Birayên me yên jîyanê: Êzdî

Birayên me yên jîyanê: Êzdî

Zerdûşt ÖZTÜRK

Wekî ku Orhan Hançerlioğlu dibêje, ol, ji bo bextewarîya însana, ji bo temirandina lihevnekirina, ji bo astengîya xirabîya û ji bo têkbirina tirsa mirinê gotin û kilam anîn. Belê, ji wateyên zahîrî yên batinî derxistin. Lê pêka hovîtîyê neanîn.

SMXLL

Wek tê zanîn Êzidîyatî olek herî kevn e.  Li rojhilata navîn, li Kurdistan, bi zêdeyî li Başûr, îro li Ewrûpa dûajoyên xwe gelek in. Xêncî Îslamîyetê di nav Kurdan de ola heri mezin Êzidîyatî ye. Vê axirîyê mixabin bi erîş û qetlîaman ketin rojeva Cîhanê. Rixistina terorîst ya Îslamperestên radîkal İŞİD, 2014’an de ket Şengalê û gelek Êzidîyan qetil kir, jin û keçên wan revandin û li ser wan gelek têkilîyên hovîtî û barbarî li dar xistin û bûn sedemên gelek çîrokên trajîk ku li Cîhanê belav bûn.

Werin em hinek li ser Êzidîya hûr bin, gelo Êzidî  kêne û Êzidîyatî çi ye, çawa ye?…
Êzdî kî ye?

Emîn Akbaş (Êzdîyatî -1) wiha salix dide: “Ji kesên Xwedè, Melekê Tawis, milyaketan û Şèx Adî dihebînin û ji dê û bavèn Êzdî çêbûne re Êzdî tê gotin. ”

Ne hewceyê gotinêye ku em bijên “Êzidî Kurd in.” Di vî de şik tune ye û ev bêguman e. Jixwe ji welat û cîhwarên wan, ji jîyana wan ve kifşe ye ku Kurd in û bi mîlyona Kurdan ve xwedîyê qederek hevpar in.

Êzidî li navTirkîyeyê, Wêranşarê, deşta Sirûcê, Beşîrêyê, li Sûriyeyê, li Cizîrê û Çîyayê Kurdan, İraq û Yekitîya Sovyeta Berê, li Ermenîstan û Gurcîstanê, li seranserê Ûris belav bûne. Îro zêdeyî li Kurdistana Başûr, li deverê Şêxan û Şengalê dijîn.

Di gelek çavkanîyên cûrbecûr de xûyaye ku piştî salên 60’an  Êzidîyan koçî Ewrûpa’yê kirine. Bi giranî li Almanya û Belçîkayê bi cîh bûne. Piranîya Êzidîyan ji Tirkîyeyê koç kirine.

Di derheqa serjimêr de, bi gorî Tosinê Reşid (Êzdîyatî) li Başûrê Kurdistanê li dora 650-700 hezar Êzidî hene. Li Ermenîstan û Gurcîstanê 200-250 hezar, li Ewrûpayê jî bi qasî 50 hezar hene.

Etîmolojîya Navê “Êzdî”

Gelek zimanzan, yên wek Sevan Nîşanyan, koka peyva “Êzidî” dibin digihînin Yezdan. Lê di vê derheqê de beyanên cûrbecûr hene. Tosinê Reşîd dibê bi gor  bawerîya Êzidîyan mena peyva Êzidî ji “ezdayî”, yanî “Ewî ez dam” tê. Prof. Dr. Îlhan Kızılhan dibê, wateya xwe di zimanê Kurdî de “min da”, “min afirand” e. Her wiha Kızılhan jî dibe digihîne Xweda. Jixwe Xweda jî di Kurdî de tê mena “xwe afirand” e. Xêncî van di gelek çavkanîyên cihêreng de peyva Êzidî, wekî “ezda”, yanî “Xweda min da” tê bi watekirin.

Bawerî

Di Êzdiyatîyê de tav (roj) û hîv pîroz e. Jixwe Şêx Şems tavê, Şêx Assîn jî hîvê sembolîze dike. Gor Êzdiyatîyê ev herd elementên xwezayê ronahîya Xwedê ne. Divê her Êzîdî, ji bo bawarîya Êzdiyatîyê, her Xwedè jibîrbîne û minettarîya xwe pêşkeş bike. Xêncî vî, divê di meha kanûna pêşîn de, salê sê roja rojî bigre. Dîsa divê her Êzdiyek di jîyana xwe de qet nebe carek here Şengala Nûranî bibîne, zîyaret bike.

SMLXL

 Emin Akbaş, di pirtûka xwe yê bi navê “Ezidiyatî-1” de dibêje, kesên Ezdî xwe li ber daxwazên Xwedê berrpirsîyar dibînin. Xwedê ji başî, aştîxwezî, alîkarî ûhwd. hez dike. Her wiha divê meriv xwe ji dizîyê, kuştin û fesadîyê, derewîyê ûhwd biparêze.

Di Ola Êzdîyatîyê de, Misheba Reş û Kitêba Cilwe herd pirtûken pîroz in.

Xwedê: Bê heval û bê şirîk e. Berîya her tiştî Xwedê bû. Ew bê despêk û bê dawî ye. Wî ji ronahîya xwe heft  melek sêwirand. Wî Adem Pêxember sêwirand.

Milyaket: Piştî Xwedê, heft  milyaket tê ku navê wan di her sê olên semavî de jî derbas dibe. Ev milyaket di diayên Êzidîyan de cîh digrin. Ji heft  milyaketa yê sereke û pêşeng  Melekê Tawis e.

SMLXL

Xwedê milyaket ji nûra xwe afirand û  jîyan da wan. Xwedê di her rojek de milyaketek afirandîye. Ji ber vê hert rojên heftê û heft milyaketin Xwedê hene. Melekê Tawis serwerê milyaketan e.

Melekê Tawis: Melekê yekemìn e. Di ser wì re tek tenê Xwedê bê heval û bê şirîk e. Serekê her heft  melekan e. Ew, melekê meleka ne.

Li rûyê erdê çi dibe bi destê Melek Tawis dibe. Yekinî û yektayîya Xwedê, yekem car  Melekê Tawis pejirand. Wî Adem û Hewwa fêrî jîyana rojane kir û ji bo ku Adem re zarok bibin û cîhan şên bikin, genim da Adem.

Êzidî her bi navê wî sond dixwin. Ew pîr e, bavê  pîran e. Tosinê Reşìd dibê, gor bawerîya Şêx Rustem, destê Îsa yê rastê, sîya destê Melekê Tawis e.

Ji Cemaata Êzdîyan hinekên wek Pîr Silêman vê bawerîyê rast nabînin, gotina Sêx Rustem qebul nakin.

Ji bo Melekê Tawis gelek qewil hene, mînakek ji wan:
Padîşahê min Rebê milyaket e

Rebê her heft surên bi taqet e

Her heft mêrên bi heybet e.

Padîşahê min kinyat avakir ji dur û gewher e

Spartibû her heft surên her û her e

Melekê Tawis kire serwer e   (www.ezdixane.com)
Xêncî navê Melekê Tawis, navên din yên pîroz jî hene; Şêx Adî, Şêx Şems, Şêxûbekir, Êzdînê Mîr, Şêx Hesen, Şêx Fexredîn, Şêx Sicadîn, Şêx Nasirdîn, Xidir Nebî.

Şêx Adî: Di sala 1075’an de li Gelîyê Bekaa’yê ji dayîk bûye. Tê gotin ku hinek di bin tesîra Gazalî û Geylanî de maye. 1116’an de diçe Mekke’yê zîyaret dike. Paşê tê li Laleşa Nûranî cîwar dibe. Di zivistana 1162’an de li Laleşê diçe ser dilovanîya xwe.

Şêx Adî di Êzdiyatîyê de padişah û siltan e, “heq dar e.” Ew serokê dîwanê ye. Her pirs di dîwana Wî de tên çareserkirin. Di dîwana Wî de, Şêşims, Şixisin, Şêxûbekir, Şêx Fexredîn, Şêx Sicadîn û Şêx Nasirdîn hene. Evan, bi Şêx Adî ve sîha her heft melekên li ezmanên.

Lê li vê derê, divê em bal bikşînin dubendîyek nav cemaeta Êzdîyan. Di nav Êzdîyan de, di derheqê Şêx Adî de fikrên cihê hene. Mesela gor hinek Êzidîyan Şêx Adî Ereb e û ji Şamê hatîye Laleşê. Her wiha gelek norm û zagonên Îslamî anîye tev li ola Êzdîyatî kirî ye.

Hinek Êzdîyên din jî, her çiqas, bi hatina Şêx Adî ve çêbûna bandora Îslamê ya li ser ola Êzdîyatîyê qebûl bikin jî, Erebbûna wî rast nabînin. Bi wan, bapîrên  Şêx Adî xelkê Hekarîyêye û ji zilma xelîfeyên Ebasî revîyane Bekaa’yê. Piştî wexta li koka xwe gerîyaye û hatîye Laleşê.

SLXLM

Di hinek çavkanîyan de xûyaye ku gelek Êzdî bi hatina Şêx Adî ve guhestinên Şêx Adî  (hinek Êzdî dibên reform) qebûl nekirine û Şêx Adî jî ji xwe re wek rêber nas nekirine. Ev jî bûye sedema belavbûn û parçebûna Êzidîyan. Her wiha ev problem di dewra Şêx Hesen de çareser dibe. Şêx Hesen  norm û regezên ola kevn vedijîne. Li ser vî Êzidî dîsa digihîjin hev û bawerî û hevparîyek yekgirtî ava dikin.

Dîrok

Tosinê Reşid di pirûka xwe a bi navê “Êzdiyatî” de dibêje, xelqê li Laleşa Nûranî hê di dewrana Berîya Zayînê de Êzdî bûne.

Dîsa di pirûka xwe yê heman de Tosinê Reşîd ji Dr. Xelîlê Cindî referans hildide û dibê, Mîrgeha Dasinîyan ku wê paşê bi navê Mîrgeha Şêxan were naskirin û îro jî Mîrê Êzdixaneyê, mîrê wê mîrgehê tê naskiri, yek ji kevintir mîrgeha Kurdan e. Mîrgeha Dasinîyan heta sala 1236’ê Zayînê berdewam bû ye. Duhok serbajêrê wê bû ye û sînorê wê ji Zaxo û Çîyayê Şengalê digihîje Ava Zê ku nêzikî Hewlerê ye.

Di hin çevkanîyan de tê gotin ku Kurdên Êzidî di navbera salên B.Z. 4 û P.Z. 5’an de gihiştibûne Deryaya Spî.

Lê zayîn û belavbûna ola Îslamê û di navbera salên 637-1246’an de erîşên Ereba yên li ser Kurdan gelek zirar û zîyan dide Êzidîyan. Gelek Kurd bi darê zorê yan ola Îslamê dipejirînin yan jî tên qetilkirin. Ji bo ku ji kuştin û qetlîamê bifilitin gelek Kurd dibin Xaçparêz jî.Tosinê Reşîd dibêje Asûrî, Keldanî û Suryanî berê Êzidî bûne.

Sedsalên XII û XIV, serdemên belavbûn û talanbûna Êzidîyan e. Di van salan de li Kurdistan û Rohilata Enedolê desthilatî ya Moxolan e. Ji xwe oryantalîst û Kurdolog Bazil Nikitin jî di pirtûka xwe de bal dikşîne ser ku bi hatin û îstîlaya Moxolan ve hebûna Kurdan li heremê jar bûye.

Dawîya sedsala XVI, Êzidî li deşta di navbera Amedê û Mûsilê de, li rojavayê Helebê, li Çîyayê Seman dimînin.

Prof. Dr. İlhan Kızılhan dibêje, heta sedsalan XIV’da têkilîyên di navbera Êzîdiyan û Osmanîyan baş bûye. Di van deman de padîşahên Osmanî yên wek Siltan Selîm, Siltan Silêmanê Qanûnî û Siltan Mûrad ê IV. ku mislimanên ortadoks bûn li ser text bûne.

Ev rewş heta sedsala XIX’dan didome. Di sala 1892’an de Siltanê Osmanî Evdilhemîd  biryar dide ku hemû Êzîdiyan bike Misliman. Li ser vî, sefera İmparatorîya Osmanî li ser Êzidîyan destpê dike. Di sefera yekemcar de diajon ser Şêxanê. Tosinê Reşid dibêje 400 kes têne kuştin û gelekan hêsîr digrin, her tiştê Êzidîyan wêran û xirab dikin.

Sefera duyemîn ya Osmanîya di sala 1918’an de li ser Şengalê ye. Ji ber ku îmkanên ernîgar yên Şengalê destdar e, Êzidî karibûne xwe ji vê erîşê biparizên.

SMLXL

Piştî sala1923’an ku Komara Tirkîye ava dibe û heta roja îro Êzidî li Tirkîye, İraq û Yekitîya Sovyetan yên berê û li Ewrûpa belavbûyî ne.

Lê em dikarin bêjin ku navenda Ezidîya îro Şengal û Laleşa Nûranî ye ku di nav sînorên Kurdistana Başûr e.

Olên Rojhilata Navîn û Êzdîyatî

Li Rojhilata Navîn, gel û ol her tim di nav hev de ne. Ji ber vî dayîn standinên çandî û olî jî gelekin. Êzdîyatî helbet ji Xaçperezîyê, ji Yahûdîtîyê û ji Mislimanîyê hin norm, qaîde û hêjayîya hilda ye. Wek vî, bandorên olên berîya Îslamê jî li Êzdîyatîyê tesîr kirîye. Ji ber vî gelek zagon û normên Yarsanî û Mîthraî dişibin yên Êzdîyatîyê. Jixwe Zerdeştî di gelek çavkanîyan de xûya dibe ku pêşîya Êzdîyatîyê ye.

Hîyerarşîya Ola Êzdîyatîyê

Berîya Şêx Adî di cemaeta Êzdîyan de tenê pîr û  mirîd hebû ye. Lê gava ku Şêx Adî tê nav Êzdîya, di sedsala XII pê  ve cimeata Êzdîyan de gelek guherîn çê dibe.  Guhertina heri mezin û girîng şêxtî ye. Şêxtî tê nav cemaetê û şêx dibin mezin û pêşengê cemaetê, her wiha pîr dikevin pey şêxan.

Di navbera şêx û pîran de zewac qedexe ye. Xencî wan, mirîd jî nikarin bi pîr û şêxan re bizewicin. Li alîk din, di navbera van statûyan de transfer jî qedexe ye.  Ev sazûmana ku Şêx Adî di cemaeta Êzdîyan de avakirîye hema bêje dişibe sazûmanîya kast a Hîndûyîyan. Jixwe Êzdî bi kesên ku endamên olên dinin re jî  nikarin bizewicin. Ev, qedexeyek herî bingehîn e.

Dîsa normek sereke ewe ku, kesek ku ji dê û bavê Êzdî bûbe encax dikare bibe Êzdî û wisa were qebûl kirin.

Di Êzdîyatîyê de herkesek divê şêx û pîrek xwe hebe, her kesek divê bi şêx û pîrek ve girêdayî û dûajoyê wî be. Xêncî vî di nav koman de her kesek kar û barê wî/wê, wezîfeyên wî/wê kifşe ye. Herkes sînorê xwe, cîh û karbidestîyê xwe baş dizane, di van derheqa de mijar zelal e.

Di Êzdîyatîyê de piştgirî gelek girîng e. Endamên kom û tebeqayên Êzdîyan dive him di nav xwe de him jî bi kom û tebeqayên din re piştgirîyê hev bin.

Çend Pozisîyonên Girîng yên Qada Ruhanîyê

Prof. Dr. İlhan Kızılhan, di quncika xwe yê di rûpela malpera Rûdawê de bal dikşîne ser dewlemedî û giringîya hîyerarşîya di nav pêşengên ruhanî. Xêncî Kızilhan, T.Reşid jî di pirûka xwe yê ku me li jor behs kir de li ser vê mijarê disene. Gava meriv li ser hîherarşîya Êzdîya hûr dibe,  meriv dikare rastî gelek kardestîyên cihêreng bibe.

Civata Ruhanî

Bilindtirîn îdareya birrêvebirina civata Êzdîyan e. Di destê vê civatê de him birêvebirina karên olî him  jî yên dunyavî hene.

 Mir (Torin)

Serokê Êzdîyan e. Seroktîya mîr ne tenê ji alîyê olè lê ji alîyè civaka sivîl jî bi qîmet e. Ew sembola heyîna Şêx Adî û Melekê Tawis e.

Bavê Şêx

Ji malbata Melek Fexredîn e. Ji alîyê mîr ve tê kifşkirin. Serokê ruhanîye, her cilin spî lê ye. Ji bo xêra Êzdîyan çil roj havînê, çil rojan jî zivistanê rojî digre. Pîsporê olê ye û çîrokên pîroz yên Êzdîyatîyê ji ber xwe zane ye.

Pêşîmam  

Ji malbata Şêx Hesen e, Memosteyê pêşîn e. Tenê yên ji şêxên Adanî hatîbin dikarin bibin pêşîmam.

Şêx

Wek tê zanîn peyvek Erebî ye. Serok û rêberên ruhanî yên civakê ne. Xwedî mirîdin. Xeta her şêxekî nûnerîya ji heft melekan yekî ye. Di Êzdîyatîyê de sê şaxên sereke yên şêxa heye: Şemsanî ji Mîr Ezdîna, Adanî, ji Şêx Hesen, Qatanî jî ji Şêx Adî tên. Ya rastirîn xwe wisa beyan û qebûl dikin. Di nav van her sê şaxan de jî gijgijîya serdestîyê heye.

Pîr

Mîsyonerên olê yên herî kevnin. Di nav Êzdîyan de gelek girîngin. Statuya pîran piştî hatina Şêx Adî ket pişt û bin şêxa.

SMXLL

 Qewal

Qewalbêjên Êzdîyanin. Helbest û çîrokên olî ji bavên xwe hildidin û jiber dikin. Ji ber ku çavkanîyên nivîskî yên Êzdîyan tune ye, qewilbêj, hafizayên ola Êzdîyanin.

Qewilbêj gund bi gund digerin, merasîma dikin. Li cem xwe hêkelên piçûk yên ku Melek Tawis sembolîze dike digerînin. Kilamên olî dibêjin. Kevirin gulover yên ku ji xalîya Laleşê çêbûye belav dikin. Ev kevir Êzdîyan ji nexweşî û nebaşîyan diparêzin.

 Koçek

Dev ji malê Dunyayê berdane, hatine li Laleşa Nûranî bi cîh bûne. Koçek di tunebûne şêx û pîran de ayînên olî idare dikin, mirîyan dişon. Lê wezîfeya wanê heri bingeh di derheqê qeder û aqîbeta rihê mirîyan de agahî didin. Di heman deman de dia û xewna dinirxînin. Tê bawerkirin ku bi Melekê Tawis re rasre rast têkilî datînin. Koçek, li Laleşê bi pêşengên olî ve tên ceribandin.

Di derheqê rastîya vê mijarê de min ji Pîr Silêman Kinik, ku yek ji pîrên cemaeta Êzidîyên Almanya’yê ye, agahî hilda. Çawa ku Pîr Silêman salix dide, koçek ne qedera rihê mirîya, bi berevajîyê, qeder û dûveroja zindîya dişopîne. Heye ku ev mijar di nav cemaeta Êzdîyan de hê zelal nebûbe.

Feqir

Feqîr, yên ku ji malên Dinyayê çûne, tenê xwe pêşkeşê xizmeta Yezdan kirine ne. Kê bixwaze bibe feqîr, divê here daxweza xwe ji Mîr û Baba Şêx re bêje. Xwedî daxwez, eger ku qaîde û ûsûlên olê binpê nekiribe û merivek baş û maqûl be, daxweza wî tê qebûl kirim.

Feqîr, ji bo agirên ku bo Şêx Adî tê vêxistin dar top dikin û dibirin, berpirsîyarên mabedan e. Feqîr di demên tengasî û nexweşîyan de ji bo Êzdîyan dia dikin.

Micewir

Nobedarên mabed û cîwarên pîroz in. Pîşekarin û li gunda wek merivên olê tên qebûlkirin. Kesên mirîd jî dikarin bibin micewir. Micewir li gunda de qedirbilind in.

 Kebani

Tevahîyên wan jin in. Bêkarin û jîyana xwe pêşkeşî bawerîya xwe kirine. Kê bixwaze  bibe kevanî divè qaîde û ûsûlên olê binpê nekiribin û ji alî du pêşengên olê ve qebûl bibin.

Кebanî li mabed û dergehên pîroz de xizmet dikin, ji bo mêvanan xwarin çêdikin, di tengasî û nexweşîyan de dia dikin.

Mirîd

Endamên civaka Êzdîyan e. Mirîd, tenê dikarin bi hev re bizewicin. Her malbatek mirîd xwedîyê şêx û pîrek e. Ev mijar ji alîyê Şêx Adî ve hatiye serrastkirin û nayê guhirandin. Mirîd di hîyerarşîya Êzdîyan de tenê dikarin bibin koçek û feqîr.

Birayê Axîretê

Yê ku li axîretê biratî dike ye. Parêzerê meriv yê axîretê ye. Her kesek Êzdî divê di saxîya xwe de birayekî axîretê bigre. Birayê axîretê divê yan şêx yan jî pîr be.

Ev sazûmana olî ji bo jinan jî heye. Divê her jinek Êzdî jî ji xwe re xwîşkek axîretê bigire.

Seremonîyên Sereke yên Peryodîk

Çarşema Sor

Serê sala Êzdîyan e. Piştî 13/14 Avrêlê, di çarşema yekem de tê pîrozkirin. Ew roj di malan de xwirek çê dibe, rojek pêşta qurban amade dibe û di sibeha Çarşema Sor de ji alî merivên olê bipîroz dibe. Êzdî bawer dikin ku ew roj Melekè Tawis berjêrî erdê dibe û sala çûyî dinirxîne, komcivînek bi dar dixe, her wiha kar û berên sala pêş saz dike.

Ji ber van Çarşem rojek pîroz e. Di meha pîroz a Avrêlê de dewat nayên kirin.

Belendan (Belindê)

Merasîmek olê ye. Di hinek herema de yekê Kanûna Pêşîn, di hinek hereme de jî 25’ê Kanûna Pêşîn de tê pîrozkirin. Di Belindê de Êzdî, nan didin feqîr û fiqareyan.

Rojî

Êzidî piştî Îna yekem ya meha Kanûna Pêşîn ji bo xatirê  Xwedê rojî digrin. Roja duşemê destpê dike û heta ro diçe ava didome.

Hinek mirîd û koçek, him havînê him jì zivistanê çil roj rojî digrin. Lê rojîya ku Kanûna Pêşîn de sê roj tê girtin mecbûrî ye. Lê li Turkîyeyè û hinek deverên din ev rojî neh roj tê girtin.

Çend Seremonîyên Neperyodîk

Evan wek zewac, mirin, sinnet, bijartina birayê axîretê, transfera statuya feqirîyè û birîna porê zarê kurîn yên yekemcar in.

Seremonîya Birîna Pora

Zarê kurîn heta nebe heft mehî porê wî nayê birînê. Piştî bibe heft, neh yan jî en dereng yanzdeh mehî destûra birîna porê wî tê dayîn.  Por ji alî şêx ve tê birîn. Şêx wekî sê biska dibire; biskek li cem şêx dimîne, herd biskên din digihîje dê û bavê. Bi birîna por ve zarok êdî dibe  endamê  ola Êzdîyatîyê.

Porên keça nayê birîn. Bi gorî salixên Mîr Silêman, birîna porên keça, jin û hurmeta qedexe ye.

 Dawî

Ola Êzdîyan, oleke bi bingeva xwe ve ji Mezopotamyayê ye. Zimanê qewil û beytan, Kurdî ye. Êzidî bi parastina ola xwe ve, di heman demê de neteweya xwe, ziman û çanda xwe parastine.

Wek me li jorê behs kir, di Êzdîyan de biratî girîng e. Jixwe biratîya axîretê li ser wan ferz e. Heye em birayê axîretê nebin, lê kê dikare biratîya me yê li vê Cîhanê înkar û asteng bike?…
Em birayên jîyanê ne!…

http://www.hevkom.com/content/85/103/

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev