Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Jinên kurd – xanimên Rojê (lêkolîn) -1

Jinên kurd – xanimên Rojê (lêkolîn) -1

Mizgîn Hesko

Li gor Wikipediyayê: -Jin berevajiya Mêr e…, ango ji mirova mê re tê gotin Jin. Jin – ew mirova ku bi zeyîndê xwe mê ye.
Di Avesta pîroz de jî ew gotin (Jin ) bi heman wateyê derbas dibe û bi heman rola xwe ya zayîndê dileyize.
Eger em bala xwe bidinê, van salên dawî, hin ji civata mêran xwestin ku ji jinê re pergaleke pîroz ava bikin, ji lewra ev gotin ( Jin ) bi jiyanê ve girêdan, lê bi min ev ne rast e… jiyan jiyan e û jin jin e.

Belê jina bimêr, yan ya ku têkilî mêrekî bibe dikare ducanî bibe û piştî neh mehan zarokekî bedew bînê jiyanê, di jiyanê de ew zaroka nûzayî dibe jiyaneke nuh, dêmek her jiyaneke nuh dagirtî tevger, têkilî û xwedan rol e. Rol dikare erênî û pozîtîv be, eger ew li gor mercên pak û durist hate perwerdekirin… weha gotina Jiyan têgeheke xwe heye û gotina Jinê têgeheke din e.

Gotina jinê li ba me kurdan pir kevnar e. Hin ji jina bimêr re (ya şûkirî ) re dibêjin Pîrek. Gotina Pîrek, Pîrekê li vir dikare du têgihan nîşan bide, bi du wateyên ku ew mîna dûrbûna asîmên ji zemînê dûrî hev in.

* Bê guman hin dibînin ku gotina pîrekê ji pîr ya êzdiyan hatiye, li ba ola êzdîyan, ku oleke sedî sed kurdî ye, çimkî oldarên êzdî kurdî zimanhalê Ezda, Êzdan (Xwedan ) dibînin û herdu pirtûkên wan yên pîroz Mishefa Reş û Celwa bi kurdî hatin nivîsîn.. Li ba wan qata Pîran piştî qata mîr û şêx tê. Pîrên êzdî zarokan bi ava kehniya spî dişûn ta ku pak û pîroz bibin, û di dema merasîmên zewacê de, gezek nan dixin du parçe û didin bûk û zavê ku êdî ew ê bi hev re jiyanê bi xweşî û nexweşiyên wê parve bikin. Belê, eger gotina pîrekê ji pîr hatibe, bi wateya kesê ciyê pîroz û hêja, kesê aqilmend û xwedan bandor ku civak bi rêz û bawerî li pend û şîretên wî guhdarî dike.

* Ji layekî din ve, di kurdî de pîrepîrê jî heye, ew cure kêz yan jî lawir ku ji pirsgirên sereke yê zanistê ye, ka ew kêzik e yan lawir e…?
* Pîrepîr carna jî bi jehr in, û ji bo nêçîran bigirin, tevnikan ava dikin.
* Herweha Pîrhevok heye ku ew bêtir ji nîgaşa mirov bixwe ye, herî zêde di çîrok û çîvanokan de derbas dibe, keseke ku saw û tirsê dixê dilê guhdaran û kesayetiyên wê çîrokê. Belê û mixabin hin kes hene ku weha bi mebest ji jinê re pîrek dibêjin, ango wê wiha kêm dikin, bi jehr û tevink dikin, bi tirs û sawê ve wê radipêçin, bi wateya ku ew ne ciyê rêz û baweriyê ye, bi dek û dolab e, bi fen û fût e, mebest kêmkirina wê ye.

Bi herhalî civaka şaristanî ya îroyîn ji jinê re jî ( xatûn, yan jî xanim ) dibêjin. Ev nîşana rêzgirtina jinê ye, lê divê em bizanibin ku gotina xatûn jî pir kevn e, berî niha ew di destana Zembîlfiroş de jî derbas dibe, lê bi min, berî niha ew bêhtir ji keçên taxên jorîn re, ji bo keçên serayan re dihate bikaranîn, mebesta min keçmêr, dotmîr û jinên bazirganan û dewlemendan e.
Jinên qatên jêrîn, jinên belengaz û hejaran nikarîbûn bibin xatûn. Xatûn karên destî, yên malan, yên zeviyan û bi pez û dewaran re mijûl nedibûn.

Ji jinê re jî tê gotin afret, afret bi zaravayê soranî, bi wateya ku ew jiyanên nuh, nifşan di`afirîne=afret.
Eger em li afrandinê vegerin, di destpêkê de jin yan mêr, mê yan nêr…? wî çaxî em dergehekî bê bersiv li ber xwe vedikin, li vir mîna ku em neçar bipirsin. Aya di destpêkê de hêk yan çîçik, dîk yan mirîşk…?
Navdêr ( Xan, Xanim ) hu bi mebest bi navan re tê bikaranîn mîna ku em bibêjin ( Sînem xan, Xanim Sînem ) nîşana rêzê dide diyarkirin, ew bi piranî ji kesên ku ne pir nêzîk in tête xebitandin, bi wateya ku ne xweşik e, ku ez ji xwîşka xwe re weha bibêjim yan wê weha banbikim, lê mirov wê dikare ji mamosteya zarokên xwe re bibêje, yan ji karmenda dewletê re, ew kesa ku hîn wê ji nêzîk ve nas nakim. Gava em weha jinekê binav dikin, ango em hin sînoran di nav bera xwe û wê de çêdikn, ev yek li ba Ewrupiyan heye, ku bi nijada xwe Arî ne û em kurd jî Arî ne. Çawa mabe bandora vê yekê heye.
Li vir min divê ku ez bibêjim, navdêr Xan ku kurd wê li paş navan bikartînin, gereke ew bêhtir ji mêran re bête bikaranîn, çimkî Xan cuda ye ji Xanim.
Xan=qiral, mîr, paşa, serok û key e. Eger jinek mîr be, dibe ew xan be jî, lê ji bilî wilo bikaranîna wî navdêrî şaş e.
Xanim=navdêrekî mêye, bi wateya rêzdar, hurmet, madam, miss û mam e. Di Elmanî de li hember Frau tê gotin ( gnädige Frau ) jina birêz û xewdan keramet û pîroz. Bi erebî السيدة.

*Rola jina kurd di xweşkirina rewşa Aborî ya malê
Bê guman, eger em li dîroka xwe vegerin, em ê bibînin ku ji mêj ve jina kurd bi roleke sereke û balkêş leyistiye, ew jî beşdarbûna wê di xweşkirina rewşa aborî ya malbatê de.
Di demsalên çinînê de, ew ê nîsk û nok diçandin û diçinîn, pûş ji firazeyan dida hev, ka jê çêdikir, tirî dida hev û jê dims û mewîj, basîq û benî çêdikir, qûtê zivistanê peyda dikir ji av bacanan, ji mirebeyên kundir, tirî, hejîr û hemû cureyên mêywêyên ku bi dest dixistin, şînahî hişk dikir, bacan, îsot, dolme û pir cureyên didan ber rokê û ew hişk û zuha dikirin din, ew ê û bi zanebûn îsot û tirozî dikesidandin û şor dikirin.

Herwiha ew ê carna şivantiya pezî dikir û piraniya caran bêrîvan bû, pez didoht, penîr ji şîr çêdikir û ew ji bo parastinê şor dikir, meşk li ser destên xwe avadikir û mast li meşkê dikir û ew dikeyand, nîvişk, rûnê malê û dewê bi tam ji nav derdixist. Jina kurd tenûr bi destên xwe ji axa sor avadikir, nan lê dixist, ardiwê tenûrê û malê bi giştî peyda dikir.
Belê, min bixwe û bi çavên xwe dîtibû, ka çawa wan jinan kelpîç ji bo avakirina xaniyan dibirîn, çawa wan xanî bi heriyê diseyandin, çawa danûk dikelandin, li ser banan radixistin û paşê ew dibirin aş da ku jê simid û hûrik û savaran derêxin yan jî ew bi destarî hûr dikirin.
Hîna berî bîst û pênc salan bû, dema ku ez li welat bûm, min bi çavê xwe dîtibûn ka çawa piraniya keçên belengaz û hejaran, serê sibêdeyan diçûn aşêfan, çawa ew li ber bayê serê sibê yê qeşa girtî, di kelkela germa havînê de kar û xebateke bê rawestan dikirin, pere tanîn malê û wiha alîkar bûn di xweşkirina rewşa aborî ya malbatên xwe de.

* Ciyê jina kurd di civaka kurdî de
Belê, divê ku em bizanibin ku dayîkên me, xwedan cî, rêz û bawerî bûn, piraniya caran eger karê malê nebane, ew bi serfirazî di civata mêran de dirûniştin, bi serbestî pir çîrok û çîvanokên girîng digotin, pir ji mijarên jiyanê yên balkêş bi mêran re gotebêj dikirin.
Ez vê yekê dibêjim, tevî ku ez dizanim ku ew jinên han jî di hin komelgehan de, li ba hin êl û eşîran, di hin malbatan de jî li rasta astengiyan dihatin.

Hêjayî gotinê ye ku heman jin di dema şerê hebûnê de jî bi rext û tifing beşdar bûn, eger ew jin ne şervan bûn, wê demê dermanzan bûn, birînên birîndaran derman dikirin, guh didan wan, ew bi cil û berg dikirin, ew pak û paqij dihiştin. Heman jin û piraniya caran di dema ku mêr li cengan bûn, di xendeqan de, di çeperan de bûn, bi tena serê xwe diman û zarok xwedî dikirin, hestê welatperwerî, neştimanperwerî di dilê nifşan de diçandin. Ew jin di piraniya şoreşan de beşdar bûn, ev eger em mukir werin û vê rastiyê bipejirînin.

Niha jî di serdema îroyîn de, li pir deverên Kurdistanê ew jin bi heman rola xwe ya dîrokî dirabin, hîn jî ew jin dixebitin, û hevbeşin di aboriya malê de, niha û piştî ku derfetên xwendinê bi dest wan ketin, ew mamoste ne, bijîşk in, dermanzan in, endeziyar in, karmendên dewletê ne, namzetên securedeman in, di fabrîkeyan de cî digrin û kedkar in, di pir ciyên ciwankariyê de bi awayekî ciwan dixebitin, cil û bergan didrûn û difroşin.

* Rola jinê di şerê azadiyê de û ciyê biryardanê de
Eger lêkolînên dîrokî hîn jî tekez bikin ku Nefertîtî hevjîna Axnaton bixwe Taduhepa ye keça qeralê Mîtanan Tušrettta be, wê çaxê diyar dibe ka çendîn jinên kurd û ji demên herî kevin de, jêhatî, bihêz û xwedan rol bûn.
Tê gotin ku Taduhepa piştî ku bandor li hevjînê xwe Aminhotib kir û baweriya Farewnan bi giştî, bi wêrekî guhert, êdî ew ê hişt ku Aminhotib baweriya xwe bi Aton = hêza rojê bînê.
Ta radeya ku wî navê xwe guhert û xist Axnaton, û wê navê xwe xist Nefertîtî = xweşikbûna tîrêj û hêza rojê.
Belê wê demê Mîtanan baweriyên xwe hebûn ku bi giştî baweriya wan bi rojê hebû. Ev yek dide diyarkirin ku Nefertîtî nikarî bû dest ji baweriya xwe berde, û berevajî wilo ew bawerî li Misrê, li ba Ferewnan da pejirandin.

Mixabin, ta vê gavê ti agahiyên hêja di derbarê jina kurd de nînin, mebesta min, serdema împeratoriyên kurdan û desthilatdariya wan.
Piraniya agahiyên împeratoriya Medan ne xuya ne, dibe ku dijminê kurd ew bi mebest dabin şewtiandin û tunekirin.

Medan berî zayinê di çerxa şeşê de, împeratoriyeke fereh û asê damezirandibûn, Akpatana dan avakirin, li derdora wê sûr û kelehên asê danîbûn, artêşeke leşkerî çi peya û çi siwar, bi şûr, rim û mertal avakiribûn, fabrîkeyên çêkirina çekî vekiribûn, imbarên genim, nîsk û xwarinê ji bo rojên reş bilindkiribûn û pir tiştên din ku pêdiviya împeratoryeke weha pê hebê bi cî anîbûn.
Gelo evên zîrek, çawa pirtûkxane nebûn, çawa ew tije pirtûk nekiribûn…? Gelo ka erşîfa wan, ka belgeyên wan…? Ma wê serdemê jinên Medan çi rol û bandor hebû…..?

Li vir, ez dipirsim û mixabin ku bê bersiv dimînim, eger me ew belge û erşîf hebûyana, dêmek me dê pir agahî di derbarê jina kurd de jî bizanîbana.
Arînîs keça padîşahê Lîdiyan bû û jina Împerator Astiya bû, dayika Mendana bû, gelo wê çi rol hebû, ez vê dipirsim ji ber ku di dema Astiya de, her tişt têk çû, Împeratorî hino hino berbi dawiyê ve dihat, gelo ev zewac, zewaceke siyasî bû…?
Mendana keça împeratorê Medan Astiyagês bû, dayika Koreş bû, aya wê rol tunebû di serkeftinên Koreş de…?
Ev pirsên min û pir xalên din hene ku pêdiviya me bi lêkolînên zanistî û jêderên rasteqîn heye. Erê, ez dipirsim û bi mebest ta ku hin ji nav me rabin û lêkolînê bikin. Bila hema ev pirs di bîreweriya nifşên me yên nûhatî de jîndar bin. Bê guman, baweriya min bi hêza ciwanan heye ku xwendinên dîrokî û zanistî li şûnwaran bikin û van pirsan bibersivînin…!

Jinên kurd di dema ragihandina komara Mihabadê de beşdar bûn, dibistan avakiribûn, xwe didan perwerde kirin, û di 14 ê adara 1946 de wan xanimên jêhatî yekîtiya jinên kurd damezirandibûn, û bi awayekî çalak tifing û rext li milan kiribûn, ji wê gavê û ta niha li Kurdistana Rojhilat ew di nav refên pêşmerge de ne.
Rola jina kurd di serhildana Adara sala 1991 de heye, piştî ku kurdên Kurdistana Başûr Federalîzm ragihandin, pêre jî û hino hino rê li ber jinê jî vebûn.
Rêjeya jinê di kabîna securedeman de sala 1992an %5,7 bû. Di kabîna sala 1995 %27 bû. Ev rêje sal bi sal bilindtir dibe û ev ciyê şanaziyê ye.

Jina kurd herweha di serhildana adarê de sala 2004 an de beşdar bû, ew serhildana ku çirawîskên wê li Qamişlo vêketin û di katekî pir kêm de rojava bi temamî da ber xwe. Hîn di destpêkê de ew dakete kolanê û di xwepêşandanan de amade bû, wê bi hêz zilm û zoriya li dijî kurdan li Kurdistana Rojava şermezar kir û hate kuştin û bû şehîd û pakrewan.

Erê ev keçên ciwan, şox û şeng ku niha li seranserî Kurdistanê, di çeperan de, li serê çiyayên bilind, di şikeft û newalan de şer dikin, mil bi mil li rex xortan, çi pêşmerge û çi şervanên YPJ neviyên heman destanê ne.
Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.
Dêmek her tişt ne ji bi xwe ve hatiye…!
Li Ewrupayê, li Emerîkayê û piraniya welatên cîhanê cil û bergên pêşmergeyên jin bûn modêl û li piraniya bazar û firoşgehên navdar hatin firotin, êdî me keçên Ewrupiyan bi cilên Leyla Qasim yan yê Arîn Mîrkan didîtin.
Hêza Agirî niha jî li Kurdistanê hatiye avakirin, jinên kurd bi taybet jin û keçên xwebexş in, herweha û hêjayî gotinê ye ku pir ji şervanên jin li rojavayî Kurdistanê amade ne ku berevaniyê bikin û li ser zemînê dikin. Ew jî bi heman şêweyê pirojeya serxebûnê ne, lê mixabin ji ber nakokiyên partiyên siyasî, me kurdan hîn hêzeke leşkerî yek girtî tune ye, li Kobanî wan li rex hev şer kirin, lê mixabin bi cil û bergên cuda û di bin sîya alayên cuda de.

Belê pêdiviya jinê bi hinek dem heye, da ku ew bi jîr û zanebûna xwe tevlî wan ciyên bilind û hêja bibe… Çima hinek dem…?
Ji ber ku pêvajoya serxwebûna jinê girêdayî pêvajoya serxwebûna dewleta kurdî ye. Pirsgirêka jinê girêdayî pirsgirêka civakê bi xwe ye.
Civaka me hîn baweriyê bi sawîr û xewnan tîne, hîn di bin bandora zagonên olî û zayîndê de ye, ew civak dê zû bi zû pencereyan veneke, belê di heman civaka bindest de, dê kesayetiya jinê ronahiyê nebîne.!
(emê dûmayîka vê gotarê piştî çend rojan çap bikin).

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev