Ji nimûneyên zargotina me – 46

Ji nimûneyên zargotina me – 46
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema çilûşeşan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan ya “Kilamê govenda” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
KILAMÊ GOVENDA -2
GULÊ HOYNAR
Gulê hoynar, hoynar, hoynar, hoynarê,
Canê hoynar, hoynar, hoynar, hoynarê.
Gulê rûsor ji belgê hinarê,
Gulê têr nabim ji te dîndarê.
Gulê Gultepe li gundê meye,
Canê Gultepe li gundê meye.
Gulê kanîya nale bi lûleye,
Radmûsim Gul bi xweye.
Gulê Gultepe li berda kaşe,
Canê Gultepe li berda kaşe.
Gulê eynterî bi gul qumaşe,
Gulê radmûsim gul bi belaşe.
Gulê hoynar, hoynar, hoynar, hoynarê,
Canê hoynar, hoynar, hoynar, hoynarê.
Gulê rûsor ji belgê hinarê,
Gulê têr nabim ji te dîndarê.
Gulê hoynar, hoynar, hoynar, hoynarê,
Canê hoynar, hoynar, hoynar, hoynarê.
Got: Manûk Harûtyûnyan.
GOZ BÊRÎ
Goz bêrî, bêrî, bêrî,
Gozka min, Gozelê lê.
Gozbêrînga berana,
Xirmîn kete dirana,
Radimûsim keçika hana.
Gozbêrînga bizina,
Xirmîn kete bazina,
Radmûsim jinka hana.
Gozbêrînga tiştîra,
Xirmîn kete gistîla.
Gozbêrînga mangane,
Mange hate denane,
Çevê wanî xayane.
•••
Gozê çêlek didotin,
Golika rîşî dikotin,
Lawika hevra digotin.
•••
Xwezla biçûya, zû bihata,
Serê Gogol Xelata,
Bibîya qaza welata.
Nivîsî: Zeyneva Îbo.
ŞAM-HELEB
Şam, Heleb, Dîarbekir,
Ku ez çûm Dîarbekir,
Bazar kir qendek şekir,
Li gundî, malî belakir,
Heram bî, min jê tem nekir.
Kakilê Stembolê reşe,
Kew, kewa Selîm Başe,
Baska kewê bi nexşe.
Şam, Heleb, Heleb, Heleb,
Şam, Heleb, Dîarbekir,
Ku ez çûm Dîarbekir,
Bazar kir qendek şekir,
Li gundî, malî belakir,
Heram bî, min jê tem nekir.
Kakilê Stembolê çîne?
Kakilê Stembolê sore,
Kew, kewa Selîm Başe,
Baska kewê bi more,
Esilê qîzikê pirsî bû,
Dosta lawikê çuxsore.
Şam, Heleb, Dîarbekir,
Ku ez çûm Dîarbekir,
Bazar kir qendek şekir,
Li gundî, malî belakir,
Heram bî, min jê tem nekir.
Kakilê Stembolê çîne?
Kakilê Stembolê sipîye,
Kew, kewa Selîm Başe,
Baska kewê pir êşîye,
Xarbim, zerîyê ramûsim,
Dosta lawikê cindîye.
Şam, Heleb, Dîarbekir,
Ku ez çûm Dîarbekir,
Bazar kir qendek şekir,
Li gundî, malî belakir,
Heram bî, min jê tem nekir.
Got: Gênco Grîgoryan.
HA GULA WE ME
Ha gula we me, can Gula we me,
Ha gula we me, can Gula we me.
Genimê sore bijareme,
Genimê sore bijareme.
Ez berdêlîya birê xwe me,
Ez berdêlîya birê xwe me.
Ha Gula mêra, can Gula mêra,
Ha Gula mêra, can Gula mêra.
Pevketine lawikê pîra,
Pevketine lawikê pîra.
Sûretê sor dan ber tîra,
Sûretê sor dan ber tîra.
Ha Gula baxa, can Gula baxa,
Ha Gula baxa, can Gula baxa.
Sûretê sor dane ber daxa,
Sûretê sor dane ber daxa.
Ha gula we me, can Gula we me,
Ha gula we me, can Gula we me.
Got: Temirê Çeto, 22 salî, ji gundê Qulîyê, li ser nehya Kotaykê.
HA BI LEYLÊ
Ha bi Leylê, ley-ley meke,
Şev sarin, dêrî veke,
Min nava sîngê xweke,
Sê şeva min qijleke,
Tu ji minra dengê xwe neke.
Ha bi Leylê, hîve bi vaye,
Leyl qîza Mistefaye.
Ha bi Leylê, çima, çima,
Hol holê nav genima,
Wê bejinê mame tima.
Ha bi Leylê, yêrî, yêrî,
Rûmanî ber sîa dêrî,
Atroso, xwelî sêrî.
Ha bi Leylê, bazirgane,
Deve çûne, kudik mane,
Derdê dila çi girane.
Got: Şîrinê Sedo, 50 salî, ji gundê Heko, li ser nehya Talînê.
Nivîsîn: Î. Marogûlov û H. Cindî.
DÊRÎNO
Dêrîno, dêrîno, dêrîno can,
Cered mila, kûz li piştê, dêrîno can.
Îşev şevka baranêye,
Îşev şeva pûkêye, jêrîno can,
Îşev şeva zevêye, jêrîno can.
XAN LEYLÊ
Xan Leylê, xano yekin!
Dinya çerx, girî û felekin,
Temam kêf û henekin.
Xan Leylê, her şev, her şev,
Bang dabû dîkê nîşev.
Dîkê hanê şerjêkin,
Paya xortano jêkin,
Paya bûka li hespêkin,
Paya keçika verêkin,
Paya pîra li kerêkin.
Xan Leylê, Leylê, Leylê!
Xan Leylê, Leylê tême, tême,
Mêvanê te şevême,
Dermanê dilikê çême.
Xan Leylê, xanê yekin,
Dinya çerx, girî û felekin,
Temam kêf û henekin.
Xan Leylê hat buhurî,
Zer memik heba tirî,
Ecêba, law nemirî,
Xan Leylê, Leylê, Leylê.
Got: Sargîs Karapêtyan, li ser nehya Aştarakê, ji gundê Maxdayê.
KINIKÊ
Kinikê, Kinikê, Kinikê,
Kinikê, cano heyran!
Mewêre, mewêre,
Şewitîo serî li jêre,
Kinik dane mêre.
Kinikê, Kinikê, Kinikê,
Kinikê, cano heyran!
Badika, badika,
Baran li Ellika,
Qelenê keçika,
Qewlê yar xemtika.
Kinikê, Kinikê, Kinikê,
Kinikê, cano heyran!
Berbûşe, berbûşe,
Kinika min dergûşe,
Barê Kinê mewuje.
Kinikê, Kinikê, Kinikê,
Kinikê, cano heyran!
Boşata, Boşata,
Kela li serê tata,
Kinika min Boşata.
Kinikê, Kinikê, Kinikê,
Kinikê, cano heyran!
Got: Sargîs Karapêtyan.
GULÊ HA NAVE
Gulê, ha nave, nave, nave,
Gulê, esker gundda belave,
Wê ji halê me çawa be.
Gulê, Sînekê cîkî dûze,
Tejîngê kûze-kûze,
Gulê, yek yare, yek baltûze.
Gulê, Sînekê wê di kortêda,
Du zerîyê porsor wê têda,
Gulê, ruhê şîrin cêvêda.
Gulê, esker gundda belave,
Gulê, ha nave, nave, nave,
Wê ji halê me çawa be.
Gulê, yarî, yarîa qîzîne,
Gulê, nola dimsê hîzîne,
Nola rûnê ser nîne.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev