Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Sê helbest ji qelema helbestvana me ya navdar Xaylaza Reşîd

Sê helbest ji qelema helbestvana me ya navdar Xaylaza Reşîd

ŞENGAL Û KOBAN, DERDÊ BÊ DERMAN

Hildiweşînin roj bi roj
Kobanê, Şengalê
Em dilxemin dil bi soj
Salê heya salê.
Bê dawî ne xeyalê me
Sedsala heya sedsala
Diçilmisînin gul û sosinê me
Warê me dihêlin vik û vala.
Em bi xwîn û xwîdana xwe
Av didin çiya û banîyê xwe,
Ew tên bi qîr û qetrana xwe
Warê me dikin bin qolê xwe.
Lê gelê min hê jî nezane
Û lema jî, hê pir xizan e
Ka nizanin kê dostê wan e…
HEY DINYAYÊ
Hey dinyayê,
Tu bûyî baran
Qirçe-qirça vê haînê,
Ka çima dilopeke te
Li ser welatê min da nayê?
Wê dîsa welatê min dişewite
Di agir û dojeha mirovayê da…
DI RÊÇA EVÎNTYÊ DE
Di rêça evîntîyê da,
Em hene û tune dibin,
Em bawer, bê bawer dibin,
Em germ û sar dibin,
Em dîn û sewdaser dibin,
Gelo em zanin,
Ka em çi dibin ?…

 

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev