Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 46

We dizanibû…? – 46

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…nivîskarê kurd yê di cihanê da bi nav û deng Yaşar Kemal ser êzdîyan ha gotîye: ew mirovan nakûjin. Ji sedsalan zêdetir e ku êzdî hatin kûştin, hatin sirgûn kirin, îşkence dîtin, jêr hatin dîtin; lê dîsa jî serî netewandin, li ber xwe dan û tune nebûn. Li cem mirovan hêzeke wiha heye ku tu caran xilas nabe, narize, namire; mîna axê, şewqê û avê ye. Ez ne êzdî me; lê ez ji berxwedana wan, mirovahî û dostaniya wan hez dikim. Ji berxwedana wan re rêza min heye. Kesên kujer ji êzdayetiyê têne derxistin. Ew mîna komkujiyekê li şer mêze dikin. Ji bo ku şer nekin, li ber xwe didin. Ji sedsalan zêdetir e ku di nav xwînê de ne, bênavber mîna lehiyê xwîn ji wan çûye. Eger ji bilî gîhayê, tişteke xwarinê ne dîtine, dîsa jî dilê xwe reş nekirine, dilxweşiya xwe wenda nekirine. Di bin şert û mercên herî dijwar de jî, di qeftên çiyayan bi serbilindî jîyane.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev