Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Tevlîhevbûna Fikra û Şorba Nîska

Tevlîhevbûna Fikra û Şorba Nîska
Welat Agirî

Destpêkê de dixwazim bêjim ku bo miletekî dîrok gelek giring e. Heke agahiyên nifşekî ji tarîxa gel û serpêhatiyên bav û kalan tune be, wê çaxê pêşeroj bin bandora tarîstanê de dimîne û herder dibe şevereş. Wisa bawer im ku her nifş dixwaze derbarê serpêhatiyên bav û kalên xwe de bibe xwediyê agahiya. Min dixwast ku dîsa lêkolînekî ser Serhildanên Kurda bikim û wan agahiyên berhevkirî we re parve bikim. Lê wî hefteyî mijara me ne dîrok e û ne jî girîngiya dîrokê ye. Mijara me –tevlihevbûna fikr û ramana ne-. Wisa texmîn dikim ku, a niha hûn dibên filankes çi eleqa tarixê û tevlihevbûna fikran heye. Ez jî dibêjim ku hûn rast in jiber ku tu eleqe nîn e. Ev tevlîhevbûn derheq taştê, firavîn û şîva mezin û nivîskarên me ye.

Nizanim îro nifûsa Kurda çiqas e. Tu heke Kurmancekî bipirsî yê bêje ”herî kêm 60 mîlon”, heke Tirkekî bipirsî yê bêje ” 10-12 mîlon” heke yekî alînegir bipirsî, eger yekî xwedî însaf be û dibe ku bêje 40-50 mîlon Kurd heye ser rûyê dinyayê. Welhasil kê çi dibêje bila bêje û jimara Kurda çiqas dibe bila bibe, nîvê jimarê zêdetir li Bakûrê dijîn. Divê hûn wê hevoka dawî dubare bikin, carke din bixwînin. Erê nîvî zêdetir li Bakûrê jiyana xwe didomîne.

Tê bîra min, nayê bîra min em (ev nifûsa nîvê jimarê zêdetir) dibistanên Tirkan de dixwînin. Nava xwandina şanzdeh sala de min di pirtûkên dersê de derheq Kurda û zimanê Kurdî de yek peyv nedît û nebihîst. Anegorê wan Kurd tunebûn ku Kurdî jî hebe. Tek hebûna me xeberdana rojane bû, axaftin bû. Ew jî tiştek baş bû, qe nebe me dîsa bi hev re Kurmancî xeber dida. Nava Kurdên Bakûr de yên bi jin û zarên xwe re Tirkî dipeyîvin jî hene. De em navberekê bidinê û we re meselokekî bêjim. Dibêjin rojekî mezinekî Kurda diçe bajareke Tirka û dibîne ku Kurdên wê bajarê bi hev re Tirkî xeber didin. Ew camera yekî ji wana dipirse:

“Filankes hûn Kurmancin, ka sedem çiye hûn nava xwe de Tirkî diaxivin?”, ew zilam jî cabê didê û dibê:

“Heyran ka em tirsa dewletê dikarin Kurdî bipeyîvin, hema em devê xwe vedikin, dewlet nava guhê me de lêdixe”.

Camêr dibêje: “Ê baş e”.

Henek wext derbas dibe. Ew camêra rojekê dibe mêvanê wî zilamî. Dibîne ku zilam bi jin û zarê xwe re jî Tirkî xeber dide. Camêr dibêje:

“Xwedê atara te biqelîne, derve dewlet heye lê mala te de kê heye”.

Erê, mixabin ev e rewşa me. Dibe ku Kurdên Rojhilat, ên Başûrê, ên Sovyetê û xasma yên Stockholmê bi me re tiranê xwe dikin. Belkî hinek ji wan dibêjin:

“Meriv ewqas jî xwe winda nake lo”.

Ev rewş alîkî ve sûcê me ye, lê aliyê din ve ne sûcê me ye. Min serî de jî gotibû, me tu ders derbarî ziman de hilnedaye. Em a niha hatin mijara xwe. Tevlihevbûna fikra çiye?

Hûn jî gelek baş zanin ku îro yanî wê sedsalê de dibistana herî mezin Medyaya civakî(social) ye. Ne hewceyê pirtûkxana ye, çi bixwazî dikarî ser tora înternetê dest bixî. Birastî ev tiştekî gelek baş e. Îro ne lazim e ku em devê xwe ber dewletê xwar bikin û destûra vekirina dibistana yan jî qursa bixwazin. Ê heke dibistanên bi zimanê Kurdî hebûna helbet yê çêtir biba. Lêbelê dema em hal û exwalê dewletê dinhêrin an jî hiş û hişmendiya xwe dimêzînin, dibînin ku bêdibistanî û bêperwerdehiyê gelek salan bidome. Îcar ew Kurdên welatparêz xwe re rêyeke nû dîtine û bi rêya medyayê hêstên xwe lêv dikin yan jî rêz dikin. Rind bala xwe binê “ewnê welatparêz” hewl didin ku çareseriyekî zimanê xwe re bibînin. Gelo ev tê çi wate yê? Wate ev e ku dibê tu kes bê ziman behsa welatparêziyê neke. Eyb e, heke xwe şerm nake jî bira nizanim çend mîlon Gelê Kurd şerm bike.

Erê me got yên welatparêz ketine pey ziman, jiber ku zanin bê ziman kolikeke mirîşka jî nayê avakirin. Îja bila Tirkmanc xêra dê û bavê xwe qala avakirina tiştekî din nekin. Welhasil em dev ji çêkirina holika mirîşka berdin û werin ser mijara xwe.

Me behsa nivîsa ser medyaya civakî dikir. Erê, aliyê wêjeyê de hin mezinên me hene xwe gelek pêş de xistine û em dikarin bêjin Kurdiya nivîskî bi saya serê wan tê parastin. Em sipasiyê xwe pêşkeşê wan dikin û bila bizanibin em herdem rêya wan de nin. Lê mixabin jimara wan zimannasa hewqas zêde nîne. Lê ya xêr ew e ku ji ciwanên kurd yên dixwînin û dinvîsin ne ewqas kêm in, qe nebe jimar çend sal berê çêtir e.

Me jorê jî behs kiribû ku, li bakûrê , ewnê îro dinvîsin û dixwînin xwe bi xwe hîn bûne. Bi ya min ev serkeftineke mezin e. Xwedê emrê wan dirêj bike, her şad û bextewar bike. Ew mezinên me yan jî nivîskarên heqîqî herdem rê nîşan dikin û dibêjin gerek zarokên Kurda bi zimanê xwe binvîsin. Lê mixabin hinek ji wan mezinan, nivîskaran hişê ciwana kirine wek şorba nîska, tevîhev kirine berdane. De bisekinin we re çend hev mînaka bidim.

Çend hefte berê camêrekî ser rûpela xwe nivîsî bû: “Ca werin binêrin çi hatiye serê me, zarên duh na pêr,yên du helbesta rêz dikin an jî gotarekî dinvîsînin dibin mamoste diçin. Îja mamoste me kêmin!”

Ne kêm ne zêde, ev peyvên wî camêrî ne. Ka bêje Xwedêj te razî be, te maye, kê dibe çi bila bibe, bo çi hewesa xelqê gewriya wan de dihêlî? Eger tu xwe mezin dihesibînî dê wê çaxê mezintiya xwe nîşan bike, em jî fêdekî ji cenabê te bibînin.

Îja em hatin yê duduya. Erê yekî din jî dibêje “medya civakî bûye zibil û peynê helbest û gotara, sîfonê bikşîne bila herree”. Ê de hûn bê Xwedê qe meriv tiştekî weha dibêje. Tu tişt bê ked û emeg nayê nivîsandin. Diecibînî yan naecibînî, ew te û kêfa te maye, lê tu mafe te tune ku sîfonê bikşînî ser gotar û helbestên milet. Divê meriv rêz û hûrmet bide kedê. Her însanek dinyake cuda ye. Fikr û raman ne wek hevin. Car hene ku em fikrekî, helbestekî an jî nivîsekî hez nakin, naecibînin. Wê demê jî divê nav çarçova rêz û hurmetê de bê rexne kirin.

Em derbasî camêrekî dinê bin. Qe meriv tiştekî vî camêrî fêm nake. Taştê de dibêje “berî hertiştî ziman, pêwiste ku hemû ciwanên me dest bi zimanekî din berdin û vegerin Kurdî”. Xwedê jê razî be, heta vira tu pirsgirêk nîn e, dengê wî gelek xweş tê û ciwan jî berê xwe ber bi Kurdî vedigerînin. Firavînê de, dibe ku xwarin tesîreke xirab lê dike, dibêje “yên rêzimana kurmancî nizanin bila nenvîsîn, bira zimanê me ne herimînin”. Li vir de hiş miş namîne, em jî nizanin berê xwe kîjan alî ve bikin. Tu dibê qey ew camêra zikê diya xwe de rêziman hîn bûye. Ê filankes sebir bike, bi nivîsê meriv dikare şaşî û xeletiyên xwe bibîne. Waxta dema şîvê tê ew camêra herçiqas bêje “serî hertiştî ziman, divê kurd zimanê xwe binvîsîn” jî kes guhê xwe nadê.

Em gazinên xwe dikin û dibêjin malavanno weha nabe. Sed salî zêdetir e, Kurmancî qedexe ye, bindest e. Ligel vê yekê heta destê me were em dixwazin bi zimanê xwe jiyanê bidomînin. Divê hûn mezintiya xwe nîşan bikin û piştgiriyê bidin ciwanan. Wisa bawerim ku nava deh sala de zimanê me ê bigihîje asteke baş. Ji bo wê pêşketinê jî em hewcê rêberiya we ne. Carke din sipasiyên germ pêşkeşî we dikin, her şad û bextewar bin.
Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev