz. Pirsdanîna sereke ya dagîrkarên nû ew bû, ku wana bikine nava qalibekî usa, ku bikaribin bê asteng planên xwe yên kolonîzatorîyê li Rohilata Nêzîk pêk bînin (û herwiha li Kurdistanê jî). Di şertên Îraqê da ew dihate wê manê, ku gerekê welêt da rêjîma kontrolîya sert li ser aktîvîya sîyasî ya miletçîyên ereba bidne testîqkirinê, ji bo ku nehêlin ew gelekî xurt bin. Herwiha lîstika li ser dijîhevtîyên ereba û kurda, ew jî heta derecekê, dikete di nav wê sîyasetê bona nehêlin yekîtîya erdê Îraqê biteribe (bifelişe, ji hev here), ji ber ku ew bin hukumê Îngilîsa da bû, lê wê yekê ra tevayî li ser riya bi kîsî kurda bihêzbûna Îraqê dibûne berbend û ne dihîştin ku gelê kurd li Îraqê bikeve bin qolê ereba.

Serokatîya Brîtanîyayê hema bêje bi wî awahî li Îraqê kar dikir, gava tirka ji wira dida derxistinê. 30ê çirîya paşin sala 1918a biryarek derket derheqa wê pirsê da, ku paşdemê da axa dewleta Îraqê gerekê ji kîderê hetanî kîderê be. Pêşnîyar hate kirinê li ser erdê Mesopotamîya dîrokî (wilayetên Basorê, Bexdayê, Mûsilê, ku ji alîyê dewleta tirka da hatine kavilkirinê) dewleta ereba bidne sazkirinê ya bin bandûra Brîtanîyayê, ji sînorên bakûr yên wilayeta Mûsilê girtî hetanî Devtenga Farizîyê. Bi vî awahî, Îngilîs cara pêşin nîşanî xelqê da, ku ew ne dixweze sozê xwe yê dabû ereba bona sazkirina dewleta yekgirtî li ser hemû wilayetên ji alîyê Împêratorîya Osmanîyê da zevtkirî pêk bîne (nav wê da-Sûrîye, Libnan, Felestîn, Hîcaz), ne jî borcê xwe yê ku dabû Fransîyayê, ku wê Mûsilê bide wê. Bilî wê, dîwana Îngilîs eşkere digot, ku kurdên Kurdistana Başûr bira qet hêvîya xwe daneynine ser bidestxistina serxwebûnê. Di nav Nûçenama ji bo zapitên sîyasî yên li Îraqa Bakûr dihate gotinê, ku altêrnatîva himberî dewleta ereba ya li Îraqê, ku tê plankirinê, dikare dewleteke cihê be ya tenê bi erdê wilayeta Mûsilê, ew jî wî çaxî, gava ji bin hukumê Îngilîs derkeve. Femdarî ye, ku varyanteke usa ne bi dilê Îngilîsa bû(40).

Netîca rêfêrêndûmê (dengdayîn) berê da hatibû biryarkirin, ji ber ku bin destê îngilîsa da firsendên mezin hebûn bona zordayînê, gelek binecî ji dengdayînê hatibûn dûrxistin, lê komên derebegîyê û bûrjûwazîyê-bazirganîyê, him yên ereba, hin jî yên kurda, bi sîyasî dûrî hev bûn(41). Lê di van şertên bona îngilîsa destdayî da jî rewşa dora Mûsilê ew kiribûne nava “derîyê teng”. Kurdên Mûsilê û êzdîyên Cebil Sincarê (Çiyayê Şengalê.- N.W.), ku tevî dengdayînê dibûn, eksî erebên musulman bangawazîyek derxistin, ku dijî testîqkirina hukumdarîya ereba bû(42). Famdarî ye, ku dîwana Îngilîs fikra kurda bendî tiştekî hesab ne kir, lê ew bona nesafîbûna statuya navnetewî ya Mûsilê gelekî ber xwe diket. Ji ber wê jî wana dest avêtin îzbatîya ber çava, ku Mûsil îdî bin destê wan da ne, û hêvîya xwe danîbûne ser wê, ku dîsa delîlan peyda bikin seba zevtkirina erdê Îraqa Bakûr efû bikin, wek dibêjin, “xwe xweş helal kin”.

Cîgirê komîsarê bajarvanîyê yê Îngilîs pêşnîyar dikir di xala 2a da ya projeya Konstîtusîya (Destûr) 20ê sibatê sala 1919a da serdazêdekirineke ha bikin: “wilayeta Mûsilê û Deyrêz-Zor… û ew perçên Kurdistanê jî bikine nava wê, ku wê demê pareke erdê wilayeta Mûsilê bûn û ne ketibûne nava dewleta Ermenîstanê ya paşdemê, ango temamîya hewza Zaba Mezin”. Ewî ser da zêde kir, ku pêwîste aşûrîya bînine vira(43). Wezîrê di dereca karên Hindistanê serokatîya Brîtanîyayê ya li Îraqê, ku bin serokatîkirina wî da bû, dida lezkirinê seba “li Mûsilê mentîqa ereba bidne sazkirinê, lê dora wê dewletên kurda yên biçûk damezirînin bi serwêrtîya kurda, yên ku gerekê guh bidana şêwr û temîyên zapitên brîtanî yên sîyasî”(44). Rast e, wezîreta Îngilîs-Hindistanê di çarçova “sîyaseta mezin” da derheqa vê yekê da ji Bexdayê ra got û xwe da parastinê, ku dikaribûn li wilayeta Mûsilê û her dera fikreke usa saz bikirana, ku “statuya sîyasî ya Îraqa pêşdemê îdî hatîye safîkirinê”, lê cîgirê komîsarê bajarvanîyê zor li wan dikir, ku li ser Mûsilê qeyde-qanûnên usa bidne belakirinê, ku perçên Îraqê yên mayîn da hatine rikinkirinê(45).

Bi vî awahî, îdî di mehên pêşin yên piştî girêdana lihevkirinê da, reng-rûyê sîyaseta Îngilîs hindava Kurdistana Başûr da hatine ber çava. Ew sîyaseta dagîrkarîyê, zevtkarîyê, zordestîyê bû, ku bûbû bela serê gel, xwesma di wan perça da, ku îngilîsa li Îraqê xistibûne bin destê xwe. Lê ew bela tesîra xwe li ser perçên Kurdistanê yên mayîn jî dihîşt. Bi vê yekê ra tevayî karmendên îngilîs yên dagîrkar rind serederî ne dikirin, ku sîyaseta usa bi çi awahî bidne derbazkirinê, firsendên çawa bi kar bînin, ku cîyê lingê xwe li Kurdistana Îraqê qewîn bikin.

Eger li Kurdistana Başûr îngilîs xwe wek xwedî-xudan didîtin, lê Kurdistana Rohilatê da hêza wan sist bû. Di destpêka demsala piştî şêr da wana tu planeke hindava kurdên Îranê da amade ne kiribûn. Tenê tiştekî da nûnerên Brîtanîyayê li Îranê bi xwe bawer bûn, ew jî ew bû, ku ji sedî sed lazime eskerên îngilîs wira hazir bin. Eger usa nîbe, nûnerê Îngilîs li Tehranê nava têlêgrama xwe da digot, wê demê Îsfahan, Mazenderan, Gîlyan, Azirbêcan, Kurdistan û Lûrîstan “wê di rewşeke xiringêle da bimînin”, ji ber ku “ne perê hukumetê heye, ne jî hêza wê xurt e”, ku bikaribe pêşîya tevrabûna bigre(46).

Wek ku îdî hate gotinê, li Londonê îdî berk biryar kiribûn heta-hetayê li Îranê bimînin û wî welatî bikine kolonîya xwe, eger li hev ne hat jî, qe na bikine nîvkolonîya Brîtanîyayê li Rohilata Nêzîk. Dibe ji ber wê bû, ku serekên Împêratorîya Brîtanîyayê derbazkirina sîyaseta taybetî hindava Kurdistana Îranê da piş guhê xwe va avîtibûn û tiştekî sergêjîya zêde dihesibandin, û tenê dixwestin, ku ew di nav Îrana bin destê wan da bimîne. Berbirîbûna karmendên eskerî-sîyasî yên Brîtanîyayê hindava kurda da, yên ku bi lezobez dihatine Îranê, ne zelal bû: îngilîsa dixwest, ku eşîretên kurda di karê sîyasî-stratêjî da li Îranê û welatên cînar da piştgirîya wana bikin. Bi kurtî, roleke usa dabûne kurda, wek ku dabûne eşîretên miletên mayîn yên Îranê.

Îngilîsa di dawîya şêr da guhdarîya mezin danîbûne li ser kurdên Kêrmanşahê (niha-Behteran), li ku hukumê eşîra sencebî ji gişka zeftir bû(47). “Herêma Kêrmaşahê gelekî bala îngilîsa dikişand, ango ew gerekê bibûya bingeh bona sazkirina dewleta bufêrîyê ya bin hukumê Îngilîs da, ya ku gerekê li ser rêyên di navbera Tirkîyê, Pişkavkazê, Farizistanê û Mesopotamîyayê da bûbûya piştgira Îngilîs û berjewendîyên wê biparasta”(48).

Hemû fen û pelepistûkîyên, ku sencebîya bînine alîyê Îngilîs, bergê tiştekî ne girtin. Ji ber wê jî dijî sencebîya quwat hate bikaranîn. Îngilîsa destpê kirin li Kêrmanşahê cendirma bi wî awahî saz bikin, ku berê li Îrana Başûr da çê kiribûn. Eşîretên cînar berî ser sencebîya dan. Serekê sencebîya Qasim-xan girtin û sirgûnî Bexdayê kirin, lê herdu birayên wî bi zorê şandine Tehranê. Dawî, balafirên eskerî dijî wan bi kar anîn, ku ew zûtirekê bû çekê wanî herî hizkirî di peywandîyên wan yên bi eşîretên kurda û yên mayîn ra, him li Îraqê, him jî li Îranê. Sencebî hatine rayê, lê mal û milkên wan, ku buhayê weke 10 mîlyon tûmana bû, hate talankirinê(49).

Di wê demê da planek hate amadekirinê, ku kurdên Xorasanê bona berjewendîyên împêrîyalîzma Brîtanîyayê wek “destmala ser desta” bi kar bînin. Serekê mîsîya eskerîyê ya Brîtanîyayê li Turkêstanê gênêral W. Malleson, ku bingeha wî li Pişkaspîyê bû û ew piştgirîya kontrşorişê dikir, pêşnîyar kir 300 kurda çek-sîlih bikin bona dema bolşêvîk bikevine Xorasanê, wana wek “aletekî baş” bi kar bînin. Lê ew plan ji alîyê cîgirê Qiral da hate înkarkirinê, sebeb jî ew bû, ku bawerî bi kurda nayê(50).

Eger em kurt bêjin, ji îngilîsa ra li hev ne hat destxweda (bi carekê va) kurdên Îranê bikine bin hukumê xwe yê eskerî-sîyasî. Lê, wek xuya dibû, ew yek ne xema hukumeta Îngilîs bû, ku ser wê bawerîyê bû, ku zû an dereng “parîyê” Îranê wê ji dest wan nefilite.

Çavkanî:

28. A. Wîlson Son nav dikir wek “mirovekî herî baş, ku bextê (şans) wî lê xistîye rast pê bê” (Wîlson A. Mesopotamîa, rûpel 8).

29. Dîsa li wir, rûpel 83-84; Precîs of Affaîrs, rûpel 7.

30. Precîs of Affaîrs, rûpel 10-11.

31. Wîlson A. Mesopotamîa, rûpel 39-40.

32. Dîsa li wir.

33. Precîs of Affaîrs, rûpel 12-13; Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 133.

34. Precîs of Affaîrs, rûpel 12-13; Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 134.

35. Bi naznavê EJR hatîye îmzekirin, ku kes serederî lê nake, ku ew tê çi maneyê.

36. Precîs of Affaîrs, rûpel 18-20.

37. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 147. Noel E. W., major, Note on the Kurdîsh Sîtuatîon. Julî 1919. Bagdad, 1919, rûpel 11.

38. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152 [bê belge]. Bergirtina mêmorandûma zapitê sîyasî li Kêrkûkê, 07. 11. 1918.

39. “Astenga stratêjî ya giring” dijî wan û herwiha dijî “tevgerên Tirkîyê”, bi bawerîya G. Bellê gerekê Cebil-Sincar (Çiyayên Şengalê.- N. W.) bûya, ku kurdên êzîdî lê diman (Bell G. Revîew, rûpel 51, 61).

40. Îreland Ph. W. Îraq, rûpel 161-162.

41. Binhêre: Kotlov L. N. Serhildana miletîyê-azadîyê di sala 1920î li Îraqê. Moskva, 1958, rûpel 101-103.

42. Îreland Ph. W. Îraq, rûpel 168-172.

43. Dîsa li wir, rûpel 181.

44. Dîsa li wir, rûpel 187.

45. Dîsa li wir, rûpel 189.

46. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 41. Telegrama hejmara 970 ya 14ê çirîya paşin sala 1918a.

47. S e n c e b î-nîvkoçer; ev eşîret di dawîya sedsala XVIa ji qebîlên qeşqey, şahrezur, lûra çê bûye û weke 150 gundên wan hene. Sencebî bi dînê xwe va Elî-îlahî ne.

48. Vînogradova A. Eşîretên koçer yên Farizistanê û rola wan ya sîyasî.- Mêjdûnarodnaya Jîzn. 1922, hejmar 3(121), rûpel 13.

49. Dîsa li wir, rûpel 14.

50. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 90-91, belge 1, 9. Telegrama W. Malleson ji bo serekê barêgeha sereke li Sîmleyê di 27ê hezîranê sala 1919a û telegrama cîgirê qiralê Hindistanê ji bo wezîrê alîyê karên Hindistanê di 9ê hezîranê sala 1919a. (Persîa Serîes. Part. XXVI, Sîtuatîon în Persîa).

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev