Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Zera Elî Yûsûpova – yek ji rojhilatnas, lêkolîner û kurdzanên navdar…

Guhdarên ezîz, radyoya RIATAZA vê carê jî bernameya xwe ya ji rêzenivîsa “Jinên navdar” pêşkêşî we dike. Di dîroka kevn û ya nûjên de gelek jinên kurd yên navdar hebûne û şikir hene jî  ku di jiyana civaka xwe de rolên mezin leyîstine û dileyîzin.

Jina kurd li her warê jiyanê; li qadê zanistîyê, hunerîyê, di warê pêşxistina çand û zimanê dayîkê, li cengan, li siyasetê jêhatî û bi hêz e, di nava rêxistinan da bi aktîvî beşdar e. Jina kurd şervan e, qehreman e, pirtûkan dinvîse, di meclîsan da rûdinê û jiyaneke nû dirêsîne û gelek pêşve çûye.

Di nav gelê kurd de gelek jinên rewşenbîr yên navdar, bi rêz û hurmet hene, ku behsa wan tê kirin. Ewana bi saya zanîn û hunerê xwe gelê kurd li cîhanê dane nasandin.

Jinên kurd yên Sovêta berê jî, bi taybet yên Gurcistanê û Ermeniîstanê, di hemû warên jîyanê de pêş ketine û kedeke mezin dane.

Yek ji wan navdarên jin kurdzan, pispora dîyalêktolojîya kurdî, profêsor, doktora ulmê fîlolojîyê Zera Elî Yûsûpova ye (Pêtêrsbûrg).

Niha guhdarîya bernameya me derheqa jînenîgarî û ked û hewildanên hevkara kabînêta kurdzaniyê ya Pêtêrsbûrgê ya rex Akadêmiya zanistîyê ya Rûsyayê, kurdzan, doktor Zera Elî Yûsûpovayê bikin.

Bername 5 sal berî niha hatibû amadekirin û weşandin, min pêwîstî pê dît cardin vê belakirinê û hevpêyvina min di gel xanim Zerê Yûsûpovayê raberî we bikim.
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev